Sedsala 20’an ji bo Kurdan sedsaleke xwedî maneyeke mezin e. Kurdên bi komkujiyan, bi demê re qirkirinê dest bi vê sedsalê kirin û hatin ber qonaxa nemanê li çarika dawî ya sedsalê rabûne ser xwe. Aqilê faşîst ku li Rojhilata Navîn, Kurd anîne ber sînorê mirinê, di sedsala 20’an de hema hema bûbû weke cenazeyê. Rabûna PKK’ê tevgera derketina ji vê gorê ye. Li gorî rola ku dane pergala qirker, şerê îmha û înkarê ya dijî Kurd di vê sedsalê de jî hate domandin lê ferqa vê sedsalê nebû mirina bi bêdengî, serê xwe tewandin. Kurdan vê sedsalê xeleke îmha û înkarê şikandin.
Rabûna Rêber Apo hem nîşan da bê ka mirov wê çawa ji vê xelekê derkeve û her wiha kir ku Kurd xeyal bikin. Helbet, dema ku em vê dibêjin, em nabêjin beriya PKK’ê hîç xeyalên Kurdan nebûn. Bêguman xeyalên wan hebûn lê ya ku hatî serê Kurdan nalîn bûn ku îro mirov nikare xeyala wê jî bike. Rastiyeke ku nalet lê hatî kirin, çîrokên veşartî yên ku bi zorê ji qirkirinê xilas bûyin, memûrtiya ku di berjwendiya faşîzmê de ji xeleke asîmîlasyonê xilas bûyin, an jî mirin..Ji bo Kurdan ji vê pê ve tiştekî dî nebû.
Îro êrîşên li ser Kurdan û Kurdistanê, encama hêrsa li Kurdan-Kurdatiyê ye ku dest bi hebûnê kirine. Sedem û encama hêrsa li PKK’ê ev e ku fikra hebûnê kirî serê Kurdan. Terisîna meyla domdarkirina bi rengekî histerik a dagirkerî, înkar û îmhayê ye. Berê hinekî vedişartin niha hemû pê dizanin, li gorî faşîzma Tirk Kurd bi hikmê nebûnê bûn, mafê wan ê hebûnê nebû, ji bo ku nebin her tişt ji dest wan hatibû standin. Stran, kinc, reng, ked û her tiştê wan ji dest wan hatibû standin. Heke Rêber Apo xeyal nekira, armancek nedaniye, qederek ku Kurd bijîn nehatibû hiştin. Ji ber ku ti dadeke îlahî nebû ku vê binivisîne, di serî de mêtingeriya Tirk, ti hêzê nizanîbû qelema di dest milliyetgiriya herêmê de wê bi kîjan alî de bihata guhartin.
Bêguman ji bo Kurdan, ji bo gerîlayên PKK’ê mesele ne mirin bû. Her çendî ji her kesî zêdetir gerîla dizanin ku xilasiya ji mirinê nîne jî Lê bi qasî rengê jiyanê, rengê mirinê, di ghin gavên jiyanê de tu çawa jiyanê pêşwazî dike, girîng e. Gotinên gerîla Zeryan ku di berxwdana xwerêveberiyê ya Şirnexê de şehîd bûyî ji bîra mirov naçe, ku gotibû, ‘’Em bimirin jî em ê bi ser bikevin!’’, gerîla tim vê gotinê bi bîr dixe û dibêje.
Çiyayên Kurdan bi çîrokên mirinê yên Kurdan tije ne. Lê bi gerîlayan, dawiya wê mirin be jî, êdi dihate vegotin bê ka çawa li ber xwe dide. Bi ser de, li deven ku dibêjin, ‘ji mirinan mirinekê biecibîne’, gerîla hebûn ku ji mirinan mirin nedihilbijart, bi berxwedanê jiyan hilbijart û jiyan, maneya jiyanê ya bi berxwdanê li qelşên di navbeyna keviran de bi cih dikir. Ji ber vê diviya êdî têgihiştinên derheqê mirinê biguhartina. Têgihiştineke wiha hatibû çêkirin, Kurdbûn mirina zûwext, ragirtiyan jiyana ji mirinê xirabtir bû jiyan ne tiştekî wiha bû ku were jiyîn lê tiştekî wiha bû ku bihata ragirtiin. Kurdbûn êdî cezayek bû ku bidana zindiyekî. Jê xirabtir nedibû. Bidûvbûna wê, paşverûtiya wê, hovîtî, nediyarbûn, cahiltî û şarezanebûan wê bûbû sifetê sirûştî. Qebetiyeke çiyayî, hovîtî û nemirovbûn weke Kurdbûnê dihate vegotin.
Hebûneke wiha, di şertên wiha de wê çawa bibûya mirov? Çawa dikarîbû hebûya? Ji bo ku Kurd ji cahilbûnê xilas bibûna diviya ji Kurdbûnê dûr bimana, bibûna Tirk û piştre bixwenda û hînî zanînê bibûna. Her wiha ji bo ku Kurd ji qebedetiya çiyayî xilas bibûna weke Enkîdû diviya Gilgamêş tecawîz li wan bikirana û xwe berdana bajaran. Ji bo vê jî askên ku ew kovî nedidîtin diviya jê bireviyana, dev jê biqeriyana, ango bibûna hebûneke dî, ji bilî xwe bibûna tiştekî dî. Kurdê ku asîmîle nebûyî niakrîbû ji qebetiya çiyayî xilas bibûya, bêyî şaristaniyê nikarîbûya bibûya mirov. Ev hemû weke parametreyên tinekirina Kurdatiyê li pêşberî Kurdan bûn. Kurdê ku di vê rêyê de dimeş cihê ku bigihaştayê, xilasbûna Kurdbûnê bû.
Ev pênase heta ku mirov bixwaze mirov dikare dirêj bike. Lê puxteya meelê tê xwetin ku Kurd werin tinekirin, ji bo diyardeya ku Tirkîtî jê re dibêjin li Rojhilata Navîn bijî, Kurdatî ji bo hegemonyaya cîhanê weke êm hatiye bikaranîn û qerdiyanê Tirkitiya faşîst li ser vê hatiye danîn. Rabûna Rêber Apo û PKK’ê redkirina vê bêsiûdiyê, vê nebûnê ye. Ji vî alî ve PKK tevgera redkirinê ye. Di rewşeke wiha de ku ew qas tiştên şaş hene, bêyî redkirina vê mirov nikarîbû dest bi avakirinê bikira. PKK diviya pêşî şaşî red bikirana, tine bikirana, da ku bikarîbûya ava bikira.
Mirov ji dewleta Tirk re bibêje faşist, qirker, dijminê Kurdan, dijminê jinan, zarokan, tecawizkar wê di cih de be. Serheviya van hemûyan jî tere hêrsa Kurdan nake. Îro ev dewleta faşîst, bi çarçoweya planên DYE’yê, bi hevkariya PDK’ê êrîşên xwe bi bêgavî û bêpîvan didomîne. Tiştên ku gerîlayên Kurdistanê jiyane, tişta ku van salên dawî tê serê komên gerîla, şopa xwe li ser dîrokê dihêle. Van heşt mehên dawî ev zêdetir bûye. Artêşa Tirk ev ne cara pêşî ye çekên kimyewî bi kar tîne. Êrîşên kimyewî yên li Nurhaq, Cûdî, Geliyê Tiyarê, Kato Jîrka têne zanîn. Helbet, TC ev alçaxî ne tenê li dijî gerîla, berê li Dersimê Kurdên Elewî di şikeftan de bi çekên kimyewî qetil kirin. Piştre hin leşkeran, weke ku serkeftinek be, di bîranînên xwe de gotine, ‘’Weke ku em mişkan jehrî bikin, me Kurdên wir jehrî kirin.’’
Îro em guh didin dîrokê. Em guh didin gerîlayên ku tam li naverasta dîrokê diaxivin. Em pê dizanin gerîlayên ku ji êrîşên kimyewî xila bûne, ji hezarî yek jî were vegotin kesek wê bawer neke. Di serî de wê ji mirovbûna xwe bawer neke, helbet ji bo mirovan ev wiha ye. Bi temamî dernexistin holê bê ka çekên kimyewî ku di çarîka sedsala 21’ê de li dijî gerîlayên PKK’ê hatine bikaranin çi cure kimyewiyên jehrîn in. Kesek lê nafire û hesab nake mirov dikare çi ji wan gerîalyan bike k udi dilê çiyayan, di şkeftan de ne. Encex artêşa Tirk ku ji hovîtî û mirovtiyê sûd wernegirtî, bi aqilê AKP-MHP’ê, kesên ku bi vî aqilê îmha û înkarê tevdigerin dikarin vê bikin. Tişta ku artêşa Tirk kiri şer jî nayê hesabê. Hin dibêjin exlaqê şer heye, dawiya dawî tê dijmin bikujî, çi giringiya rêbazê heye. Hin wiha dibejin. Lê tişta ku artêşa Tirk kirî encam vê bêgavmanê, encama vê dijminatiya li mirovî ye.
Bi gazên kimyewî êrîşê tînin ser çiyayên Kurdistanê, gerilayan. Valahiyên hewayî yên şikeftan diyar dikin û digirin. Gazên kimyewî ji deriyan davêjin hundir. Li jora latan bi sondajan, bi metroyan qulan vedikin, çekên kimyewî, gazên jehrî, toza jehrî û sotandinê berdidin. Kûçikên ku kamera bi wan ve dişinin şikeftan. Li nêzî deriyê şikeftê bi cih dibin li hêviyê ne ku gerîla bêhewa bimînin, bimirin an jî ber bi derî ve birevin. Piştî ku gaza kimyewî davêjin bi çend saetan tên ku cenazeyan kom bikin an jî yên ji hişt ketî teslîm bigirin û dema ku vê dikin bi Kurdî bang li gerîlayan dikni. Li ser her îhtîmalê, bi fikra dibe ku hin gerîla sax filîtîbin bombeyan davêjin hundir. Piştre madeyên sotandinê avêjin û şewatê derdixin û hewl didin yên ku nikaribin bimeşin, ji hiş ketin bigirin. Rûdanên Sêwasê, Madimak çiye, ji hemû komkujiyên dewleta Tirk, hemû dema Osmanî û yên dema Komara Tirkiyê kirine komkujiyên herî hovane û dermirovî ye. Dewleta Tirk antî mirov e. Zehmet ku dewleteke wiha kujerên Sêwasê, kujerên malbata Şenyaşar bi dadmendî darizîne.
Dijminatiyeke wiha dike, êrîşê dibe ser îhtîmala hilmstandina Kurdekî jî, dixwazî wî jî tine bike. Dewleta Tirk ji bo ku dilopeke paqij a avê nemîne, ji bo hilmeke okjîsen nemîne, pariyek zad nemîne her tiştî dike. Tişta ku dewleta Tirk sala 2017’an li Kato Jîrk di êrîşan de kirî, ji ya ku li çiyayên Dersimî kirî, ki komkujiya Zîlanê hovtir e.
Ji vê bawer dikim ti endamekî artêşa Tirk ku tevlî van êrîşan bûye, bûye şahide van êrîşan wê nebe mirovekî normal. Ji bo desthilata AKP-MHP’ê Kurdbûn qirkirin e. Heke ne wiha bûya MHP’yiyên fanatik ên aqilberdayî ku rahiştin kêr û çeka xwe li her devera ku dîtî wê êrîş bianîna ser Kurdan? Ji ber vê jî, ji bo ku têk necin, li ser piyan bimînin, hemû civakên Tirkiyê jî dikin qurbanî berjewendiyên xwe yên gemarî. Lê sabûnekeke wiha ne di dîroka civaka Tirk û ne jî di dîroka mirovahiyê de heye ku dîrokeke wiha paqij bike. Tenê bîlançoya qikirinê ya van 10 salên dawî jî ji bo ku hîsên dijminatiya li Kurdan bidin jiyîn têrê dike û zêde ye jî.
Îro cihê ku TC’ê hatî û lê sekini evder e. Li pêşberî wê jî Kurdatî heye ku hay jê heye bêyî dijminatiya mezin nikare bijî û ji berxwedan û azadbûnê pê ve ti rêyeke dî nîne. Cihêtiya îro ji ya beriya 10 salan ew e ku dewleta Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li çar parçeyên Kurdistanê xwedî eynî pratîkê ye û li çar parçeyên Kurdistanê hemû hêl li dijî wê xwedî hêrs in. Hemû Kurdên birûmet dibejin Kurdên ku ev fêhm nekirine û li gorî vê najîn cihê wan li Kurdistanê nîne.
Hêzek, kesek an jî komek heke dikare pêngavê bavêje, ev tê maneya ku xwedî wê hêzê ye dikare pêngavan bide ber xwe, ev hêza komî ser hev kiriye û biryara vê daye. Di pêvajoyên pêngavê de bi qasî hêza fizîkî, belkî ji wê jî zêdetir a diyarker diyarbûna hevkariya biryardayinê, vîna kolektif e. Ji vî alî ve PKK li gel hemû êrîşên di dîrokê de hem hêza xwe ya fizîkî bi giştî parastiye û hem jî li gel hemû lêferzkirinê xetî vîna xwe ya kolektif daniye holê. Ji vî alî ve pêngava 12’ê Îlona 2020’an pratîkbûna biryardariya dîrokî ye. Biryardana pêngaveke wiha ye, şehîdên pêşeng in ku di pêngava, ‘Em Tecrîdê Bişkînin, Faşîzmê Hilweşînin, Kurdistanê Azad Bikin’’ de, ku sala çûyî temam bûyî, bi roleke mezin rabûne û bi şehîdbûna xwe rihê serkeftinê yê pêngavê di civakê gerandine, bûne hêza pêşeng, pêngav mezin kirine û berfireh kirine. Rola hemû girtiyên ku li zindanan li ber xwe dan û şehîd bûne di serkeftina pêngavê de diyarker e.
Di şexsê Leyla Guven de berxwedan li demeke dirêj hate belavkirin, îradeya hêza azadiya jinan hemû gelê Kurdistanê xist tevgerê û pêşengtî jê re kir. Vî tiştî jî qedera pêngavê diyar kiriye. Dema ku faşîzma AKP û MHP’ê digot “Me ew qedand û dengê wan birî’ ev pêngav derket holê, gel xist nav tevgerê, bi pêşengiya berxwedana zindanan di nav civaka me de serhildanên mezin ava kir, serfiraziya xwe îlan kir û rola xwe ya dîrokî bi cih aniye. Vê pêngavê tecrîda li ser Rêber Apo ji xwe re kiribû armanc û di dema pêngavê de hin hevdîtin hatin kirin û her çi qas kêm be jî derfetên têkiliyê û di heman demê de nûnerên TC’a faşîst ji bo ku bi Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê PKK’ê re rûnên ketin nav hewldana rê û metodan û ev jî bûne gavên girîng ên hilweşandina faşîzmê. Van hemû tiştan diyar kiriye ku tecrîd neyê şikandin jî, bi pêngavên ku amadekariyên xwe kiriye û serfirazî ji xwe re kiriye armanc, meyla pêvajoyan dikare were guherandin.
Pêngava ku di 12’ê Îlona 2020’an de hatiye îlankirin, xwedî zemîneke dîrokî ya wisa ye. Ji ber ku piştî pêngaveke serkeftî hate kirin, pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ bi îddîa, hewldan û biryardariyeke mezin dest pê kiriye.
*Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê