Raya Giştî ya Kurd xwe nîşan da

Di encamê de bûyera Zînê Wertê û derketina raya giştî ya Kurd a bihêz nîşan dide ku li Kurdistanê bingehê yekîtiya neteweyî pir xurt bûye. Gel, weke neteweya demokratîk ev yekîtî heta radeyeke girîng çêkiriye.

Pêşiyên me gotine, di her karî de xêrek heye. Piştî ku PDKê hêzên leşkerî veguhest Zînî Wertê û hêz li wir kom kir, li cem gelê Kurd û raya giştî fikarên ciddî çêbûn, civaka Kurd û raya giştî ya wê ketin nava tevgerê. Ger hûn pêşmerge bibin li herêma di kontrola gerîla de bi rengekî ku ewlehiya gerîla jî bixe talokeyê bi cih bikin, bê guman ev dê aramiyê neyîne, berevajî bibe sedema nerazîbûnan. Ji ber ku di rewşek wiha de ji bo her kêliyê rîska şer hebû. Gava duyem wisa jî bû, sê gerîla bi PDK’yiyan re hevdîtinekê çêdikin, ji wan re dibêjin ne rast e ku hûn hêzên leşkerî bînin vê derê. Hema piştî gerîla ji wir vediqetin, balafirên şer yên Tirk êriş dikin. Bi vî awayî sê gerîla li deverek pir nêzî pêşmergeyên PDK’ê şehîd dibin. Di rewşek wiha de şehîdbûna sê gerîlayan fikarên raya giştî ya Kurd zêdetir kirin. Lê Tevgera Azadiya Kurdistanê û gerîla xwînsar, hişyar û aqlêselîm nêz dibin. Xwezayî ye ku bendewariya ji PDK’ê jî ev helwesta hevbeş û hişyarî be.

Bûyera Zînê Wertê jî careke din eşkere kir Kurd ne Kurdên berê ne. Nîşan dide ku netewebûna demokratîk a gelê Kurd, helwesta yekîtî û hevgirtinê pêşketineke girîng û berbiçav nîşan daye. Ji guhertinan a pir girîng hebûna kesayetên civakî, ango girêdayî civakê ne, û hîn têrê neke jî lipiştxwehiştina wê kesayeta girêdayî û bendewarê dewletê ye. Elbet netewa demokratîk kesên azad jî diafirîne. Di vê çarçoveyê de Kurd êdî bûne netewe, bûne neteweyeke rasteqîn. Ji ber ku êdî rayeke giştî ya bihêz a Kurd heye. Hebûna bihêz a raya giştî ya Kurd, nîşana hebûna netewebûna bihêz a Kurd e. Bûyera Zînî Wertê ev yek hîn bi bandor nîşanî me da.

Me dît ku piştî rageşiya di navbera PDK-PKK-, PDK-YNK’ê da raya giştî ya Kurd yekser ket dewrê. Raya giştî ya Kurd bi israr nîşan da ku rageşî û pevçûnê naxwaze. Bi banga ‘divê her kes vegere cihê xwe yê berê’, gavek girîng avêtiye ji bo alozî ji holê rabe. Ev helwesta raya giştî ku di demeke kurt de hêza xwe raber kir, di rastiyê de ji bo Kurdan destketiyeke mezin e. Divê hem gelê Kurd hem jî hêzên siyasî hemû nirxê vê helwestê baş bizanin. Ku em bêjin wijdana civaka Kurd raya giştî ya Kurd e, dê di cih de be. Lewma neçare her hêza siyasî bala xwe bide dengê wijdana gelê Kurd û pêwîstiya wê pêk bîne.

Têkildarî mijara rageşiyê ya di navbera PDK û PKK’ê de careke din hat dîtin ku gelê Kurd pirr hesas e. Yekser ketina tevgerê ya sazî û dezgeh, derdor û kesayetên ku raya giştî ya Kurd pêk tînin jî delîlê vê ye. Dîsa hunermendên ku wijdana civakê ne, yekser ketin tevgerê û bangên bi bandor kirin. Vê jî hişt raya giştî ya Kurd leztir bikeve nava tevgerê. Her wiha KNK ku di bin sîwana wê de tevgerên siyasî yên Kurd, kesayetên welatparêz û demokrat, rewşenbîr û nivîskar hene jî, bang li PDK, YNK û PKK’ê kir ku ji rageşiyê dûr rawestin û her hêz vegere cihê xwe yê berê. Ev banga KNK’ê jî bi bandor bû. Li gel vê bi sedan rojnamegerên ku di çêbûna raya giştî ya Kurd de bûn xwedî bandoreke mezin, bang kirin û daxwaza civaka Kurd zelal nîşan dan.

Avabûna vê atmosfera bi bandor di raya giştî ya Kurd de, dilê civaka Kurd, dilê her Kurdekî kêm be jî rihet kir. Ji ber ku êdî civaka Kurd di navbera hêzên Kurd de şer û pevçûnê naxwaz e. Ji ber ku her kes baş dizane, ji şerekî di navbera PDK-PKK’ê de di serî de dewleta Tirk, hemû dijminên Kurdan dê fêde bigirin.

Xuya dike ku hêvî û bendewariyên raya giştî ya Kurd bandor li PDK, YNK û PKK’ê kiriye. Lewma tê dîtin rageşiya li herêmê zêdetir nakin. Her çiqas heta niha pirsgirêk tam çareser nebûbe jî her hêza siyasî kêmeke din xwînsar û hişyar tevdigere. Ev jî dem û firsenda çareseriyê çêdike ku her hêz vegere cihê xwe yê berê. Herçiqasî daxuyaniyên ku raya giştî ya Kurd nepejirîne dabe jî, gotinên serokê hikûmeta herêmê Nêçîrvan Barzanî yên wekî ‘ne pirsgirêkek wisa ye ku çareser nebe, hêzên li wir demî ne, dikarin vekişin’, giring in. Ev nîşan dide ku dê di rageşiyê de israr nekin. Em careke din bi bîr dixin ku bibandorbûna raya giştî ya Kurd li ser hemû hêzên siyasî bi rastî jî destkeftî û qezencek mezin e. Pêkhatina rayek giştî ya Kurd ku bikare pêşî li kêmasî û şaşiyên hêzên siyasî bigire, nîşaneyek girîng a hebûna lingê siyaseta demokratîk û demokrasiyê ye. Dubare divê bê gotin ku bêy hebûna raya giştî ya demokratîk demokrasî nabe. Raya giştî ya demokratîk vîna gel a cewherî ye. Ji ber ku îfadeya beşekî tenê nîne, dibe îfadeya hemû pêkhateyên civakî, siyasî û çandî yên neteweya demokratîk.

Careke din hat dîtin, hunermend ne ew kes in ku tenê stran û klaman dibêjin, rewşenbîr û nivîskar ne ew kes in ku tenê diaxivin û dinivîsin; giraniya wan a taybet gelek zêde ye. Gotina fîlozofê ku dibêje ‘hêza stranbêj û dengbêjan ji hêza yên destûr û yasayan çêdikin zêdetir e’ careke din piştrast bûye. Wê demê berpirsyariya rewşenbîr, hunermend û nivîskaran heye ku raya giştî çêkin û bibin wijdana civakê. Di bûyera Zînê Wertê de ev berpirsyariya xwe anîne cih.

Rista rojnamegeran a di çêkirina raya giştî de tê zanîn, giring e. Ti rojnameger bê alî nabe. Ew alîgirên civakê ne. Alîgirên gel, heqîqet û netewebûna demokratîk in. Bi tenê li hemberî rastiyan bê alî ne. Ev jî ew e ku bêyî zextek siyasî wê rastiyê raxin ber çavan. Ev ne alîgiriya neheqan, alîgiriya mafdaran e. Divê alîgirê azadî û demokrastiyê be. Ku alîgirê desthilatî, zalim û neheqan be, wê demê ev nabe rojmanamegerî. Wê demê dê wekî rewşa di bin desthilatiya AKP-MHP de be ku dibêjin ‘belê ezbenî’, ango dê bibin alîgirên neheqî û zilmê. Rojnamegeriya Kurd jixwe divê alîgirê tekoşîna hebûn, jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd be. Alîgiriya mafdarî û rastiyê jixwe wisa dibe.

Di mijarek wiha neteweyî de, divê bê gotin helwest û daxuyaniya KNK’ê gelek giring bû. Kongrê bang li hemû hêzên siyasî kir. Bang li her beşê kir da ku berpirsyar tevbigerin. Jixwe çalakbûn di demên wiha de bi rollîstinê pêk tê. KNK’ê bi vê nêzîkatiya xwe jî nîşan da ku sêwaneke neteweyî ye ji bo tevahî cihêrengî di bin banê wê de xwe bînin ziman.

Di encamê de bûyera Zînê Wertê û derketina raya giştî ya Kurd a bihêz nîşan dide ku li Kurdistanê bingehê yekîtiya neteweyî pir xurt bûye. Gel, weke neteweya demokratîk ev yekîtî heta radeyeke girîng çêkiriye. Li ser vî bingehî beşekî girîng ji yekîtiyê jixwe pêk hatiye. Ku hêzên siyasî guh bidin vê îradeya civaka Kurd û li gorî wê gav bavêjin, dê wê demê yekîtiya neteweyî bi temamî pêk were. Em bawer dikin dê raya giştî ya Kurd wê jî çêke.

Bi hêvî û baweriya ku raya giştî ya Kurd ku rehendeke giring a netewebûna demokratîk e, dê di pêkhatina jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd de jî bi rist û rola xwe rabe…

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA