Rageşiya DYE û Îranê li Iraqê da!

Tê dîtin rageşiya di navbeyn DYE û Îranê de bi lez ber bi şerekî ve diçe. Ti guman li ser tine ku di vê pêvajoyê de rola Iraqê ew e ku bibe baregeke navendî.

Krîza di navbeyna Îran û DYE'yê ya ku giran dibe herî giran li Iraqê tê hîskirin. DYE welatiyên xwe derdixîne, ELmanya û Hollanda xebatên perwerdehiya leşkerî yên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê rawestandin.

Piştî ku DYE yek alî ji peymana Enerjiya Nukleerê ya bi Îranê re vekişand û ambargoya li ser Îranê jidand, dema ku mirov dêhna xwe bide haziriyên van rojên dawî wiha xuya dike ku ber bi şerekî ve diçe.

DYE'yê miefiyeta petrolê ya li ser Îranê ya ku ji bo 8 welatan nas kiribû 2'yê Gulanê qedand, ji bo hêzên alîgirên Îranê gotin, ''Li Iraqê li dijî hêzên me haziriyên êrîşê hene'' û rageşî û krîza bi Îranê re anî qonaxe dî. Piştî vê daxuyaniyê Wezîrê Berevaniyê yê DYE'yê Mîke Pompeo serdaneke surprîz li Iraqê kir, bêyî ku daxuyaniyekê bide ji Iraqê veqetiya.  Piştî vê serdanê DYE'yê balafirên şer ên B52 şandin ku heta niha tenê di şerê Wîetname de hatine bikaranîn. Piştre jî nûçe derketin ku wê keştiyên şer werînin. Nûçeya dawî her çendî ji hêla Serokê DYE'yê Donald Trûmp ve li derewê hatibe qeliband jî nûçeyên ku dibêjin wê 120 hezar leşker bişîni Iraqê berbelav bûn.

Îranê li dijî haziriyên DYE'yê ragihand ku wan wan peyman betal kiriye û wiha bersiva da DYE'yê û welatên Ewropayê. Li ser vê Fransa, Elmanya, Ingiltere û gelek wealtên Ewropayê dane pey biryara DYE'yê ya li ser Îranê.  Îranê şer li ber welatên Ewropî danî ku rojê 1.5 milyon warîş petrol bifiroşe wê vê biryarê nestîne û li ser vê jî, di serî de Fransa, Elmanya, Hollanda û welatên din ên Ewropayê di helkefteke dijî Îranê de li cem DYE'yê hewlest diyar kirin.

LI IRAQÊ ŞER JI NAV VE DEST PÊ KIR

Ev geşedan nîşan didn ku krîz ber bi şerekî herêmî ve diçe. Dema ku mirov bala xwe bide ser geşedanên van 3 rojên dawî krîza di navbeyna Îranê û Iraqê ku ber bi şerekî ve diçe navenda wê jî Iraq e. Beriya bi sê rojan Wezareta Karê Derve yê DYE'yê bang li hemû personelên dîploatîk kir, yên ku ne bi peywireke lezgîn in, ji Iraqê derkevin. Hêzên Çekdarî yên Elmanyayê xebatên perwerdehiyê yên Iraq û Başûrê rawestandin. 

Piştî vê biryara Elmanayê Hollanda jî bi demeke kurt ragihand ku heman biryar tandiye, ku pisporên leşkerî yên Hollandî mîna pisporên leşkerî yên Elman perwerde didana hêzên leşkerî yên Iraqê û Başûrê Kurdistanê. Tê gotin piştî ku Îranê biryar stand ku peymana nukleerê 60 rojî betal bike ev biryar hatiye standin.

Ev geşedan nîşan didin ku krîz beriya Îranê li Iraqê ber bi şerekî ve diçe. Lîderê Tevgera Sadr Mukteda El Sadr beriya bi du mehan taloke dîtibû û gotibû, ''Heke DYE  li dijî Îranê bixwaze me bide şer kirin, sefareta wê wê bibe hedefa êrîşan''. Tê gotin Sadr peyama, ''Iraqê tevî şerê Îranê neke lê tu çi dikî bikî'' daye DYE'yê.

Li hêla dî jî rejîma Îranê jî haziriya şerekî dike. Beriya bi sê rojan Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî melayên Ereb ên li Belûcîstan, Hûzîstanê û yên Kurdên Sinî ku li Rojhilat dijî anîn cem hev, derbarê krîzê û şerê pêkan agahdarî da û ji bo Îranê xwest ku yekîtiyê ava bikin. Bi sedema ku li ser sînor Sinî hene Rûhanî giringiyê bi Siniyan dide.

Her wiha bi krîzê re li Îranê krîza aborî jî tê jiyîn, li bara pereyê Îranê dolar nirxê wê pir rabû. Di nav heftiyekê de  1 milyon û 200 Tumen bû 1 milyon 540 hezar tumen. Her wiha tê gotin Îran li dijî zextên DYE'yê li Iraqê jî hin haziriyan dike. Li gorî jêderên ewle heftiya ku krîz pir giran bûyî Fermandarê hêzên derve yê Îranê Qasim Silêmanî li Silêmanî bi rayedarên Bexdayê û Başûr re rûniştiye û ji wan xwestiye ku DYE êrîşê bi ser Îranê de bîne li gel DYE'yê bin.

DEMA KU WELATÊN EWROPAYÊ BIRYAR STANDIN EVDILMEHDÎ LI TIRKIYÊ BÛ

Roja ku rageşiya li Îranê pir zêde bû û Elmanya û Hollanda xebatên leşkerî rawestandin Serokwezîrê Iraqê Evdilmehdî li ser vexwendina Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li Enqerê bû. Bû mijara nîqaşan ku dema Evdilmehdî li Enqerê bû DYE'yê helwesta xwe ya li bara Îranê jidand û Elmanya û Hollanda xebatên xwe yên leşkerî rawestandin.

Roja ku Evdilmehdî li Enqerê bû Sefîrê Moskowayê yê Iraqê têkilî kirîna S-400'î daxuyaniyeke balkêş da û got, ''Iraq jî wê S-400'î bistîne''. Piştî vê daxuyaniyê hate gotin, gelo Tirkiye wê moşekên S-400'î li Iraqê bi cih bike.

Li ser geşedaneke wiha nayê zanîn bê ka Îran û DYE wê çi helwestê bidin. Ji ber lihevkirina Rûsyayê ya bi Israîlê re û nakokiyên li Sûriyê bi fikara ku siberojê Iraq li dijî wê bi kar bîne li dij derdikeve. Her wiha diyar e ku DYE wê nexwaze ku moşekên S-400'î li Iraqê werin danîn, ku ev moşek bi armanca ku li dijî DYE'yê û NATO'yê hatine bikaranîn û gelek hêzên leşkerî li Iraqê hene.

Dema ku mirovan van hemû tiştan tîne cem hev tê dîtin ku pêvajoya di navbeyna DYE û Îranê de bilez ber bi şerekî ve diçe û rola baregaha navendî dane Iraqê. Tê dîtin ku DYE mudaheleyî Îranê bike şer tenê wê bi Îranê re sînordar nebîne, geşedanên li Iraqê vê nîşan didin. Nêzîkbûna Tirkiyê û Iraqê ya van rojên dawî nîşan dide ku di şerekî pêkan de ev ê bandora xwe pêşî li Tirkiyê bike. Herêm ber bi şerekî nû ve diçe. Ev hemû dane nîşan didin ku piştî Remezanê wê geşedanên girîng rûbidin.