Faşîzma AKP-MHP'ê êrîşên şerê taybet ên giştî zêde dike û didomîne. Êrîşên faşîst ne tenê bi rengê komkujî, girtin, tecrîd, êşkence, birçîhiştin, şer û mirinê ye, her wiha bi rengê kêmkirin û tecawiza li ser civakê ye jî. Bi rêbazên wiha êrîşê tînin ku hewl didin sincê civakî bi temamî ji holê rakin. Pir eşkere ye ku ketina sincî dibe yek ji wî tiştî ku faşîzm xwe dispêriyê.
Ez dibêjim qey tê fêhmkirin ku em behsa tecawiza kesê ketî yê bi navê Harûn Yildirim dikin ku bi desteka dewletê li navçeya Pertekê ya Dersimê tecawiz li pênc zarokan kiriye. Dema ku mirov dibihîse mirov di cihê xwe de mat dimîne. Pir eşkere ye ku tecawiz hatiye asta ku li zarokên kur jî bikin. Çendî rast e m pê nizanin lê agahî tên ku tecawiz bav, bira, ap û xizmên din ên wiha yên li zarokan jî li nav civakê zêde bûne. Wiha diyar dibe ku çanda faşîzmê dibe tecawiz.
Bi çarçoweya şerê girankirî yê taybet ê rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê tê zanîn ku nexasim li Kurdistanê li dijî zarokan û ciwanan polîtîkayên tecawizê yên plankirî bi cih tîne. Rewşên wiha her çendî carcaran di çapemeniyê de xuya bike jî û rê li ber helwestên diyar veke jî bi giştî nixumandî dimînin. Beriya bi çend salan dema ku li dibistaneke navîn a Sêrtê polîsan tecawizî xwendekarên jin kiribû û bûyerên zêde yên tecawiz û fihûşê di çapemeniyê de xuya kiribû rêveberên herêmê yên AKP'ê çi gotibûn? Gotibûn, ''Li şûna ku biçine çiyê û bibine terorîst bila fihûşê bikin çêtir e''. Dîsa gelek caran di çapemeniyê de xuya bûbû ku ji hêla peywirdarên dewletê ve, yên mîna mamoste û polîsan ve tecawiz li zarokên kêç kiribûn.
''Li şûna ku biçin çiyê bila fihûşê bikin''; sîsîka polîtîkaya faşîzma AKP-MHP'ê ya li ser Kurdan û Kurdistanê ev e. Rûniştandina hin malbatan a ji hêla AKP'ê ya li ber Bûroya Amedê ya HDP'ê ya bi gotina, ''zarokên me ji çiyê bînin'' û bûyera tecawizê ya li Pertekê hişk bi hev ve girêdayî ne. Diyar e ku ev kirin, du rengên eynî polîtîkayê ne. Ji bo ku zarokên Pertekî bînin rewşeke wiha ku nikaribin biçin çiyê, nikaribin li heqê xwe bigerin û têkoşîna azadiyê bidin tecawiz li wan tê kirin. Diyar e ku komkujî û qirkirina Dersimê, faşîzm û mêtingerî bi van bûyeran ve wiha girêdayî ye ku ji hev qut nabin.
Pir eşkare ye hêla komkujiya fizîkî ya wê qirkirinê heye ku li ser Kurdan ferz kirine, hêla bêcihûwarkirin û penaberkirinê heye, hêla asîmîlasyon û qirkirina çandî heye, her wiha hêla wê ya guherandina demografiyê ango kêmkirina nifûsa Kurdan a li Kurdistanê heye. Ango bi maneya rastîn a peyvê jenosîd, ango qirkirin li ser civaka Kurdan bêkêmasî tê rêvebirin. Lê ji bilî van qirkirina çandî bi asta şikandina hişmendî û sincî jî tê kirin. Bi vê tê xwestin ku civaka Kurd nikaribe ji bo xwe bifikire û bibe civaka ji xwe re. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo vê rewşê gotibû,''ketin''. Ev gavên tecawizê yên berdest dibine pratîka vê polîtîkaya ''ketin''. Bi van kirinên tecawizê tê xwestin ku mirov ji mirovbûn û civakbûnê were xistin û serweriya faşîst wiha were domandin.
Piştî van diyarkirinan em dixwazin li ser sê hemanên sereke rawestin. Ya pêşî, faşîzm û qirkerî li ser hişmendî û çanda tecawizê heye û li ser Kurdan ev ji hemû aliyên xwe ve tê bicihanîn. Ango, di serî de dewleta TC'ê, rewşa hemû hêzên ku li Kurdistanê qirkirinê dikin ev e. Em bala xwe bidinê; şefê faşîst Adolf Hîtler jî civak şibandibû fahîşeyekê, ango danîbû holê ku faşîzm bi esasî hewldan û tevgera fahîşekirina civakê ye. Diyar ku xet û pratîka Hîtlerên îro Tayyîp Erdogan û Dewlet Bahçelî jî ev e. Bi tecawiza li ser zarokan û fihûşê dixwazin takekesê azad û civaka demokratîk bi temamî ji holê rakin.
Beriya her tiştî divê ev rastî were dîtin û zanîn. Li ser civaka Kurdan zext û êrîşên normal nayên kirin, berevajî wê faşîzm û qirkirineke li ser esasê tecawiz û fihûşê tê kirin. Karakterê dewleta Tirk û faşîzma AKP û MHP’ê wisa ye. Diyar e ku faşîzm û qirkirin bi her awayî tê wateya rejîma tecawizê. Divê her kes vê rastiyê bibîne û li hemberî vî tiştî helwesta xwe diyar bike.
Di vî warî de xaleke duyemîn tê rojevê. Li hemberî vê tecawizkariya faşîst nabe ku helwesta jin, ciwan û civakê wisa be. Bertekên li dijî bûyera Pertekê gelekî qels e. Kesekî di nav şerê taybet ê faşîst de ye, tecawizî gelek zarokan dike û li hemberî vî tiştî bi tenê nerazîbûn û şermezarkirin heye. Divê qiyamet bihata rakirin. Jin û ciwan di serî de divê hemû civak rabûya ser pêyan.Ne bi tenê Pertek, Dêrsim û Kurdistanê divê civaka Tirkiyeyê rabûya ser pêyan.
Ji ber ku ev tecawiz ne bi tenê li dijî zarokan e, ne bi tenê li dijî Dêrsim û Kurdan e. Di şexsê zarokên Pertekê de li ser hemû Kurd, civaka Tirkiyeyê û mirovayetî tecawiz hatiye kirin. Divê her kes bi vî awayî tecawizê wisa binirxîne. Divê bi nerazîbûn û hêrseke mezi li dijî feraseta tecawizê serî hildana. Vê nerazîbûna hindik û qels, tê wateya qebûlkirinê û melisandinê. Gelek diyar e ji bo ku mirovayetî û civakê ev rewş nayê qebûlkirin. Bûyerên wisa yek ji sedemên mezin ên serhildanê ne. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kiriye ku ev bûyerên wisa bi tena serê xwe sedema şoreşê ne.
Xala sêyemîn jî tecawiz bi peyvên ‘îstîsmarê’ tên îfadekirin û veşartin. Tecawizkar vê şêweyê bi pêş dixin, bi vî awayî xwe vedişêrin û dixwazin sûcê xwe kêmtir bikin. Lê mixabin hin medya û çapemeniyê, tevgerên şoreşger û demokrasiyê û tevgerên jinan bi baldarî tevnagerin û vê têgeha tecawizkaran dîsa bi kar tînin. Ji ber vê jî dibêjin ‘îstîsmara zarokan’ û ‘îstîsmara zayendî’ û ser van tecawizan digirin û wan nerm dikin.
Mirov bi baldarî lê binihêre wê were dîtin ku têgeha ‘îstîsmara zarokan’ gelekî mûxleq e û tecawizê baş îfade nake. Mesela çiyê zarokan hatiye îstîsmarkirin? Gelo nehatiye perwerdekirin, zext û şîddet lê hatiye kirin, ji dêvila ku were perwerdekirin hatiye xebitandin, tacîz lê hatiye kirin yan jî tecawiz lê hatiye kirin? Mirov dikare van mînakan zêde bike û diyar e ku ev hemû jî ne wekî hev in. Tecawiz yek ji van tiştan e û sûcê herî giran ê civakî ye. Pênasekirina peyvekê ya zexteke sivik a li ser zarokan, tê wateya ku bûyer tê nermkirin.
Ji ber vê jî ‘îstîsmara zarokan’ tê wateya xerabiya herî mezin a li ser zarokan. Heke ji bo tecawizê ev peyv were bikaranîn wê ser tecawizê were girtin. Diyar e ku yek ji sedema civak helwestên tund nîşan nade, sivikkirina vê têgehê ye. Ji ber vê jî divê mirov bi baldarî tevbigere û bûyeran baş analîz bike. Divê her hewldana tecawizê bibe sedema serhildan û şoreşê. Civakek heke karibe li dijî tecawiza li ser zarokan rabe û tecawizkaran tune bike, ew civak azad û demokratîk e. Ji derveyî van tiştan derbarê mirov û civakê tiştekî dîtir tune.
Jêderk: Yenî Ozgur Polîtîka