Rabûna li ber siyaset û mejiyê qirker

Rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê di berdêla endametiya Swêd û Fînlandiyayê ya li NATO'yê, ji van dewletan û temamiay NATO'yê xwestiye ku di qirkirina Kurdan de piştgiriya wan bikin.

Dema ku mirov li axaftina şefê faşîst Tayyîp Erdogan a li Civîna Komê ya Meclîsê guhdarî dike, rapora 'Stratejiya Ragihandinê ya PKK'ê tê bîra mirovan ku qaşo hîndekar Sertaç Tîmûr Demîr ji bo hikumetê amade kir û ji aliyê SETA'yê ve hate çapkirin. Sertaç Tîmûr Demîr ku ji destpêkê heta niha karên propaganda û ajîtasyonê yên PKK'ê lêkolîn kir, tespîta wê yekê dike ku aliyê herî xurt ê PKK'ê propaganda û ajîtasyon e û diyar dike ku têkoşîna li dijî PKK'ê jî ji qada ewlekariyê bêhtir divê li qada propaganda û ajîtasyonê bê meşandin.

S. Tîmûr Demîr ku tê fêhmkirin li ser karên propaganda û ajîtasyonê yên PKK'ê lêkolîneke cidî kiriye û kûr bûye, li ser bingeha agahiyên xwe û analîzên li gorî we, hin pêşniyaran li Rêveberiya AKP'ê dike. Dibêje "Navberê bixe navbera PKK'ê û Kurdan" û gotina 'PKK rêxistineke terorê ye' bide pêş, li ser vê bingehê di çapemeniya Tirkiye û cîhanê de rê nede gotin û weşaneke ku xizmetê ji PKK'ê û Kurdan re bike. Di vê mijarê de bi taybetî girîngiya karê çapemeniya çep sosyalîst a nêzî PKK'ê destnîşan dike. Diyar dike ku li deverên cuda yên Tirkiyeyê û cîhanê li ser vê bingehê divê civîn bêne lidarxistin û hed bê danîn. Li gorî wî, bi vî rengî Kurd wê li Tirkiye û cîhanê bêdeng û bênefes bimînin.

Tê fêhmkirin ku di rewşa heyî de rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê bi temamî li ser bingeha pêşniyarên navborî de tevdigere. Eşkere ye ku guhertinên faşîzma AKP-MHP dixwaze di qanûna çapemeniyê de bike bi temamî li ser vê bingehê ne. Her wiha hîn bêhtir eşkere dibe ku ya li rêveberiyên Swêd û Fînlandiyayê, li Ewropa û NATO'yê tê ferzkirin jî bi esasî ev rastî ye. Hevokeke Tayyîp Erdogan a axaftina li komê, ku zêde nehate fêhmkirin û li ser zêde nehate rawestîn di vê nuqteyê de girîng e.

Bêguman Tayyîp Erdogan di axaftina li komê de gelek mijarên cuda nirxand. Di gelek mijaran de demagojî kir. Hin gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar. Peyama dagirkirina Til Rifat û Minbicê da. Li ser vê bingehê li gorî xwe hêzên derve û hundir rexne dike. Û tê ser pirsgirêka endametiya Swêd û Fînlandiyayê ya li NATO'yê. Tayyîp Erdogan ku bi têra xwe hêrs bû ji nişka ve got, "roja ku bi me re hevdîtina heyetê kir, çapemeniya Swêdê Salih Muslim da axaftin; ji ber vê yekê em ê hewldanên endametiyê teqez veto bikin."

Ev gotina ku eger bi rengekî cidî neyê nirxandin wê neyê fêhmkirin, her tiştî radixe pêş çavan  û nîşan dide ku rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê di berdêla endametiya Swêd û Fînlandiyayê de li ser van dewletan û NATO'yê çi ferz dike. Di vê mijarê de bêguman mirov nikare hurmeta li azadiya çapemeniyê ji Tayyîp Erdogan hêvî bike. Mirov nikare jê re qalê bike ku li Swêdê çapemenî mîna li Tirkiyeyê di bin fermana hikumetê de naxebite. Pêwîstî qet pê nîne ku mijar ji vî alî ve bê nirxandin û rexnekirin. Ji ber ku rastiya Tirkiyeyê ya têkildarî azadiya çapemeniyê li holê ye.

Di vir de em dixwazin li ser du xusûsan bisekinin. Siysaet û mejiyê qirker, mêtinger û dijminê Kurdan Tayyîp Erdogan ku got, 'Salih Muslim li çapemeniyê hate axaftin'. Bala xwe bidinê mîna qaşo hîndekar Sertaç Tîmûr Demîr got, naxwaze ku li cîhanê dengê Kurdan bê bihîstin û nefesê bistînin. Jê ditirse ku Kurdek di çapemeniyê de biaxive. Çima? Ji ber ku bi tirs û fikar e ku siyaset û mejiyê wî yê qirker eşkere dibe. Xwedî wê ferasetê ye, ku dibêje 'Her tişt divê ji bo Tayyîp Erdogan û Tirkiyeyê be, li her derê bila ew biaxivin û bijîn, lê belê derfetekî jiyanê ji bo Kurdan nemîne."

Xusûseke din a ku em dixwazin li ser bisekinin ew e ku bazariya rêveberiya AKP-MHP'ê bi rêveberiyên Swêd û Fînlandiyayê re dike, bi temamî bi NATO'yê re dike, ev bû! Faşîzma AKP-MHP'ê polîtîka û siyaseta dijminê Kurdan û siyaset û mejiyê qirker li Swêd û Fînlandiyayê, li NATO'yê ferz dike. Yanî di berdêla endametiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATO'yê de, ji van dewletan û NATO'yê tê xwestin ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di nav de piştgiriyê nedin hebûn û azadiya Kurdan, piştgiriyê bidin polîtîkaya wan a ji bo qirkirina Kurdan.

Dikare bê gotin ku çi pêwîstî pê heye ku ev hemû bi vî rengî ji nû ve bêne nivîsandin? Ji xwe ev hemû bi detayên xwe têne zanîn. Her kes pê zane ku dewleta Tirk û rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê li dijî Kurdan siyaseta qirkirinê dimeşîne. Belê ev rastî heta asteke girîng têne zanîn, lê belê kêrhatî ye ku jinûve û careke din bêne nivîsandin. Ji ber ku li ser bingeha endametiya Swêd û Fînlandiya ya NATO'yê, daxwazeke rêveberiya AKP-MHP'ê ya faşîst a ji 5-6 xalan heye ku di çapemeniyê de hate weşandin. Kurd û PKK yek ji xalên navborî bûn. Baş e çi niha eşkere bû? Eşkere bû ku rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê di berdêla endametiya NATO'yê ya Swêd û Fînlandiyayê de ji van dewletan û bi temamî ji NATO'yê dixwaze piştgiriyê bidin qirkirina Kurdan. Bazariyên ku bi hefteyane dewam dikin li ser vê bingehê bûn, nakokî û lihevnekirin li ser vê bû.

Xalên din bi esasî ji bo nixumandina vê rastiyê bûn.

Bêguman girîng e ku rastî bi vî rengî careke din eşkere bûye û şefê faşîst Tayyîp Erdogan li xwe mikur hatiye. Ji ber ku rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê vê yekê ne tenê li ser hêzên siyasî yên derve ferz dike, di heman demê de li ser hêzên siyasî yên li Tirkiyeyê jî ferz dike. Ne tenê di berdêla endametiya Swêd û Fînlandiyayê ya li nava NATO'yê, di her derfeteke biçûk de jî vê bazarê dike. Her ku di şerê Zap û Avaşînê de têk diçe vê ferzkirinê û daxwazan zêde dike. Her ku berxwedana azadiyê ya gel û gerîlayên Kurd bi pêş ve diçe, faşîzma AKP-MHP'ê jî alîkariyê ji hêzên siyasî yên hundir û derve dixwaze. Di vê mijarê de rêbazek nemaye ku bi kar neaniye, nirxek nemaye ku bazar li ser nekiriye.

Wê demê di şerê navbera faşîzm-demokrasiyê de ku bi şerê Zapê re li Tirkiyeyê mezin bûye, her kes, hemû hêzên siyasî yên hundir û derve di ezmûneke gelekî cidî ya demokrasiyê de ne. Wê xwe bidin aliyê faşîzma AKP-MHP'ê û piştgiriyê bidin siyaset û mejiyê qirkirina Kurdan, yan jî wê li ber siyaset û mejiyê qirkirinê rabin û xwe bidin aliyê demokrasiyê? Di serî de DYE, Swêd û Fînlandiya, hêzên NATO hemû di nava ezmûneke bi vî rengî ya dîrokî de ne. Her wiha di serî de Partiya Çep, TKP û CHP, hêzên siyasî yên muxalîf ên li Tirkiyeyê hemû di pêvajoyeke wiha ya ezmûnê de ne. Bi vê ezmûnê wê diyar bibe ku kî bi rastî jî jî çi ye.

Di vê mijarê de bêguman gotinên 'gef û ewlekariyê' yên faşîzma AKP-MHP'ê derew in, gotinên 'terora PKK'ê' xapandine. Ya esasî dijminatiya faşızma AKP-MHP'ê ya il Kurdan e, siyaset û mejiyê wê yê qirker e. Eşkere ye ku yekane pîvane demokratbûnê, rabûna li ber siyaset û zîhniyeta navborî ya faşîzma AKP-MHP'ê ye. Ev yek jî wê bi tevlîbûn û piştgiriya bi Meşa Gemlîkê ya Mezin diyar bibe ku 12'ê Hezîranê destpê dike. Wê bi zelalî eşkere bibe ku kî bi rastî jî demokrat û dostê Kurdan e, kî antî demokrat û dijminê Kurdan e.

Li ser vê bingehê em bang li her kesî dikin ku li ber ferzkirin û şantajên faşîzma AKP-MHP'ê serî netewînin, li ber siyaset û mejiyê qirker ê dijminê Kurdan rabin, di ezmûna demokrasiyê de bi ser bikevin. Her wiha bang li her kesî dikin ên ku derfetên xwe hebin tevlî Meşa Gemlîkê ya Mezin bibin, beşdarî têkoşîna hilweşandina faşîzmê û avakirina demokrasiyê bibin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka