Yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz jî di nav de sê şoreşgerên jin ên Kurd di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin. Heft sal ji ser vê qetlîamê derbas bû. Ligel ku her tişt zelal bû, Omer Guney hate girtin jî, bi hincetên pûç darizandinê bi derengî dest pê kir û piştre kujer mir. Belkî yan li benda kuştina kujer bûn yan jî hinekan bi plan ew kuştin. Bi vî awayî dewleta Fransayê deyndarê edaletê yê Kurd û mirovayetiyê ye.
Niha em di salvegera heftemîn a vê qetlîama hovane de ne. Qetlîam û têkoşîna li dijî qetlîamê dikeve sala heştan.Hefteyek berê Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê şehîdên qetlîamê bi bîr anî û têkoşîna ronîkirina qetlîamê da destpêkirin. Tevgerên jinan di serî de tevgerên şoreşger û demokratîk tevlî vê bangê dibin û piştgiriyê didin. Em jî di salvegera heftemîn a şehadeta wan de, sê şervanên azadiyê yên bi navê Sara, Rojbîn û Ronahî bi hurmet bi bîr tînin.
Gelekî zelal e ku ji kêlîka qetlîam hatiye kirin kesên qetlîam kirine Tayyip Erdogan û hevalên wî ne. Ji ber ku hê qetlîam baş nehatiye ragihandin Tayyip Erdogan, Huseyîn Çelîk û M. Alî Yilmaz nerazîbûn nîşan dane, bi psîkolojîya sûckirinê qetlîam kişandine alîyekî din. Derketiye holê ku ev kes serokwezîrê Tirkiyeyê û wezîrên wê ne û dewleta Tirk û hikumeta AKP’ê ev qetlîam kirine. Kesên ku hatine qetilkirin PKK’yî ne û yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz jî di lîsteya AKP’ê de ‘Wê werin kuştin’ de ye. Piştre derketiye holê ku kujerê bersûc Omer Guney sîxurê MÎT’ê ye, kê biryara qetlîama Parîsê daye û kê plansaziya wê kiriye, hemû jî zelal bûne.
Ne rewşeke anormal e ku dewleta Tirk û hikumeta AKP’ê qetlîama wisa bikin.Di salên 2012-2013’an de (Heta agirbesta di Newrozê de) hikumeta AKP’ê eşkere dibêje ku ‘Li her derê ez ê endamên PKK’ê bikujim’ û wê bi xwe lîste amade kiriye û di medyayê de belav kiriye. Di sedsala 19’an de Împaratoriya Osmaniyan di sedsala 20’an de jî dewleta Tirk gelek qetlîam li ser Kurdan kiriye. Ev qetlîam wekî qirkirinê ne. Gelek zarokên Kurd hatine kuştin û qetlîama Roboskiyê jî tê de, di Newroza 2006’an de gotinên Tayyip Erdogan ‘Zarok be jî jin be jî wê hêzên me yên ewlehiyê tişta pêwist bikin’ were bîra mirov, wê were dîtin ku hikumeta AKP’ê di qetlîamên li ser Kurdan de tu sînoran nas nake.
Dewleta Tirk û hikumeta AKP’ê di warê qetlîamên li ser Kurdan de sicîla wan xerabe ye. Ev rewşeke zelal e. Tişta ku li vir divê em bala xwe bidinê, ev e ku qetlîam li navendeke wekî Parîsê û li derveyî sînorên Tirkiyeyê hatiye kirin. Rêveberiya Tayyip Erdogan li navendeke wekî Parîsê culhet kiriye ku qetlîameke wisa hovane bike. Qetlîamên ku bi hêsanî di nav sînorên Tirkiyeyê de kiriye, vê carê li derveyî sînorên Tirkiyeyê kiriye.
Mirov li heft salên borî binihêre, wê were dîtin ku Rêveberiya Tayyip Erdogan xelet nebûye, rastiya dewleta Fransayê û rastiya cîhanê jî ji wê ne cihêtir e. Nexwe rêveberiya Tayyip Erdogan li navendeke wekî Parîsê qetlîameke wisa dike, rastiya şênber a dewleta Fransayê û cîhanê jî baş dizane. Çima? Ji ber ku her tişt wisa zelal e û agahî di demeke kurt de hatine komkirin jî dadgehên Fransayê ev bûyer nedarizand û ceza li sûcdaran nebirî. Di dawiya dawîn de doz xist û bi awayekî gelekî zelal kujer parast.
Di vê mijarê de gotin ku kujer Omer Guney ji ber ku miriye doz betal bûye! Omer Guney çar sal piştî bûyerê mir. Baş e di nava van çar salan de darizandin çima nebû, gelo li benda mirina kujer Omer Guney bûn? Ji xwe Omer Guney qaşo mehek beriya destpêkirina dadgehê mir. Yanî karê hate kirin bi vî rengî plankirî hate kirin! Encameke wiha ji vê yekê derdikeve holê; xuya ye wê darizandin bikra, dema mirin an jî kuştina Omer Guney ji berê ve zanîbûn û qaşo dadgeh jî li gorî wê yekê plan kirin!
Ya duyemîn, kujer Omer Guney mir an jî hatibe kuştin jî dadgeh dikarîbû bihata kirin û encam jê bihata wergirtin. Ji ber ku zelal bûbû ku kujerê Omer Guney ajanê MÎT'ê ye û fermana ukştina sê şoreşgerên jin ji aliyê MÎT'ê ya bi rêveberiya Hakan Fîdan ve hatiye wergirtin. Lewma di serîd e Hakan Fîdan endamên MÎT'ê yên fermana komkujiyê dan Omer Guney bersûcên komkujiyê ne. Ji wê jî wêdetir hikumeta Tayyîp Erdogan ev wezîfe da MÎT'ê û Tayyîp Erdogan bi xwe veguherî bersûcê komkujiyê. Ev nêrîn weke nêrîneke alîgir bê dîtin jî heman piştî komkujiyê ji daxuyaniyên Tayyîp Erdogan û hevalên wî eşkere bû ku haya wan berê ji komkujiyê hebû. Wê deme ev kes hemû bersûcên komkujiyê ne û di şexsê wan de darizandin dikarîbû bihata kirin û dadgeriyê dikarîbû biryar werbigirta.
Lê belê ev nekirin. Dewlet û hikumeta Fransayê bi dewlet û hikumeta TC'ê re li hev kir, hin bazarî li ser berjewendiyan kir û biryar li ser nixumandina dozê da. Bi vî rengî xwe kir hevkarê komkujiyê. Her wiha ji dinyayê jî li dijî vê yekê dengek bilind nebû, îtiraz nehate kirin. Hin hêzên demokratîk li ser bûyerê rawestiya bin jî hêzeke wan a bi bandor ku karibe rewşê biguherî nebû. Lewma ev komkujiya ku li navenda Parîsê li pêş çavên cîhanê ji aliyê rêveberiya Tayyîp Erdogan ve hate kirin bêdarizandin, bêceza ma. Eşkere ye ku ev yek ji bo mirovahiyê cihê şermê ye, lê belê gelek kes li ber xwe neketin!
Baş e, çima? Ji ber ku yên hatin qetilkirin Kurd bûn û nedixwestin ku pirsgirêka Kurd li ser bingeha azadiya Kurdan bê çareserkirin. Kuştina Kurdan ku nav û nasnameya xwe nayê qebûlkirin û ti mafekî xwe nîne, ji aliyê dadgeriya Fransayê ve jî ji nedîtî ve hat. Eger yên hatin qetilkirin hinekî din bûya, bêguman encam wê ne bi vî rengî bûya, dadgeriya Fransayê bi vî rengî tevnedigeriya. Li aliyê din eger komkujiya Parîsê bihatibûya darizandin û sûcdar hatibûna cezakirin, rewşa niha ya dinyayê wê ne wiha bûya. Yanî faşîzma AKP-MHP'ê ewqasî nekarîbû terorê û komkujiyan bike, nekarîbû êrişê bibe ser Rojava û leşkeran bişîne Lîbyayê, DAÎŞ û çeteyên mîna wan nekarîbû komkujiyên ewçend hovane bikira. Bi kurtasî kesî li gorî xwesteka xwe bi çeka di destê xwe de nekarîbû li devera dixwaze bixista. Eger ev hemû niha diqewimin, rola bêdarizandina komkujiya Parîsê tê de mezin e.
Bi taybetî jin Kurd û dostên wan xwedî li şehîdên Parîsê derketin, li dijî komkujiyê têkoşîneke bi bandor meşandin û ji bo pêkanîna armancên şehîdan gavên girîng avêtin. Yanî komkujiya Parîsê ya hovane kirin bingeheke pêşvebirina şoreşgerî ya xurt. Ya ku rastiya komkujiyê eşkere kir û darizand ev e. Diyar e wê di sala heyştan de jî bi heman ruh û rêxistiniyê li dijî komkujiyê bi rêxistinî têbikoşin û hîn bi xurtî hesab ji kujerên Parîsê bipirsin.
Jêderk: Yenî Ozgur Polîtîka