Kurdan bi şerê xwe yê dijî DAÎŞ'ê li cîhanê deng vedan û destana berxwedan û azadiyê nivîsandin. Berdêlên mezin dan û cîhan tev tevlî strana azadiyê kirin. Dema ku xaka Sûriyeyê bi ked, xwîn û xwêdana mirovên ji her neteweyê ji nû ve şîn dibû, rejîma Baasê bi bêdengî lê temaşe dikir, lê guhdarî dikir. Û di vê demê de rejîma Baas biçûk bû û gihaşt asta tunebûnê. Kurdan di van salên şoreşê de ji bo hebûn, ewlekarî û azadiya gelên Sûriyeyê li ber xwe dan, şer kirin, berdêl dan, serketin bi dest xistin ku mirovahî bi vê zane, mirovahiyê şahidî jê re kir.
Lê belê rejîma Baasê hîn jî ev rastî qebûl nekiriye. Ji ber ku rejîma Baasê xwe ji feraseta hegemonîk a Ereb a neteweperest rizgar nekiriye. Lewma li şûna destpêkirina hevdîtinan bi Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û avêtina gavên demokratîkbûnê, Kurdan înkar dike ku bi berxwedana xwe xwe bi cîhanê dane qebûlkirin û di nava wê şaşitiyê de ye ku ê karibe li rewşa berê vegere. Li gorî rejîma Baasê, Kurdên Rojavayî nîne, ew li nava sînorên Sûriyeyê mêvan in. Ev mêvandariyeke çawa ye gelo xwediyê malê zimanê xwe hînî wan kiriye!
Zext û zordarî li mêvan hatiye kirin, êşkence lê hatiye kirin, mêvan hatiye înkarkirin, çand û zimanê xwe bi zorê hînî mêvan kiriye, dema ku xwestiye ew kuştiye. Xuya ye yên ku li Bakur dema ku di nava berfê re dimeşiyan dengê kart kurt jê dihatin, di zivistana dûr û dirêj de cemidîne û mîna çivîkên koçber biryar dane ku xwe li Başûr deynin. Gav bi gav piştî ku dewleta Sûriyeyê ava bûye ber bi aliyê Başûr ve çûye û bûne mêvanê Bakurê Sûriyeyê. Balkêş e berê ji ber serma û zivistanê qefilî bûn. Piştî ku bûn mêvan jî gotine ka em ziman û çanda xwediyê malê hîn bibin û ya li wan hatiye ferzkirin qebûl kirine.
DIVÊ REJÎM DEST JI ÊRIŞÊN XWE YÊN LI DIJÎ KURDAN BERDE
Ne hewce ye ev çîrok û îronî zêde bê dirêjkirin. Gotinên neteweperest ên erzan windahiyên rejîma Baasê bi du qatî zêde dikin. Mixabin haya rejîma Baas jê nîne ku bi qasî şerkirinê, destketî bi demokratîkbûnê pêk tên. Xuya ye ev nezantiya rejîma Baasê wê dawî lê bîne. Pişta xwe dispêre hêzên derve û bi vî rengî hewl dide li ser piyan bimîne. Li şûna ku xwe bispêre dewlemendiya civakî, mezinahiya civakî, xwe dispêre hêzên derve ku ev zÎhniyet wê bibe dawiya rejîmê. Rejîma Baas divê dest ji helwest, nêzîkatî û kiryarên xwe yên înkarkirinê, tinehesibandina Kurdan û pesindayina rejîma faşîst a Tirk berde. Ya ku tê hêvîkirin ev e, lê belê hefteya derbasbûyî li Qamişloyê êriş bir ser endamên asayîşê yên rêveberiya xweser.
Bi van êrişên tacîzê re rejîma Baasê careke din nîşan da ku ji çareseriyê, demokratîkbûnê, ji piştrastiya hêza civakê çiqasî dûr e. Di serî de civaka Ereb divê rejîma Baasê hîn bibe ku hurmetê nîşanî gelan hemûyan bide, hebûna wan qebûl bike û mezin bike. Êrişa tacîzê ya rejîmeke ku hebûn û tunebûna xwe nediyar e ya li dijî Kurdên ku bi berdêlên mezin sîstma xwe ava kirine, têkçûneke mezin e. Divê alternatîfa neteweya demokratîk ku Kurd jê re rêya sêyemîn dibêjin, bi van gotin û nêzîkatiyên xwe neavêje nava êgir, divê dest ji van êrişan berde.
Ev êriş rejîma Baasê mezin nake, wê dawî li Kurdan jî nîne. Berevajî, ev êrişên wiha rejîma Baasê biçûk dike, Kurdan dike yek, mezin dike û di ser re bi gelên bi Ereb, Ermen, Suryanan dike yek, ne tenê bi etnîsîteyê her wiha bi polîtîkayên xwe nîşan didin ku xwediyên rastî yên vî welatî ne. Eger êriş dewam bikin hingî wê bê wateya êrişa li dijî feraseta Sûriyeya demokratîk û yekîtiya demokratîk a Kurdan.
JI BO AVAKIRINA REJÎMA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK DIVÊ GAV BÊN AVÊTIN
Rejîma Baasê divê dilê xwe nebe desthilatdariya Tirk û dijminatiyê li Kurdan neke. Ji bo dest ji vê yekê berde dem ev dem e. Ji ber ku di vê demê de li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di nava Kurdan, Ereb, Suryaniyan de dema herî xurt a baweriya bi avakirina welatekî hevpar û biratiyê ye. Û demên bi vî rengî ew dem in ku veguherîna civakî pêk tê, her wiha derfetên ji bo avakirina nû zêde ne. Ji ber vê yek rejîma Baas îmaj û hurmeta li xwe ya ku deh salên dawî winda kiriye, li şûna ku xwe bispêre hêzên derve, derfet bi dest xistiye ku bi dînamîkên navxweyî ava bike. Pêwîste rejîma Baasê vê firsendê rast binirxîne. Nenirxandina vê firsendê bi rengekî rast hingî wê bibe întihara siyasî ya rejîma Baasê.
Di vê dema dawî de êrişa li dijî endamên asayî, ji bilî provokekirina Kurdan nayê ti wateyê. Xuya ye aktîvîteyên Kurdan ên meha Adarê, çalakiyên ji bo şermezarkirina komkujiya Qamişloyê, beyana îradeyê, biryardariya xwedîderketina li rêveberiya xweser rejîma Baas aciz kiriye. Li şûna tîmên futbolê yên ku beriya bi salan hatin provokekirin û şerkirin, bi temsîla heman tîman maça dostaniyê hate kirin. Gelo kî dikare gefê li vê rewşê, li vê biratiyê, li vê hevpariya neteweya demokratîk bixwe? Tenê rêxistinbûnên desthilatdarîperest ên ji zîhniyeta serdest dikarin gefê lê bixwin.
Halbûkî ew komkujî rû da, bi sorkirina dewletê komkujî hate kirin, ew komkujî hate ermezarkirin, ji bo careke din rû nede Kurdan hesasiyeteke mezin nîşan dan û bi saya berxwedana demokratîkkirina Sûriyeyê zemînê dîrokî yê hevparî, biratî û aştiya Kurd û Ereban hate afirandin. Rejîma Baas divê vê yekê rast binirxîne, xwe ji dijminatiya li Kurdan vegire û ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk gavê biavêje.