PKK ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye çavkaniya hêviyê

Li hemberî êrîşên qirker ên faşîzan berxwedaneke bi heybet ji milê tevgera azadiya kurd PKK ê ve tê meşandin, ev jî li cîhanê deng vedaye û ji bona dewleta Tirk bûye windahiyek.

Bêguman her tevgerek ku di Rojhilata Navîn de radibe, li ser mîrateyekê radibe. Gelek tevger ava bûne ku bikaribin civakbûnê bi dest bixwin û jiyaneke azad biafirînin. Tevgerên Kurdan jî di dîrokê de çi bi rêya eşîran, çi jî bi rêya kesayetan û rêxistinên navdar ên wekî Şêx Seîd, Seyîd Riza bi pêş ketine. Lê dema ku mirov li van tevgeran temaşe dike, her dayîm bi rêya îxanetên ku nava wan de çêdibe, hatine tepisandin û ji holê hatine rakirin. Lê rastiyeke domdar e ku Kurdan ti carî li hemberî xeta îxanetkaran serê xwe netewandine û berxwedan ji xwe re kirine bingeh.

PKK jî xwe li ser van mîrateya bi rêxistin kir. Mirov dikare bibêje, ku bi avabûna tevgera PKK'ê re gelê Kurd baweriyeke mezin qezenc kir, ku bê hevîtiya berê nema jiyan kir. Tam berovajî vê ji bo xwe çanda berxwedan û qehremantiyê her roj zêde dibû. Gelê Kurd, bû meseleyekî cîhanî ku rojane li ser axaftin tê kirin. Hêzên dagirker ên mîna dewleta Tirk bawer dikir ku tiştek bi navê Kurd û Kurdistan di holê de nemaye. Lê belê nizanîbûn ku tevgera PKK ê ji wan şaştiyê dîrokî encameke mezin derxistiye.

Pêvajoya ku tevgera PKK'ê derkete holê, bi navê Kurd û Kurdistan tiştek nebû ku li cîhanê pê Kurd werin nasîn. Dema ku xwe damezrand li gorî şert û mercên wê demê bi rola rêxistinê ve rabû. Li ser bingeha Kurdistaneke serbixwe, di cîhanê de gelek pêşketinên giran bi xwe re da avakirin. 

Gelek beşên civakê digotin ev rêxistin ango tevgera PKK'ê wê heya demekê li ber xwe bidin, ji demekê û şûnde wê qabîleta wan a berxwedanê nemîne. Bi serê xwe ev gotin di henasa gelê Kurd de bê hêviyeke dida avakirin. Lê bi demê re dîtin ku tevgera PKK ê naşibe tevgerê birciwazî yên tenê bi peyî desthilatiya xwe ve ketine. Dîtin ku PKK' rêxistineke li ser bingiha azadî, wekhevî, adalet û vegerandina nasnameya civaka Kurd e, ji bo wê her roj xwe di dilê mirovahiyê de bi cî kir û bandoriyeke mezin li gelê cîhanê kir.

Di paradîgmaya Rêber Apo de sê lingên esasî hene, yek modernîteya demokratîk e, ekolojîk û azadiya jin e ku Rêber APO di şexsê PKK ê de pêşkêşî hemû mirovahiyê kir. Lê hêzên emperyalîst ji fikirên Rêber APO ditirsin ji bona wê ye ku tecrîdê giran kirî li ser Rêber APO didine meşandin. Sedemên tevahî êrîşên hovane tirsa ji fikira Rêber APO ye. Li vir pirs ew e gelo çima? Ji ber civaka Kurd, di serî de tevahî civakên Rojhilata Navîn û cîhanê paradîgmaya Rêber Apo dipejirînin û weke çareseriyekê li dijî pergala kapîtalîzmê dibînin. Ew jî dizanim ku hêzên sosyalîst, demokratî, xwendekar û kesên bindest, ê ku mafên xwe dixwazin û berê xwe didine paradîgmaya nûjen a ku bi destê Rêber APO hatiye afirandin. Hêzên serdest, vê jî ji bo pergala xwe xeter dibînin. Ji bo wê çi ji destê wan tê li hemberî gelê Kurd û tevgera wê ya azadiyê PKK'ê dikin.

Dibe ku halê hazir hêza li dijî PKK ê şer dike dewleta Tirk be, lê pêwîstî heya ku baş were zanîn ku yên pişgiriya dewleta Tirk û pergala wê dike hêzên cuda yen mîna NATO ye. Êrîşên ku bi şêwazên taktîkî û bê exlaqî li dijî PKK ê didine meşandin. Pêwîst e ji her demê zêdetir were zanîn ku kesên li dijî vê sîstemê şer dikin û li ber xwe didin milîtanên PKK ê ne. Li hemberî êrîşên qirker ên faşîzan berxwedaneke bi heybet ji milê tevgera azadiya kurd PKK ê ve tê meşandin, ev jî li cîhanê deng vedaye û ji bona dewleta Tirk bûye windahiyek.

Dijminên kurdan êdî hatiye asteke wisa ku tehemûla wan li hemberî tevgera PKK ê nemaye, lewma mecbûr bûye ku desteka xwe ji îxanetkaran yê mina mala Barzanî bigire, pewîst e were zanîn ku hevkariya mala Barzanî bi dewleta Tirk re mehkûmî binketinê bûye û ti carî wê gelê Kurd vê xiyanetê bîr neke.