PJAK: Biryara îdamê ya li ser Werîşe Mûradî nîşaneya domandina şerê li dijî jinan e
Meclîsa PJAK’ê biryara îdamkirina Werîşe Mûradî şermezar kir û diyar kir ku ev biryar nîşaneya domandina şerê dewleta Îranê ya li dijî jinan e.
Meclîsa PJAK’ê biryara îdamkirina Werîşe Mûradî şermezar kir û diyar kir ku ev biryar nîşaneya domandina şerê dewleta Îranê ya li dijî jinan e.
Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyekê biryara îdamkirina Wirîşe Muradiyê (Ciwana Sine), çalakvana mafên jinan û endama Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) şermezar kir û ev ceza wek êrîşek li ser tevahiya civakê û gelên Îranê bi nav kir.
Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:
"Di 10’ê Mijdara 2024’an de ji aliyê desthilata dadwerî ya Îranê ve, bi biryareke dijî jin û dijî mirovahiyê, cezaya îdamê li heval Werîşe Mûradî (Ciwana Sine) hat birîn. Ev di demekê de ye ku desthilata dadwerî ya dewletê di rûniştina dosyeyê de mafê parastina azad û rewa neda heval Ciwanayê. Meclîsa PJAK’ê vê cezaya zalimane ya li ser heval Ciwana Sineyê bi tundî şermezar dike û vê cezayê wek lêdana derbeyekê li tevahiya civakê û gelên Îranê dibîne.
Kiryarên bêberpirsane yên sîstema Komara Îslamî ya Îranê cihê xemgîniyê ye. Cezaya îdamê çi qas li dijî mirovahiyê be, ew qas jî li dijî jinan e. Ev helwesta sîstema Îranê ya li dijî civakê û li dijî jinan îro bûye mijareke germ a cîhanê û tevî ku kampanyaya girtiyên siyasî bi dirûşmeya 'Ji îdamê re na' berdewam e, lê ew ne amade ye ku ji bo kêliyekê jî be li hember bertekên gel û bertekên navneteweyî paşve gav biavêje û dest ji van kiryaran berde. Bi vê dijberiya jinan û biryara îdamê, bi eşkere ragihandiye ku bi israr naxwaze dengê xelkê û gelan bibihîze, di heman demê de ev rêya ku daye ber xwe wê ber bi kendal û tunebûnê dibe.
Derxistina biryara îdamê ji bo heval Ciwana Sineyê şerê desthilatê ye li dijî civaka sivîl û gelan û bêguman dê encamên wê yên giran hebin, ji ber ku zerarên wê yên wêranker dê hemû civakê bigirin. Lewma ji aliyê gelan û tevahiya civakê ve ev kiryar û helwest û siyaset nayê qebûlkirin. Gelên Îranê di vî warî de û di qonaxa niha de gelek caran dengê xwe yê edaletxwaziyê gihandine cîhanê. Derxistina biryara îdamê ji bo girtiyên siyasî, ew yek teqez kiriye ku sîstema Îranê her tim li ser tolhildana ji şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî'yê difikire û ev yek di nav karên xwe de kiriye karê pêşîn.
Bêguman ew peyama li pişt biryara îdamê ya ji bo heval Ciwanayê ew e ku ev desthilat bi israr naxwaze dest ji helwesta xwe ya li dijî Kurdan berde û naxwaze pirsgirêka Kurd bi rêyeke ji bilî qirkirina çandî, îdam û çewisandinê çareser bike. Lewma xwe ji her cure çareseriyeke demokratîk dide alî. Bêguman encamên kûr û dijwar ên vê rêya nedemokratîk û nemirovane dê derbeyeke giran li stûnên sîstemê bidin ku bi zorê hatine avakirin. Lewma divê bizane ku civak ne diyardeyeke wisa ye ku bi hêsanî bi van reftaran çavtirsandî dibe û xwe teslîm dike. Ew şoreşa ku civaka Îranê bi îradeyeke xurt hewl dide pêk bîne û daxwaza azadiyê dike, ne ew qas biçûk e ku bi van reftaran were tepisandin. Ji ber vê yekê rewşa siyasî ya niha li Îranê rewşeke gelek hestyar e û her kesî dixe metirsiyê. Ji ber vê yekê parastina vê cîhana desthilatxwaz a ku li rêyên çewisandin û sepandina îdamê difikire, dê ji bo Komara Îslamî ya Îranê zehmet be, ji ber ku ya ku li hemberî wê ye, civak e.
Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê di gel şermezarkirina kiryarên rejîmê, bang li hemû civaka azadîxwaz, demokratîkxwaz, jin û ciwanan dike ku wekî her dem bi helwesta xwe ya têkoşerane li dijî cezaya îdamê helwesteke zelal bigirin. Ti guman tê de nîn e ku kampanyayên navneteweyî û bertekên pratîkî yên saziyên mafên mirovan û hewlên civaka Îranê ji bo rizgarbûna ji her cure zilmê û bidestxistina azadiyê, vê helwestê xurttir dike. Em wek PJAK piştgiriyê didin hemû kampanyayên ku heta niha li dijî qanûn û cezayên îdamê hatine organîzekirin û her wiha em piştgiriya hewlên hemû jin û ciwan û civakê yên ji bo azadiya heval Ciwanayê dikin û helwesta me di vî warî de zelal e. Derxistina her cezayeke îdamê tê wateya redkirina hemû daxwaz û azadîxwaziya civaka Îranê û bi taybetî ya jin û ciwanan. Lewma beşdarbûna li qadên têkoşînê erka me hemûyan e û pêwîst e qadên têkoşînê bi çalakiyên berdewam û rojane yên çalakvan û tevahiya civakê bicoştir bibin."