Piştî pandemiyê gelo wê her tişt wekî berê be?

Bi pandemiya Covîd-19’ê nîqaş û lêpirsînên li ser jiyan, modelên ekonomiyê û pergalên rêveberiyê dest pê kir. Pergala kapîtalîst wê çiqasî li ber xwe bide?

Piştî trajediya koronavîrusê wê serdemeke çawa dest pê bike, wekî pirseke navendî li pêş me ye. Gelo wê her tişt bibe wekî berê? Bi dehan sal in bi her krîzê re ev lêpirsîn û hêvî tên kirin. Ev tevgerên fikrî çiqasî bi pêş ve biçin jî ji bo veqetandina ji pergalên heyî têr nake.

Nivîskarê Le Monde Dîplomatîqûeyê Serge Halîmî balê dikişîne ser êrîşên li dijî DYE yên ji sala 2001’ê û vir ve diyar dike ji bo ‘trajedîya şokê’ ya ku piştî 20 salan derketiye holê ne hewce ye ku mirov berbêj an jî pêxember be.

RÎSKA KU CIVAKÎBÛN SEROBIN BIBE

Halîmî diyar dike ku bi ‘Li mala xwe bimîne’ û ‘Mesafeya civakî re’ dibe ku civak zûzûka dîjîtal û serobin bibin.

Halîmî diyar dike ku “Wê nasnameya her kesî pê re be, telefonên destan wê ji bo kontrolê jî were xwestin. Pereyên kaxizî û hesinî wê wekî sedema têgerîna nexweşiyan were dîtin û tiştên bi kartên bankayê re tên kirîn jî wê werin qeydkirin.”

Halîmî bal dikişîne ser vî tiştî ku ‘krediya civakî’ û ‘çavdêriya kapîtalîst’ yên ku modelên Çînê ne, bêyî bertek wê têkevin nav jiyana me.

Halîmî dibêje, “Beriya koronavîrusê mirov bêyî nasname nikaribû li trênê siwar bibe, ji bo li ser înternetê mirov tiştekî bikire nimreya telefonê dihat xwestin. Lê êdî li Parîsê drone li ser qadên qedexe digere. Li Koreya Başûr bi pîvandina germa laş, demek kesek ji bo civakê dibe gef, haya rayedaran pê dixe. Li Polonyayê divê bernameyeke mayîna li malê kontrol dike, were daxistin. Di demên karesatan de kontrolên wisa wekî referandûmê ji aliyê gelek kesan tê qebûlkirin lê piştî rewşên lezgîn jî didomin.

Di heman demê de li her dera dinyayê kafe, sînema, pirtûkfiroş û market tên girtin û ev tişt bi kêrî şîrketên belavkirinê yên wekî Amazon û Walmartê tê. Amazon diyar dike ku wê bi sed hezaran şifêran têxe kar û Walmart jî diyar kir ku ew li 150 hezar ‘şirîkan’ digere. Ew êdî gelekî bi xwarin û tercîhên me dizanin.”

Halîmî dibêje ku “Êdî her kes dizane tunekirina daristanan, delokalîzasyon, zêdebûna sergoyan û ger berdêleke çawa dide dinyayê. Her sal 17 caran li nifûsa wê kes tên Parîsê û şaredarî ji ber hatina 38 milyon tûrîstan kêfxweş dibe.

Ji niha û şûnde parastin, ekolojî, edaleta civakî û tendirustî girêdayî hev in. Ji bo destpêkirina bernameyeke veqetînê hêmanên sereke yên koalîsyona polîtîk a antîkapîtalîst tê avakirin.”