Pirsgirêkên herêmê û nêrînên Rêber Abdullah Ocalan ên çareseriyê -I

Ocalan diyar dike ku li nava civakên Rojhilata Navîn meylên dewleta netewe û milliyetgiriyê rê li ber çareserkirina pirsgirêkên neteweyî venake, berevajî dibe sedema mezinbûna pirsgirêkan.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanji 15'ê Sibata 1999'an heta niha 21 salin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan timî ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn û çareseriyê nirxandin û pêşniyarên girîng dike. Rêber Abdullah Ocalan di gelek parêzname û nirxandinên xwe de îşaret bi vê yekê dike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de tespîta pirsgirêkên Rojhilata Navîn dike û bi nêrînên xwe çareseriyê pêşniyar dike. Rêber Abdullah Ocalan dibêje,  di civakên Rojhilata Navîn de meylên dewleta netewe û milliyetgiriya di dused salên dawî de hatine hişyarkirin, weke ku tê îdeakirin rê li ber çareserkirina pirsgirêkên neteweyî venake, berevajî dibe sedema mezinbûna pirsgirêkan û zevtkirina tevahiya komikên civakî.

‘CIVAKA EREB BI NETEWEYA DEMOKRATÎK DIKARE RÊYA RIZGARİYÊ XÊZ BIKE’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameya çaremîn a bi navê “Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk”de der barê rêyên çareseriyê yên li ser esasê ya modernîteya demokratîk, tespît û nirxandinên girîng dike.

Rêber Abduulah Ocalan li ser neteweya Ereb ku niha ji 22 netewe-dewletan pêk tê vê nirxandinê dike:“Hêmanên bingehîn ên pirsgirêka neteweyî ya Ereb giran dikin, civakbûna Ereb misêwa parçe dikin, wan ji nirxên wan ên cewherî re xerîb dikin, bi şeran wan diqedînin û nirxên wan ên maddî dadiqurtînin, dewletên netewe ne ku hejmara wan ji bîstan bihuriye. Ev dewletên netewe ku nikarin di nava xwe de konfederalîzmekê jî pêk bînin, pirsgirêka neteweyî ya Ereb bi xwe diafirînin. Bi van ve girêdayî milliyetgiriya dîndar û ezbet-qebîlegirî, cinsiyetparêziya civakî ya bi serweriya mêr qada civakî bi tevahî reş û tarî dikin, difetisînin, dikin ku bêhnê lê diçikînin. Civakê bi awayekî dijwar mehkûmê koletî û muhafezekariyê dikin. Li ser navê Ereban çi li hundir û çi jî li derve şensê nade çareseriyê.Ji bo pirsgirêkên Ereban divê li modeleke çareseriyê ya berfireh a li ser hîmê neteweya demokratîk û komintiya civakparêz were gerîn. Hêza Îsraîla reqîb bi tenê ji hegemonyadariya dinyayê nayê; di hundir de saziyên komintî û demokrasiyê jî di vê hêzbûnê de xwedî roleke girîng in.

Rêber Abduulah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkên civaka Ereb vê pêşniyarê dike: “Civaka neteweyî ya Ereb a ku sedsala xwe ya dawî bi milliyetgiriya radîkal û Îslamtiyê bi avê de berda, dikare komintiya di dîroka xwe û nîzamê qebîletiyê de xerîbê wê nîne, bi têgihiştina neteweya demokratîk re bike yek û bi vê, ji xwe re rêyeke rizgariyê û çareseriyeke demdirêj û ewle bibîne, xêz bike.”

NETEWEYA TIRK: PIRSGIRÊK Û ÇARESERÎ

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dide xuyakirin ku li Rojhilata Navîn neteweyekî din ê pirraniyeke girîng pêk tînin Tirk û Tirkmen in û mijarê wiha dinirxîne: “Li gorî Ereban tevî ku belav dijîn, têgihiştinên desthilatdarî û îdeolojîk ên bi heman rengî hene. Bi awayekî hişk li dewletdariya netewe xwedî derdikevin, zêde bi milliyetgiriya ezbet û dînî ve xwe digirin. Pîroztiya dewlet û xwedê jî weke milliyetgiriya ezbet û dîndarî di zikhev de pêk tên. Di nava kategeriyên Tirk û Tirkmenan de cudahiyên girîng ên sosyolojîk hene. Li hemberî arîstokrasiya Ereb Bedewî di çi rewşê de bin, Tirkmen jî bi awayekî parelel li hemberî arîstokrasiya Tirk a xwedî desthilatdarî-dewlet di heman rewşê de ne. Tirkmen ew beş in ku berjewendiyên wan bi komintî û demokrasiyê re li hev dikin.”

Rêber Abdullah Ocalan, balê dikêşîne li ser pirsgirêka neteweya Tirk û dibêje: “Hişkbûna îdeolojiya fermî û avahiyên desthilatdar ên navendparêz ên hişk, di pirsgirêka neteweyî ya Tirk de şensê rêvekirina li ber pêşketin û çareseriyê nedane meylên demokratîk û komin. Peyama dane civakê ew e, bê dewlet nikarin bijîn. Civak û ferd nikarîbûye bi dewletê re bikeve weznekê, timî di rola zarok û koleyê dilsoz ê dewletê de maye. Di roja me ya îro de ji bo komên neteweyî yên Tirk, teoriya modernîteya demokratîk çarçoveya herî di cih de pêk tîne. Projeya Konfederasyona Tirk a Demokratîk a bingehê xwe civak e, hem di nava xwe de dikare yekpare be, hem jî di zikhev de dikare bi cîranên xwe re di nava aştî û yekparebûnê de derfet û îmkanê bide jiyaneke hevpar û ji bo vê yekê fikreke îdeal e, û di cih de ye. Ji bo yekîtiya civakî girîngiya berê ya sînoran nemaye. Tevî sînorên mekanên cuda, derfet û îmkanên ragihandinê dikarin kom û ferdên li her qada dinyayê bigihînin hev û yekpare bikin. Projeya Konfederasyona Demokratîk a komên neteweyî yên Tirk ji bo aştiya dinyayê û sîstema modernîteya demokratîk wê gelekî bi kêr bê.”

NETEWEYA FARS

Rêber Abdullah Ocalan, li ser neteweya Fars jî wiha dibêje: “Çavkaniya pirsgirêkên di civaka neteweyî ya Fars an jî Îranê de, hewldanên şaristaniyan ên dîrokî û modernîteya kapîtalîst a dused salên dawî ye. Li Îranê şaristaniyeke ji rêûresmeke ji sê îdeolojiyên rahibên Sumeran zêdebûyî jî bi tesîr bûye, heye. Rêûresma Zerdeşt û Mîtra tevî ku nasnameya orjîn pêk tînin jî bi ya ji Îslamê zêdebûyî hatine bêtesîrkirin. Manîtî ya weke sentezeke ekolên felsefeya Mûsewîtî, Zerdeştî, Îsewîtî û Grekî derket holê, li beramberî îdeolojiya fermî ya şaristaniyê bi tesîr nebû. Ya rastî, ji xwedîkirina rêûresma isyankariyê wêdetir neçûye.”

Rêber Abdullah Ocalan diyar dike ku Îranê rêûresma Îslamî veguherandiye mezhebê Şîa û dema dawî weke îdeolojiya şaristaniyê hatiye fesilandin, lihevanîn û wiha didomîne, “Di roja me ya îro de jî hêmanên modernîteya kapîtalîst di parzûnka Şîa re derbas dike (weke şêweyê modernîst ê Konfuçyustiya Çînê) û hewl dide modern bibe. Civaka Îranê hem ji aliyê etnîk hem jî ji aliyê dînî ve bi xisletên xwe yên pirrnasnameyî xwedî çandeke gelekî dewlemend e. Ji tevahiya nasnameyên dînî û neteweyî yên Rojhilata Navîn re malovaniyê dike. Zehmetiyê dikişîne pirrnasnameyan bi tenê bi hegemonyayên îdeolojîk ên dînî yan jî ezbetî li cem hev bigire. Bi şêwazekî gelekî tenik, şêweyê milliyetgiriyeke ezbetî û dîndariyê pêk tîne. Li aliyê din, tevî ku modernîteya kapîtalîst pêk tîne, wexta ku li hesabê wê nayê ji serlêdana propagandaya antî-modernîst jî paşve namîne. Di warê helandina pêşketinên şoreşgerane û demokratîk di nava çanda şaristaniya ji rêûresmê de gelekî bûye hoste. Li vir a em behsa wê dikin, rejîmeke despotîk e ku bi hosteyî tê bicihanîn. Di binyeya Rojhilata Navîn de li serê civak û dewletên herî tengezar û nakok tê. Çavkaniyên petrolê herçiqasî tengezariyan hinekî kêm bikin jî hebûna dewletdariya netewe ya Îranê ji bo jihevdeketinê xwedî statuya herî di cih de ye. Di vê de lihevnekirinên wê bi hegemonyadariya DYE-YE’yê re ku aktorên sereke yên modernîteya kapîtalîst in, têra xwe bi tesîr in.”

‘PROJEYA KONFEDERASYONA DEMOKRATÎK’

Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Îranê jî îşaret bi projeya konfederasyona demokratîk dike û van nirxandinên girîng dike: “ Îran di pirsgirêkên xwe yên civakî de teoriya modernîteya demokratîk bi hosteyî bi cih bîne, dikare rê li ber encamên gelekî çareserker veke. Tevî hemû hewldanên navendparêziyê jî di bin re mîna Îraneke federal pêk tê. Hêmanên şaristaniya demokratîk bi hêmanên federalîst re (Azerî, Kurd, Ereb, Belûcî, Tirkmen) bigihêjin hev, projeya Konfederasyona Demokratîk a Îranê dikare manedar bibe û bi hesanî bibe navendeke balê bikişîne ser xwe. Di çarçoveya vê projeyê de tevgera azadiya jinê û reûresmên kominî wê rolên xwe yên girîng hebin. Ji bo Îran paşeroja xwe ya rohnî û rola xwe ya dîrokî ya li Rojhilata Navîn ji nû ve bi dest bixe, kengî bi hêmanên modernîteya demokratîk re civaka demokratîk, ekonomîk û ekolojîk bû yek û gav avêt mumkîn e. Potansiyela civaka neteweyî ya Îranê ji bo vê yekê têra xwe bi hêz e, û rastiya neteweya demokratîk a Îranê jî vê hewce dike.”

SIBÊ:

Rêber Abdullah Ocalan: Çareserî hêza aqilê civakê ye