Peywirên welatparêziyê yên herî kêm -III

Tehcîra Kurdan a dused salî wê dîasporaya herî giran a cîhanê bi xwe re bîne an têkoşîna azadiyê wê beşekî girîng ê civaka Kurd vegerîne Kurdistanê? Îro pirsa herî giran a li rojevê ev e.


'Tehcîr' ango 'Bêcihûwarkirin' jî rêbazeke qirkirinê ya karîger e ku pir tê bikaranîn. Bêguman bi esasî bi zora siyasî û leşkerî tê bicihanîn. Lê roja berdest 'sedemên aborî' tê gotin û koçberkirinên bi vî rengî hatiye asta qirkirinê. Ne rast e ku mirov vê rewşê bi 'cîhanîbûn' an jî 'cîhan hatiye halê gundbûnê' vebêje û rewa bibîne. Bêcihûwarbûn, hilqetîna ji xaka xwe, qutbûna ji civak ango ra û rîşalên xwe ye ku karîgeriya vê ya neçê demên pêş derdikeve holê.

Di dîroka nêz de tehcîra herî karîger bêcihûwarkirina civaka Ermen e ya sala 1915'an. Li gorî zanîna dîrokî milyonek û nîv Ermen sala 1915'an bi komkujî û tehcîrê hatine qirkirin. Bi vê bigehê li hin deverên Rojhilata Navîn û Ewropayê û li Emerîkayê dîasporayên Ermen hene. Her çendî komkujiyeke mezin hatibe kirin jî Qirkirina Ermenan bi esasî tehcîr e. Ev rewş kirinên tehcîrê sivik nake. Divê mirov zanibe ku tecrîd ji komkujiyê kambaxtir û taloketir e.

Baş e, ji hêla tehcîrê ve rewşa Kurdan çiye? Heke mirov li hijmaran binere tehcîra Kurdan hê girantir û zêdetir e. Mînak di navbeyna 1993-1994'an de sê milyon û nîv Kurd bi zorê ji Kurdistanê hatine koçberkirin û piraniya wan li metropolên Tirkiyê û li gelek aliyên cîhanê belav bûne.  Êdî jêderên TC'ê bixwe jî van hijmaran didin. Her wiha qirkirina Dersimê jî rêbaza komkujiyê hatiye bikaranîn a dî jî tehcir e. Bi deh hezaran, bi sed hezaran Kurd bêşûn û war kirin. Lê tehcîra Kurdan li sedsalê, li dused salan hatiye belavkirin. Tehcîra Ermenan di demeke kurt de bi koçberkirinên giseyî pêk hatiye.

Diyar e ku tehcîra Kurdan jî weke Dersim, Agirî, 1993-1994, weke ya Enfalê ya li Başûr ku di demeke kurt de pêk hatine jî hene. Lê li bara êrîşa mêtinger a sed, dused salî parçe parçe rewşa qutbûna ji welêt zêdetir e. Ev rewş nexasim pêvajoya berxwedana PKK'ê zêdetir bûye. Ev pêvjojoya koçberkirinê ku bi berxwedana 1978-79'an dest pê kirî, nexasim piştî darbeya leşkerî ya faşîst a 12'ê Îlona 1980'yî zêdetir bûye, dema 1993-94'an giran bûye û heta niha bi rengekî parçeyî dom kiriye. Niha jî li bara êrîşên faşîst, mêtinger û qirker parçe parçe rewşa qutbûna ji mal û milkê xwe û welatê xwe didome.

Tê diyarkirin van demên dawî beşek ji koçberkirinên wiha bi zora aborî dibe. Bêguman hin rûdan têkiliya xwe bi zorlêkirina aborî re heye. Lê aborî jî be ev jî zorek e. Ji aliyê dî ve jî li ber çavan her çendî zorlêkirina aborî hebe jî bi esasî êrîşên mêtinger-qirker, zext û zilmê rê li ber vê vekiriye. Ango divê mirov li dirûv nenere û ji yek alî ve xelet pênase neke.

Rewşa Kurdên ku îro li derveyî Kurdistanê dijîn ji her alî ve divê bi rengekî cidî mirov li ser bisekine. Nayê zanîn bê ka li kûderê çi qas Kurd hene. Wê were gotin li Kurdistanê nifûsa Kurdan bi rastî çi qas e nayê zanîn .Di vê rewşê de wê hijmara Kurdên li derveyî Kurdistanê çawa were zanîn? Bêguman ev jî rast e. Her wiha Kurdên li derveyî Kurdistanê çi dikin çawa dijîn bi giştî nayê zanîn. Lê rastiyek e ku hijmara wan Kurdan ku li çar aliyên cîhanê belav bûne û li derveyî Kurdistanê dijîn bi qasî hijmara Kurdên li Kurdistanê ye.

Hin jê ji vê re 'dîasporaya Kurd' dibêjin. Ji ber ku tehcîr bi serê wan hatiye mirov dikare vê bibêje. Lê têgeha dîasporayê bêhtir tê maneya qutbûna teqez a ji welêt û êdî welatekî dî ji xwe re girtî. Vê gavê ji bo beşekî girîng ê Kurdan mirov nikare vê bibêje. Ji ber ku halê hazir her çendî li derveyî welêt dijîn jî bi temamî ji welêt ne qut in. Têkoşîna azadiyê ya civakî û netewî bi rengekî xurt têkiliya girseyên mezin bi welêt û civakê re datîne .Halê hazir encam wê çawa be ne diyar e. Ji ber vê li şûna 'dîaspora'yê mirov 'Kurdên li derveyî welat' bibêje, wê rastir be.

Baş e ev ê bi kû ve biçe? Tehcîra Kurdan ku ev dused sal in didome, wê dîasporaya herî giran bi xwe re bîne an têkoşîna azadiyê wê beşekî mezin ê Kurdan dîsa bibe Kurdistanê? Îro di rojevê de ev dibe pirseke sotandinê. Aliyekî pir girîng ê têkoşînê jî ev e .Divê hemû Kurd vê rewşê xweş zanibin. Di diyarkirna vê encamê de jî cih û roleke girîng a têgiha welatparêziyê heye.

Baş e, di rewşeke wiha de divê pîvan û xasetên welatparêziya Kurd bi kêmanî dive çi bin? Pirsa ku niha divê bi hurgilî em li ser rawestin ev e.

 Beriya her tiştî li ber çavan çi rengê xwe hebe bila hebe divê mirov zanibe û qebûl bike ku derketina Kurdan a li derveyî welêt tehcîr e. Ya duyan divê mirov zanibe ku tehcîr rêbazeke qirkirinê ye û ji hêla mirovî ve divê neyê qebûlkirin û vê rast fêhm bike. Ji ber vê divê mirov qet qebûl neke ku bibe dîaspora. Ya sêyan jî bi her rêbazî divê mirov li dijî tehcîra navborî têbikoşe, ev hewce û girîng e. Helwesta welatparêzî bi kêmanî vê hewce dike. Me 'cih û karekî nû dît', 'zikê mirov li kû têr be welat ewder e'', bi gotinên wiha vegotina rewşê ne helwesta welatparêzî ye. Pênaseyên wiha tehcîrê ,qirkirnê rewa dikin, aşkere ye bê ka ev jî çendî şaş û taloke ye. Divê her kes ji vî alî ve bîrewer e û kesek şaşitiyeke wiha neke.

Baş e, li dijî tehcîrê têkoşîna welatparêzî divê çi vehewîne? Aşkere ye ku pêşî divê mirov ji welêt, Kurdistanê ji alî rih û fikrî ve qut nebe. Piyê mirov ango gewdeya mirov li devereke dî jî be ji hêla rih û fikir ve divê her demê li welêt be û li dwir bijî. Ya duyan çi dibe bila bibe divê mirov li wir di têkoşîna azadiya Kurdistanê de çaak be û bi asta herî zêde hêzê bide têkoşînê. Divê mirov nebêje, 'Em li vir in, têkoşîn li welêt e, naxwe divê yên li welêt têbikoşin'. Divê mirov ti caran têkoşîna netewî û civakî li derveyî xwe û tenê weke karê yên li Kurdistanê nebîne. Ya sêyan jî, divê têkiliya mirov tim bi Kurdistanê re hebe, tim hewl bide keda xwe li têkoşîna Kurdistanê zêde bike û fersend hebe ku dema wê hat mirov vegerê Kurdistanê.

Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd gelek caran serî li çalakiya 'Vegera li Welêt' kirine. Ya pêşî ji Enqerê vegera li welêt e. Ya duyan ji qada Libnan-Filîstînê vegera li welêt e. Ya sêyan  ji derveyî welêt tevlîbûna nav têkoşînê û welêt e. Helbet metropol dî di nav vêya sêyan de ne. Aşkere ye ku geşedan û têkneçûna tevgera azaiyê bi vegera li welêt çêbûye. Naxwe divê berê me welatparêzan her demê li welêt û Kurdistanê be.

Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka