Pêşengê ragihandinê Kasim Engîn

Hemin ragihandina Kurd wê xwedî li Kasim Engîn derkeve. Ji ber ku xizmeteke mezin ji bo ragihandina Kurd kiriye, ked daye û hewl daye. Ji bo me jî wezîfe ye ku em xwedî li doza wî derkevin û daxwazên wî pêk bînin.

Fermandarê gerîla Kasim Engîn ku ji bo ragihandina Kurd û jiyana entelektuel gelek ked û renca wî heye şehîd bû. Têkoşîna Azadiyê bi berdêlên mezin dimeşe û şehadeta Kasim Engîn bû delîl û nîşana vê yekê. Keda di ber ragihandina Kurd de dayî, kar û xebatên wî yên li ser dîrokê ku berê gelê Kurd zêdetir da têkoşîna azadiyê û xebatên wî yên ji bo vê têkoşînê, ji aliyê ragihandina Kurd û gelê Kurd ve rêz û hurmeta mezin heq kiriye. Hemin ragihandina Kurd wê xwedî li Kasim Engîn derkeve. Ji ber ku xizmeteke mezin ji bo ragihandina Kurd kiriye, ked daye û hewl daye. Ji bo me jî wezîfe ye ku em xwedî li doza wî derkevin û daxwazên wî pêk bînin.

Çawa ku Kasim Engîn fermandar û ferdekî têkoşîna azadiyê bû, her wiha kedkar û pêşengê mezin ê ragihandina Kurd bû. Girêdana wî ya têkoşîna azadiyê û tempoya wî ya xebatê wê ji bo xebatkarên ragihandina Kurd her tim nimûneyek bê hempa be.

Ez jî weke kedkareke ragihandina azad ku ji Mexmûrê tevlî vê têkoşînê bûm, ji bo min anor e ku Kasim Engîn nas kir. Hin dem û wextan ez jî bûm şahidê kar û xebata wî, weke xebatkareke vê qadê li ku dibim bila bibim, min hewl da keda wî ya mezin a ji bo têkoşîna azadiyê bişopînim. Weke gelek kesan ez jî ji coş û kelecana şoreşê ya heval Kasim Engîn bi bandor bûm. Bêguman jiyana wî ya şoreşger û şêwazê wî yê têkoşînê wê her tim ji me re mînak be. Li ser milê me wezîfe ye ku em ragihandina Kurd li ser şop, şêwaz, tempo û zêhniyeta Kasim Engîn pêşdetir bibin. Heval Kasim wê wekî yek ji şehîdên ragihandina azad her tim were bîranîn. Li gel Apê Mûsa, Gurbetellî Ersoz û heval Selçûk wê her dem weke nîşana şehîdên nemir yên ragihandinê were bîranîn.

Piştî ku heval Kasim Engîn şehîd bû, tevgera azadiyê û gelê Kurd bi yekdilî li wî xwedî derketin û nîşan dan ku wê xwedî li hesret û tekoşîna wî derkevin. Xwedîderketina Kurdistaniyên li Ewrûpa, jin û ciwanan jî mezin û hêja bû. Her wiha li Başûrê Kurdistanê gel, jin û ciwanan şehadeta heval Kasim bi çalakiyên pir hêja yên xwedîderketinê pêşwazî kirin. Xwedîderketin di serî de li nirxên heval Kasim Engîn afirandî bû. Hem li Kurdistanê hem jî li Ewrûpayê Kurdan careke din xwedîderketina li şehîdên xwe bi dilsoziyeke mezin nîşan dan. Ev bi xwe jî ji bo nîşandana serketina doza heval Kasim delîl e. Heta ku ev xwedîderketina li şehîdan hebe, gelê Kurd wê ti carî winda neke û ji serketinekê ber bi ya din bibeze. Ti êriş nikare pêşketina vê têkoşînê û serketina wê asteng bike.

Şehadeta Kasim Engîn wê bihêle li Ewrûpa û Kurdistanê ciwanên Kurd zêdetir berê xwe bidin têkoşîna azadiyê. Kasim Engîn bi zêhniyet, jiyan, sekin û têkoşîna xwe her tim ji bo pêşketina tevgera ciwanan û jinê ked da. Wî bi sekna xwe giringiya tevgera jinê û tevgera ciwanan a di têkoşîna azadiya Kurdistanê de dît û li gorî wê tevgeriya. Kurtûkurmancî bi hişmendî, têgehiştin û sekna xwe wê her dem wekî şoreşgerekî nûnerê tekoşîna azadiyê were biranîn.

Heval Kasim Engîn di ragihandina Kurd de têkildarî danasîna bîrdozî û têkoşîna tevgera azadiya Kurd kedeke mezin da. Ew ne tenê gerîlayek bû, ew ne tenê fermandarekî gerîlla bû. Di heman demê de wî bi rêya ragihandinê hewldan û kedek mezin da, ji bo tevgera azadiya Kurdistanê bi gelê Kurd û gelan hemû bide nasîn. Em jî wê weke ragihandina Kurd ji bo danasîna kesayet, jiyan û têkoşîna Kasim Engîn berpirsyariya dikeve ser xwe pêk bînin. Jixwe yek ji wezîfeyên ragihandina Kurd ew e ku têkoşerên têkoşîna azadiya Kurdistanê bide nasîn, di mijara serketina têkoşîna wan şoreşgeran de berpirsyariya dikeve ser milên xwe pêk bîne. Me heta niha hewl da em şoreşger, fermandar û gerîlayên di têkoşîna azadiyê de şehîd dibin bidin nasîn. Ji niha û şûnde jî em ê wan şehîdên şoreşger bidin nasîn û hewl bidin bi rengê herî rast û bi bandor wan bigihînin civakê. Weke ragihandina azad a gelê Kurd li hemberî şoreşgerên ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşin û canê xwe didin, berpirsyariyek me ya wiha heye.

Apê Mûsa, Gurbetellî Ersoz, Selçûk, Xelîl Dag, Şevîn Bîngol, Deniz Firat, Nûjiyan Erhan û Kasim Engîn bi pêşengiya xebatên ragihandina azad berdevkiya têkoşîna azadiyê kirin.
Misoger e, wê têkoşîna wan bigihêje serketinê…

Dewleta Tirk êrişên li dijî gelê Kurd bi hemû leza xwe didomîne. Dewleta Tirk ku xwe li ser dijminatiya gelê Kurd saz kiriye, di vê dema dîrokî de hewl dide vê dijminatiyê bi konsepta qikirina Kurdan temam bike. Ji ber vê her devera Kurdistanê, gund, bajar, heta wargehên Kurd lê dijîn bombe dike. Di 15’ê Hezîranê de gelek deverên Mexmûr, Şengal û Qendîlê bi dehan balafirî bombe kir. Wargeha Mexmûrê ku xwedêgiravî di bin ewlehiya Neteweyên Yekbûyî de ye, berê jî gelek caran ji aliyê dewleta Tirk ve hat bombekirin. Ji xwe tê zanîn ku dewleta Tirk bi destê DAIŞ’ê hewl da li Mexmûr, Şengal û Rojava qirkinê pêk bîne. Bi taybet piştî têkçûna DAIŞ’ê li van herêman, dewleta Tirk bi carane bi balafiran êrişî van herêman dike. Di van êrişan de heta niha pêşengên gel, jin, zarok û ciwan hatin qetilkirin. Bi sedan mirov birîndar bûn. Wisa diyar e ku dewleta Tirk a bi daxwaza qirkirinê êrişî gelê Kurd dike, wê ji niha û şûnde jî êrişan dewam bike.

Sed sal e ku ev dewlet hewl dide bi êriş û komkujiyan îradeya gelê Kurd bişkîne û têk bibe. Lê belê sekna tevgera azadiyê û gelê Kurd bi caran nîşan da ye ku ev êriş wê negehin armanca xwe. Xweziya vê dewleta qirker wê di qirika wê de bimîne. Dîsa Erdogan û kabîneya wî ya şer wê nikaribin xwe bi konsepta qirkirinê rizgar bikin. Di demên xwe yên dawî de ne. Jixwe yek ji sebebên sereke yên van êrişên hovane jî ev tirsa têkçûnê ye. Lê her ku ew êriş bikin, gelê Kurd wê bi pêngavên têkoşînê yên xurttir bersiva wan bide. Dîrok û mirovahî weke duh îro jî şahidê vê rastiyê ye.

Yek ji mijarên vê heftiyê yên sereke jî meşa HDP’ê ya ji Colemêrg û Edîrneyê bû. HDP’ê bi ser navê ‘Li dijî darbeyê meşa demokrastiyê’ ber bi Enqerê ve dest bi meşê kir. Faşîzma AKP-MHP bi darbeya siyasî dixwaze HDP’ê tine bike. Weke salên borî, wekîltiya wekîlên HDP’ê hat betalkirin, wekîl hatin binçavkirin û girtin, bi hezaran rêveber û endamên HDP’ê hatin girtin. Her tevgera HDP’ê her nêrîn û helwesta siyasî xistin mijara dozên qirkirina siyasî û bi vî awayî hewl dan HDP’ê ji gel dûr bixin û tecrîd bikin. Li dijî hevserok, rêveber û endamên HDP’ê kampanyaya êrişên faşîzan yên pir alî dimeşînin. Lewma meşa HDP’ê ya ji Colemêrg û Edîrneyê li dijî faşîzmê, dîktatorî û dijminatiya Kurdan seknek çalakger, siyasî û bi wate ye.

Tevî êrişên faşîzmê û destwerdanên dijwar jî HDP’yî bi biryardariya pêkanîna demokrasiyê li dijî darbeyên faşîzmê dimeşin.

Tevlîbûna her kes, kom û partiya alîgirê demokrasî, azadî û mafê mirovan ji bo vê meşê gelek giring e.

Bi hêviya meşa ji bo demokrasiyê bi tevlîbûnek mezin dewam bike û her gava hêzên demokrasî û azadiyê davêjin bibe wesîleya têkoşîna li dijî faşîzmê…

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA