Pêşdîtina sala 2020'an

Wê demê kêm maye ku dawî li faşîzma AKP-MHP'ê bê. Ji bo têkoşîna azadî û hebûnê ya Kurdan gelo ji vê girîngtir qonaxek heye? Encama ku têkoşîna sala 2019'an afirand û dewrî sala 2020'an kir encameke wiha ye.

Dawî li sala 2019'an tê. Ji niha ve nirxandinên dawiya salê dest pê kirin. Her kes hewl didin ji bo xwe encamên girîng ji sala 2019'an derxînin û derbasî sala nû bikin. Ji xwe eşkere ye ku sala 2019'an li Rojhilata Navîn di çarçoveya Şerê Dinyayê yê Sêyemîn de bi şerekî giran derbas bû û guhertinên girîng ên polîtîk û leşkerî pêk hatin. Bêguman qada sereke ya ku şer bi giranî lê qewimî û guhertin lê pêk hatin Kurdistane. Lewma dersderxistina ji sala 2019'an ji bo Kurdistanê, ji bo têkoşîna azadî û hebûnê ya Kurdan ji her deverê girîngtire.

Pirsa li pêşiya me wiha ye: 'Ji bo Kurdistanê dersên bingehîn ên sala 2019'an çi ne?' Gelo ji bo vê pirsê kîjan bersiv hene? Bêguman ji pratîka Kurdistanê gelek ders hene ku dikarin bên wergirtin. Ji ber ku li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat sala 2019'an bi çalakiyên berfireh derbas bû û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji welêt û herêmê hilneht û li asta navneteweyî belav bû. Mînak; Berxwedana Greva Birçîbûnê ya Mezin a 200 rojî, encamên hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê, çalakiyên berxwedana bênavber a gerîlayên PKK'ê li çiyê, deşt û bajaran, çalakiyên bênavber ên gelê Kurd ku bi pêşengiya jin û ciwanan hatin kirin mohra xwe li salê xistin.

Tevî vê yekê, berxwedana lehengî ya Rojava ku ji 9'ê Cotmehê ve li dijî dagirkeriya TC a dagirker dimeşîne, bi taybetî mohra xwe li sê mehên dawî yên salê xist. Berxwedana Rojava di serî de Başûr û Rojhilat gelê Kurdistanê rakir ser piyan û Kurdên li derveyî welat û mirovahiya bindest li çar aliyên dinyayê xiste nava liv û tevgerê. Ciwanan careke din berê xwe dan Rojava, helwesta boykotkirina TC'ê ku li Başûr dest pê kir li çar aliyan belav bû. Van hemûyan kirin ku xebatên ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd û kongreya neteweyî ya demokratîk ji nû ve bikevin rojeva siyasetê.

Li gel van hemûyan li Bakurê Kurdistanê dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê ji nû ve şaredarî desteser kir û hevşaredarên di 31'ê Adarê de hatin hilbijartin girt. Bakur veguheriye girtîgeheke nîv-vekirî ku mirov nikarin derkevin derve. Di encama êrişên qirker ên faşîzma AKP-MHP'ê de bajarên Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin, sîstema faşîst-qirker hewl da yekparebûna Rojavayê Kurdistanê ji holê rake. Ev encam hemû weke 'windakirina destketiyan' tên nirxandin. Yanî di sala 2019'an de tevî pêşketin û destketiyên girîng ji aliyê pratîk ve hin tişt jî winda bûn.

Başe rastiya ku mohra xwe li salê xist çi ye? Bersiva ji bo vê pirsê li gorî nêrîna her kesî tê guhertin. Bêguman reşbînên bi rengekî teng li mijarê dinerin wê aliyê 'windakirina destketiyan' ên salê derxînin pêş. Lê belê ev yek dîmenekî madî ye û di çarçoveya pêşketin û paşketina pratîkî de rû didin. Ji bo têkoşîneke şoreşger û tevgereke azadiyê tiştekî xwezayî ye ku di pratîkê de pêşketin û paşketin rû bidin. Ji ber vê yekê ew rewş mohra xwe li sala 2019'an nexistiye. Rewşeke welê ye ku di her kêliyê de dikarin ji nû ve bi guhertinên pratîkî biafirin. Wê demê derxên sala 2019'an rastiyên cuda ne. Başe ev rastî û dersên wê yên girîng çi ne?

Dema ku di çarçoveya vê pirsê de li bûyerên ji 9'ê Cotmehê û pê ve li Rojava diqewimin bê temaşekirin wê bê dîtin ku bi pêşengiya DYE û Rûsyayê li dijî Kurdan û gelên herêmê lîstikên mezin ên polîtîk û leşkerî tên lîstin. Encama ji vê yekê bê wergirtin çi ye? Ya yekemîn; sîstema paşverû û dijminê gelan a heyî ya li Rojhilata Navîn ji aliyê hêzên derve yên mîna DYE û Rûsyayê tê parastin. Ya dyemîn; pirsgirêka KUrd di esasê xwe de pirsgirêka modernîteya kapîtalîst a globale ku hêzên mîna DYE û Rûsya pêşengiyê ji wan re dike. Hêzên statukoparêz ên netewe-dewlet ku pirsgirêka Kurd afirandin û gelên herêmê di bin statukoya xwe de dihêlin hîlekar û berjewendîperest in. Ya çaremîn, ev hêzên derve hewl didin herêmê bi parçeyên hîn biçûk parçe bikin, serwerên herêmê bi hev bidin şerkirin, Rojhilata Navîn bi vî rengî kontrol bikin û mîna ku çêlekê bidoşin, herêmê bimêjin. Ev rastî hemû di pratîka sala 2019'an de bi rengekî eşkere hatin dîtin.

Ya ji bo Kurdan girîng ewe ku zanibin pirsgirêka Kurd ji aliyê hêzên global ên bi serkêşiya DYE û Rûsyayê ve tê dewamkirin û ew hêz li pêşiya çareseriya demokratîk asteng in. Wê demê têkiliya wan hêzan bi Kurdan re bi temamî sexte û berjewendîperest in. Ji ber vê yekê li gel wan hêzan bi ti rengî 'dostaniya bi Kurdan re' nîne. Têkilî û peymanên DYE û Rûsyayê yên bi TC'ê re vê rastiyê bi rengekî eşkere nîşan dide.

Mijareke din a girîng ku eşkere bû ewe ku hêzên global û dewletên herêmî dixwazin bi hev re Kurdistanê bi rê ve bibin û di rêveberiyeke wiha de rola dewleta TC a bi zîhniyeta mêtinger û qirker esasî be. Ji xwe kesî li pêşberî êrişên dagirkeriyê yên TC'ê yên li dijî parçeyên din ên Kurdistanê dengê xwe nekirin, ji wê jî wêdetir helwesteke polîtîk a welê nîşan dan ku dagirkerî meşrû kirin. Başe çi encam ji vê yekê dikare bê wergirtin? Ya yekemîn, li parçeyan hinekî rewşeke cuda hebe jî çareseriya mayinde ya pirsgirêka Kurd hevpare. Ya dueymîn, çareseriyeke bi vî rengî tenê bi têkbirina siyaset û zîhniyeta qirker û mêtinger a dewleta TC'ê dikare pêk were. Ya sêyemîn jî ji bo çareseriyeke mayinde ya pirsgirêka Kurd pêşketinên li Bakurê Kurdistanê diyarker in.

Wê demê çareseriyeke mayinde ya pirsgirêka Kurd tenê bi hilweşandin û têkbirina siyaset û zîhniyeta qirker û mêtinger a dewleta TC'ê pêkane. Yanî dijminê sereke yê Kurdan hemûyan û têkoşîna azadiyê ya Kurd, siyaset û zîhniyeta TC'ê ye ku Kurdan ji xwe re weke dijmin dibîne. Devera lawaz a wê siyaset û zîhniyetê jî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ye. Wê demê mayindekirina azadî û hebûna Kurdan bi hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê dibe. Başe ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê têkoşîna sala 2019'an û encamên wê çi nîşan didin?

Dema ku mirov li ser vê bingehê li bûyerê binerin hingî mirov dikarin bibînin ku têkoşîna sala 2019'an faşîzma AKP-MHP'ê ji her alî ve gihandiye ber hilweşandin. Di hilbijartinên 31'ê Adarê û 23'ê Hezîranê de têk çû û êdî kete rewşeke welê ku nikare hilbijartinê bike. Temenê xwe bi şer û êrişan ve dirêj dike, lê belê tevî vê yekê jî nekariye gerîlayên Kurd têk bibe. Ji Efrînê heta Şengalê û ji Xakurkê heta Heftanînê bi rengekî rojane êrişî Rojava û Başûr dike û desthilatdariya faşîst hewl dide bi vî rengî xwe li ser piyan bihêle, lê belê ji bo dema dirêj nikare temenê xwe dirêj bike. Di heman demê de li nava raya giştî û siyaseta dinyayê tecrîd bûye. Êdî nikare ji Neteweyên Yekbûyî û NATO'yê jî piştgiriyê werbigire û ketiye nava nakokiyan. Herî dawî hem AKP di nava xwe de parçe dibe hem jî tifaqa AKP-MHP'ê li ber belavbûnê ye. Li pişt Rêveberiya Tayyîp Erdogan êdî mîna berê piştgiriya dengan nîne.

Wê demê kêm maye ku dawî li faşîzma AKP-MHP'ê bê. Ji bo têkoşîna azadî û hebûnê ya Kurdan gelo ji vê girîngtir qonaxek heye? Encama ku têkoşîna sala 2019'an afirand û dewrî sala 2020'an kir encameke wiha ye. Eşkere ye ku encamên di sala 2019'an de pêk hatin wê di sala 2020'î de temam bibin û Rêveberiya Tayyîp Erdogan beriya ku bigihêje navenda sala 2020'î wê têk biçe. Ev yek jî wê rê li ber azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiyeyê veke. Li ser bingeha Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk wê Rojhilata Navîn bi lez û bez bikeve nava pêvajoyeke demokratîkbûnê û demokrasiya global wê êdî gav bi gav pêk were. Gelo ji vê mezintir pêşketin û destketî heye?

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka