PDK ji yekîtiya neteweyî ditirse

PDK ku li ser mexdûriyeta gel bi zext û tirsê hegemonya xwe ava kiriye û Başûrê Kurdistanê weke milkê xwe dibîne, ji yekîtiya neteweyî; ji Kurdên pêşeng û berxwedêrên yekîtiya neteweyî ditirse.

Siyaseta navxweyî ya ku PDK niha li Kurdistanê dike bi tûmanî têk çûye. Nêzîkatiya PDK'ê ya li tevgerên Kurdan ên li derveyî xwe, êdî bi paşverûtî yan jî partîtiyê jî nikare bê îzahkirin.

Demên bihurî ji bo yekîtiya neteweyî gotin hatin gotin, stran hatin nivîsandin, çalakî hatin kirin, bang hatin kirin. Cewhera van hemûyan ew bû ku ji bo pêşî li şerekî gengaz ê navbera Kurdan bê girtin û yekîtiya neteweyî bê pêkanîn, bingeheke nîqaşê biafirîne. Li pêşberî van hewldanan PDK'ê bersiv neda. Xwe kerr kir. Bangên kesayetan, sazî û rêxistinan mîna ku li bin guhê dîwêr bikevin. Ya rast, bangên hatin kirin hemû veguherîn hevkariyek, referandûmek li hemberî PDK'ê. PDK'ê li pêşberî vê referandûma yekîtiya neteweyî piştî vê dema di ser re derbas bû dest bi provokasyonê kir.

Mirov dikare ji vê yekê re bêjin; êrişa ji bo dagirkirina Qendîlê ya li gel balafirên mêtingeriya Tirk. PKK yekîtiya demokratîk a gelê Kurdistanê yê azad ji xwe re dike esas û Kurdan li dora vê daxwazê li hev kom dike, sewq dike ku helwestê nîşan bide. PDK dixwaze vê têgihiştina azadiyê û yekparebûnê ya ku PKK'ê afirandiye ji holê rake. Li şûna yekbûn û azadiyê di parçebûn û pêvgirêdanê de israr dike. Em vê rastiyê ji sekna azad û fikara Kurdan a ji parçebûnê dibînin ku ji kêliya destpêkê ya êrişa li Zînî Wertê ve Kurd li ber xwe didin. Her wiha bi qasî daxuyaniyên PDK'ê yên bi navê hikumetê dide, helwesta provokatîf û hewldana dijberiya li PKK'ê ya di medya PDK'ê de tê kirin, li pêş çavan e.

Siyaseta PDK'ê Kurdan parçe dike û bi hin deveran ve girê dide. PDK bi vê rêbaza xwe ya siyasetê tenê dikare bibe kopyayeke nebaş a rêbaza desthilatdariyê ya dewletên serdest ên ku dijminatiyê li Kurdan dikin. Vê yekê li ser Kurdan ferz dike. Meşrûiyeta Kurdan û rêxistinên Kurdan ên ji bo serketinê li ber xwe didin dike mijara nîqaşê. PKK û gerîlayên PKK'ê dema ku DAÎŞ hate ber derî yekser berê xwe dan Hewlêrê û pêşî li dagirkeriyê girtin, hingî rewa bûn. Serdana wan hate kirin û spasî li wan hate kirin. Lê îro ne rewa ye, welê ye?

Li pêşberî şehîdxistina gerîlayên Kurd li xaka Kurdistanê bi êrişa hewayî, gotina 'Teknîka Tirkan pêşketî ye' nîşan dide ku xeta teslîmiyetê çiqasî kûr e. Xeta teslîmiyetê nikare berxwedanê rewa bibîne. Ji xwe li bara xeta berxwedanê jî meşrûiyeta xeta teslîmiyetê nîne.

PDK ji yekîtiya neteweyî ditirse. Ji Kurdên ku pêşengiyê ji yekîtiya neteweyî re dikin û li ber xwe didin ditirse.

PDK ku li ser mexdûriyeta gel bi zext û tirsê hegemonya xwe ava kiriye û Başûrê Kurdistanê weke milkê xwe dibîne.

Hewldanên di herikîna dîrokê de; yên têkçûn, şerê nava malbatan, komkujî, dek û dolab û hewldanên ji bo afirandina xwe li ser xiyanetê tên zanîn. Teslîmiyet di siyaseta PDK'ê ya heyî de bûye aliyê herî diyarker ku ev yek karakterê PDK'ê bi giştî pênase dike. PDK'ê jî bi gotinên xwe timî di nava paradoksekê de dihêle.

Li hemberî vê yekê bangên gelê Qendîl û Wertê, helwest û çalakiya wan vê yekê destnîşan dike: Bi kîjan navî dibe bila bibe bila PDK xwe ji herêmê vekişîne.

Ev daxwaz daxwaza herî rast û di cih de ye. Rêya çareseriyê jî di vir de ye.