PDK hem diz e hem topiz e

PDK hem ji pişt ve xencer dike; hem jî nerazîbûnê nîşanî gerîlayan dide ku li hemberî vê xencerkirinê li ber xwe didin! Yanî, ew hem diz û hem jî topiz in. PDK bi sûcbarkirina gerîla dixwaze ser hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re û ser sûcên xwe bigire.

Di demekê de ku berxwedana dîrokî ya gerîla li dijî dewleta Tirk a dagirker dewam dike, hêzên taybet ên PDK'ê dest bi dorpêçkirina gerîla kir. Her çend gerîla xwe ji şerekî bi vî rengî dide alî jî, hêzên taybet ên PDK'ê bi israr xwestin li cihên hakim xwe bi cih bikin ku wateya vê jixwe dorpêçkirina gerîla ye.

Hêzên taybet ên PDK'ê di bin bombebarandina balafirên şer ên artêşa Tirk de xwe li hin cihan bi cih kirine. Wateya vê şerê li dijî gerîla ye. Gerîla çawa ku li ber xwe dide û nahêle TC bikeve warên wê, li dijî hêzên eskerî yên PDK'ê jî wê li ber xwe bide. Ji lew re jî di vî şerî de wê ji windahiyan PDK berpirsyar be. Aliyê ku şer ferz dike, nêzîkatiya PDK'ê ye. Ji ber vê jî heke ji hêzên PDK'ê windahî çêbin jî kesek nikare gerîla sûcbar bike. Sûcbarkirineke bi vî rengî berovajîkirina rastiyan e û di heman demê de tê ser wateya; gerîla, tu çima teslîm nabî? Ev jî ne heqê ti kesî ye.

PDK tam jî di demekê de ku artêşa Tirk xitimiye, ket dewrê. Ev yek eşkere li kêleka dewleta Tirk ketina şer e. Ev harekata xilaskirina dewleta Tirk a ji têkçûnê ye. Bi vî awayî destekê didin dewleta Tirk ku Tevgera Azadiya Kurdistanê tesfiye bike û qirrkirina Kurdan pêk bîne. Partiyeke Kurdî ku ketiye vî halî ev bi serê xwe trajediyek e. Li her dera cîhanê ji bo helwêst û polîtîkayên bi vî rengî xiyanet tê gotin. Bi dorpêçkirina gerîla, rehetkirina dewleta Tirk weke ku HPG'ê diyar kir, ji pişt ve xencerkirina berxwedanê ye.

PDK hem ji pişt ve xencer dike; hem jî nerazîbûnê nîşanî gerîlayan dide ku li hemberî vê xencerkirinê li ber xwe didin! Yanî, ew hem diz û hem jî topiz in. PDK bi sûcbarkirina gerîla dixwaze ser hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re û ser sûcên xwe bigire. Tişta ku tê kirin ji ber ku xiyanet e, niha jî ketine tatêla wê yekê ka çawa gerîla weke sûcbar nîşan bidin. Lê belê, tişta ku tê kirin bi eşkereyî li kêleka dewleta Tirk ketina şer e, dixwazin dewleta Tirk ji halê wê yê xitimînê xilas bikin. Lê ji ber ku rastî ev e, Kurd ji propagandayên PDK'ê bawer nakin. Niha her Kurdek vê pirsê dike; di demekê de ku gerîla bi awayekî dîrokî li ber xwe dide, rûmeta Kurdan diparêze hûn çima eskerên xwe bi ser gerîla de dişînin? 

PDK ji bo ku rûyê xwe yê rast û kirinên xwe veşêre dibêje; ew der Başûrê Kurdistanê ye. Cihên ku ev 25-30 sal in neçûyê gelo çima dema ku di navbera gerîla û dewleta Tirk de şerekî dijwar heye, diçê; çima tu radibî û dor li gerîla digrin, çima gerîlayên li dijî tevgera dagirkeriyê şer dikin tu radibî û bi xwe re mijûl dikî? Yek bersiveke van pirsan heye; hevkariya ku bi dewleta Tirk re li ser dijberiya PKK'ê kiriye.

Divê her kes bi vê yekê zanibe, gerîla ev 35-40 sal in li wan qadan e. Ev 35-40 sal in di navbera gerîla û şêniyê li vê qadê de ti pirsgirêkek neqewimiye. Gel weke li her derê çawa ku ji gerîla razî ye û memnûne li vir jî bi heman awayî ye. Gerîla weke ku çawa li her derê mal û canê xelkê diparêze li vir jî bi heman awayî tevdigere. Qad û cihên ku Kurd xwe lê azad dibînin û zext li wan nayê kirin qadên gerîla ne. Encax dewleta Tirk bi salan e gund, bax û bostanên gel bomberdûman dike. Heta niha bi sedan Kurd di êrişên dewleta Tirk de şehîd bûne. Rastî ev e; lê PDK ji dagirkeran re ti gotinekê nabêje. Ew ji bo dilê dagirkeran xweş bike PKK û gerîla sûcbar dike. Bi vî awayî radibe êrişên dewleta Tirk meşrû û normal dike, heta teşwîq dike.

Divê ku gelê Kurd hemû vê yekê bizane; heke ku hevkarî, destek û erêkirina PDK'ê nebe dewleta Tirk di vê astê de nikare êriş bike. Jixwe dewleta Tirk jî ji ber helwêsta PDK'ê demagojî dike û dibêje, em ne li dijî Kurdan lê li dijî PKK'ê şer dikin.

Gelê Botanê ku ji ber zilma dewleta Tirk û ferzkirina cerdevaniyê derbasî Başûrê Kurdisyanê bûn û niha li kampa Mexmûrê ne, di bin êrişan de ne. Tekane aliyê ku êrişa dewleta Tirk meşrû û teşwîq dike PDK ye. PDK ev serê du salan e li ser şêniyê Mexmûrê ku xwedî li nasnameya xwe derdikeve û ji bo azadiyê li ber xwe dide, ambargo daniye. Heke polîtîka û nêzîkatiyeke wisa ya PDK'ê nebûya, dewleta Tirk nikarîbû Kampa Mexmûrê bombebaran bike; nikarîbû wisa gefê li xelkê Mexmûrê bixwe.

Raya giştî ya Kurdan dikare bike ku PDK dev ji vê helwêstê berde. Rewşenbîr, siyasetmevan, hunermendên Kurdan, sazî û dezgehên demokratîk, rêxistinên jin û ciwanan ên Kurdan, gelê Kurd hemûyî heke li dijî dorpêça PDK'ê ya li qadên gerîla, rabin, wê demê wê şer neqewime. Yan na harekata PDK'ê ya eskerî, şerê li dijî gerîla ye. Ev jî wê were wateya rijandina xwîna aliyan. Li ser vî esasî, divê ku mirov li ber hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re rabe û nehêle ser sûcên xwe bi vî awayî veşêre. PDK ji dagirkeran re ti gotineke nabêje lê radibe bi tevgera xwe dixwaze berxwedana gerîla bişikîne. Divê kes vê qebûl neke. Heke li cem gerîla li dijî dagirkeriyê nesekine, wê demê qet nebe bila li kêleka dewleta Tirk nesekine. Heke PDK dev ji vê polîtîkaya xwe bernede, trajediya herî mezin a dîroka Kurdan wê pêk were û birînên wê bê derman der bibin.

Hêvî dikim ku PDK dev ji polîtîkaya xwe ya ji dewleta Tirk re dibe sing û ji rewşa xiyaneta dîrokî xilas bibe...

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA