ANALÎZ

PDK di navbera beraşê hilbijartin û demokrasiyê de ye

Hemû îhtimal ji me re dibêjin ku mirina PDK’ê nêzîk e. Ev yek rastiyek e ku encama wan şaşiyên PDK’ê ye ku hem di nav malbata Barzanî û partiya xwe de kirine û hem jî li Kurdistanê kirine.

ANALÎZ

Hilbijartin û proseya demokrasiyê bi wateya xwe ya rasteqîne mazîpişta civakê ye, hilbijartin û prosesa demokrasiyê ne ew tişt in ku dewletên kapîtalîst ji bo parastina berjewendiyên xwe ji xwe re kirine sîwanek. Dewletên kapîtalîst li aliyekî propagandaya demokrasiyê dikin, lê li aliyê din ji bo parastina berjewendiyên xwe piştgiriya şer û aloziya li nav welatan dikin û li hember hemû komkujiyan kor in û vê yekê jî wisa kiriye ku demokrasî bibe tiştekî henekî.

Heman tişt ji bo PDK’ê jî derbasdar e. Eger em ji bandora hest û dijberiyê derkevin, em dikarin wê rastiyê bibînin ku demokrasî tiştekî sembolîk e, di rastiyê de tune ye. PDK’ê bi awayekî ji xwe re teswîrekî cudatir çêkiriye ku tenê beşeke kêm a di nav PDK’ê de jê bawer dike. Eger na, di rastiyê de civaka başûrê Kurdistanê û civaka navneteweyî rastiyê dizanin.

Vê yekê jî wisa kiriye ku PDK û malbata Barzaniyan bibe du bask. Nêçîrvan Barzanî li gel wê yekê ye ku hilbijartin bê kirin, çinku fam kiriye ku eger ew bibe dilxwazê sîstema kapîtalîst, dê wî bikin alternatîv. Ji aliyê din ve jî Mesrûr Barzanî û bavê wî li gel wê yekê ne ku hilbijartin neyê kirin, çinku dizanin roja wan ber bi avabûnê diçe, dizanin bi rêya hilbijartinê di desthilatdariyê de nikarin bimînin û guherînên li herêmê tiştên din dixwazin. Ji ber vê yekê dibe ku wan çend senaryo amade kiribin, çinku felsefeya PDK’ê wekî wî zarokê bêedeb e ku tiştê ku ji bo wî nebe, naxwaze ji bo kesekî din bibe.

Dibe ku PDK vegera serdema ‘fifty-fifty’yê. Ji ber ku ev partî her tim di forma klasîk de ye û nikare xwe nû bike. Lewma dixwaze vegere destpêkê da ku çaryek sedsaleke din li ser desthilatdariyê bimîne.

Senaryoyeke din jî derxistina şer û aloziyan e li Herêma Kurdistanê ku PDK endazyarê vî tiştî ye û ev yek di berjewendiya axayê wê Erdogan de ye. Erdogan niha ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê û jinavbirina statûya Herêma Kurdistanê amadekariyan dike û ji hêla din ve PDK aloziyan derdixe da ku bibêje ku rewş ji bo hilbijartinê ne guncaw e.

Ev hemû tişt me dibin ber wê rastiyê ku PDK ji hilbijartinê gelek ditirse. Çinku ew rastî ji xelkê re aşkera bû ku Mam Celal digot, “Eger PDK bi Çînê re jî bikeve hilbijartinê, dîsan PDK bi ser dikeve.” Ji ber ku PDK her kes ji bo serkeftina xwe kiribû pêlik, lê ev dem û ew dem ji hev gelek cuda ne. Nebûna stratejiya siyasetkirinê, xweferzkirin, xizmetnekirina hemwelatiyan, birîna qûtê hemwelatiyan û liberçavnegirtina raya gel wisa kir ku dosyeya tawanên PDK’ê biçe dadgeha federal a Emerîkayê.

Lewma niha PDK li hêviyê ye ku ji vê tevliheviyê rizgar bibe, lê belê ne mumkin e. Çinku hemû îhtimal ji me re dibêjin ku mirina wê nêzîk e. Ev yek rastiyek e ku encama wan şaşiyên PDK’ê ye ku hem di nav malbata Barzanî û partiya xwe de kirine û hem jî li Kurdistanê kirine. Cîhan jî niha PDK’ê qebûl nake, ji ber ku ne di çepera gelê xwe de ye û ne di çepera siyaseta wan de ye.