PDK çima bi israr Aştî Koçer ê dest bi xwîn dişîne Şengalê?

PDK'ê çima Aştî Koçer weke Berpirsyarê Ofîsa Rêxistinbûnê ya 17'emîn wezîfedar kir û bi hinceta hilbijartinê xwest bi hêzên çekdar bikeve nava Şengalê?

Piştî hewldanên PDK’ê ku xwest bi hêzêke çekdar bikeve nava Şengalê navê Aştî Koçer careke din hate bihîstin. PDK piştî Qadir Qaçax ji erka berpirsyartiya Liqa 17’an daxist, Aştî Koçer li cihê wî wezîfedar kir. Yek ji karê destpêkê yê Aştî Koçer jî ew bû ku di serê mehê de xwest bi hêzeke çekdar a PDK'ê bi hinceta propagandaya hilbijartinê bikeve nava Şengalê.

1’ê Cotmehê PDK’ê bi hêzeke çekdar tevî hêzên Iraqê xwest bikeve nava Şengalê. Li ser vê xelkê Şengalê dakete qadan û pêşî li hêzên çekdar ên PDK’ê û Iraqê girt. Li vir çalakiya rûniştinê destpê kir û rê nehate dayîn.

Li ser vê Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, "Me li hember destwerdana PDK’ê rê li çûn û hatinê girtiye.” Xelkê Şengalê jî dakete ser rê û bi keviran pêşî li çekdarên PDK’ê û Iraqê girt. Rê nedan ku PDK û Iraq bikevin nava Şengalê.

Xelkê Şengalê bi taybetî balê dikişîne ser kesekî. Ew jî Aştî Koçer e. Aştî Koçer 5’ê Tîrmehê ji aliyê PDK'ê ve ji bo erka berpirsyariya Liqa 17’an hate erkdarkirin. Aştî Koçer dema ku çekdarên PDK’ê dixwest bikeve nava Şengalê, ew hêz bi rê ve dibir.

Diyarkirina Aştî Koçer a ji bo Liqa 17’an a li Şengalê dewamiya xwêrnexwaziya PDK’ê ya ji bo civaka Êzidî ye. Ji ber ku ev şexs xwedî dîrokek nokerî û çetetî ye. Yek ji şexsê herî qirêj ê PDK’ê ye. Piştî raperîna gelê Başûr weke endamekî parastina PDK’ê destê wî di xwîna sedan kesî de heye.

Yek ji lêkolînerê dîroka şerê birakujiyê nivîskar Feysel Daxîlî, di pirtûka xwe de ya bi navê 'Birakujî' wiha dibêje, "Li vê navçeyê Aştî Koçer û Yûnûs Pîdawî kesên çete û rêgirin. Li nava xelkê xwe weke parêzvan didin nasandin, kes nikare xwe têkelî wan bike. Kes nizane destê wan di xwîna çend kesî de hene, lê tê gotin ku destê wan di xwîna gelek kesî de hene."

Di vê pirtûkê de qala Fazil Mîranî jî tê kirin û tê gotin, "Fazil Mîranî ji bo îstixbarata navneteweyî û bi taybetî jî kar ji bo MÎT a Tirk dike." Di van karê sîxûriyê de yek ji mêrkujê mezin ê Fazil Mîranî Aştî Koçer e.

Li vir pirsa balkêş jî ew e ku piştî fermana 73’an a 3’ê Tebaxa 2014’an a piştî revîna hêzên PDK’ê ya ji Şengalê bi serê Êzidiyan hat, niha çi ji Êzidiyan dixwazin. Çi bû ku niha mêrkujek weke Aştî Koçer dixwazin vegerîn Şengalê. 

Ji ber ku gelê Şengalê bi vê zane, ji bo wê rê nade ku berpirsê çeteyan vegere Şengalê.

Koçer 28’ê Îlona 2021’ê di bernameyeke ya televîzyona ser bi PDK’ê ve qala hilbijartinê kir û diyar dike ku ew nikarin niha biçin Şengalê, ji ber ku Şengal ne ewle ye, ji bo wê planên vegera ji bo Şengalê ne guncav in.

Balkêşe piştî van gotinan bi 3 rojan Aştî Koçer bi hêzeke çekdarên PDK’ê û Iraqê berê xwe da Şengalê. Ji vê hewldanê derdikeve ku ew kes ne bi serê xwe ne, li ser hewldan û zextên dewleta Tirkiyeye dikevin nava tevgerê. 

Ji ber ku ji dîrokê diyar dibe ku tim ji bo xizmeta dewletên dagirker û bi taybetî Tirkiye kar kirin û ji bo berjewendiyên xwe hewl didin xwîna Kurdan birijînin, li herêmê tim nakokiyan derbixin.