Parçebûna welatên Êzidiyan û konseptên îmhakirinê- III

Di sedsala dawîn de li ser civaka Êzidî ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotibû ‘Ew bingeha tevgera azadiyê ne’ ji qirkirinê heta asîmîlasyonê gelek konseptên îmhakirinê hate ferzkirin.

Di serê salên 1900’î de ji ber qirkirin, qetlîam û koçberiyê civaka Êzidî ji hev belavbûyî ketin statuya kêmcivakan. Hema bibêje hemû Êzidiyên li herêma Serhedê ji 1820’an û heta serê 1900’î neçar man dev ji axa xwe berdin. Ji ber ku cihêkariya dînî tunebû civaka Êzidî ya li Serhedê koçî Kafkasyayê kirin.

Di navbera salên 1914-1918’an de di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de civaka Êzidî li hemberî hêzên dagirker berxwedaneke ne rêxistinkirî nîşan dan û bi parçebûna Kurdistanê re jî civaka Êzidî jî parçe bû û kesên li parçeyên din dijîn jî têkiliya wan a bi Şengalê re qut bû.

Komara Tirkiyeyê ya ku di sala 1923’an de hate avakirin jî li gorî mîrateya ji Osmaniyan wergirtiye li ser Êzidiyên li Bakurê Kurdistanê siyaseta koçberiya darê zorê û qetlîam xist meriyetê. Leşkerên Tirk di sala 1940’an de girtin ser gundê Kîwexê yê Hezexê û 29 Êzidî di şikeftan de bi sax şewitand. Di salên 1980’î de jî Êzidî bi tenê li Midyad, Bişêrî û Wêranşarê man û piştî cûntaya 12’ê Îlonê jî li gorî konsepta şerê qirêj a dewleta Tirk di salên 1990î de ev cih û warên Êzidiyan hatin valakirin. Erdên Êzidiyan jî pêşkêşî alîgirên dewletê û cerdevanan hate kirin.

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn li hemberî Îngilîzên ku dest danîbûn ser axa Iraq û Başûrê Kurdistanê di serê salên 1920’î de li Silêmaniyê bi pêşengiya Berzencî berxwedanek hatibû kirin. Berxwedaneke wekî vêya li Şengalê bi pêşengiya Hemoyê Şero hatibû kirin û Êzidiyên li Başûrê Kurdistanê cara pêşîn xweserî xwestibûn. Civaka Êzidî bi pêşengiya Hemoyê Şero û Dawûdê Dawid bi Îngîltereyê re rûniştin doza rêveberiyeke xweser kirin. Lê Meyan Xatûn a ji malbata Mîr bi tifaqa tevî Îngîlizan re pêşiya vî tiştî girt. Bi teslîmstendina Davûd  û Şero derbeke mezin li berxwedana Êzidiyan hate xisitn.

REJÎMA BAAS Û ÎXANETA 1972’AN

Piştî mêtingeriya Îngîlîz û Fransayê rejîmên Baasê yên ku Sûriye û Iraq bi rê ve birin, li ser Êzidiyan ji dêvila koçberiya bi darê zorê, konseptên Erebbûnê ferz kirin. Bi vê konseptê re dixwestin Êzidî bibin Misilman û Ereb. Herî zêde Saddam Huseyîn ev tişt kir.

Di sala 1961’an de dema ku bi pêşengtiya Mele Mistefa Barzanî li Başûrê Kurdistanê tevgerek hate destpêkirin, civaka Êzidî jî di nav de cih girtin û gelek caran ew bi tenê hatin hiştin. Di sala 1972’an de KDP’ê li Şengalê Êzidî bê çek hiştin û li ser wan bi destê Saddam Huseyîn qetlîamek hate kirin. Di vê qetlîamê de nêzî 200 Êzidî hatin kuştin. Piştre jî rejîma Baasê li Şengalê li ser gundên Êzidiyan konsepta ‘Gundên komî’ xist dewrê. Êzidiyên li gelek gundên hatibûn valakirin di bin kontrola leşkerên Iraqê de li çend bajarokan hatin bicihkirin.

KONSEPTA SEDDAM

Piştî têkçûna tevgera Başûrê Kurdistanê ya di sala 1975’an de rejîma Baasê konsepta îmhakirinê ya li ser Şengalê kûrtir kir. Hêzên rejîmê Êzidiyên xwe spartibûn çiyayan ji warên wan derxist û bir bajarok û gundên bi navê ‘mucemma’ yên ku 30 kîlometreyan dûrî Çiyayê Şengalê bûn. Êzidiyên Şengalê nikaribûn li gorî dilê xwe koç bikin, bi tenê dikaribûn biçin ciyê ku rejîmê diyar kiriye. Bi ser de mafên wan ên mulkiyetê jî hatibû desteserkirin û li warê xwe wekî penaberan dijiyan. Piştî 1975’an Seddam konsepta ‘Hûn dikarin li gorî baweriya Êzidiyan bijîn lê hûn e Kurd in hûn Ereb in’ xist dewrê. Di vir de piçekî jî bi ser ket. Êzidiyên li Şengalê ji ber tirsa canê xwe, Kurdbûna xwe înkar kirin. Ev konsept heta hilweşandiya rejîma Saddam Huseyîn domiya.

ŞERÊ IRAQÊ Û PARÇEBÛNA AXA ÊZIDIYAN

Di sala 1991’an de piştî ku DYE mudaxeleyî Iraqê kir, Êziî ji ber rewşa çêbû di warê îdarî de bûn du beş. Herêma Şêxan a li başurê rojhilatê Duhokê kete bin kontrola rêveberiya Kurdan û Şengal jî kete bin kontrola hikumeta Iraqê. Têkilî, çûn û hatina di navbera her du cihan de bi asteng bû. Ev tişt heta sala 2003’an ku rejîma Seddam Huseyîn hilweşiya jî domiya.

Piştî sala 2003’an de kontrola Şengalê kete destê hêzên pêşmerger û PDK’ê. Şengal a ku wekî Kerkûkê kete nav herêmên bi nîqaş jî li gorî xala 140’emîn a makeqanûna Iraqê, bi referandûma sala 2007’an de wê bihata eşkerekirin. Lê ev plan pêk nehat. Şengal ligel ku ne di nav sînorên îdarî yên Rêveberiya Herêma Kurdistanê de bû, heta fermana sala 2014’an di bin kontrola PDK û hêzên pêşmergeyên wê de bû.

Di 14’ê Tebaxa 2007’an de jî bi 4 wesayîtên bombebarkirî êrişî gundên Siba Şêx Xidir û Til Izêr a Şengalê hate kirin. Di van êrişan de 300 kesên sivîl hatin qetilkirin. Hate diyarkirin çeteyên bi navê Ensar El Sune yên ku têkiliya wan bi El-Kaîdeyê hene, ev êriş kirine. Lê derketibû holê çeteyên Eniya Tirkmenan a Iraqê ya ku ji aliyê îstîxbarata Tirk li Başûrê Kurdistanê hatibû avakirin jî, di nav vê êrişê de hebûne.

HESO: ŞENGAL BI SALAN CIHÊ MAHRÛMIYETÊ BÛ

Ji sala 2003’an heta sala 2014’an ji ber nêzikatiyên PDK’ê gelê Şengalê hêvîsar bû. Siyasetmedarê Êzidî û endamê KNK’ê Mecîd Heso ji ANF’ê re qala wan deman kir û diyar kir ku ligel axa Kurdistanê hatibû azadkirin jî, bi çavekî biçûk li Êzidiyên li Şengalê dihate nihêrtin. Heso bal kişand ser vî tiştî ku ji ber KDP’ê bi salan Şengal bû cihê mahrûmetiyê û got “PDK ji bo ku ava xwe li Şengalê bifiroşin, Şengal bê av hiştin. Ji bo zadên xwe bifiroşin, propagandaya ‘Ji Şengaliyan tiştekî nekirin’ kirin. Piştî sala 2003’an de rêveberiya Başûrê Kurdistanê gelek mizgeft ava kir lê li Şengalê nexweşxaneyek jî venekir, hê jî li wir nexweşxaneyek bi tenê heye. Ji ber li Şengalê nexweşiya jin û zayînê tune, jinên Şengalî neçar dimînin biçin Mûsûlê. Gelek jinên Şengalî li ser rêyan jiyana xwe ji dest dane.

Kêmneteweyên wekî Asûrî, Suryanî û Tirkmen ji Şengaliyan zêdetir qîmet dîtin. Ji ber vê di çavê PDK’ê de Êzidî di rêza sêyemîn de ne. KDP’ê Êzidî armanca xwe ya siyasî bi kar anî û bi tenê di cejnan de bi bîr anî, ev tişt jî ji xwe re kir amûra propagandayê. KDP’ê li hemberî qetlîamên di salên 2007 û 2014’an de jî mekanîzmayên parastinê bi cih neanî, li hemberî rewşê tiştek nekir.”

DÎROKÊ RÊBERÊ KURD MAFDAR DERXIST

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî nîveka salên 2000’î gelek caran hişyarî kir ku li ser Şengalê û Êzidiyan gefên mezin hene. Hişyariya Rêberê Gelê Kurd a di sala 2007’an de beriya qetlîama sala 2007’an de bî. Di heman demê de beriya qetlîama Tebaxa 2014’an de jî hişyarî kiribû. Di 22’ê Tebaxa 2007’an de piştî qetlîamê hefteyek şûnde Rêberê Gelê Kurd di hevdîtina bi parêzerên xwe de gotibû ‘Min berê jî hişyarî dabû. Min diyar kiribû divê xwedî li Êzidiyan were derketin. Ez hê çi bikim? Min gelek caran diyar kir li ser Êzidiyan xetere û gefa qirkirinê heye.”

Abdullah Ocalan bang li KDP û YNK û hêzên Kurd kiribû ku divê ji bo parastina Êzidiyan dest bi tevgerê bikin. Hişyariyên Ocalan beriya qirkirina sala 2014’an de jî çêbû. Hin hişyariyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

DIKARIN TÊKEVIN BIN PARASTINA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

“Bûyera ku li Kahtaniyeyê Êzidî hatine qetilkirin bûyereke mezin e. Hûn dizanin min berê jî li hemberî xetereya qirkirina Êzidiyan hişyarî kiribû. Min ji bo Îranê jî hişyarî kiribû. îran bêrehm e û dewleteke xurt e, wê qetlîamê bike. Min berê diyar kiribû divê beşek gelê me yê li wir di bin xetereyê de ne, biçin herêma Bradostê ya ku ewe ye. Di vî warî de tiştek tê kirin gotinên min tên bicihanîn ez nizanim. Ev tişt dikare were kirin ku gelê me yê li wir ên nayên parastin biçin herêmên ewle û têkevin bin banê Neteweyên Yekbûyî. Ji ber ku Talabanî û Barzanî ji bo parastina Êzidiyan pergala parastinê amade nekir, ev qetlîam çêbû” (5’ê Îlona 2007’an)

TEMSÎLIYETA NASNAMEYÊ YA ÊZIDIYAN GIRÎNG E

‘Dema mirov li stranekê jî guhdarî dike, derbarê dîroka Kurdan mirov tiştekî hîn dibe. Mirov digihêje heqîqeta wî tiştî. Ew stran bandorke wisa li mirov dike, mirov hay ji heqîqeta wê çêdibe. Heqîqet bi tenê bi zanistê pêk nayê, bi muzîk û hunerê jî pêk tê. Çîroka Dewrêşê Evdî jî dikare mirov heqîqetê rû bi rû bihêle. Ez dikarim bibêji ku kesên Kurdbûna xwe bi awayê herî saf dijîn bi rêzê Kurdên Êzidî, Kurdên Elewî û Kurdên Sunnî ne. Temsîliyeta nasnameyê ya Kurdên Êzidî di serî de ye. Ji ber ku tê zanîn herî zêde zext li ser wan hene. (2’ê Sibata 2011’an)

ÊZIDÎ BINGEHA TEVGERA AZADIYÊ NE

‘Gelê me yê Êzidî nûnerên pêşêng ên gelê Kurd in. Ew bingeha Tevgera Azadiyê ne jî. Derbarê wan heta niha min gelek analîz kirine.Bêyî ku têkevin nav mûhafazakariya etnîk û dînî, divê di nav gelê me de xweseriya xwe bijîn, divê bêtir tevlî nav têkoşîna azadiyê bibin. Bi vê wesîleyê ez bi rêya Çira Tv ji hemûyan re rêz û silavê xwe dişînim (24’ê Hezîrana 2013’an)”

 

Sibê: Fermana 73’emîn û berxwedana 12 gerîlayan