Ocalan: Têkiliya di navbeyna ekolojiyê û pergalê de nema dikare were domandin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan: Belkî jî encamên hilweşînê yên li cîhana nebatan û ajalan bi temamî derneketibe holê. Lê aşkere ye, herdu cîhan jî i kêmanî bi qasî S.O.S'ê îşaretê didin.

Aşkere ye, pirsgirêka endustrîyalîzmê hem parçeyek ji pirsgirêka ekolojiyê û hem jî sedema wê ye. Lê ekolojî mijareke wiha ye ku ji endustrîyalîzmê zêdetir civakî û biproblem e. Têgeh her çendî xwedî maneya zanîna hawîrodorê jî be, bi esasî zanîna dahurandinê ya têkiliya jidiyayî ya di navbeyna geşedana civakî û derdora wê ye. Bi giştî dema ku pirsgirêkên hawîrdorê alarma bobelatê dan, bûne rojev; her çendî maneyên bi problem tê de hebin jî kirin beşekî dî yê lêhûrbûnê. Ji ber ku ew jî mîna endustrîyalîzmê ne pirsgirêkeke wiha ye ku civakê çêkiriye, bi rengekî pisgirêkeke têra xwe berfireh a ku marîfeta dawî ya yekdestiyên şaristaniyê ye, bûye rojeva cîhanê û civakê.

Belkî jî ti pirsgirêk bi qasî yên ekolojîk rûyê rastîn yên pergalên kar-sermiyanê (şêbekeyên rêxistinî) bi wê giraniyê û girîngiyê nebûne, ku bînin rojeva mirovahiyê. Bîlançoya pergala şaristaniyê ya kar û sermiyanê (bi tevahî dîrokê wekî serheviya hemû yekdestiyên leşkerî, aborî, bazirganî û dînî), ne tenê bûye feşkilîna civakê ya ji her alî ve (weke hilweşîna exlaq, bêpolîtîkatbûn, bêkarî, enflasyon, fihûşê û hwd.), li gel jiyana hemû zindiyan, bûye ku li ser hemû hawîrdorê taloke çêbibe. Mirov dijberiya civakîbûnê ya yedestiyê ji van rastiyan pê ve bi çi yê dî dikare were çespandin?

HEVSENGA EKOLOJÎK Û BOBELATÊN PÊKAN ÊN PERESANÊ

Para zekayê û vezîlandinê her çendî li gorî zindiyên din weke sirûşteke berztir were pênasekirin jî, civaka mirovî bi dahurandina dawî hebûneke zindî ye. Cîhanî ye, hilberîna perasînê ya cîhana nebat û ajalan e, ya hawîrdoreke iklimê ku pir bi hesasî hatiye danîn. Atmosfer û iklîma cîhana me û pergalên ku cîhana nebat û ajalan pêgirê wê ne, ji ber serheviya hemûyan e ji bo civaka mirovan jî derbas dibe. Ev pergal pir nazik in. Hişk bi hev ve girêdayî ne. Weke zincîrekê ne. Dema ku xelekeke wê qut bibe, çawa ku zincîr nema bi kêrî  tiştekî tê, dema ku xeleke cidî ya peresanê jî qut bibe, hemû peresan dikeve ber wê. Ekolojî navê vê geşedanê ye. Ji ber vê pir girîng e. Dema ku bikeysbûna navxwe ya civakê bi vê sedemê xira bibe bi destê mirov dîsa dikare were bikeyskirin. Dawiya dawî rasteqîniya civakî bi destê mirovan hatiye avakirin. Lê hawîrdor ne wiha ye. Dema ku bi sedema civakî be, a rast, dema ku bi marîfeta hin komên bi yekdestiya kar-sermiyanê hatine rêxistin ev qutbûn çêbibe, wê zincîra bobelatên peresanî hemû hawîrdorê û hemû civakê bike halê qiyametê.

QIRÊJIYA JI BER CO2 Û GAZÊN DIN BI HEZARAN SALAN WÊ NIKARIBE WERE PAQIJKIRIN

Divê neyê jibîrkirin xelekên hawîrdorê bi peresana bi milyonan sal çêbûye. Bi giştî ziyanên van 5 hezar salên dawî, bi taybet jî yên van 2 sed salên dawî, qutkirina bi hezaran xelekên peresana ku bi milyonan salan çêbûne, di demeke pirt kurt de pêk anîne. Reaksiyona şikestinê dest pê kiriye. Mirov nizanibe bê ka wê li kûderê were sekinandin. Pêşbîniya wê tê kirin, gemara ji ber rêjeya zêde ya karbondîoksîtê (CO2) û gazên din, bi halê hazir bi sedan, bi hezaran salan wê nikaribe were paqijkirin. Lê li ber çavan e ku her du cîhan jî bi kêmanî bi qasî atmosferê îşareta S.O.S'ê dide. Qirêjiya li deryayan û çeman ji niha ve xwe li sînorên çolbûnê daye. Hemû nîşane nîşan didin ku qiyamet wê ne bi encama hilweşîna hevsenga sirûştê be lê wê bi destê wan komên bi mînak şebekeyan rêxistinî bûne bi civakê bidin jiyîn. Helbet sirûşt wê bersivekê bide  vê çûyinê.  Ji ber ku ew zindî û xwedî zekayê ye. Sînorên hêza wê ya tehammûlê hene. Wê berxwedana xwe di cih û wext de diyar bike, dema ku ev cih û wext hat wê guh nede hêstirên çavê mirovan. Ji ber ku wê ji îxaneta li zîrektiya xwe û li nirxên din ku jê re hatine bexişandin hemûyan berpirs bibîne. Ma pêşbîniya qiyametê ne wiha hatiye kirin?

JI FIREWN Û NEMRÛDAN HETA BI PLAZAEYÊN BAJÊR ÊN ROJA ME, YEDESTÎ

Li vir armanca min ne ew e ku ez senaryoyên nû li yên felekatê zêde bikim; lê weke her endamê civakê yê ku bi teqezî divê berpirs be, bi hişmendiya peywira exlaqî û polîtîk, ku ev sedema hebûna me ye, li gorî zîrektiya xwe em a hewce bibêjin û bikin.

Di dîroka mirovahiyê de li ser aqûbeta Nemrût û Firewnan ku vekişiyana keleh û pîramîtên xwe, gelek tişt hatine gotin. Sedema wê aşkare ye.  Çawa jî be Nemrût û Firewn hem bi şexsî û hem jî mîna pergalan YEKDEST in ku îdeayên êzdayî hildigirin. Belê prototîpa herî bi debdeb yên yekdestên sermiyanê yên tim li pey kar ên serdema pêşî ne. Niha çawa dişibin wan yekdestên ku li bajaran vedikişin PLAZA'yan. Helbet, ne ji sîsîka xwe ve lê bi rengê xwe ji hev cihê ne. Keleh û pîramît, li gel hemû debbeya xwe jî nikarin bi plazayên niha re kab bavêjin. Bi ser de, ji hêla hijmarê ve jî nikarin bi wan re kab bavêjin. Dema ku mirov wan bike ser hev, firewn û nemrûd ji çend sedek in. Lê hijmara firewn û nemrûdên hevçax ji niha ez dibêm qey ji sed hezaran derbas kirine. Serdemên berê mirovan nikarîbûn giraniya çend firewn û nemrûdan ragirin. Ew qasî naliya. Baş e, wê giraniya bi sedhezaran ku hawîrdorê û civakê difeşkilîne çi qasî ragire?  Wê êş û azara ku şer, bêkarî, birçîbûn, hejariya ku bûne sedema wê çawa bisekinînin?

ZANIST Û EKOLOJIYA ZANIST

Dema ku me got civaka dîrokî yekpare ye, her wiha me xwest ku em li ber ronkahiya geşedana peresanê rastiyan vebêjin. Ev rastiyên wiha kêm dijwar û ne girîng in?

Zanista modernîteya kapîtalîst bi avaniya xwe ya pozîtîvîst pir bixwe bawer bû. Keşfên mezin ên diyardeyî weke ku her tişt bin hesiband. Heqîqeta mitleq bi zanînana seresere ya diyardeyan sînorkirî hesiband. Pê bawer bû ku derbasî pevajoya pêşkeftina bêdawî bûne. Lê mirov çawa şîrove bike, ku bobelata hawîrdorê ya li ber bêvila xwe nebîne? Mirov li ser çi şîroveya wê bike, ku li bara bobelatên civakî, ku di serî de yên ji ber şer, ji hemû bobelatên van 400 salên dawî zêdetir e, pêşbîniya çareyên radîkal nekir û pratîka vê nekir? Dev ji astengkirina şerê ku bi rengê desthilatdarê li hemû malikên civakê berbelav bûyî biqerin, li ser rastşîrovenekirina vê rastiyê mirov divê çi bibêje? Aşkere ye, di serdema hegemoniya azamî ya serweriya yekdest de zanist a ku pir bi îdeolojiyê hatî dorpêçkirin û bi avaniya xwe ya bi xizmetkirina ji pergalê re pir li hev, nikarîbû bersivê bide van pirsan. Zanista ku avaniya wê, armanca wê û şêwaza wê weke bi armanca meşrûkirina pergalê hatî ragihandin û bikeyskirin, nîşan daye ku bi qasî dîn û olan jî nikare karîger be. Lê divê mirov fêhm bike, zanista ne îdeolojîk wê nikaribe hebe jî. A girîng ew e ku mirov pê derxîne ku zanîn û zanista îdeolojîk a kîjan civak û çînê ye û mirov li gorî wê helwestê diyar bike. Ekolojî weke yek ji zanista nû heke bi vê çarçoweyê pozîsyona xwe diyar bike, ne tenê ji bo hawîrdorê, ji bo sirûşta civakî jî dikare bibe hêza çareseriyê ya îdeal..

GERDÛNA MAKRO Û MÎKRO

Ne tesadûfî ye ku krîza ekolojîk di serdema modernîteyê de teqiyaye. Ev krîz bi dijberiya pergalê ya aboriyê re têkildar e. Bi avaniyê re têkildar e. Hevsenga biyolojîk bi esasî xwe dispêrê ser têkiliya simbiyotîk. Zekaya gerdûnî ya ku bûye para biyolojiyê, bikeyskirineke wiha pêk aniye. Min jiyan weke pêkhatin û geşedana cihêtiyan pênase kiribû. Hevsenga biyolojîk li ser sazkarbûna vê rêgezê ye. Min bal kişandibû têkiliya çêbûna cihêtiyê ya bi azadî û zîrektiya hilbijartinê re. Gerdûna mîkro (qetikên herî biçûk ên enerjî û madeyê, pakêtên wan) bi gerdûna makro (giravên madde û enerjiyê yên bi mezinahiya astronomîk) bi pergaleke hevsengê ya hevşib dixebite. Sedemiya şêwaza têkiliyê ya ku cihêtiyan pêk tînê, nayê pirskirin. Niha em qîma xwe bi gotina, ''ji ber ku wiha ne, wiha ne'' tînin. Belkî jî, ji ber kêmbûna zanînê û hişmendiya me ya şaş a zanînê em kêr nayên ku rastiyê têbigihin.

PERGALA KARÊ

Têkiliyên sirûşta civakî ya mirov a bi derdorê re, rajêrî vê rêgeza gerdûnî ye. Mirov ji ber sirûşta xwe ya bi zekaya herî vezîlokî, ceşnê herî pêşketî yê di nav zindiyan de ye ku zîrektiya azadî û hilbijartinê pir pêşketî ye. Yekdestên antî-ekonomîk ên kapîtalîzmê bi vê rêgezê re li hev nayên. Têkiliya sîmbîyotîk di avaniya navxwe ya civakê de diguherîne ser têkiliya serwerî, desthilatdarî û tehakûmê, têkiliyên ekolojîk jî diguherîne ser têkiliya hikimkirina li ser sirûştê û mêtingerkirina wê. Tam weke kevzên kujer an jî di pratîka ceşnekî hevşib de xuya dike, hemû derdorê û civakê dike bin hikmê xwe û dibe cinawir. Dikeve dilqê hebûneke hûtî (Levîathan). Pergaleke ku xwe tenê spartiye ser serhevîya kar û sermiyanê nikare bi rengekî dî tevbigere. Heke berevajî tevbiere, şêwaza têkiliya simyotîk deyne ber xwe, qanûna karkirinê naxabite. Pergal wê ji bêgavî biguhere.

TÊKILIYA DI NAVBEYNA QELEÇOKIRINA CIVAKÊ Û EKOLOJIYÊ DE

Berevajî ya ku tê zanîn derdor bi pergalên mantiqa xwe re xwedî hevsengekê ye. Nirxandineke şaş e ku mirov behsa hêsîrbûna hêzên kor bike. Ya ku vê hesasbûnê hildiweşîne pergala şaristaniyê û hê bêhtir jî modernîneya tehakkûmê ya yekdestên serdema me ye. Mezinbûna çîna navîn ya bi rengê pençeşêrê, ku ev çîn bûye hêza desthilatê, mezinbûna bajaran jî ya bi rengê pençeşêrê, ku bajar navêndên sereke yên jiyanê ne, girêdana cîhanê ya bi zincîra netew-dewletê ve, sedema sereke ya civakî ya hilweşîna hawîrdorê ye. Hem bi şerê li dijî xwedî avaniyên bi zekaya herî vezîlokî ya sirûşta civakî, hem jî bi veguherandina têkiliya simbîyotîk ya bi hawîrdorê re, ya li ser têkiliya tehakkûmî û mêtinger, rê li ber van hilweşînan vedike. Ji ber vê jî di navbeyna krîza civakî (a rast bi qeleçokirina civakê) û krîza ekolojîk de girêdaneke pir hişk heye. Krîzên li herdu qadan tim hev xwedî dikin. Karê yekdestê tim rê li ber zêdebûna nifûsê, bêkariyê, birçîbûn û hejariyê vedike ev nifûsa ku zêde dibe, ji bo ku he ji bêkarî, hejarî û birçîbûnê derkeve, berê xwe dide ziyana li derdorê. Li ser daristanan, li ser cîhan nebat û ajalan talokeyeke mezin çêdibe.

Bêguman ev rewş weke karê zêde li yekdestan vedigere. Dema ku herk bidome (mînak ku nifûs ber bi deh milyarî ve çû û zêdetir bû) hevsenga ragirtinê ya cîhanê wê bi temamî bifeşkile. Qiyameta ku tê payin wê wiha bibe. Rengê bitendiristî yê mezinbûnê û yê bi pençeşêrê li şaneyê çawa şaş dibe û rê li pençeşêrê û mirinê vedike, bi heman rengî mezinbûna karê yekdestan bi hemû astên sirûşta civakî mezinbûna bi tendiristî asteng dike, geşedana civakî û hawîrdorê ya bi rengê pençeşêrê dide destpêkirin. Jixwe bi tibbî tê daxuyandin ku nexweşiyên mîna pençeşêrê yên biyolojîk ên di nav mirovan de, wekî encama penşerêriya civakî çêdibe. Zîrektiya azadî û hilbijartinê ya bûneweriyê, ku asta zekaya wê ya vezîlokî pir zêde ye, ez dibêm qey ne kêmî ya gêrikan e. Hatiye dîtin ku gêrik bêkar mane, ku mirov bi zekaya berdest bêkar bimînin? Heka qanûna karkirinê were bikeyskirin, tenê bikeyskirina li qadên ekolojîk bi tena serê xwe jî dikare derfetên xebatê yên wiha biafirîne ku dawî li rewşa bêkariyê bîne. Xebata bi armanca ekolojîk ji hêlekê ve wê hawîrdorê xilas bike û ji hêlekê ve jî dikare bi temamî dawî li bêkarbûnê bîne. Mirov dikare bi sedan qadên wiha bibîne. Lê li gorî qanûna karê zêde ji ber ku ne kardar in, ji xebatê bêpar têne hiştin. Têkiliya di navbeyna şikestina ekolojîk û pergalê de bi krîze û bi xisletekî wiha ye ku nikare were domandin.

PIRSGIRÊKA BAJARÎBÛNÊ

Bi avaniyan van bajaran bi rastî jî civak bi pençeşêra sosyal ketiye. Bajarên bi nifûsa deh hezar mirov bi bîra Arîsto jî nehatibû. Sed hezar, milyonek, pênç milyon, deh milyon, panzdeh milyon, bîst milyon û niha hedef bajarên bi nifûsa bîst û pênç milyonan! Ev ne mezinbûna bi şêwaza pençeşêrê be çi ye? Bi tinekirina welatekî navîn a li gel hawîrdora wê mirov dikare bajarekî wiha têr bike. Ti mantiqê vê mezinbûnê nîne. Li gel ziyana li sirûşta civakê û bajêr, ji ziyandayina Sirûşta Pêşî pê ve ti encamê bi xwe re nayîne, ev li ber çavan e. Ti welat û hawîrdor, li gel gelê xwe nikare bi mezinbûneke wiha re domdirêj bijî. Sedema rastî ya hilweşîna derdorê ev mezinbûna bi vî rengî ye. Êdî bajarek, li gel gelê welatê xwe, dagirker dike, ziyanê dide û dike mêtingeh. Hêza nû ya mêtingeh bajar e; bazirganiya global a li bajaran, yekdestên fînansê û sinayî ne, baregehên wan plaza ne. Tevdîrên ewlehiyê yên li van plazayan, ku ne kêmî yên keleh û sûrhên berê ne, vê rastiyê piştrast dikin.

BI ŞANÎDARIYA MODERNTÎ, MODATIYÊ DIXWAZE CINAWARIYA XWE YA RASTÎN VEŞÊRE

Emperyalîzm û mêtingeriya sedsala 21'an êdî ne li derveyî welatan, li nav welatan e. Mêtinger êdî ne tenê biyanî, hê bêhtir hevkarên wan e. Ne ku tenê yekdestên sermiyanê bûne global, desthilatdarî û dewlet jî bûne global. Ti cihêtiya desthilata global a navxwe û derve jî nemaye. Zimanê hevpar ê hemûyan Ingilizî ye, çanda wan çanda Anglo-Sakson e, rêxistina leşkerî NATO ye, rêxistina navnetewî NY ye. Êdî ne tenê New Yorkek (Navenda hegemonîk a DYE'yê, salên 1930'î Londrayê ev dewr girt) û Londra hene. Em serdema bajarên global dijîn. Bajarên serdema glabal, bi leza berbelavbûna şaneyên pençeşêrê ne tenê derdorê tine dike. Heke Merihiyek hebûya, bi hişmendiya xwe û bi şêwaza jiyana xwe, wê ji bajariyên serdema niha kêmtir ecêb xuya bikira û bêhtir dinyayî bihata hesibandin. Esaleta bajariyan a ku pêş neketî hê çênebûyî kirnizî. Bi şanîdaririnên moderntî û modatiyê dixwaze cinawariya xwe ya rasteqîn veşêre. Her kes û komên (Ji fanatîkên sporê heta bi komên muzîkê yên pûç Yên partiyên şêt, ji burokrasiya îmhaker heta bi xurekên piyaseyê, heta bi yên bûne robotîk ku ne pabendî ti rêgeza sincî ne, civaka farazî, sîmûlakr, şêtên reşeyan, medyakêş) ku ji barbarên berê (ez qet babwer nakim qabîleyên koçber barbar bin) bihurîne, êdî ne bi navenda bejahiyê ne, bi navenda bajêr in û bajar bixwe ye.

CIVAKA BAJÊR LI BER SÎNORÊ 'QELEÇIYA CIVAKÊ YE'

Babîlên serdema modrn (Xebîneta Babîlê, ji ber ku heta ku hatî hilweşandin jî esîl û pîroz bû. Pişaftînî sînorkirî) têne jiyîn. Mirov nizane bê ka dawiya wê, wê çawa were. Lê hemû daneyên zanistî nîşan didin ku gerestêrka me wê vê cîhanê (cîhana ku bêbextiyê li xwe dike, ya bi dehbeyî ku biryardar e ekolojiya xwe tine bike) ragire. Dîsa li bejahiyê vegerin jî, heta bi hemû deverên xwe, pir nexweş in. Divê mirov pir baş fêhm bike ku civaka bajêr li ber sînorê 'qeleçoya civakê' ye.

Bêguman ji vê vê rewşê deshilata çînî û avaniya dewletî berpirs e. Ranta mezin a bajêr ew kirin barbarên şêt û cinawirê bajêr (Levîathana nû) afirand. Li ber çavan e ku ji vê wê gel û civaka bajêr bi temamî neyê bêrîkirin. Lê ter û hişk bi hev re dişewitin. Qiraxên bajêr, 'Xiristniyanê nû' yên bajêr divê rêyekê bibînin. An na mehkûmî jiyaneke wiha ne ku ji şewitadina bi destê bi hezaran Neronên ji Neronê berê bêhtir xirabtir, bijîn. Divê mirov lê bifikire ku xweşikiya kêm mayî ya bajêr, exlaq û aqilê wê rizgar bike. Her projeya civakî êdî divê pirsgirêkên ji ber bajêr (ji mêj ve bûne nexweşî) deyne ber xwe. Mirov nikare piştguh bike ku encex bi vê çarçoweyê mirov dikare çareseriyên bimane ji bo pirsgirêkên civakî û ekolojîk bibîne. Ji bo ku cîhan û civak ber hilweşîne ve biçe divê mirov li serdemên din negere, pirsgirêkên ji ber bajarbûnê ji niha ve têra xwe bi rola xwe radibin.

Li gel ku sîsîka wê eynî maye jî, şaristaniya ku retorîka wê û forma wê guherandin û raber bikin û hemû şahîkbûna wê weşiyaye, xwe jê nade paş ku weke faşîzma hişk netew-dewletî xwe ragihîne. Rikiha hesinî ya burokratîk, rêxistiniya sermiyan û zorê ya bajêr, li gel yê li nav xwe vedihewîne, AIDS'ê û kanserbûna biyolojîk zêde dike, geşedaneke jê kambaxtir jî, bi hemû avaniyên xwe yên navxweyî û bi bi hemû derdora xwe ya sirûştî, ketiye qonaxa pençeşerîbûna sirûşta civakê. Ji bo ku mirov fêhm bike ev ev rastiyên ku bi beloqî hatine gotin ne nepixandin e, mirov li şerê vî çarsed salê yê pergalaa cîhanê (herî pir li yê pênc hezar salan), li mêtingeriyê, li rewşa şer ku li hemû civakê berbelav bûye û li rewşa rojane ya bobelatên derdorê binere, bes e.