Ocalan: Modernîteya demokratîk pêkhatine utopyaya dahatuyê ye

Civaka Demkratî û Modernîteya Demokartîk utopyaya wekhevî û azadiyê ya di nav cihêtiyê de ya pêkhatî ya dahatuyê ye.

Bi paradîgmaya modernîteya demokratîk mirov dikare krîzên avaniyê û lihevnekirina pevçûnan dahurîne û dibêtiyên çareseriyê deyne holê. Yekerebûna dîrokî û giranbûna zaboqa netew-dewletê şansê pêkhatina van dibêtiyan her ku diçe zêdetir dike.
Ji ber sedema ku jeokultura Rojhilata Navîn bi dabeşkariya netew-dewletê re ji kûr ve li hev nakin, hêzê dide meylên yekerebûn, entegrasyonê. Herêm, li ti serdema dîroka xwe bi qasî ku di serdema netew-dewletan de ji hev dabeş bûye, ew qasî ji hev dabeş nebûye. Dabeşbûnên pêk hatin jî bi asta desthilatdaran maye, zêde tesîra xwe li jiyana çandî nekiriye. Têkildarî yekerebûna jeokulturê ye ku cihêtiyên etnîk û dînî bi hezaran salan li gel hev dijîn. Her wiha rabûnên hegemonîk ên têkildarî desthilatê de jî tim bi asta herêmî maye.

1-Şaristaniya serê wan girtî yên mîna Japonya, Çîn, Hînd û Brîtanyayê li jeokultura Rojhilata Navîn nehatiye jiyîn. Bêguman jeokulturên weke vê her çendî li Efrîka û Başûrê Emerîkayê hebin jî, mîna ya Rojhilata Navîn ne bi asta şaristaniya nevendî ne. Hêmanên modernîteya kapîtalîst bi herdu jeokultura dîrokî ya herêmê re li hev nakin û bi hev dikevin. Li gel ku li ser Rojhilata Navîn û pirsgirêkên wê pir  tê nîqaşkirin jî nedahurandina wê têkildarî van nelihevkirinên kûr e.
Hêmanên sereke yên modernîteya demokratîk civaka ekonomîk, ekolojî, sincî û polîtîk jeokultura herêmê li ber xwe datîne. Ti hêmaneke dabeşkar ferz nake. Berevajî vê tim alternatîfên hêmanên dabeşker pêk tîne.

NETEWEYA DEMOKRATÎK 
Modernîteya demokratîk li ser hişmendiya netewî nerm e.Perspektîfa avakirina netewî ya ne li ser esasê ziman, etnîste, dîn û dewletê, di nav xwe de bi yekerekirina hêmanên pir zimanî, pir etnîsîteyî, dînî, mezhebî û siyasî bi roleke mezin a çarseriyê radibe. Li dijî hişmendiya netewî ya li ser hîmê dewlet, ziman, dîn, mezheb û etnîsîteyê ev hişmendiya netewî ya modernîteya demokratî a pir hêmanî, ji bo aştî û xwîşk û biratiya ku di jeokultura Rojhilata Navîn de pir hewceyî pê heye hêze hîmî ya hewce dide. Mirov dikare bibêje, miletê herêmê ya mezin a ku ji ji sê dînên yekxweayî yê mezin, ji hemû ziman, etnîsîte û pêkhateyên siyasî pêk hatî, ango neteweya Rojhilata Navîn jî dikare were avakirin. Çawa ku neteweyeeke DYE'yê, Ewropayê hebe, neteweya Rojhilata Navîn jî dikare were avakirin.

Pir aşkere ye ku neteweya demokratîk bi wê wesf û kapasîteyê ye ku heq ji xitimandin û şer û pevçûnên ji ber homojenkirin, bipevçûn, milliyetgir, hişmendiya zayendîparêz, dînîgir û pozîtîvîst yên yekdestiyên desthilatdarxwaz û mêtinger rê li ber vekiriye, derkeve.
Hêmana ekonomîk û ekolojîk ya modernîteya demokratîk, ne ku tenê pirsgirêkên ji ber ekonomiya ku kapîtalîzmê endustrîyalîzmê ferz kiriye û ya ku hawîrodorê dike krîzê, li ser hîmê netew-dewletê parçe dike û di kêmbûna biberbûna muazzam de neyînên  ku dibe sedema girîng, ji holê radike, her wiha yekerebûna ku civaka ekonomîk û ekolojîk pê hewce ye ava dike, hawîrodara ku derfetê dide biberbûna azamî û kêmtir ziyanê dide hawîrdorê dide. Her cure yekîneyên komunal ên ekonomîk û ekolojîk yên ku wê li dora komunên çandinî-av-enerjiyê ava bidin, pergala ku civaka ekonomîk û ekolojîk hewceyî pê dibîne û derfetê dide piştevaniya ku çanda dîrokî ferz dike, pêşî li bêkariyê digire, xebatê azad dike û rê li ber biberiyê vedike, pêkan dike.

Hêmanên sincî û polîtîk ên modernîteya demokratîk, bi bihurîna ji hegemonyaya netew-dewletî ku fetişîzma hiqûq û desthilatê ava dike, rê li ber geşedana civaka demokratîk vedike.

PÊŞNIYARÊN BERBIÇAV ÊN DERBARÊ YEKEREBÛNA NETEWEYAN
2-Li ser hîmê van dahurandinên sereke derbarê yekerebûna neteweyên demokratîk mirov dikare pêşniyaran bike.
Tê zanîn hemû yekîneyên netew-dewletê yên mîna Pakta Bexdayê, CENTRO, RCD (Rêxistina Hevkariya Herêmî ya ji bo Rabûnê) ku di rabirduya nêz de ji bo çareseriya ji ber sedemên modernîteya kap3italîst hatine avakirin ji ber avaniyên raçînî nebûne dahurîner û temendirêj. Dîsa ji ber xisletên wan ên netew-dewletî tê fêhmkirin ku rêxistinên weke Yekîtiya Ereb, Rêxistina Konferansa Îslamê ti çareserî ji bo pirsgirêkên herêmê neanîne û bêkêr mane. Her wiha, her netew-dewleta herêmê bi reseniyeke xwe girêdayî navenda hegemonîk a kapîtalîst e. Ne bi wê kapasîteyê ne ku derkevin derveyî kontrola navendî ya ku bi ser ve ne. Li gel ku li ser hev dicivin jî,sedema ku bêgav û bêker dimînin têkildarî vê rasteqîniyê ye.
Hêza çareseriyê ya modernîteya demokratîk a derbarê tevahiya herêmê, bi kapîseteya çareseriyê re têkildar e, ya wan hêmanên sereke ku daye ber xwe. Ti hêmaneke navxwe ya astengkar nîne, ku li pêşiya yekerebûna polîtîk raweste. Berevajî vê, hemû hêmanên ekonomîk, ekolojîk, sincî û polîtîk bi çarçoweya yekerebûna polîtîk civaka demokratîk, ku pir daxwaza wê dikin, dikarin ava bikin. Li dijî destwerdana hegemonîk a ji derve ya modernîteya kapîtalîst, hemû hêzên civakî yên herêmê yên di nav yekerebûna polîtîk de, bi rehetî û bi serkeftî dikarin bersivê bidin û pirsgirêkan çareser bikin.
KOMÛNA DEMOKRATÎK A ROJHILATA NAVÎN
Ji ber vê Komuna Demokratîk a Rojhilata Navîn, komûna li her qadê mîna pêkhateyeke siyasî dikare were pêşniyarkirin. Ji bo pirsgirêkên li Iraq, Israîl-Filîstîn, Efxanîstanê yên ku bi hişmendiya netew-dewletiyê hatine dorpêçkirin, bi hişmendiyeke ku ew bixwe kana pirsgirêkan e çareserî çênabe. Ziyanên li hemû herêmê yên ji ber nêzîkatiya li pirsgirêkên siyasî û civakî ya ji ber hişmendiya ku kana pirsigrêkan e, ku van dused salên dawî çêkirine û tiştên ku ji dest birine têra xwe dersdar in. Bi rengekî zelal derketiye holê ku hem dînîgir û hem laîkgir dev jê biqerin ku çareseriyê bînin, tenê neçareserî girantir kirine û ji vê pê ve ti rist û roleke wan nîne.
KOMUNA ÇANDINÎ, AV Û ENERJIYÊ YA DÎCLE-FIRATÊ
Yek ji navenda yekparetiya polîtîk têkildarî Komuna Çandinî, Av, Enerjiyê ya Dîcle-Firatê ne li ser bingeha hilweşandina Komara Tirkiyeyê ya îro,  Komara Ereban a Sûriyeyê (Sûriyeya Mezin, Lubnan, Urdun, Filîstîn û Îsraîl jî di nav de) û Komara Federal a Iraqê, di nav pêvajoyê de guherandina bi reforman re dikare ava bike.  Komarên heyî di destpêkê de çawaniya netewe-dewletan parastibin jî, di nav pêvajoyê de veguherîne nasnameyên netewe-dewletan ên nerm û dikarin ber bi yekîtiya demokratîk gavan biavêjin.  Vê pêkhatina siyasî divê ji demokrasiya ji ya DYE û YE pêşdetir be. Ji ber ku wê hêmanên komunal û demokratîk giran be, wê ev tişt pêk were. Hemû nasnameyên di nav mozaîka herêmê de, dikarin di nav van pêkhateyan de cih bigirin. Ev nasname wekî yekeyên neteweya demokratîk dikarin werin avakirin.  Avakirineke wisa dikare rîska nakokiya nijadperestiya ji ber tekane etnîstîteyê ya hişk û yekziman a netewe dewletê kêmtir bike. Wê karibe rastiya jiyana di nav hev de ya bi hezaran salan domiyaye, dîsa nû bike.

Konfederalîzma Demokratîk ya ku dikare bibe navenda herêmê ji ber ku wê xwe bispêre komunên ekolojîk û ekonomîk li dijî karperestî, endustrîkariya modernîteya kapîtalîst li dijî krîz, kaos, alozî û şeran jî wê bibe bersiveke dîrokî ya îdeal.
Jeokultur û jeopolîtîkaya Kurdistanê (Ji ber ku di navbera Ereb, Tirk û Farisan de ye û hemû çand lê heye) vê yekbûna siyasî ferz dike.

KOMÛNA ÇANDINÎ-AV-ENERJIYÊ YA DÎCLE-FERATÊ
Yek ji navenda yekparetiya polîtîk têkildarî Komuna Çandinî, Av, Enerjiyê ya Dîcle-Firatê ne li ser bingeha hilweşandina Komara Tirkiyeyê ya îro,  Komara Ereban a Sûriyeyê (Sûriyeya Mezin, Lubnan, Urdun, Filîstîn û Îsraîl jî di nav de) û Komara Federal a Iraqê, di nav pêvajoyê de guherandina bi reforman re dikare ava bike.  Komarên heyî di destpêkê de çawaniya netewe-dewletan parastibin jî, di nav pêvajoyê de veguherîne nasnameyên netewe-dewletan ên nerm û dikarin ber bi yekîtiya demokratîk gavan biavêjin.  Vê pêkhatina siyasî divê ji demokrasiya ji ya DYE û YE pêşdetir be. Ji ber ku wê hêmanên komunal û demokratîk giran be, wê ev tişt pêk were. Hemû nasnameyên di nav mozaîka herêmê de, dikarin di nav van pêkhateyan de cih bigirin. Ev nasname wekî yekeyên neteweya demokratîk dikarin werin avakirin.  Avakirineke wisa dikare rîska nakokiya nijadperestiya ji ber tekane etnîstîteyê ya hişk û yekziman a netewe dewletê kêmtir bike. Wê karibe rastiya jiyana di nav hev de ya bi hezaran salan domiyaye, dîsa nû bike.

Konfederalîzma Demokratîk ya ku dikare bibe navenda herêmê ji ber ku wê xwe bispêre komunên ekolojîk û ekonomîk li dijî karperestî, endustrîkariya modernîteya kapîtalîst li dijî krîz, kaos, alozî û şeran jî wê bibe bersiveke dîrokî ya îdeal.
Jeokultur û jeopolîtîkaya Kurdistanê (Ji ber ku di navbera Ereb, Tirk û Farisan de ye û hemû çand lê heye) vê yekbûna siyasî ferz dike.
Dîrokê doza Kurd û Kurdistanê kiriye doza Cihûyan a duyemîn. Bi kêmanî pêvajoyeke wisa heye. Bêguman polîtîkaya afirandina netewe-dewletan a ne wekhev a modernîteya kapîtalîst roleke xwe ya diyarker heye. Netewe dewleta Ereb, Tirk û Farisan hilweşandina Kurdistanê û qurbanîkirina Kurdan ferz dike. Bi netewe dewleteke biçûk a Kurdan mirov nikare bersivê bide vê dorpêçandinê. Heke were dayîn jî wê qetlîam û qirkirin zêde bin. Tekane dersa ku divê ji vê paradoksa dîrokî were derxistin ev e ku bi avadaniyên siyasî  û demokratîk ên ne netewe dewlet , bi komunên ekolojîk û ekonomîk, neteweyên cîran di serî de divê hemû gelên herêmê bibin hevkarên çareseriya modernîteya demokratîk.
SERDEMA ROJHILATA NAVÎN A DEMOKRATÎK
Ji ber kêşeyên mîrateya dîrokî ya dewlemend zêde kiriye, li hemberî şer, qetlîam û qirkirinê gava pêşîn a hevkariya çareseriya şênber divê Konfederasyona Demokratîk a Dîcle Firatê yan jî projeya wê be. Fikreke wisa wê pêvajoya bi şer û asîmîlasyonîst a di navbera neteweyên Ereb, Tirk, Kurd, Farisan û çand û neteweyên kêm berevajî bike, tevî pêkhateyên komunal, demokratîk û siyasî dikare rê li ber hevkariyên tiştên ji netewe dewletê wêdetir veke. Konfederasyona Demokratîk a Dîcle Firatê li ser xeta dîrokê dikare bibe gava herî watedar. Qet gumana min tune, wê komunên civaka ekolojîk, ekonomîk û demokratîk ên li ser vê projeyê wê bibin destpêka Serdema Rojhilata Navîn a Demokratîk a zêrîn. Serdema Rojhilata Navîn a Demokratîk him hişyariya dîrokê û him jî wê bibe kêfxweşî û qîra jiyana azad a dîroka nû.
Dema mirov li ser vê projeyêli rastiya Rojhilata Navîn binihêre, mirov karibe qala hin projeyên dereceya duyemîn jî bike. Wekî di serdema neolîtîk û şaristaniye, li ser qeta rojava ya Misir û Efrîkaya Bakur a Kevana Zêrîn li ser navendbûna Geliyê Nîlê projeya Konfederasyona Efrîkaya Bakur a Demokratîk dikare were avakirin. Li ser qeta Rojhilat a Kevana Zêrîn jî li ser navenda Pencabê , Projeya Konfederasyona Demokratîk a Îran, Efganistan û Pakistanê lezgîntir bibe. Projeyeke watedar a duyemîn a di Modernîteya Demokratîk a Rojhilata Navîn de li ser navendbûna Ozbekistanê de li geliyên Seyhûn û Ceyhûnê jî wê Konfederasyona Demokratîk a Asyaya Navîn were avakirin. Li Erebistana Başûr jî ji ber qebîle û mezhebên xurt Konfederasyona Demokratîk a Erebistana Başûr dibe ku projeyeke watedar be.
Projeya Modernîteya Demokratîk a Rojhilata Navîn a ku dikare ji van projeyan pêk were, wekî utopyayekê mirov dikare bide pêş xwe. Bêguman ev proje ji projeya DYE ya Projeya Rojhilata Navîn a Mezin rasteqîntir be. Tişta ku rasteqîniya vê projeyê diyar dike, palpişta wê ya dîrokî û bingeha wê ya çandî ye. 

Nexweşiya desthilatdariyê jiyana rastîn dikuje.  Divê em ji bîr nekin ku projeya Serdema Rojhilata Navîn a Demokratîk  di heman demê de li cihê ku nexweşiya desthilatdariyê lê winda dibe, jiyana jina azad a ku wekî civaka ekolojîk û ekonomîk hatiye keşfkirin wê bibe projeya rasteqîn. Her proje di heman demê de utopyaya dahatûyê ye. Civaka demokratîk û Modernîteya Demokratîk utopyaya pêkhatî ya dahatûyê ye a ku di nav cihêtiyan de wekhevî û azadî heye.

Ji berhema bi navê ‘LI ROJHILATA NAVÎN KRÎZA ŞARISTANIYÊ Û ÇARESERIYA ŞARISTANIYA DEMOKRATÎK’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye berhevkirin.