Ocalan: Kapîtalîzm yekdestiya dijî aboriyê ye

Kara yekdestê bi rengekî bivênevê rê li ber zêdebûna nifûsê, bêkarî, hejarî û birçîbûnê vedike, nifûsa ku zêde dibe, ji ber bêkarî, hejarî û ziktêkirinê ji bêgavî ziyanê dide hawîrdorê. Talokeyeke mezin li ser cîhana daristan, nebat, ajalan çêdibe.

Karê ji yekdestê bivenevê rê li ber zêdebûna nifûsê, bêkarî û hejariyê vedike. Şebekeya kapîtalîst bi yekdestên sermiyanê ku li ser çîna navîn a mezinbûyî û li ser aboriyê di geşbûnê de sînoran nas nake tenê bi rengê netew-dewletê yê desthilatê dikare hebûna xwe bidomîne.  Rûdana ku jê re xitimandina pergalê tê gotin ev e. Pergalên şaristaniya dewletî ji kurmê xwe ve bi wan taybatmendiyan e ku krîzê hilberînin. Krîz di nav zemên û mekên de ne rewşên wiha ne ku bi encama sedemên navxwe û dereke dikevinê navê. Pergal bixwe tim buxranan (di rewşa giran de krîzan) hildiberîne. Mantiqa buxranan hêsan e:  Desthilat û bi rengekî fermî çînên dewletê li ser nirxê civakî yê ku hatiye desteserkirin û nirxê-zêde tê avakirin. Ev çînên ku li ser civakê hatine hilberandin ji ber avaniyên xwe yên çekdar ên rêxistinî ve tim bi meyla mezinbûnê ne. Mirov bi kotekî debara xwe dike, ji ber nexweşî û şer zû dimirin, nifûsa beşê kedkar ê civakî li gorî rêjeya ya çînên dewletê kêm dibe.  Ji ber ku çêtir dikarin xwe xwedî bikin û zêde bibin, nifûsa çînên dewletê û her cure desthilatê pirtir zêde dibe. Ji ber xisletê desthilata pêşî û xanedaniya dewlteî alîgirê malbatên mezin û bi nifûsa zêde ne. Polîtîkaya hêzê vê hewce dike. Rewşa bêhevsengiyê ya beremaberî hev a sîstemîk tê maneya krîzê. Çînên dewletê yên ku bêhtir zêde bûne û xurt bûne, her ku li ser civakê rûdinê û nirxan desteser dike, domderînekarîna pergalê sazkar dibe. Rewşa ku jê re serdemên buxranê têne gotin ev e.

DOMDARÎNEKARÎNA PERGALA HEGEMONÎK

Ji bo derketina ji nav buxranê du rê hewce ne: Hêza ku bi encama şerê hegemonîk ê sorbûyî  rikberên xwe ji holê radike bi rengê hegemona nû derdikeve holê. Ev hêza hegemonîk ji berk u rikberên xwe yên ku berê xwedî par bûne dieciqîne û parên wan desteser dike, heta ku rikberên nû derkevin holê maweyekê bi rêjeyî heq ji buxranê derdikeve. Ya dî, piranî bi ya pêşî re di zik hev de, hilberîna bibertir, rêbazên têcirî û sinayî sazkar dike û zêdebûna hilberandinê pêk tîne. Pergala hegemonîk ku zêdebûna hilberandinê pêk tîne ev tê maneya xwe serdema firehbûnê ya ku dijberê wê ye bi dest ve aniye. Di şaristaniyên serdema pêşî de buxran bêhtir domdirêj û bi navbeyn bûn. Buxranên ku bi navbeynên hezar salî û du sed salî dom kirin pir hatine jiyîn. Piştî her buxrana mezin bi giştî bi xanedaniyê û bi guherîna navendî bi encam bûye. Buxranên Serdema Navîn jî her çendî weke van bin maweya wan kurtir bûye. Bi giştî serê sed, sed û pêncî salî hatiye jiyîn.

Her çendî li ser vî rengî pêk hatibin jî buxranên pergala kapîtalîst her wiha xwedî hêlên resen in jî. Di nav pergalê de diravîbûn û yekdestên bazirganî di serî de bi risteke pêşeng radibin. Têkiliyên xwe yên bi hilberandinê sînordar in. Beramberî vê di aboriyê de dirav bi rengekî pir berbelav tê bikaranîn. Ji ber sedema geşbûna metabûna bazirganî û ji bo ku bûye xwedî xisletê serwer giringiya diravê zêdetir bûye. Di nav pêvajoyê de yekdestiya diravê û bazirganiyê di destê  kêm hêzan de dicive. Di vê rewşê de ji ber rewşa bêdiravûnê hêza kirînê ya civakê li xwe dişkîne. Jİ ber sedema ku berên zêde yên ku derketine holê bêyî ku werin mezaxtin li holê dimînin, bi rengê pêşî yê buxranê, buxranên hilberandina zêde derdikevin holê. Ji hêlekê ve ji ber ku hilberandina zêde nikare were firotanê û tê texrîbkirin,ji aliyê dî ve jî kedkarên ku ji ber rewşa bêdiravîbûnê ji hêza kirînê dikevin hejar dibin û birçî dimînin. Di demeke kurt de rewşa berevaniya wê jî tê jiyîn. Hilberandina ku ti qîmetê wê nîne têra xwe dikeve. Têkiliya pereyên di dest de bi hilberandinê re namîne. Li holê gelek pere û kêm hilberandin heye.  Zêdebûna bihabûna jiyanê (enflasyon) rewşeke nû ya buxranê ye. Rêya ku ji bo derketina ji  nav herdu buxranan dîtine, bi zêdekirina lêçûnên dewletê yên li gel şerên hegemonîk ku rêya kevneşopî ye, bi afirandina derdoreke heqdestî telafîkirina hilberandina kêm an jî zêde ye.

 BUXRANA KAPÎTALÎZMÊ

Di çaxê hegemonyayê yê çarsed salî yê kapîtalîzmê de ev tîp buxran berbelav bûne û di zik hev de bûne. Dema wan hinekî dî kurt bûye, heta bi pêncî, sed sed salî ketine. Şerên hegemonyayê bi qasî ku mirov nikare bide ber yê ti şaristaniyê berfireh, giran û domdirêj bûne. Yekdestên ku ketine nav şer jî bi asta netewî û navnetewî bûne. Ji ber vê cara pêşî bi asta cîhanî şer çêbûne. Şerên herêmî û xwecihî qet kêm nebûne. Jê kambaxtir, civak, her ku çûye bi temamî bi netew-dewletî milatarîze bûye û xistine nav şer.Mirov ji civakên berdest re civakên bi rewşa şer bibêje wê bêhtir rasteqînî be. Rewşa şer ku hatiye ferzkirin ji du qenalan ve tê rêvebirin: A pêşî; çavdêriya civakê ye ku desthilat û amûrên dewletên heta bi şaneyên wê dora wê pêçaye, kontrol û zexta li ser hatiye danîne. Rêya dî jî ew e ku bi qenala teknolojiya zanînê (yekdestên medyayê)  ya ku vî pêncî salê dawî bi şoreşeke çawaniyê bicihkirina civaka farazî ya li şûna ya rastîn e. Mirov dikare ji herdu cure rewşa şer re bibêje qeleçokirin, qirkirina civakê. Li gel qirkirina bi rengê berê ev qirkirina civakê ya nû hê zêdetir e, domdare û dawiya sirûşta civakî bi xwe re tîne.  Belkî aferîdeyên mînanî mirovan disa hebin: lê bi rengê girseya ku bûye kerî û girseya faşîzmê. Bîlançoya şikandina civakê ya ku ji qirkrinaan girantir e, xwe di wê de nîşan dide ku civak ji hêla sincî û polîtîk ve ji dest biçin.  Girseya mirovan ku li bara bobelatên herî giran ên civakî û ekolojîk jî bi berpirsyarî ranabin vê rastiyê diçespînin. Mirov nikare înkar bike ku rewşeke ji buxran û krîzê wêdetir tê jiyîn.

Ji şerê xwecih bigirin heta bi şerê cîhanî, ji şerê qebîleyan heta bi yên netewî, ji şerên çînî bigirin heta bi yên dînî hemû jî bi zêdebûna deshtilatê û mezinbûna wê ya kumulatîf bi encam bûne. Zêdekirina desthilatê tê maneya ku çînên ku li ser nirxên civakê mîna parazîtan dijîn geş bibin.

MÊTINGERIYE ABORÎ

Bi netew-dewletê re, ku tê maneya yekbûna mêtingeriya aborî ya yekdestên hegemonyaya îdeolojîk a li gel amûrên desthilatê, desthilat her çendî bû her tişt civak bû ne ti tişt. Sîsika rûdana ku em jê re krîza desthilatê dibêjin ev e. Pergala kapîtalîst ew hêz e ku ev krîz daye zayin. Şebekeya kapîtalîst bi yekdestên sermiyanê ku li ser çîna navîn a mezinbûyî û li ser aboriyê di geşbûnê de sînoran nas nake tenê bi rengê netew-dewletê yê desthilatê dikare hebûna xwe bidomîne.  Rûdana ku jê re xitimandina pergalê tê gotin ev e. Welatiyê modern ku ti fikara sincî û polîtîk nake, berevajî ya ku tê gotin, temsîla ya herî qels a hemû serdeman e. Têkiliya vê kesayatê ya bi civakê re, bi ‘jin’a wî re sînordar e, ku li ser wê rayeya împratoriyê bi cih tîne. Kesê di behsê de bi qasî ku mirov nikare bide ber ya serdema fîrewn, hebûneke wiha bêkesayat e k udi nav otorîteya desthilat û dewletê de heliyaye. A rast, bi hegemonyaya fizîkî û îdeolojîk, bi gavên vê yên zanîn û teknolojiyê re welatî ne tenê teslîmî pergala yekdest bûye lê her wiha bê şert û merc bûye endamê faşîst ê vê pegalê. Ya ku jê re krîza kesayatiyê dibêjim ev e. Sirûşta civakî bi karekterên wiha ava nabe.  Ji ber ku raçînka wê ya esasî sincî û polîtîk e.  Heke mirov çiraxê jî bide ber mirov nikare van wesfan bi vê kesayatê re bibîne. Dewlet dikarin bi van kesayatan re bimeşin. Lê ti civak nikare bi vê kesayatê re bimeşe. A rast, ev kesayat tê maneya redkirina civakê.

Ji ber ku dewlet jî wê bêyî civakê nebe em careke dî bi rewşeke wiha re rûbirû ne ku dewlet û civak di zik hev de bi krîzekê re ne. Rewşe kesayatiya bêkesayat ku takekesitiya kapîtalîst gihaştiyê ji terisîna krîza civak û dewletê wêdetir ne tiştekî dî ye. Aşkere ye, heta ku civak û takekest nekeve vê rewşê ne sermiyan û ne jî yekdestiyên desthilatê û rêveberiya netew-dewletî ku forma dewleta yekbûyî ye ne pêkan e. Krîza civakî rewşeke ji krîzeke avaniyê wêdetir vedibêje. Li şûna avaniyekê avaniyeke dî dikare were danîn. Lê jidestçûna wesfên sereke yên civakîbûnê, bi jinûveavakirinê bi hêsanî çareser nabe. Hewce dike ku civaka sincî û polîtîk ji nû ve were avakirin. Zehmetî ev e.

YEKDESTIYA SERMIYANÊ BAJAR, BAJÊR JÎ ÇOLTER QURPANDIYE

Mantiqa di bin mezinbûna hijmarî ya bajaran de ew e ku civaka ne kapîtalîst bike mêtingeh, desthilat were zêdekirin û çîna navîn bîne ser asta rêveberiyê. Her sê geşedan jî bi tasfkirina civaka exlaqî û polîtîk pêkan e. Ev tenê civaka gundewar-çandiniyê û civakên koçber tasfiye nakin, derdorên kevneşopî yên yên ku xwedî fonksyiona karîger ên bajêr in, sineatkaran, zineatkaran, rewşenbîran û kedkarên din jî ji hêla madî û manewî ve dixe pêvajoya tasfiyekirinê.  Ji civaka bajêr ber bi girseya bajêr ve bihurandinek çêdibe. Qada çolter jî diçe qiraxan, dibe xwedî statûya mêtingehê ya ku bêhtir ketiye ber kontrolê. Yekdestiyên dewlet û sermiyanê bajar û bajaran jî çolter qurbandine. Civaka ku êdî ji civakîbûnê hatiye xistin jî hawîrdor qurpandiye. Wekî ku êdî civaka çolterê ya ku wê wê bajêr hilgire, ne hawîrdor, ne kedkarên bajêr ên kevneşopî û rewşenbîrên wê mane, naxwe encama ku derketiye holê ji krîzê jî wêdetir e. Ne tenê bobelata hawîrdorê,  qira civakî ya rastî rasterast bi vê pençeşêrîbûna civakê re têkildar e. Tespîteke hevpar a zanistan e ku bi bajarên ku ne herêmek lê welatek jî nikare bi serê xwe ragire, derbeke kuştinê li hevsenga ekolojiyê hatiye xistin. Şanîdêrên tasfiyekirina ku li ser civakê hatiye ferzkirin jî şewatina raçîna sincî û polîtîk a bi destê çîna navîn a rêveber e ku mîna ûrekî mezin dibe, girseyê zêdebûyî yên bêkar û hêwirzeya welatiyên bêberpirsyarî ye.

KAPÎTALÎZM YEKDESTIYA DIJ ABOROYÊ YE

Hêza hegemonîk ya yekdestên dijî aboriyê ya ku her diçe zêdetir dibe, kanên aborî rajêrî serhevîkirina kar-sermiyanê dike, civakê ji rewşa ku hewcehiyên xwe yên sereke bi cih bîne dûr xistiye. Berevajî ya ku tê zanîn,  kapîtalîzm ne pergala aborî ya herî hilberandiniyê ye, bi buxranên pergalî nîşan dide ku yekdesta dijberî aboriyê ye. Li gel hemû tezlên berevajî yên ekonomî-polîtîkê jî şebekeyên yekdest ên kapîtalîst bi qasî ku mirov nikare bide ber ya ti serdemê, aborî ji pergala ku hilberandinê ya ku ji hewcehiyên mirov re dibe bersiv veguherandiye ser pergaleke wiha ku serhevîkirina karê domdar û sermiyanê daye ber xwe. Geşedanên zanistî û teknîkî bi wê astê ne ku dikarin hewcehiyên sereke yên mirov bi cih bînin. Bi rêveberiyeke rast a aboriyê bi bikaranîna zanist û teknîkê ev hewceyî dikarin werin bicihanîn. Ji ber ku wê serheviya kar û sermiyanê bikeve talokeyê yekdest derfeteke wiha ya geşbûnê nadin aboriyê. Di vê rewşê de dijberiya aboriyê dibe bivênevê.

KARA YEKDESTÊ BIVÊNEVÊ RÊ LI BER BÊKARÎ, HEJARÎ, BIRÇÎBÛN Û ŞER VEDIKE

Divê em di vê rastiyê de li buxrana sîstemîk û avanî bigerin.  Bêkariya zêde ku di dîrokê de mînakên wê nînin (di dîrokê de pir kêm behsa kole û serfên bêkar tê kirin), di serî de hejarî û birçîbûn, ya ku bi kêmbûna hilberandinê an jî zêdebûna wê tim xwe diterisîne (li gel asta wan a kêm an jî zêde) ji bo ku buxran û krîz werin sivilkirin, şer û pevçûnên ku amûrên çareseriyê yên ededî ne, bêhtir têne geşkirin, domdarkirin û bi rengekî rêveberiya krîzê tê avakirin. Dijberiya aboriyê mecbûrî rêveberiya krîzê tê kirin. Bi rengekî dî nikarin bibe rêveber.  Divê mirov baş fêhm bike ku rêveberiya netew-dewletî rêveberiyeke anormal a krîzê ye. Ji civakîbûnê xistina civakê û veguherandina ser kerî-girseyeke faşîst ne tenê rêveberiyeke resenî Hîtler e, têkilî karakterê milîtarîst ê netew-dewletê ye.

Ji ber ku pergala yekdest bi rengekî dî wê nikaribe were domdarkirin, rêveberiya netew-dewletî ya  forma dewletê ku ku civakê bi hiştî dorpêç dike û heta bi şaneyên wan xwe berdide, bi rengê rêveberiya krîzê divêtiyek e. Afirandina neteweyê armanca talî ye. Milliyetgirî jî li gel hêmanên din ên îdeolojîk bivênevêya vê rêveberiyê ye.

Ji hev cihêkirina buxranên bazirganî, sinaî û fînansî yên têkilî yekdestên kapîtalîst yek ji şêwaza dahurandinê ye ku tê bikaranîn. Her wiha qonaxên buxran- rehetiyê yên ku têne nepixandin rastiya pergalê venabêje.  Ne xeleka navend-derdor, ne hegemonya-reqabet, ne buxran-rehetî rastiya pergalê venabêjin. Bêguman para van hemû rasteqiniyan di buxranê de heye.

Tespîteke rast e ku dibêje qonaxa hegemonîk a a yekdestên fînansê ew serdem in ku herî pir krîz lê çêdibin. Lê heta ku dijberiya li aboriyê ya pergalê neyê fêhmkirin,  mirov hay jê hebe ku ti maneya van rastiyan  nîne û wiha mirov dahurandinan bike wê pir girîng be.

Têkiliyeke pir nêz di navbeyna krîza civakî (a rast qirkirina civakî) û krîza ekolojîk de heye. Krîzên li du qadan tim hev têr dikin. Kara yekdestê bi rengekî bivênevê rê li ber zêdebûna nifûsê, bêkarî, hejarî û birçîbûnê vedike, nifûsa ku zêde dibe, ji ber bêkarî, hejarî û ziktêkirinê ji bêgavî ziyanê dide hawîrdorê.  Talokeyeke mezin li ser cîhana daristan, nebat, ajalan çêdibe. Bêguman ev rewş ji bo yekdestan dibe zêdetir kar. Her ku xelek didome (mînak dku nifûs bibe 10 milyar û hê bêhtir) hevsenga ragiriya cîhanê bi temamî difeşkile. Qiyameta ku tê payin wiha pêk tê. Rengê bi tendiristî yê mezinbûnê û rengê peneçeşêrîbûnê li şaneyê çawa şaş dibe û dibe sedema pençeşrê û rê li ber mirinê vedike, bi heman rengî mezinbûna kara yekdestan jî bi hemû astên mezinbûna civakî rê li ber mezinbûna bi tendiristî digire,geşedana bi şêwaza pençeşêra civakî û hawîrdorî  dide destpêkirin.

Bi ser de ji hêla tibî ve dikare were vegotin  nexweşiyên pençeşrê yên biyolojîk ên bi mirovan re, weke encama vê pençeşêrîbûna civakî ye. De qey wê zîrektiya azadî û hilbijartinê ya hebûna sirûşteke wiha ya  celebê mirov ku asta zekaya wê ya vezîlokî zêde ye, ne kêmî ya gêrikan e.

Gelo hatiye dîtin ku gêrik bêkar mane ku mirov bi rewşa zekaya xwe ya berdest bêkar bimîninin? Dema ku qanûna karkirinê mirov daneyne ber xwe, tenê guherandinên li qada ekolojiyê bi serê xwe jî dikare derfetên wiha yên îstîhdamê bi xwe re bîne ku dawî li rewşa bêkarbûnê bîne.

Îstîhdamên bi armanca ekolojîk ji aliyekî ve wê hawîrdorê xilas bike, ji aliyê jî dî ve jî dikare bi temamî dawî li bêkariyê bîne. Mirov dikare bi sedan qadên wiha bibîne. Lê li gorî qanûna karê zêde ji ber ku ne bikar e, ji îstîhdamê bêpar têne hiştin. Têkiliya ekolojîkkirinê û pergalê bi krîz e û bi rewşeke wiha ye ku nikare were domandin.