Ocalan: Di bingeha krîzê de paşverûtiya netewe dewletê heye

Şer û krîzên ku pêk tên ne bi tenê ya modernîteya kapîtalîst a du sed salî ye, di heman demê de krîz û şerên şaristaniya bi dewlet û çînî ya pênc hezar salan e. Çareserî divê van rewşan ji xwe re bikin bingeh.

Modernîteya kapîtalîst bi netewe dewletê civakên Rojhilata Navîn neda sekinandin, bi netewe dewletan em bomberdûman kir a ku bandora wê bi dehan katan ji bombeyên atomê yên Hîroşamayê zêdetir e. Mirov dikare bibêje ku nirxên çandî yên hevpar ên ku bi hezaran salan ava bûye, bi bomberdûmana netewe dewletê ya du sed salan hate parçekirin. Rê li ber feşkilîn û parçebûneke wisa vekir ku tu çekên fîzîkî nikarin wî tiştî bikin. Ne pergalên şaristaniyên bi dewlet, ne jî pergalên komunal civakên Rojhilata Navîn di tu serdemên dîroka xwe de ji nasname û yekparetiya xwe ya di bin hegemonyaya modernîteya kapîtalîst nehatin dûrxistin, ji hev nehatin parçekirin û nebûn biyaniyên hev.

….

YEK ZIMAN, YEK DÎROK, YEK ALA, YEK NETEWE, JIYANEKE YEKTÎP

Girîng e ku mirov dîmenên netewe dewletê ya li Rojhilata Navîn ji gelek aliyan ve ronî bike. Dema were ronîkirin wê peywirên exlaqî û polîtîk jî diyar bibe.

1. Netewe dewlet ligel hemû îdeayên xwe yên zanistî, wekî heqîqeteke civakî hebûniyeke herî qels û neyînî ye. Rola wê ya sereke ev e ku li ser navê homojenîzekirinê kodên dewlemend ên xwezaya civakî bike yek. Yek ziman, yek dîrok, yek ala, yek netewe, siyaseta yektîp, jiyana yektîp û îdeolojiya yektîp bi homojenîzekirina xwezaya civakî bi hev re tên kirin. Dema avadaniyên civakî yê tevlihev û cihê, tên basîtkirin û dibin yektîp, heqîqet û dubendiya reş û spî, hatiye neyînîkirin û qels cih diguherînin. Nêrîna li cîhanê ya herî kevneperest, şoven û faşîst li ser vê avadaniya dubendiya basît dimeşe. Van pêkanînên yektîp ên desthilatdariya netewe dewlet, ji ber meyla kara zêde ya kapîtalîzmê ye. Heta ku komên cihê yên civakê azadî û rûmeta xwe biparêzin, wê meyla kara zêde nikaribe bidome. Lê qadên jiyanê yên di bin serweriya neteweyî ya yektîp were helandin, wê di nav civakê de du çînên wekî proleter û birjûwa pêk were. Pêvajoya kara kapîtalîst bi vê diyarkirina çînî giştî dibe. Danheviyên çandî yên maddî û manewî yên di dîrokê de kom bûne, dibin qurbaniyên homojenîzekirina du çînî. Ev qurbanîkirineke rastîn e. Çiqas ziman, fikr, bawerî, feraset û avadahiyên exlaqî û polîtîk hebe, di nav vê çarçoveya giştîkirinê de ye. Du metod tên pêkanîn, qirkirina çandî û fîzîkî û asîmîlasyon. Asîmîlasyon heke bi ser nekeve, qirkirinên fîzîkî û çandî dikevin dewrê. Ev metod piranî di nav hev de tên pêkanîn. Pêvajoya ku jê re dibêjin heqîqetkirina qels û neyînî yan yektîp wisa didome.

POZÎVÎTÎZM MÛCÎDÊ SIXTEKARIYÊ YE

2. Divê mirov bi girîngiyeke mezin li ser hêmanên teokratîk û teolojîk ên netewe dewletê bisekine. Hegel diyar dikir ku netewe dewlet bûye xwedayê ku daketiye ser rûyê erdê, bi vî tiştî re ne bi tenê nirxandineke sembolî dikir. Netewe dewlet wekî pêkanîna fikrên li ser navê xweda hatine komkirin ên di hemû serdanan de şîrove dikir. Ji bo fêmkirina vî tiştî wê bes be ku mirov li temamiya fikran binihêre yên ku rê li ber Şoreşa Fransayê vekiriye. Pozîvîtîstan dema ku digotin netewe dewlet û serwerî ji xweda hatiye stendin û dewrî neteweyan hatiye kirin, haya wan jê tunebû ku ew çiqasî xwedaparêziyê dikin. Ji ber ku wan nedizanîn serwerî çi ye û şîrovekirina wê ya rast ne li gorî berjewendiya wê bû. Serwerî bi xwe tê wateya kombûna desthilatdariyên hîyerarşîk û dewletê yên di dîrokê de û mêtingeriya nirxên li ser bingeha tehakuma ku li ser navê xweda (efendî) li ser civakê tê kirin. Rastiya ku serweriya li ser jêderka xwedayî û ew kirine efendî gelekî zelal e. Heke rabin bibêjin ‘Bi Şoreşa Fransayê re serwerî ji jêderka xweda derketiye û netewe dewlet bûye çavkanî û jêderka wê’ wê ev gotin li ser zanista civakî sixtekariya herî mezin be. Pozîvîtîzm mûcîdê vê sixtekariyê ye.

….

Di teolojiya netewe û neteweparêziyê de yek ji hêmana ku divê li ber çavan were girtin, rûpoşa zanyariya pozîtîvîst bidin ber çavê xwe û wekî ku ne dîn û metafîzîk e, xwe wisa bidin nîşandan. Dijberiya li hemberî dîn û metafîzîkî ji xwe re dikin rêbazeke bingehîn û li ser navê ‘zanyariyê’ jî dikevin nav razberkirineke dînî. Heqîqetiya netewe dewlet û dînperweriya wê girêdayî hev in. Armanca hevpar ev e ku teşeyên jiyana cihê ya rastiya civakî bihelîne, tasfiye bike, reş bike û dîroka wê ji holê rake. Derbirîna heqîqeta dewlemend li ser vî bingehî qels dike û pergala xwe ya hegemonîk jî wekî tekane heqîqeta meşrû pêşkêş dike.

TÊGEHÊN WELAT Û NETEWE

3. Endamên feraseta netewe dewlet û avadaniyên wê yên ku li ser jiyana çandî ya Rojhilata Navîn hatiye ferzkirin, hê jî bi perspektîfa yekpar û dîrokî nehatiye analîzkirin.

...

Tu nijadperestî nikare sûdê ji heqîqetê bigire ji ber vê jî ne hêmana xurtbûnê ye. Ev rewş bi awayê herî balkêş di pratîka Hîtler de pêk hatiye. Di warê nêrîna netewe dewletê de sînorên ku pîroz hatine dîtin, derew in û li gorî berjewendiya hegemonyaya global hatine diyarkirin. Têgehên welat û netewe wekî sembolên teolojiya nû nikarin derkevin derveyî çarçoveya heman berjewendiyê. Dema ku derkevin wê gelekî dijwar be ku ji xezeba xwedayên hegemonîk rizgar bibe. A rast hemû sînor, welat, netewe, çîna navîn û burokrasiyên ku di du sed salên dawîn de li herêmê tên avakirin bi xwedabûna netewe dewletê kor bûne. Rastiya xwe wekî rastiya ezelî û ebedî dibînin. Lê dema kesên ku hişê wan ji heqîqetê re piçekî vekiriye, li vê rewşê binihêre wê bibîne ku ev îcadên fantastîk ên meşrûkirina berjewendiyên hegemonîk ên du sed salan e. Avakirina netewe dewletên Tirk û Îranî berhemên heman berjewendiyên hegemonîk e.

Yekparetiya çanda Rojhilata Navîn bi parçekeriya netewe dewlet a modernîteya kapîtalîst di nav nakokiyeke kûr de ye. Modernîte wekî qefesa ji hesin a li ser rastiya jiyana hevpar e. Ji ber ku şîddet her dem di rojevê de ye, ev tişt dibe rastî.

Hêza analîzkirin û çareserkirinê ya modernîteya demokratîk li hemberî netewe dewletê gelekî zelal e. Rastiyên civakî yên ku hêzên hegemonîk ên kevn û nû bi dîrokên xwe dixwazin bidin jibîrkirin, bi nêziktêdayîna modernîteya demokratîk di nav dîroka xwe ya cewherî heqîqeta hebûna xwe îfade dikin.Analîza derbarê hêzên hegemonîk, li hemberî dijberê xwe wekî dîrok û heqîqetê derdikeve holê. Rastiyên civakî di tu deman de ne bê dîrok in û ne bê heqîqet in jî. Li hemberî hegemoniya netewe dwelet a li ser çanda civakî ya yekpariya dîrokî ya Rojhilata Navîn antîteza modernîteya demokratîk civaka exlaqî û polîtîk e.

NETEWE DEWLET WEKÎ ÎNKARA CIVAKA EXLAQÎ Û POLÎTÎK PÊK TÊ

a- Netewe dewlet wekî înkara civaka exlaqî û polîtîk pêk tê. Ji dêvila exlaq qaîdeyên hêzên yên bi hiqûqa navneteweyî pêk tîne. Belavkirina hêzê ya di teşeya hiqûqê de di çarçoveya netewe dewletê de dijî. Ji dêvila civaka polîtîk birêvebirina burokratîk a hişk dixe meriyetê. Înkara civaka polîtîk di warê şênber de wekî birêveneçûna pergala demokratîk xwe dide der. Herçiqas qala parlemento û hilbijartinan were kirin jî, destûra bingehîn a nenivîskî ya avadaniya îdarî ya olîgarşiya burokratîk a nelê ye. Desthilatdariya netewe dewletê ya ku xwe bera nav damarên civakê die, di bin qewlikê hiqûqî de wekî wekî birêvebirina raya giştî pêşkêş dike. Hilbijartin û parlemento rola cîlaya meşrûiyetê ya vê birêvebirinê pêk tîne. Civak, gel û netewe, bi netewe dewletê re dibe yek. Li hemberî vê rastiya hegemonîk a ku modernîteya kapîtalîst kiriye gerdûnî, ji xeynî parastina civaka exlaqî û polîtîk tu rêyên din tune.

Xwezayên civakî di warê cewherî de exlaqî û polîtîk in. Nabe ku civak û takekesên bêyî exlaq û polîtîka bin. Dibe ku li ser civakê bêexlaqtî û bêpolîtîkatî were ferzkirin. Dibe ku behremendiyên exlaqî û polîtîk xerab bibin, nikaribin rola xwe bi cih bînin û qels bibin, lê tu carî naqedin. Heke ji civakbûnê were derketi wê tunekirina wê pêkan be.

TAKEKESÊN BÊ EXLAQ Û BÊ POLÎTÎKA NIKARIN LI BER XWE BIDIN

Li Rojhilata Navîn hêmanên berxwedanê yên xurt diyar dike ku hêmanên exlaqî û polîtîk ne qels in. Yeke û takekesên bêexlaq û bêpolîtîka nikarin li ber xwe bidin. Bi tenê hînî stûxwarkirinê bûne.Berxwedan, koçerî û hebûna di nav malbat, qebîle, eşîr, mezhep û neteweyan de bi qasî ku redkirina netewe dewletê ye, ji bo civaka demokratîk jî bangek e. Geşedanên di çanda Rojhilata Navîn de wekî ku oryantalîzm dixwaze bide qebûlkirin ne paşverûtî, serdema navîn û anarşî ye, tê wateya dewlemeniya modernîteya demokratîk. Şikandina diyardeyên civakî encama kêmkirina wate û heqîqetê ava dike. Dewlemendiya çandî çiqasî were homojenîzekirin, di warê îfadekirina wê ya wate û heqîqetê ewqasî kêmbûn pêk tê. Îdarekirina hilberandina hemwelatiyên yektîp ên netewe dewletê, tê wateya takekesên ku potansiyela xwe ya wateyê ji dest daye, hatiye jiberkirin û ji xeynî çend dogmayan hişê wan naxebite, merasîmên fermî wekî teşeya îbadeteke nû fêm dike.

Nirxên exlaqî û polîtîk ên bi civaka demokratîk re dikevin meriyetê, heqîqeta potansiyela dewlemendiya wateyê diafirîne. Civaka ku xwe dispêre heqîqetê jî di hevsenga îdeal a takekes û civakê de dijî.

b- Li hemberî teolojiya pozîtîvîst a netewe dewletê, civaka exlaqî û polîtîk di warê zanist û zanatiye de xwe dispêre felsefeyê. Laîktî û sekulerî di warê prensîbê de ji dogmayên dînî ne cihê ne. Bi dilqê netewe dewletê re, mirov ji dînparêziyê pak nabe, bi tenê teşeya wê diguhere. Dogmayên netewe dewletê yên ku zanyariya pozîtîvîst bi lez hildiberîne, ji dogmayên dînî yên serdema navîn hişktir e. Şer û mêtingeriya ku ava kiriye,vê hêmanê îspat dike. Divê baş were zanîn teolojî, modernîteya kapîtalîst jî di nav de, wekî amûra meşrûiyeta îdeolojîk a şaristaniya çîn û dewletê hatiye avakirn. Li hemberî hêmanên zanist û zanatiyê yên civaka exlaqî û polîtîk wekî antîtezekê çêbûye. Nirxên exlaqî û polîtîk her dem rê li ber zanist û zanatiyê vekiriye, zanist û zanatî jî her dem pişta civaka exlaqî û polîtîk xurt dike. Theo (Xweda) û logîk (aqil) wekî derbirîna civakî ya ku xwe ferz dike, dewleta xweda-kral e. îfadenekirina vî tiştî jî tê wateya ku sosyolojiya Rojava jî xwe ji cewhera dewlet û kral têr dike. Bi gava pozîtîvîzmê re, teolojî dikeve qonaxa herî xetere. Kî dikare înkar bike ku ji asmanîbûna xweda zêdetir rê li ber mêtingerî, xwîn û hêsiran venekiriye! Bi taybetî tecrubeya du sed salên dawîn a xwedayê netewe dewletê li ber çavan e. Bernavkên vî xwedayî çi ne? Çîn, netewe, ala, sirûd, çîna navîn, burokrasî û hemwelatiyên monolîtîk. Di bin bernavkan de xwedayê netewe dewletê çi kir? Di dîrokê de şer û mêtingeriyên mezin çêkir. Wekî Demîûrg (Xwedayê mîmar) li dinyayê pergala netewe dewletê ava kir.

Civaka exlaqî û polîtîk ji bo jiyanê pêdiviya wê bi van xwedabûnan tune. Zanatî ji teolojiyê hêjatir e.

CIVAKA EXLAQÎ Û POLÎTÎK CIVAKA NETEWEYÎ ÎNKAR NAKE

c- Civaka exlaqî û polîtîk civaka neteweyî înkar nake. Taybetiya civakan ev e ku her dem teşeyan biguherînin. Cihêbûna forman dewlemendiya jiyanê ye. Tişta ku li dijî wê tê derketin, girtîbûn û hişkbûna formên civakî ye. Paşverûtî israra di hişkbûn û girtîbûna forman de ye. Têkiliya xwe bi esnekbûna formên azadiyê heye. Nasnameyên civakî çiqasî esnek û vekirî bin, ewqasî cihê dibin û bi azadî dijîn. Feraseta nasnameya netewe dewletê girtî û hişk in. Faşîzm ji ber vê ferasetê ava dibe. Têgihiştina ji nasnameyên civakî li derve û hundir wekî şer xwe didin der. Çi dînî be û çi jî neteweyî be, ev şer tên wateya şerê nasnameyan. Yek ji sedema ku li Rojhilata Navîn şerên dînî û neteweyî pêk tên, têkiliya xwe bi feraseta nasnameya modernîteya kapîtalîst heye. Nasnameyên netewe dewlet ên ku ji parzûna xwe ya hegemonîk derbas kiriye, di nava xwe de wekî dûmahîk û sîxurên vê nasnameyê ne. Nasnameya navendî her dem wekî biryargeha navendî kar dike.

DI BINGEHA KRÎZA AVADANIYÊ DE PAŞVERÛTIYA NETEWE DEWLETAN HEYE

Îro li Rojhilata Navîn wekî li dinyayê nasnameyên netewe dewletê yên du sed salên dawîn kevn bûne û li pêşiya kapîtalîzmê bûne asteng. Di bingeha krîza avadaniyê de paşverûtiya netewe dewletan heye. Ev nakokî di nav pergalê de heye. Lê çareserî jê re nayê dîtin. Ji Efganistanê heta Fasê, ji Kafkasyayê heta okyanûsa Hindê di navbera netewe dewlet û kapîtalîzma global nakokî zêde bibin û rê li ber şeran vedibe. Kapîtalîzm baş dizane ku ew ê nikaribe netewe dewletê tasfiye bike. Dema ku dixwaze reforman li ser wê bike jî her dem berxwedanek derdikeve pêşiya wê. Di encama van tiştan de jî krîz û şer derdikeve holê. Projejay Rojhilata Navîn a Mezin a DYE’yê ji ber vî tiştî ava bûye û bi vê rastiyê re em dikarin bibînin ku çima pêk nayê. Xitimandina li herêmê ji aloziya şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn kûrtir e. Ji ber vê jî qet çareser nabe.

Ji ber vê jî heta nasnameya hişk a netewe-dewletê neyê derbaskirin wê ji tu problemê re çareseriyeke watedar neyê dîtin. Li Iraq û Efganistanê hemû hewldanên ji bo avakirina netewe dewletê belasebeb diçe. Piştî şerê cîhanê yê duyemîn DYE alîkariyeke biçûk (Alîkariya Marshall) dabe welatên Ewropayê jî ji bo Iraqa ku biçûk e çiqasî piştgirî hatibe dayin jî avakirin pêk nayê. Tiştên li Iraqê pêk tên, rastiyên hemû herêmê li ber me radixe. Ev jî ji me re qala îflas û krîza modernîteya kapîtalîst dike. Netewe dewletên li Rojhilata Navîn tevî endustrîyalîzm û kapîtalîzma xwe bi tenê krîz û şeran ava dike.

Divê dîsa were diyarkirin ku şer û krîzên pêk tên ne bi tenê ya modernîteya kapîtalîst a du sed salî ye, di heman demê de krîz û şerên şaristaniya bi dewlet û çînî ya pênc hezar salan e. Çareserî divê van rewşan ji xwe re bikin bingeh.

Ji berhema bi navê ‘LI ROJHILATA NAVÎN KRÎZA ŞARISTANIYÊ Û ÇARESERIYA ŞARISTANIYA DEMOKRATÎK’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye berhevkirin.