Niha dema hilweşandina faşîzmê û bidestxistina azadiyê ye

Tê dîtin ku dema hilweşandina faşîzmê û bidestxistina azadiyê hatiye û bi pêngavên van berxwedanan re wê faşîzm were hilweşandin û azadî were bidestxistin. Ji ber vê jî ne mumkun e ku mirov tevlî vê banga berxwedanê nebe.

Sala çilemîn a darbeya faşîst û leşkerî ya di 12’ê Îlona 1980’an de bi dawî bû û em ketine sala çil û yekemîn a darbeyê. Bêguman darbeya 12’ê Îlonê ya faşîst ne êrîşeke leşkerî ya ji rêzê bû. Ji xeynî artêşê hemû saziyên dewletê rûxand û dewleteke nû ava kir. Li ser vî bingehî cûntaya Kenan Evren li gorî feraset û siyaseta xwe xwest civakeke nû ava bike. Niha her kes qala guherînên çil salan ên di nav dewlet û civakê de nîqaş dikin. Dixwazin fêm bikin cûntaya 12’ê Îlonê dewlet û civakeke çawa ava kirine. Mixabin nîqaş teng û ne kûr in.Feraseta ku di wê demê de darbeya faşîst û leşkerî ya 12’ê Îlonê baş fêm nekiribû û helwesteke şoreşger û demokratîk a xurt nîşan nedabû, niha jî dewlet û civaka ku ji ber darbeyê ava bûye, baş fêm nake.

Wekî ku tê zanîn darbeya faşîst û leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an darbeyeke NATO’yê bû. NATO wekî berhem û amûreke têkoşîna li dijî Yekîtiya Sovyetê ava bû û roleke wisa lîst. Projeya ‘nifşê kesk’ bû ya ku NATO’yê li dijî Yekîtiya Sovyetê hatibû avakirin. Li gorî vê projeyê li Rojhilata Navîn rêxistinên wekî Talîban, El Kaîde, Îhvanî Muslim û piştre rêxistinên wekî DAÎŞ’ê hatin avakirin. Li Tirkiyeyê jî piştî rêveberiya darbeya 12’ê Îlonê pêşiya ‘Îslamiya siyasî’ hate vekirin. Piştgirî dan tarîket û saziyên wekî wê. Piştî hilweşandina Yekîtiya Sovyetê ev sazî ji bo ku li dijî PKK’ê werin bikaranîn her dem hatin xurtkirin. AKP’ya Tayyip Erdogan jî bû xeleq û lûtkeya vî tiştî. Ji ber vê jî divê baş were zanîn ku kesayetiya Tayyip Erdogan û AKP berhema pêvajoyeke çawa ne.

Cûntaya Kenan Evren her çi qasî xwe wekî ‘Ataturkparêz’ dide nîşandan jî, di boçûna wê ya li ser Îslamê de gelekî zelal xuya dibe ku, rêgezên komara Kemalîst çawa guherandiye. Aliyekî girîng ê vê guherînê jî di warê feraseta nijadperest de pêk hat. Ji dêvila xeta Mûstafa Kemal a bi navê ‘Nijadperestiya Anadolûyê’ xeta Cemîyeta Îttîhat Terakkî ya ‘Tûranî’ û ‘Sêva sor’ ya ku dixwestin ‘Hêza Tirkbûnê ya dinyayê’ bike yek hate hilbijartin. Alparslan Turkeş ê ku serekê vê xetê bû di dadgehê de gotibû ‘Fikrên li ser desthilatdariyê ye lê em di girtîgehê de ne’ û li xwe mikur dihat ku xeta cûntaya 12’ê Îlonê xeta wan e. MHP a ku di rejîma darbeya 12’ê Îlonê de fikrên wê desthilatdar bû, niha jî di rejîma darbeyê ya AKP’ê de rêberiyeke fikrî dike û ev jî ne tesadufî ye.

Dema ku mirov baş bala xwe bidiyê, wê were dîtin ku xeta ku darbeya faşîst û leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an ji xwe re kiriye esas, xeta Îttîhad Terakkî ya bi navê ‘Senteza Tirk û Îslamê’ ye. Ev xeteke şoven, nîjadperest, Tûranî, şerker û qirker e. Hewl dide ji qirkirina çand û gelên din, neteweya Tirk ava bikin. Ji ber vê jî ji asîmîlasyonê heta qetlîamê her cure metodê bi kar tîne. Xeta ku tifaqa AKP û MHP’ê ya li ser bingeha ‘Plana Çokdanînê’ li hev kiribûn, ev xet e. Ev xeta MHP’ê ye û ya rast AKP tevlî vê xetê bûye. Tayyip Erdogan ê ku têra xwe pragmatîst e, dîtiye ku şansa wî ya mayina li ser desthilatdariyê tevlêbûna xeta MHP’ê ye û bêyî fikar tevlî vê xetê bûye.

Li ser vî bingehî di şeş salên dawîn de li Tirkiyeyê makîneyeke mezin a zilmê hatiye avakirin. Kesayeta Tayyip Erdogan bi piştgiriya MHP’ê Kurd di serî de zext, qetlîam û faşîzmeke mezin li ser hemû gelên bindest, Elewî, jin û kedkaran kiriye. Ev kirinên wan dişibin wekî yên Nemrûd, Fîrewn, Neron û Cengîz Han. Bi taybetî li dijî gelê Kurd ji zext û qetlîamên herî giran heta heqaret û dek û dolabên mezin her tişt kirine. Bi qasî ya Cemîyeta Îttihad Terakkî û cûntaya Kenan Evren zext û zilm kirine.

Niha tê dîtin ku dawiya vê zilmê tê. Wê qesra 1150 odeyî ya Tayyip Erdoganê faşîst jî nikaribe dîktatoriya wî biparêze. Li ber çavan e ku wê zêde nikaribe komên çeteyên faşîst ên ji her dera dinyayê kom kirine, li ser lingan bihêle. Tayyip Erdoganê faşîst yê ku di warê feraset û siyaseta faşîst de zilma wî zêde ye, êdî hatiye dawiya temenê xwe. Ew çiqasî qala 2023’an bike jî îxtîmala ku sala 2021 bibîne jî gelekî kêm e. Ji ber ku êdî civaka Tirkiyeyê jî gelekî hêrs bûye. AKP parçe bûye, piştgiriya civakî ya ji bo tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê jî gelekî kêm bûye. Êdî ciwan, jin û ronakbîr di serî de, ji her beşa civakê helwest tên diyarkirin. Li derve jî li Sûriye, Iraq û Sûriyeyê, li Rojhilatê Behra Spî û li qadên din şer didome. Hindik maye bi Fransa û Yewnanistanê şer bikin û ew û NATO jî hatine hemberî hev. Diyar e ku êdî dema hilweşandina faşîzma AKP û MHP’ê hatiye.

Em gelekî baş dizain ku Berxwedana Zindanê ya 1982’an, Pêngava Şoreşger a Gerîlayan a di 15’ê Tebaxa 1984’an de darbeya faşîst û leşkerî ya 12’ê Îlonê pûç kiriye û ew li Kurdistanê rûxandiye. Niha jî rejîma faşîst û leşkerî ya 12’ê Îlonê li Kurdistanê derb ji gerîla û gel xwariye, maskeya wê ya siyaset û feraseta faşîst hatiye xistin û hatiye ber asta hilweşandinê. Di pêvajoyeke wisa de, pergala kapîtalîst a global hatiye hawara wan, bi komploya navneteweyî ya ku rêveberiya DYE plana wê kiriye bi faşîzma AKP û MHP’ê hewl tê dayin pergal hilneweşe. Lê êdî faşîzma AKP û MHP’ê jî hatiye dawiya temenê xwe. Ji bo vê jî wekî Berxwedana Zindanan, Berxwedana 14’ê Tîrmehê û pêngava gerîlayan a 15’ê Tebaxê hewce dike.

Ji serê sala 2020’an ve bi pêngava şoreşger a li ser xeta qehremaniyê ya hêzên YPG û YJA Starê berxwedaneke wisa hatiye destpêkirin. Wekî bi çalakiyên Dihê û Şemzînanê re rejîma darbeyê ya 12’ê Îlonê hate têkbirin niha jî bi Berxwedana Heftanînê jî faşîzma AKP û MHP’ê tê têkbirin.Artêşa Tirk di sala 2008’an de li Zapê derbeke giran xwaribû û tê dîtin ku faşîzma AKP û MHP’ê jî li Heftanînê derbên giran dixwe. Çawa ku piştî têkçûna Zapê li Tirkiyeyê serweriya artêşê bi dawî bû, îro jî bi têkçûna wan a Heftanînê wê faşîzma AKP û MHP’ê were hilweşandin.

Pêngava hilweşandina faşîzmê ya ku milîsên YPS û HBDH’ê ji serê salê dane destpêkirin, berxwedana girseyî yên hêzên gel û ya jin û ciwanan li berxwedana gerîlayên qehreman ên li çiya û bajaran şer dikin, zêde dibe. Tê dîtin ku pêngava berxwedana bi şîara dawî li tecrîd, dagirkerî û faşîzmê bîne, niha dema azadiyê ye wê bi berxwedana li Heftanînê bibe sedema hilweşandina faşîzma AKP û MHP’ê. Tê dîtin ku dema hilweşandina faşîzmê û bidestxistina azadiyê hatiye û bi pêngavên van berxwedanan re wê faşîzm were hilweşandin û azadî were bidestxistin. Ji ber vê jî ne mumkun e ku mirov tevlî vê banga berxwedanê nebe. Nexwe divê peywira hemû hêzên antîfaşîst ev be ku faşîzma AKP û MHP’ê ya ku li Heftanînê têk çûye, mirov wê di nav dîrokê de têxe bin axê.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA