Nêrînek li ser jineolojiyê

Niha em ê hewl bidin hinekî wateya femîn û îzm ê ji we re eşkere bikin. Femîne di zimanê Fransayê de yanî jin, îzm jî di wateya perestiyê de tê bikar anîn. Ji bo nimûne mirov bi çi awayî dikeve di nava bandor û pencên “Perestiyê” de.

Niha em ê hewl bidin hinekî wateya femîn û îzm ê ji we re eşkere bikin. Femîne di zimanê Fransayê de yanî jin, îzm jî di wateya perestiyê de tê bikar anîn. Ji bo nimûne mirov bi çi awayî dikeve di nava bandor û pencên “Perestiyê” de. Pergala serdest bi hemû rêbazên “îzm” zanistperestî, sermaye perestî, civak perestî, zayendperestî û hwd. bi rêbazên şerê derûnî yanî “psîkolojîk” hemû mirovan nexweşî perestiyê dike ango nexweşî “îzm ê” dike. Ji lewra pêwîstiya “Lojî” hatiye dîtin da ku civak bi her awayî bi ser xwe ve were. Bêguman pergal bi her şêwayî dixwaze “Lojî” ango eger em bibêjin zanist wê di cih de be, di xizmeta berjewendiyên desthilatiya xwe de li dijî civak û ferdê wê dide pêkanîn ku ji bona ji hêla psîkolojîk ve civakê esîr bigire. 

Di vê maneyê de em dixwazin li vir kurte raveyek di derbarê “Lojî” yê de wekî “îzm” ê tarîf ango pênase bikin. (Lojî di maneya zanista exlaqî a civakî de dikare were bikaranîn) Di dîrokê de bê ku mirov di ferqê de bin bi rêbazên  “Lojî”  gelek pêşketin di warê zihinî û jiyanî de ava û bi destxistine. Serdema ku pergala Kapîtalîzim xwe sazoman dike, “Lojî” bi awayekî pir xedar li dijî civaka ku “Lojî” ji bo dewamkirina jiyana xwe bi karanîn e, bi rêbazekî gelek zirav bi kar tîne. 

Femînîzm piştî şoreşa Fransayê ya di sala 1789'an şûn de di nava herikîna fikirê Lîberalîzmê de bi pêşengiya Clara Zetkin, Rosa Luxemburg, Alexandra Kolontay, Nadja Krupskaya derkete holê. Yanî mirov dikare bêje ku van Jinên dîrokî û pêşeng hewl dane ku li hemberî sîstema kapîtalîzmê yan jî li hemberî zilma zilaman fikrekî çareseriyê biafirînin. Roza Luxemburg nirxandinên baş li dijî sîstemê pêş jî xistiye û hewl daye ku alternatîfê ava bike. Fikirê femînîzm ji ber ku perestiya jin heye û redkirina mêran diyar dikin ji ber wê nikare bibe alternatîf, jiyan li ser dualîteyan dimeşin, yek bêyî yê din nikare hebûna xwe dewam bike yan jî jiyan yek alî nameşe, hebûn li ser tez-antî tez û sentezê heye. Ji bo ku ev pergal bi destê Jinê were guhertin gelek qehremanî hatiye kirin û heta bi gelek berdêlên geran re rûbirû mane.

Gelo Rêber APO çima “JINEOLOJΔ wekî jiyan zanista Jin, zanista zanîn, zanista hewîrdor parêziyê û dayika hemû ilman pênase kir? Bêguman di dîrokê de heya roja me ya îro hemû zanistên ku me hewl da qalê bikin, ketine bin pêncê pergala heyî. Hemû ilm yanî “zanistên” civakî, dîrokê û heta zanista hawîrdor parêziyê bi awayekî bivê nevê pêrgala heyî bi rêve dibe. Ya bingeh jî ew e ku zanista jiyanê yanî “Jineolojî” ji van xelekan re bi rola alternatîf rabe û pergala paşfero ya ku em bi mêrê xasok pênase dikin, ji holê rabike. Ji lewra Rêber APO çareseriya pirskirêka jinê beriya her tiştî wekî pêdiviyekî dironî dîtiye. Ji ber ku di holê de û heya mirov dikare bibêje pirskirêka ku em lê rast tên pirskirêka Koletiya jinê ye ango eger gotin di cih de be, zilamê serdest cara yekem bi darê zorê li ser Jinê hebûna xwe daye ferzkirin û weke kirde xwe daye nîşandan. Ev bûyîn bêguman heya roja me ya îroj bi hemû hêza xwe dewam dike. Rixmî gelek tevger jî bi hewldana ku em ê mafê jinê bidin lê diyar bû ku ev jî şaştiyek bingihîn di dîroka Jin de kirin. Ji lewra guherîna vê hişmendiyê dikare bi ilmê “JIYANÊ” yanî (Jineolojî) dikare were, derbaskirinê û bibe bûyînê herî sereke ya çareserkirinê. 

Bi herikîna dîrokê re mirovbûn pêwîstiya xwe bi çareseriyên pirsgirêkên azadiyê dîtin ji ber wê jî her di nava lêgerekê de man heyanî ku wê pirsgirêkê çareser bikin. Ya rast ji ber kesekî nedizanîn pirsgirêka esasî di kî derê de ye ji ber wê jî dema ku hewl dihate dayîn ku çareser bikin, ne dikarî, wek mînak: kesekî wek Gandî kariye şoreşek civakî li dijî Îngilîzan lidar bixe lê nekariye pirsgirêka azadiyê çareser bike. Ji ber ku wî jî nezaniye mesele di ku derê de veşartiye. 

Bi derketina Serokatî û Tevgera PKK ê re mijara esasî ku bi hezar salane mirovan serê xwe pê re êşandiye esas hate girtin da ku pisgirêka azadiyê were çareserkirin. Serokatî beriya her tiştî got; “pêwîste rêxistinek jin hebe” her ku dewran derbas bû hate fêmkirin, ger jin azad bibe wê civak jî azadiya misoger bi dest bixîne. Ji ber wê jî li tevgerên jin hatin damezirandin û bi herikîna dîrokê re fikirên di babeta jinê de hate kûrkirin, bi derketinên nû ji şoreşa alternatîf a dijî zêhniyeta zilam an ku zêhniyeta baviksalarî ku heyanî niha nehiştiye mirov û hebûna xwezayî ya mirovan li ser esasê xwe jiyana xwe bidomîne li Rojavayê Kurdistanê derkeriye holê. Ew şoreş fermî wek şoreşa jinê hatiye pejinardin û bandorek mezin li tevahiya mirovahiyê kiriye. Di dawiyê de em dixwazin mijarekê li babeta xwe zêde bikin: Bi rastî guherîna zilam tekoşîneke pir alî divê ku bikaribe bi ser xwe ve were û ji kevneşopiya dembûrî rizgar bike. Lê pêwîst dike ku li hemberî wê jî hewildaneke mêr hebe ku xwe ji vê babetê rizgar bike. Me di pirsa yekem de hewil dabû ku hindek zilam gufto bikin. Bêguman zilam ew kese ku cara yekem serdestiya bi hêz a ku li ser jinê hatiye, ku ne mijareke rasthatinê ye. Bi heman awayî jin hêz û berdevka civaka xwezayî ya bingehîne. Piştî ku sîstema dayikê ya ku bi hezarên salan xwe domad, sîstema baviksalarî xwe wekî navenda wê hêzê dît û bû kesê serwer ê pêşî.

Bêguman Rêber APO dibêje: “ji dilê min wer tê, hema ez bibêjim armanca gerdûnê azadî ye. Min gelek caran ji xwe pirsî ye, gelo gerdûn li pey azadiyê ye. Li gorî min gelek kêm e ku azadî tenê weke lêgerîneke kûr a civaka mirov were hesabandin; ez fikirîme ji sedî sed aliyekî xwe yê bi gerdûnê re eleqedar heye.” Di vê maneyê de em jî dikarin bibêjin ku armanca mirov a di jiyanê de fêmkirin û mane li jiyanê barkirine. Li ser vî bingihî em li vir dubare bi kamilbûna dîrokê re dixwazin hestek ji dil yê hevrêtiya dubare vebêjin.