Êrişên şerê taybet ên topyekûn ên dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê li hundir û derve dewam dikin. Her roj şaredariyên gel tên desteserkirin, hevşaredarên hilbijartî tên girtin, mirov li pêşiya mala xwe tên kuştin, jin li naverastê tên qetilkkirin. Her şev diavêjin ser malên mirovan, wan dibin êşkencexaneyan, li zindanan êşkence li wan tê kirin û zilm di asta herî bilind de ye. Ji bo nehêlin ku ciwan û hêzên demokratîk gavê biavêjin bi her rengî tundiyê dikin. Li çiyê û bajaran şer heye, her roj li gelek deveran şerê çekdarî diqewime.
Zexta faşîst û teror li derveyî sînorê dewletê jî tê kirin. Li Til Rifatê zarokên Kurd, li Eyn Îsa û Til Temirê Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî tên qetilkirin. Êrişên dagirkeriyê yên qirker ku di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kirin bi rêbazên hovane dewam dikin. Li Şengalê li dijî Êzidiyan hewldanên ji bo komkujiyan tên kirin, ji Heftanînê heta Xakurkê li dijî Başurê Kurdistanê êrişên dagirkeriyê tên meşandin. Bi kurtasî faşîzma AKP-MHP'ê hewl dide bi xwînê û komkujiyan temenê xwe dirêj bike û hilweşîna xwe rawestîne. Mîna Dehaqê zalim dixwaze bi vexwarina xwîna ciwanan xwe li ser piyan bihêle.
Bêguman li dijî êrişkariya faşîst-qirker a topyekûn ku hiqûq û exlaqê nas nakin, mirovahî li çar parçeyên Kurdistanê û çar aliyên dinyayê li ber xwe dide, di xeta lehengiyê de ku bi her rengî berdêlan dide pêş çavên xwe vê berxwedanê dimeşîne. LiÎmraliyê û hemû zindanan li ber xwe dide, gerîla û xweparastin li ber xwe didin, jin û ciwan li ber xwe didin, rewşenbîr û hêzên siyaseta demokratîk li ber xwe didin, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiya li çar aliyên dinyayê li ber xwe dide. Bi kurtasî êrişên faşîst-qirker bêbersiv namînin. Li her deverê û bi her rengî hesab ji êrişkariya faşîst tê xwestin. Berxwedaneke rûmetê û azadiyê tê meşandin.
Di pêvajoyeke welê de ku êriş û komkujiyên faşîst-qirker di asta herî bilind de ne, li dijî vê yekê berxwedana hebûnê û azadiyê tê meşandin û divê ev berxwedana pîroz bê mezinkirin û bi çalakiyên nû bê dewlemendkirin, nîqaşeke gelekî metirsîdar tê meşandin, ku ne diyar e ji aliyê kê ve hatiye destpêkirin. Ku di vê nîqaşê de tê gotin, 'pêşiya siyaseta demokratîk vekiriye yan na, divê li dijî faşîzmê mirov li ber xwe bidin yan jî xwe jê vegirin'. Halbûkî her kes baş zane ku roj roja çalakiyane, roja mezinkirin û xurtkirina berxwedana li dijî faşîzmê ye. Dîktatoriya faşîst hatiye dorpêçkirin û li ber têkçûnê ye û dem ew dem e ku derba têkbirinê li dîktatoriya faşîst bê xistin.
Eger li pişt wê niyeteke nebaş nebe, wê demê dikare bê gotin ku nîqaşa tê kirin ji ber pênasekirina şaş a siyaseta demokratîk û nirxandina şaş a rola wê ye. Beriya her tiştî divê baş bê zanîn ku di serdema heyî de li Tİrkiyeyê rewşeke siyaseta demokratîk nîne, berevajî dîktatoriyeke qirker-faşîst heye. Li devera ku dîktatoriya faşîst heye bêguman wê pêşiya siyaseta demokratîk girtî be. Li dijî dîktatoriya faşîst ku tê wateya şer û qirkirinê, di serî de çekdarî divê bi her rêbazê berxwedan bê kirin. Bi berxwedaneke wiha wê faşîzm bê hilweşandin û pêşî li siyaseta demokratîk bêvekirin. Ji xwe ya ku di nava deh salên dawî de li Tirkiye û Kurdistanê tê kirin bi vî rengî ye. Li derve û hundir berxwedana li dijî faşîzmê hate xurtkirin û ji bo dîktatoriya faşîst pêvajoya hilweşînê hate destpêkirin. Di rewşeke wiha de divê nîqaşên sexte neyên kirin û bi vî rengî rojev neyê guhertin. Divê çalakiyên ku dîktatoriya faşîst têk bibe bên kirin.
Her wiha nerast e ku berxwedana li dijî faşîzmê tenê weke wezîfeya siyaseta demokratîk bê dîtin û li ser vê bingehê bar bixin ser HDP'ê û rexne bikin. HDP ku hewl dide bibe hêza bingehîn a siyaseta demokratîk tenê hêzeke li dijî berxwedana dijî faşîzmê, lê ne hêza pêşenge. Partiyên şoreşger hene ku pêşengiyê ji berxwedana li dijî faşîzmê re diin, tevgerên gerîla hene, şer heye. Berxwedaneke bi vî rengî ya çekdarî ya şoreşgerî mîna li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her wiha li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî li dijî faşîzma AKP-MHP'ê tê meşandin. Bi pêşengiya jin û ciwanan serhildanên gel tên kirin. Bi vê yekê ve siyaseta demokratîk jî parçeyekî girîng ê berxwedana li dijî faşîzmê ye û her ku bi van ve bû yek wê ewqasî encamê werbigire.
Dema ku bi vî rengî bê nirxandin wê bê dîtin ku siyaseta demokratîk li dijî dîktatoriya faşîst bi salane di nava berxwedaneke cidî de ye û bi roleke girîng tevdigere. Di serî de HDP hêzên siyasî yên demokratîk hemû li meclîsê, kolanan, zindanan bi kurtasî li her deverê li dijî dîktatoriya faşîst bi lehengî li ber xwe didin û têkoşîna ji bo hilweşandina faşîzmê xurt dikin. Lewma nerast e ku bê gotin, 'HDP karê xwe nake, xitimiye, berxwedana heyî neserketî ye'. Bêguman di nava têkoşînê de her tim şaşitî û kêmasî rû didin û bi rexnekirina wan tên çareserkirin û têkoşîn tê dewamkirin. Ji xwe ya HDP û hêzên siyaseta demokratîk hewl didin bikin rewşeke bi vî rengî ye.
Wê demê di pêvajoyekê de ku pêwîstî bi dewlemendkirina çalakiyên li dijî faşîzmê heye, afirandina mijarên nîqaşê li qada siyaseta demokratîk bi gotina herî sivik şaşe û lawazkirine. Ji vê jî wêdetir dibe ku ev yek karekî sîxuriyê be û lîstikeke AKP'ê be. Divê neyê jibîrkirin ku li pêşberî me dijminekî mert nîne, dijminekî faşîst heye ku bi rêbazên şerê taybet, bi dek û dolaban tevdigere. Lewma li dijî lîstikên şerê psîkolojîk taybet divê hêzên siyaseta demokratîk her tim hişyar û baldar bin.
Bi vê wesîleyê hêjaye ku ev rastî bên gotin. Di 11'ê Kanûna 2009'an de salvegera girtina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ye ku ji aliyê rêveberiya Tayyîp Erdogan ve hate girtin û deh sal li pey xwe hişt. Ya rast pêşiya siyaseta demokratîk a li Tirkiyeyê bi girtina DTP'ê hate girtin û darbeya faşîst a ku beriya deh salan hate kirin hîn jî bi hukme. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev rewş nirxand û destnîşan kir derfetên siyaseta demokratîk li Tirkiyeyê nîne û got, 'Ji hevdîtinên Îmraliyê vekişiya ye'. Di encama vê yekê de PKK jî neçar ma ku stratejiya xwe biguherîne, dawî li stratejiya têkoşîna siyasî demokratîk anî û li ser bingeha stratejiya şerê gel ê şoreşgerî dest bi pêvajoyeke têkoşînê kir.
Di vir de rol û cihê HDP'ê çi ye? Eşkere ye ku HDP ji bo xurtkirina têkoşîna siyaseta demokratîk û mezinkirina berxwedana li dijî faşîzmê afirî, bi vê armancê deh sal in têkoşîneke bi vî rengî dimeşîne. Bi taybetî di salên 2013 û 2014'an de û di 7'ê Hezîrana 2015'an de ji bo xwe bigihîne vê armancê pêşketinên girîng afirand. Di encamê de lihevkirina DYE-AKP-MHP a 22'ê Tîrmeha 2015'an û êrişên faşîst-qirker ên topyekûn ên 24'ê Tîrmeha 2015'an nekarî bên astengkirin, rê nehate vekirin ku PKK ji nû ve stratejiya xwe biguherîne. Ji we demê ve ji bo têkbirina faşîzma AKP-MHP'ê ya bi piştevaniya DYE'yê, berxwedaneke demokratîk şoreşger a dîrokî tê meşandin.
Di vê demê de ku salvegera 10'an a girtina DTP'ê ye berxwedana li dijî faşîzmê gihîştiye qonaxeke girîng, dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî gihandiye asta têkbirinê. Di demeke wiha de helwest û nêzîkatiyeke ku hêvî û îradeyê lawaz bike, bibe sedema reşbîniyê û berxwedanê lawaz bike metirsîdare û wê faşîzmê xurt bike. Wê demê divê her kes li xwe baldar be, pêvajoyê rast binirxîne û ji bo serxistina berxwedana li dijî faşîzmê çi ji destê kê bê divê bike. Ev yek jî bi gotin û nîqaşê nabe, bi çalakiyên li dijî faşîzmê yên bênavber dibe. Eger her kes bi vî rengî bike wê demê hilweşîna faşîzma AKP-MHP'ê nêze.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka