Nagîhan Akarsel da ser şopa Rozayan, Sarayan

Rojnamevanên jin wê li ser rêya Gûrbetellî Ersoz û Nagîhan Akarsel bi biryardarî bimeşin. Weke milîtanên jin, em ê têgihiştina Nagîhan mezin bikin, têkoşîna xwe geş bikin û bi vî rengî xwedî lê derkevin.

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhad akademîsyen, nivîskar, şoreşger û rojnamevana Kurd Nagîhan Akarsel a ku 4'ê Cotmehê li Silêmaniyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin bi gotarekê bi bîr anî û dewleta Tirk a dijminê jinan û Kurdan, şermezar kir.

Ronahî Serhad anî ziman ku her kesên Nagîhan Akarsel ji nivîsên wê, karên wê yan jî bi şexsî nas dikir, gotinên xwe heye ku têkildarî wê bibêjin û got, "Ji ber nirxê ku di kesayetiya xwe ya têkoşer de afirandî, jinên Kurdistanî, rêxistin, sazî û kesayetên jin ên bi kuştina wê hesiyan, hêrsa xwe veguherandin çalakiyê, veguherandin têkoşînê. Çawa ku qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê dewleta Îranê ve li Kurdistanê û tevahiya cîhanê bû sedema nerazîbûneke mezin a jinan, jin vê carê jî ji bo hesabpirsîna ji kuştina şoreşa Kurd a li Silêmaniyeyê daketin qadan. Ti hêz, komkujî, êşkence, zext wê nikaribe bi jinan."

Ronahî Serhad anî ziman ku jin ji sîstema bi serweriya mêr ne li bendê ne ku polîtîkayên xwe yên zayendîperest biguherîne, jin ji bo guhertina bingehînî ya sîstemê bi keda xwe, bi parastina xwe, bi rêxistiniya xwe, bi îradeya xwe têdikoşin.

Ronahî Serhad destnîşan kir ku jinê êdî xwedî zanistiya jineolojiyê ne û wiha dewam kir: "Hevala me Nagîhan Akarsel jî ji pêşengên vê şoreşa mejî bû. Di dil, mejî û hebûna xwe de xeta azadiyê afirand, bi şoreşa mejî re şoreşa jinê ava kir. Ew Sakîne Cansiz, Roza Luksembûrg a ciwan bû di vê sedsala 21'ê de. Dema ku zanistiya jinê bi pêş ve bir, ne tenê teoriya azadiyê pênase kir, di heman demê de hewl da wê bixe meriyetê. Her qada jinê ji bo xwe kir cihê kar, têkoşîn û perwerdeyê. Têkoşîna ku li Bakurê Kurdistanê da destpêkirin li Rojava, Şengal, Mexmûr û Başûrê Kurdistanê dewam kir."

ARMANCA XWE YA AZADIYÊ MEZIN BÛ

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhad diyar kir ku Nagîhan Akarsel pêwîstiya Başûrê Kurdistanê ya bi şoreş ajinê bi kûrahî dît û got, "Bi jinan re, bi civaka Başûr re bû yek. Karîbû xwe bigihîne dilê her jineke ku nas kir, fikrê azadiyê şîn kir û wêrek kir. Kêfxweşiya xwe ya herî mezin ew bû ku jinan bigihîne azadiyê, têgihiştinê bide wan, bixe nava liv û tevgerê. Bi hêvî bû, armanca xwe ya azadiyê mezin bû. Astengiyên hundirîn û derve, paşverûtiya ji ber zayendîperestiya civakî û êrîş çiqasî zêde jî bû wê ti carî dest ji baweriya xwe berneda. Ji ber ku wê ji jinê bawer dikir. Mîrateya dîrokî ya jinê li dilê xwe neqişand. Ya ku ev hêz dida wê jî îdeolojiya rizgariya jinê û felsefeya azadiya jinê ya Rêber Apo bû."

DU PROJEYÊN XWE NÎVCO MAN

Ronahî Serhad bi dewamî got, "Em zanin ku du projeyên xwe hene ku nîvco man. Hîmê Pirtûkxaneya Jinê li Başûr danî, bingeha wê ava kir û bi kelecaneke mezin li benda vekirina wê bû. Ya din jî ew bû ku li gel komek ji hevalan amadekarî dikir ku li ser dîroka Tevgera Jinê ya Kurdistanê pirtûkekê binivîsîne. Dewamkirin û temamkirina van herdu projeyan destpêkê wezîfeya hevalên pê re dixebitî, piştre jî berpirsyariya me hemûyan e."

ROJNAMEVANÊN JIN WÊ LI SER ŞOPA GÛRBETELLÎ Û NAGÎHAN BIMEŞIN

Ronahî Serhad sersaxî ji endamên Akademiya Jineolojiyê re xwest û diyar kir ku wê li ser şopa heqîqetê bi biryardariyeke mezin hesab ji sîstema serweriya mêr bipirsin û got, "Rojnamevanên jin wê mîna hevala me Nagîhan li hemberî êrîşên dewleta Tirk a faşîst û propagandaya wê ya şerê taybet, her tim rastiyan ragihînin. Li ser rêya Gûrbetellî Ersoz û Nagîhan Akarsel wê bi ser dijmin, xayin, noker, mêtinger, serwer, neheqî û zilmê ve bimeşin. Weke milîtanên jin, em ê têgihiştina Nagîhan mezin bikin, têkoşîna xwe geş bikin û bi vî rengî xwedî lê derkevin.

JIN WÊ BI RENGÊ SARA Û RÛKENAN BIBIN TIRSA DILÊ DIJMIN

Endama Koordînasyona PAJK'ê wiha dewam kir, "Em ê 11 fîşekên ku li bedan Nagîhan hate xistin ti carî ji bîr nekin. Ev ne fîşekên destpêkê ne ku berdidin jinên Kurd û jinên din. Lê belê em ê her fîşekê ji aliyê îdeolojîk, siyasî û leşkerî ve di hebûn, mejî û dilê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê de biteqînin ku dijminê jinê ye, dijminê demokrasî û azadiyê ye. Em jinên Kurd, weke tevgereke ku bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' bûne xwedî nasname, em ê hezkirina xwe ya azadiyê mezin bikin, bi germahiya fîşeka destpêkê ya 15'ê Tebaxê bi ser dijmin ve biçin. Weke jinên ku li Mersînê bi rengê Sara û Rûken li dijî dijmin bûn fedaî, em ê tirsa dilê dijmin bin. Fikrê azadiyê bi fîşekan naqede. Her berdêl, her şehadet dibe gavek ji bo mezinkirina têkoşînê.

SILAV JI JINÊN SERHILDÊR HEMÛYAN RE

Silav ji jinên têkoşer hemûyan re. Silav ji Nagîhanan, Sara Goyiyan, Rûken Zelalan re, silav ji tevgerên jinê yên li Rojhilat, Îran, Rojava, Mexmûr, Şengal û tevahiya cîhanê re, silav ji jinên li dijî sîstemê serî hildidin. Em ê gelekî bêriya Nagîhan bikin, me gelekî jê hez kir, wê ji her kesî hez dikir. Hezkirina wê ya ji Rêber Apo, hezkirina wê ya ji jinê re bêdawî dewam kir.