Moînî: Hevalê Rêzan ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kir

Hevserokê PJAK'ê Siyamend Moînî destnîşan kir, ku Rêzan Cawîd ê ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, yek ji şoreşgerên pêşeng bû ku ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kir û got, "Dijmin wê ti carî li pêşiya Tevgera Azadiyê nikaribe bibe asteng."

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Moînî , endamê Konseya Rêveber a Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Yûsif Rebanî (Rêzan Cawîd) bi bîr anî ku 6'ê Tebaxa 2022'an li taxa Sîna ya Qamişloyê di êrîşeke dewleta Tirk de şehîd bû.

Siyamend Moînî  diyar kir ku Rêzan Cawîd di encama komploya dewletên Tirkiye, Sûriye û Îranê de şehîd bû û got, "Bi bihîstina hevalê Rêzan em hemû xemgînin. Ji ber vê yekê sersaxiyê ji dayika birêz, bav, binemalayê hevalê Rêzan dikim. Sersaxiyê li binemalên şehîdan, li hemû kesayetên azadîxwaz li herêma Mahabadê û li tevahiya Kurdistanê dikim. Hevalê Rêzan weke kesayetekî şoreşger, ruhekî serkêş, kesayetekî ku jiyana xwe ji bo xebat û têkoşîn dabû cihê xwe di nava şoreşa azadiyê ya gelê me de girt. Hevalê Rêzan bi kesayeta xwe karîbû derdora xwe bi şêwazekî perwerde bike, ku bi ruhê azadîxwazî, têkoşerî, bipêşveçûn û ranewestan hevalên li derdora xwe perwerde kir. Ev jî kesayetiyeke taybet a hevalê Rêzan bû. Mixabin bi komploya welatên Tirkiye, Sûriye û Îran û kevneperestiya navxweyî ya Kurdistanê hevalê Rêzan şehîd bû. Bi droneya Tirkiye ya faşîst, dîktator û dagirker hevalê Rêzan di 6'ê Tebaxê de şehîd bû û jiyana xwe pêşkêşî azadiya gel û welatê xwe kir.

Dijmin ji pêşketina gelê Kurd aciz e. Tirseke mezin ketiye dilê hemû dagirkerên li Kurdistanê. Her ku li çar parçeyên Kurdistanê gavek ji bo şoreşê tê avêtin, dagirker û dijminên azadiyê aciz dibin. Bi qetilkirina Rêberan, kesayetan, hevalên me tola xwe hiltînin ji pêşketina azadiyê, ji pêşketina gelê me. Lê belê ev tevgera destpêkiriye tevgereke azadiyê ye, lewma bi dagirkeran, bi kevneperestiyê, her şêwazî ku dixwazin pêşî li vê tevgerê bigirin, nikarin bikin. Ji ber ku pêngava azadiyê destpê kiriye û encam werdigire. Qetilkirina azadîxwazan di dîroka gelê Kurd de hebû û bi hezaran mirovên şoreşger û têkoşer, ji bo azadiya gel û niştimanê jiyana xwe kirin qurbanî. Heval Rêzan yek ji wan kesên pêşketîxwaz, şoreşgeran bû ku jiyana xwe pêşkêşî azadiya gelê me û niştiman kir."

XWEST KU SÛDÊ JI TECRÛBEYÊN LI ROJAVA WERBIGIRE

Hevserokê PJAK'ê Siyamend Moînî  bal kişand ser têkoşîna Rêzan Cawîd ku jiyana xwe diyarî azadiya gelê Kurd û Kurdistanê kir û got, "Hevalê Rêzan bi erkekî rêxistinî û ji bo fêhmkirina rewşa Rojavayê Kurdistanê, beşek ji Kurdistana azad çû bo Rojavayê Kurdistanê. Hem ji bo karibe xizmetekê di vê çarçoveyê de bike, bi ruhê yekîtiya Kurdistan, bi ruhekî Kurdistanê çû wê beşa Kurdistanê. Hem ji bo xizmetê bike hem jî tecrûbeyê ji rewşa Rojavayê Kurdistanê werbigire û karibe li Rojhilatê Kurdistanê wê tecrûbeyê bi kar bîne. Lê mixabin mayina wî ya li wî beşê Kurdistanê kêm bû û nekarîbû ew tecrûbeya bi dest xist bîne bixe xizmeta gelê li Rojhilatê Kurdistanê.

Li aliyê din dixwazim spasiya wan kesan bikim ku xwedî li bîranîna hevalê Rêzan derketin. Hem li Rojavayê Kurdistanê ku bi rastî pêşwaziyeke baş kirin, hem jî li bajarê Mahabadê ji bajarên din pêl bi pêl hatin û xwedî lê derketin. Ev jî nîşan dide ku rê û rêbazên hevalê Rêzan rê û rêbazên azadî ye.

Bi vê wesîleyê careke din sersaxiyê li mirovên azadîxwaz û kesayetên şoreşger, li xelkê têkoşer ê Mahabadê, li hemû hevalên hevalê Rêzan dikim. Dîsa serxweşiyê bi taybetî li dayika birêz, li bavê birêz, li binemala şoreşgerê hevalê Rêzan û hemû kesên li xizmeta pêşketina destketiyên azadî li Kurdistan dikim. Em weke hevrêyên Rêzan, em ê heta biserxistina armancên hevalê Rêzan şoreşê dewam bikin. Bi hêviya ku Kurdistaneke azad biafirîne."