Mînaka Efrînê û şaşitiya PDK'ê

Dewleta Tirk ku li Efrînê nahêle ENKS jî buroyê veke, ku bi rengekî çalak tevlî dagirkirina Efrînê bûbû, eger karibe PKK'ê lawaz bike wê dorê bibe ser PDK'ê û tevahiya Kurdistanê dagir bike.

Efrîn mînaka şênber e ku berevajî propaganda rayedarên PDK'ê, êriş li ser Kurdan hemûyan e.

Nêzîkatiya PDK'ê ya niha li Başûrê Kurdistanê li PKK'ê û dewleta Tirk dike, ji nêzîkatiya li Şoreşa Rojava û rola ENKS'ê ya ser bi PDK'ê ya ji bo dagirkirina Efrînê cuda nîne. Mesrûr Barzanî û gelek rayedarên PDK'ê propagadaya wê dikin ku 'PKK statuya Başûrê Kurdistanê dike hedef, pirsgirêka dewleta Tirk tenê bi PKK'ê re heye, bi Kurdên din re pirsgirêka xwe nîne û PKK dibe sedem ku Tirkiye bikeve Başûrê Kurdistanê'.

PDK ku her carê PKK'ê li Başûrê Kurdistanê weke mêvan nîşan dide û ji PKK'ê re dibêje 'Ji xaka Başûrê Kurdistanê derkeve', îdîa dike ku yekane armanca xwe parastina serweriya li Başûrê Kurdistanê ye. Lê belê dema ku mirov nêzîkatiya PDK'ê ya li Şoreşa Rojava dinirxîne, hingî di nêzîkatiya PDK'ê de paradoks çêdibe.

ENKS û PDK a ku pê ve girêdayî ye, ji destpêka Şoreşa Rojava ve hewl da PYD'ê weke alîgirê rejîma Sûriyeyê ragihîne û bi roleke li dijî şoreşê rabû. Bi vî rengî bi Tirkiyeyê û çeteyên wê re tevgeriyan. ENKS tevlî amadekirina dagirkeriya li ser Efrînê bû û di dagirkeriyê de bi rengekî çalak cih girtibe jî, dewleta Tirk li Efrînê êriş bir ser Kurdên ENKS'î jî. Bûyerên ku li Efrînê qewimîn, niha bi destê PDK'ê tê xwestin ku li Başûrê Kurdistanê bê dubarekirin. Tirkiye li Efrînê li dijî Kurdan paqijiya etnîkî dike, demografiyê diguherîne û bi navê dîroka Kurdan çi hebe tune dike. Heman kiryaran bi hevkariya PDK'ê dixwaze li Başûrê Kurdistanê jî bike. Kurdistan parsel bi parsel difiroşe û çeteyên li Sûriyeyê jî li Başûr tên bicihkirin.

BI HÊZÊN KURD RE TEVNEGERIYA

Piştî ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kir, di 24'ê Cotmeha 2011'an de bi pêşengiya Barzanî ENKS hate avakirin û mîna PDK a ku pê ve girêdayî ye, li şûna ku bi hêzên Kurdan re tevbigere, kete bin siya hêzên Tirkiyeyê. Li Rojava piraniya Kurdan xwe bi pêşengiya TEV-DEM'ê bi rêxistin kirin. TEV-DEM di navbera hêzên ku xwe weke muxalîfan pênase dikir û rejîma Sûriyeyê de nebû aliyek û nexwest ku şerê navbera wan derbasî nava bajarên Kurdan bibin. Lê belê ENKS'ê li van koman ferz kir ku derbasî nava bajarên Rojava bibin.

ŞOREŞA ROJAVA NAS NEKIR

ENKS'ê Şoreşa Rojava nas nekir ku 19'ê Tîrmeha 2012'an bi derxistina hêzên rejîma Sûriyeyê ji bajaran, dest pê kir. Li dijî şoreşê bi roleke dij bi şoreşê rabû. Demeke kurt piştî destpêkirina şoreşê, ciwanekî bi navê Çekdar ji ber ku li ber rabû ku komên OSO û Îxwan bikevin Efrînê, ji aliyê malbateke Azadî ya ser bi ENKS'ê ve bi êşkenceyê hate qetilkirin. Şehîd Çekdar weke şehîdê destpêkê yê şoreşê yê li Efrînê hate qebûlkirin. Komên ser bi ENKS'ê cihê xwe di nava êrişên destpêkê yên li ser taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê yên Helebê de girtin. Çeteyên ser bi Tirkiyeyê sala 2012'an dema ku hatin Serêkaniyê, ENKS'iyan rahiştin alên PDK'ê û bi 'xêr hatina' çeteyan kirin. Lê belê çeteyên OSO piştre alên di destê ENKS'iyan avêtin erdê û pê li wan kirin. ENKS'ê Tebaxa 2013'an bi 'muxalefeta Sûriyeyê' ya dûvikê Tirkiyeyê re li Stenbolê peyman mohr kir û bi rengekî fermî tevlî bû. Sala 2014'an tevî her tiştî jî di navbera ENKS û PYD'ê de Peymana Duhokê hate çêkirin. Ji ber hin zextên ENKS'ê peyman nekete meriyetê.

Kurdistana Federe, Îlona 2014'an bi daxwaza raya giştî ya Kurd, dema ku DAÎŞ'ê êrişî Kobanê kir, ji bo piştgiriyê beşek ji hêzên pêşmerge şand. Piştî ku serketina Berxwedana Kobanê, YPG û PYD li qada navneteweyî bal kişand, yanî ji sala 2015'an û pê ve PDK'ê li ser sînorê Başûr û Rojava dest bi kolandina xendekan kir. ENKS'ê di vê pêvajoyê de îdîa kir ku PYD rêveberiyeke depotîk e, alîgirê rejîmê ye û ji vê jî wêdetir, giliyê Şoreşa Rojava li nava hêzên navneteweyî kir.

BI RENGEKÎ ÇALAK TEVLÎ DAGIRKIRINA EFRÎNÊ BÛN

Piştî 'Referandûma Serxwebûnê' ya ku Mesût Barzanî Îlona 2017'an li Başûrê Kurdistanê pêk anî, Iraq, Tirkiye, Îran û hêzên navneteweyî nêzîkatiya xwe ya li dijî Kurdan careke din raxistin pêş çavan. PDK neçar ma ku xwe ji herêmên cihê nîqaşê yên li Iraqê vekişîne. Tevî vê yekê jî nêzîkatiya ENKS'ê ya li Rojava neguherî. Dema ku QSD û hêzên di bin sîwana wê de YPG û YPJ ji bo têkbirina DAÎŞ'ê û avêtina çeteyan ji Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîneke serketî dimeşand, ENKS'ê jî ji bo dagirkirina Efrînê bi dewleta Tirk re karê dîplomasiyê dikir. Serkêşên ENKS'ê beriya dagirkirina Efrînê serdana gelek welatên Ewropayê, Rûsya û DYE'yê kirin. Di dema van serdanan de giliyê PYD, YPG û YPJ'ê kirin.

Di dema êrişa dagirkeriyê de ya li ser Efrînê, mîna êrişên niha yên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê, PDK'ê û ENKS'ê bi ti awayî dewleta Tirk şermezar nekirin, daxuyanî nedan. Berevajî vê yekê, hin rayedarên ENKS'ê eşkere kirin ku çar komên wan ên çekdar li Efrînê bi artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê 'SMO' re koalîsyon kirine û li dijî YPG'ê şer ragihandine. 18'ê Adara 2018'an roja dagirkirina Efrînê ti temamî, li Dîlokê bi koordîneya MÎT'ê Hasan Şîndî yê ENKS'î û kesên mîna wî beşdarî civînek bi navê 'Kongreya Rizgariya Efrînê' bûn. Di encama vê civînê de jî rêxistiniyeke kontra ya bi navê 'Meclîsa Sîvîl a Efrînê' ava bû. Ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên SMO'yê piraniya şêniyên Efrînê neçar man cih û warê xwe biterikînin. Hingî ji rêveberên ENKS'ê Fûat Alîko 29'ê Adara 2018'an ji Rudawê re axivî û got, "Efrîn wê êdî ji aliyê Efrîniyan ve bê birêvebirin." Ev meclîsa kontra ku 18'ê Adarê bi dagirkirina Efrînê re kete nava bajêr, hemû endamên wê yên ENKS'î bi zexta çeteyan piştî çend mehan ji nava bajêr hatin derxistin û li Başûrê Kurdistanê û Ewropayê bi cih bûn. Tevî van hemûyan jî piştgirî dan dewleta Tirk û li dijî Şoreşa Rojava xebitîn.

LI BER DAGIRKIRINA BAŞÛR JÎ RANAWESTIN

Efrîn 3 sal û 3 meh in ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin. Cotmeha 2019'an Serêkaniyê û Girê Spî jî bi heman rengî hatin dagirkirin. Dewleta Tirk ji Kanûna 2017'an û pê ve li dijî herêmên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo dagirkeriyeke mayinde êrişan dike. Mîna dema Efrînê, di êrişên dagirkeriyê yên dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de jî PDK'ê daxuyaniyek ku dewleta Tirk şermezar bike yan jî nîşan bide ku dagirkeriyê qebûl nake, neda. Berevajî, di vê pêvajoyê de her tim îdîa kirin ku 'PKK li Başûrê Kurdistanê dagirker e, divê xaka Başûrê Kurdistanê biterikîne, Tirkiye ji ber PKK'ê hatiye Başûrê Kurdistanê'.

PDK'ê pitşî serdana Nêçirvan Barzanî ya li Tirkiyeyê ya Îlona 2020'î, hêzên xwe yên leşkerî li ser sînorê Başûrê Kurdistanê-Rojava zêde kir. Li gelek deveran çeperên nû kola, sînor seranser dorpêç kir. Di vê demê de li Çiyayê Bêxeyrê tevî dewleta Tirk ji bo şopandina sînorê Dêrikê baregeheke keşfkirinê çêkirin. Di Sibata 2021'ê de şeva ku dewleta Tirk êrişa dagirkeriyê bir ser Garê, PDK'ê jî nêzî 1000 çekdarên xwe yên ji hêza Gulan şand sînorê Dêrikê.

BINGEHÊ JI DAGIRKERIYÊ RE AMADE DIKIN

PDK'ê û ENKS'ê çawa ku ku bingeh ji pêvajoya dagirkirina Efrînê re amade kirin, niha jî bingehê ji dagirkirina Başûrê Kurdistanê re amade dikin. Li gel êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Metîna Avaşîn û Zapê ku 24'ê Nîsanê dest pê kirin, rayedarên PDK'ê jî ji her demê bêhtir tevlî konsepta dijminê Kurdan bûn. Serokwezîrê Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî çar roj piştî destpêkirina êrişa dagirkeriyê ya li Metînayê, îdîa kir ku pirsgirêka dewleta Tirk bi Kurdan re nîne, bi PKK'ê re heye. Barzanî bi vê gotina xwe, pirsgirêka Kurd a sedsalî înkar kir û dagirkerî û êriş pejirand.

PDK'ê qîma xwe bi vê jî neanî û hêzên xwe yên Zerevan û Gulan şand herêmên Biradost, Zînî Wertê, Heftanîn, Garê û Metînayê. 5'ê Hezîranê jî provokasyonek kir. PKK, KCK, HPG'ê ragihandin ku wan li hêzên PDK'ê nexistine û ev yek provokasyon e. Rayedarên PDK'ê jî ji aliyekî ve dor li gerîla pêçan ku gerîla li dijî dagirkeriyê berxwedaneke mezin nîşan dide, li aliyê din jî bang li Parlamenta Kurdistana Federe kir ku li dijî PKK'ê helwestê nîşan bide. Rojên dawî Nêçirvan Barzanî bi Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê, Mesrûr Barzanî jî li Belçîka û Yewnanistanê hevdîtin kirin. Ev yek jî weke hewldanên ji bo rewakirina dagirkirina Başûrê Kurdistanê û piştgiriya ji bo konsepta tasfiyekirina PKK'ê hate şîrovekirin. Ev yek jî pêvajoya êrişa dagirkeriyê ya li ser Efrînê tîne bîra mirovan.