'Mejî û polîtîkayên AKP'ê senteza Tirk-Îslamê ye, dijminê Kurdan e'

Ji bo faşîzma AKP-MHP'ê û êrîşên wê yên şerê taybet ên topyekûn ji holê bêne rakirin, şert û merc guncav in. Piştgiriya gel xurt e. Ya pêwîst pêşengî ye, afirandina milîtaniya pêşeng e.

Ya ku piştî Îlona 2014'an qewimî ne tenê têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ye. Li dijî faşîzmê ne tenê li Rojhilata Navîn, di asta herêmî û global de têkoşînek tê meşandin. Vê berxwedanê careke din nîşan da ku faşîzm nikare li cîhanê serwer be, mehkûmî têkçûnê ye.

Ji bo pêşî li vê pêşketina şoreşgerî ya dîrokî bigire, rêveberiya AKP'ê ya faşîst ji 24'ê Tîrmehê û pê ve dest bi pêvajoyeke berfireh a siyasî û leşkerî kiriye. Armanc ji êrîşa şerê taybet a topyekûn a hikumeta AKP'ê bi vî rengî bû, ku di 24'ê Tîrmehê de da destpêkirin:

Xusûsa yekemîn: Bêguman êrîşên dijmin beriya her tiştî xwedî karakterekî tolhildanê ye. Faşîzma AKP'ê dixwaze tola têkçûna xwe hilîne. Hewl dide ji Rêber Apo, ji tevgera me ya azadiyê, ji siyaseta demokratîk, ji gelê Kurd, ji hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê hilîne. Ji sala 2013'an û vir ve polîtîkayên xwe yên mijûlkirin û astengkirinê, hesab û planên xwe hemû li ser bingeha hevdîtinên Îmraliyê xera kiriye û dixwaze tolê hilîne. Ji ber vê yekê têkçûna dîrokî ya ku dema derbasbûyî bi serê wan ve hat, dixwaze veguherîne têkbirinê, hewl dide tevgera me, hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê tune bike, serketina wan a dîrokî ji holê rake.

Xusûsa duyemîn: Bi êrîşên topyekûn ên navborî re hikumeta AKP'ê dixwaze li Rojava, Bakur, Başûr û Tirkiyeyê pêşî li pêşketina şoreşger bigire û pêşî li pêngavên şoreşgerî yên mezin bigire. Her wiha hikumeta AKP'ê bi êrîşên topyekûn re yên ji 24'ê Tîrmehê û pê ve da destpêkirin, dixwaze pêşî li vê pêşketinê bigire, dixwaze serketina şoreşên Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk bigire. Ji ber ku ev pêvajo ji her alî ve pêngaveke pêngavî ya şoreşgerî ya mezin e. Lewma AKP û dewleta Tirk di vê pêşketinê de dawî û tunebûna xwe dibîne. Ji bo astengkirina pêşketineke bi vî rengî ya şoreşgerî, ji bo derbê li potansiyela şoreşgerî bixe, lawaz bike, ji 24'ê Tîrmehê û vir ve dest bi êrîşên navborî yên siyasî û leşkerî kiriye. Jê heye ku bi êrîşeke bi vî rengî dikare şoreşên Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk asteng bike û dereng bixîne.

Xusûsa sêyemîn: Desthilatdariya AKP'ê dirêjkirina temenê xwe di êrîşên topyekûn ên leşkerî û siyasî de dibîne ku li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê dimeşîne. Her wiha dixwaze ku bi bilindkirina êrîş û şer re piştgiriya hêzên paşverû yên faşîst ên li Tirkiyeyê werbigire û li ser vê bingehê li ser destilatdariyê bimîne. Hem Tayyîp Erdogan hem jî rêveberên AKP'ê hemû û paşeroja xwe li ser vê bingehê bi mayina li desthilatdariyê girêdane. Ji ber ku sûcên wan, karên wan ên qirêj gelekî zêde ne. Di nava 20 salên derbasbûyî de nebaşî, hîle, dizî, nelirêtî, şêlandin nemaye ku nekirine. Li dijî her kesî êrîşên bêhiqûqî û li dijî qanûnan kirine. Hêzên herêmê û cîhanê dane pişt xwe û ketine nava êrîşeke bêeman a faşîst.

Ji tirsa dayina hesabê sûcên mezin ên berê li dijî civakê kirin, heta ji wan tê êrîşî gerîlayên azadiyê, gelê Kurd, siyaseta demokratîk û hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê dikin. AKP komeke ku ji bo pêkanîna îmhaya Rêber Apo, tasfiyekirina PKK'ê û bi vî rengî jî bicihanîna siyaseta înkar û îmhakirina gelê Kurd hatiye wezîfedarkirin. Bi qasî ku vê wezîfeyê bi cih bîne li ser desthilatdariyê mane.

AKP'yî jî bi vê êrîşkariya faşîst, bi bombekirina çiyê, bi kuştina bi hezaran mirovî, girtina mirovan, komkujiyên sivîlan û êrîşên faşîst ên hovane dixwaze li ser desthilatdariyê bimîne yan jî temenê desthilatdariya xwe dirêj bike. Ji ber vê yekê desthilatdarî di asta hovîtiyê de êrîşên topyekûn dimeşîne. Ji cûntaya faşîst a 12'ê Îlonê, ji çeteya şerê taybet a Çîller-Agar-Gureş jî wêdetir bi êrîşkariyeke faşîst mêtinger bi ser tevgera me ya azadiyê, gelê me û hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê ve tê.

Armanc ji vê êrîşkariya wan diyar e, ji xwe ew bi xwe jî bi şênberî tînin ziman. Diyar dike ku ew ê ti îradeyê nas neke, ew bi xwe wê bibe yekane îrade, ji bilî wan jiyaneke civakî û biryardanê qebûl neke, vê yekê bi êrîşên xwe yên faşîst nîşan dide.

Li ser vê bingehê dixwaze potansiyela şoreşê tasfiye bike. Her wiha hewl dide tifaq û yekîtiya stratejîk a şoreşa demokratîk a Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê û şoreşa demokratîk a Tirkiyeyê têk bibe. Lewma êrîşên faşîst ên li ser hêzên siyasî û rêxistinên Tirkiyeyî yên bi Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê re têkilî û tifaq danîne, zêde kiriye. Faşîzma AKP'ê û sîstema şerê taybet a li Tirkiyeyê vê yekê ji her kesî re dibêje: Kî daxwaza azadiya Kurdan bike, kî piştgirî û tifaqê bi Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê re ava bike, dawiya xwe wê êrîşên şerê taybet be ku li Kurdan tê ferzkirin. Komkujî û zexta ku li Kurdan tê ferzkirin wê li hêzên Tirkiyeyî jî bê ferzkirin ku bi wan re tifaqê çêdike.

Gotinên demagojîk ên rêveberên AKP'ê çi dibin bila bibin di rastiyê de îradeya azadiyê ya gelê Kurd nas nakin û li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd e. Tayyîp Erdogan bi xwe dibêje ku AKP hebûna gelê Kurd nas nake. Mejî û polîtîkayên li nava AKP'ê senteza Tirk-Îslamê ye, dijminê Kurdan e. Siyaseta komarê ya dij bi Kurd bi hin gotinên demagojîk vedişêre û hewl dide bi vî rengî bimeşîne. Bi taybetî bi xapandina hin hêzên demokratîk û derdorên Kurd dixwaze vê polîtîkaya înkar û îmhayê bixe meriyetê.

Di vê nuqteyê de divê ev yek bê gotin. Êrîşên siyasî û leşkerî yên ku AKP'ê ji 24'ê Tîrmehê û pê ve dane destpêkirin, bicihanîna konsepta şerê taybet a topyekûn e ku di civîna MGK a 30'ê Cotmeha 2014'an de biryar li ser hatibû dayin. Dibêjin, heta Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bê eciqandin wê êrîş dewam bikin. Li ser vê bingehê şaş e ku mirov ji AKP'ê di nava bendewariyê de bin. Bendewarî wê bibe xapandina bi hîleyên şerê taybet ên AKP'ê. Di vê mijarê de divê bi taybetî bergê pêncemîn ê parêznameyên Rêber Apo baş bê fêhmkirin ku li ser AKP'ê analîz kiriye.

Êrîşên heyî topyekûn in. Ev mijara topyekûn hem ji aliyê armancê ve hem jî ji aliyê amûrên xwe ve bi vî rengî ye. Bala xwe bidinê, hêzên demokratîk û azadîparêz hemû di hedefa vê êrîşê de ne. Lewma şerê taybet ê topyekûn li dijî Rêber Apo, partiya me, hêzên me yên gerîla û tevahiya hêzên siyaseta demokratîk e. Di serî de tevgera me ya jin û ciwanan li dijî tevahiya gelê me ye. Êrîşeke topyekûn a ji bo şikandina îradeyê û teslîmwergirtinê ye.

Li aliyê din amûrên têne bikaranîn, rê û rêbazên êrîşê jî topyekûn e. Hemû rêbazên leşkerî, amûrên wê di vê êrîşê de bêpîvan û bêsînor têne bikaranîn. Hemû çiya, gund, newal, daristanên Kurdistanê bi rengekî hovane têne bombekirin, şewitandin. Di vê êrîşê de hêzên polîsan, çete, kontrgerîla, emniyet, zexta siyasî bi hemû rê û rêbazan têne bikaranîn.

Sîstema înkar û îmhayê wê bi êrîşên leşkerî, êrîşên kontrgerîla, şerê qirêj, operasyonên qirkirina siyasî, girtin, zindanîkirina bêpirs, hemû hewldanên zextê wê dewam bike. Divê em hemû, hevrêyên me, gelê me, hêzên siyaseta demokmratîk û hêzên demokratîk şoreşger ên Tirkiyeyê vê baş bibînin û fêhm bikin. Li dijî van êrîşan helwest û tedbîr şert e. Helwest û berxwedana ku van êrîşan têk bibe pêwîst e.

Rêber Apo  hem di Tebaxa 2010'an de hem jî di destpêka 2013'an de li şûna Şerê Gel ê Şoreşgerî hewl da bi rêbaza têkoşîna siyasî demokratîk pirsgirêka Kurd çareser bike, Tirkiyeyê demokratîk bike û bi vî rengî pêvajoyeke stratejîk a cuda afirand. Tevî vê hewldanê jî AKP'ê hîle û lîstikên xwe dewam kir, ji aliyê mejî û polîtîka ve xwe li demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd girt, lewma jî hewldanên Rêberê me bi ser neketin. Ji ber vê yekê jî Pêngava Stratejîk a Şerê Gel ê Şoreşgerî divê teqez bi cih bê anîn ku 1'ê Hezîrana 2010'an hate destpêkirin.

Lewma divê bê fêhmkirin. Hewldana bi sebir a Rêber Apo ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk nekarî pêk were. Êrîşên faşîzma AKP-MHP'ê yên piralî wê dewam bikin. Di rewşeke bi vî rengî de yekane rêya serxistina şoreşa azadiyê ya Kurdistanê û şoreşa demokratîk a Tirkiyeyê Şerê Gel ê Şoreşgerî ye.

Êrîşên ku faşîzma AKP-MHP'ê dikin jî pêvajoyeke bi vî rengî ferz dike. Êrîş pêwîstiya bi berxwedaneke topyekûn a li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî destnîşan dike. li dijî êrîşên şerê taybet ên topyekûn ên faşîzma AKP'ê, sekna şoreşgerî ya rast, tenê bi berxwedaneke topyekûn a li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî dibe. Ji bilî vê yekê hewldana rêbazeke cuda rast nîne.

Şerê Gel ê Şoreşgerî divê weke şerekî bi hilweşandina desthilatdariya li ser bingeha paradîgmaya dewletperest avakirina dewleteke netewe yan jî desthilatdariyeke nû neyê dîtin. Armanca Şerê Gel ê Şoreşgerî ya li ser bingeha paradîgmaya nû tê kirin, pêkanîna çareseriya Xweseriya Demokratîk e. Ev yek jî tê wateya parastin û pêkanîna avakirina neteweya demokratîk a li ser 9 aliyan e. Tê wê wateyê ku li Kurdistanê konfederalîzma demokratîk bi cih bê anîn, di çarçoveya çareseriya siyasî ya neteweya demokratîk de Şoreşa Xweseriya Demokratîk bi cih bê anîn.

Ji bo faşîzma AKP-MHP'ê û êrîşên wê yên şerê taybet ên topyekûn bêne têkbirin, şert û merc guncav in. Piştgiriya gel jî gelekî zêde ye. Ya pêwîst pêşengî ye, afirandina milîtaniya pêşeng e. Divê em pêvajoya nû bi vî rengî fêhm bikin û wezîfeyên xwe yên şoreşgerî jî bi vî rengî bi cih bînin. Bûyîna li ser xeta PKK'ê vê yekê ferz dike. Ji bo afirandina pêşengiya demê pêwîstî bi vê yekê heye.