Meha pêngav û fedayîtiyê

Ev rewş wê di sala nû ya berxwedanê de geştir bibe, dema faşîzm hilweşe wê gel û jin bi ser bikevin. Sala pêngava stratejîk a 11’emîn wê li Kurdistan û Tirkiyeyê bibe sala ku guherîn pêk bê.

Gelê Kurd ku yek ji têkoşînên azadiyê yên herî zehmet û bi wate dimeşîne, dikeve meheke nû ya Hezîranê. Weke ku tê zanîn meha Hezîranê ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurd meheke pêngav û fedayîtiyê ye. Li ser vê bingehê di salvegera 24'an a şehadeta wê de em Zeynep Kinaci (Zîlan) bi rêzdarî bi bîr tînin ku yek ji fedayiyên herî mezin ê her serdemê bû.  Di sala 25'emîn a meha fedayîtiyê de di serî de hêzên gerîla yên leheng em di wê baweriyê de ne ku gelê Kurd wê têkoşîna azadiyê ya li ser xeta fedayî li her qadê mezin bike.

Weke ku tê zanîn di dîroka me ya têkoşîna azadiyê de ya bi pêşengiya PKK'ê du 'Pêngavên Şoreşgerî yên 1'ê Hezîranê' hene. Yek ji wan pêngava şoreşgerî ya 1'ê Hezîrana 2004'an e ku aliyê xwe yê îdeolojîk-rêxistinî li pêş e. Ya duyemîn jî pêngava şoreşgerî ya 1'ê Hezîrana 2010'an e ku aliyê xwe yê guhertina stratejîk esas e. Pêngava şoreşgerî ya 1'ê Hezîranê ya destpêkê li dijî xeta provokatîf-tasfiyekar a DYE û AKP'ê dest pê kir û tasfiyekariya 2002-2004'an tasfiye kir û bi vî rengî serketineke dîrokî ya îdeolojîk-rêxistinî afirand. Ev serketina ku bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan û li ser bingeha guhertina paradîgmayê hate bidestxistin, bandora wê ya dîrokî dewam dike. Di pêngava duyemîn a şoreşgerî ya 1'ê Hezîranê de jî ku guhertina stratejîk îfade dike, dawî li stratejiya têkoşîna siyasî demokratîk hate anîn û têkoşîna azadî û demokrasiyê li ser bingeha stratejiya şerê gel ê şoreşger da meşandin. Li dijî siyaset û zîhniyeta faşîst-mêtinger-qirker, li ser bingeha sratejiya şerê gel ê şoreşgerî ku deh sal in dimeşe, têkoşîna azadiyê li ser xeta heman lehengiyê dest bi sala 11'emîn dike.

Bi kurtasî gelê Kurd û tevgera azadiyê di salvegera 16'an a pêngava şoreşgerî ya 1'ê Hezîrana 2004'an de ne û di salvegera 10'an a pêngava şoreşgerî ya 1'ê Hezîrana 2010'an de ne. Bi wesîleya salvegerê, ez her du pêngavên şoreşgerî yên 1'ê Hezîranê ku li ser xeta Apoyî û bi pêşengiya PKK'ê pêk hatin silav dikim û pîroz dikim. Şehîdên leheng ên her du pêngavan bi rêz û minet bi bîr tînim û baweriya xwe ya mezin a bi serketina armancên wan destnîşan dikim. Ji gelê Kurd û hêzên şoreşger-demokratîk hemûyan re di sala nû ya pêngavê de serketinê dixwazim.

Weke ku tê zanîn, hîn di sala sêyemîn a pêngava stratejîk a şerê gel ê şoreşgerî ya 1'ê Hezîrana 2010'an de Rêveberiya AKP'ê ya faşîst neçar ma ku biçe Îmraliyê û daxwaza agirbestê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike. Li ser vê bingehê pêvajoya agirbesteke nû ya ku 13'ê Tebaxa 2010'an dest pê kir û 11 mehan dewam kir kete rojevê. Di meha 26'an a pêngavê de 19'ê Tîrmeha 2012'an Şoreşa Azadiyê ya Rojava pêk hat. Her wiha di meha 32'an de pêvajoya agirbesteke nû dest pê kir ku navê 'Pêvajoya Çareseriyê' lê hatibû kirin. Di nava berxwedana deh salan a pêngava stratejîk a şerê gel ê şoreşgerî de bi pêşengiya gerîlayên azadiyê yên leheng; gelê Kurd li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yên faşîst li Şengalê, Mexmûrê, Kobanê û Rojava berxwedanên lehengiyê yên serketî raber kirin, li dijî faşîzma AKP-MHP'ê ku xwedî heman siyaset û zîhniyeta DAÎŞ'ê ye, bi pêşengiya CizÎr û Sûrê berxwedanên bajaran afirandin, ji Efrînê heta Xakurkê û ji wir jî heta Serhedê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat ketin nava berxwedaneke dîrokî ya antîfaşîst. Bi taybetî bi hêzên şoreşger-demokratîk ên Tirkiyeyê re ku li binê sîwana HBDH'ê li hev kom bûn li qadên bejahî, deşt û bajaran ji berxwedana çekdarî heta grevên birçîbûnê, mîtîng û meşan berxwedaneke gelekî dewlemend a antîfaşîst hate meşandin.

Eşkere ye ku di bingeha her bûyer û pêşketinên deh salên dawî de yên bi navê demokrasî, mirovahî û azadiyê li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn rû dan, ev berxwedana lehengiyê heye. Li ser vê bingehê çeteyên DAÎŞ'ê yên faşîst hatin têkbirin û faşîzma AKP-MHP'ê ku mîna wê ye anî ber têkbirinê, di asta global de jî mirovahî ji faşîzma vê serdemê hate rizgarkirin. Diyar e ku bandora pêşketin û destketiyên heyî wê di nava dehan salên bê de dewam bike. Bêguman van hemûyan nêzîkatiyên stratejîk û taktîkî yên PKK'ê piştrast kirine ku li ser bingeha stratejiya şerê gel ê şoreşgerî li dijî siyaset û zîhniyeta faşîst-qirker têdikoşe. Hatiye ispatkirin ku paradîgmaya civaka demokratîk a xwe dispêre azadiya jinê û ekolojiya civakî, xeteke şoreşgerî ya serketinê ye. Eşkere ye ku tenê bi stratejî û xeteke wiha şoreşgerî, siyaset û zîhniyeta qirker, mêtinger û faşîst dikare bê têkbirin.

Îro em dikevin salvegera 11’emîn a pêngava stratejîk a 1’ê Hezîranê şerê gel ê şoreşgerî, faşîzma AKP-MHP’ê û pergala modernîteya kapîtalîst sûdê ji şewba koronavîrusê digirin û êrîşên xwe didomînin. Faşîzma dewleta Tirk û AKP-MHP’ê zilma xwe li ser gelê Kurd zêde kirine û êdî tu pîvanê exlaq û hiqûqê yê va êrîşan nemaye. Kurd û hêzên demokratîk xistine zindanan, mirov êdî nikarin derkevin derve, êrîşî Kurdên mirî û goristanan jî tê kirin. Ev êrîş gelên Sûriye û Lîbyayê di serî de, li ser hemû mirovayetiyê tê kirin. Di warê dijminatiya Kurdan û qirkirinê de, faşîzma AKP û MHP’ê darbekarên 12’ê Îlona 1980’an û çeteyên faşîst ên di sala 1990’an de derbas kirine.

Ev tişt tê çi wateyê? Gelekî zelal e ku stratejî û taktîka PKK û HBDH’ê ya li dijî faşîzma AKP û MHP’ê bi stratejiya şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe dide, gelekî rast e. Zext û kirinên faşîst bi berxwedana şerê gel ê şoreşgerî dikare were şikandin. Hêzên gerîla yên qehreman, li çiya û bajaran çalakiyên şoreşgerî li dar dixin, ev çalakî dibin sedema ku pergala qirker û faşîst zû hilweşe û tola zilma faşîst tê stendin. Bi vê re ji hemû jin, ciwan, kedkar, karker, hemû gel û mirovayetiyê re yên ku pêdiviya wan bi azadî û demokrasiyê heye, dibe hêvî. Divê em vî tiştî jî bibînin. Heke ev berxwedan encamên zêdetir bi dest nexistibe û faşîzma AKP û MHP’ê heta niha têk nebiribe, nexweş di warê tevgerîna pêdiviyên stratejiya şerê gel ê şoreşgerî jî qelsî û kêmasî hene. Di salvegera dehemîn a pêngavê de divê em vî tiştî li ber çavan bigirin û ji bo telafîkirina qelsî û kêmasiyan divê her cure hewldan were kirin.

Di salvegera 11’emîn a pêngava şerê gel ê şoreşgerî de hêzên şoreşger û gel ji bo ku em stratejiya şoreşger baş fêm bikin û bi serketî pêk bînin, pêdiviyeke mezin e. Diyar e ku hemû hêzên şoreşger û demokratîk li ser vê nêziktêdayina stratejîk wê berxwedana antîfaşîst geştir bike. Gelekî zelal e ku li çiya, deşt û bajaran wê hemû hêzên gerîla bi awayekî bi bandore şer bike, ciwan ji bo geşkirina vê têkoşînê wê li her qadê berê xwe bide berxwedana gerîlayan, jin wê xweparastina xwe xurttir bike, wê gel di nav têkoşîneke xurt a antîfaşîst de be, qada siyaseta demokratîk li dijî faşîzmê wê hêzên xwe seferber bike. Di salvegera 11’emîn a pêngavê de wê faşîzma AKP û MHP’ê hilweşe, gelên Kurd û Tirkiyeyê wê serfiraziyeke demokratîk bi dest bixe.

Li ser vî esasî em dikevin sala pêngav û fedaîtiyê. Heke em baş bala xwe bidinê, îddîa û îradeya gel û şoreşgeran xurt e, feraset û siyaseta faşîst û qirker jî li ber hilweşandinê ye. Ev rewş wê di sala nû ya berxwedanê de geştir bibe, dema faşîzm hilweşe wê gel û jin bi ser bikevin. Sala pêngava stratejîk a 11’emîn wê li Kurdistan û Tirkiyeyê bibe sala ku guherîn pêk bê.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA