Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê çawa Tirkbûna dîrokî înkar dike?

Çima di Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê de Tirkbûna dîrokî bi vî rengî hatiye înkarkirin û hebûna Tirk bi hebûna Tirkiyeyê ya 100 salî ve hatiye girêdan? Tene sedemeke vî tiştî heye, ew jî ev e ku hebûna Kurdan înkar bikin.

Di nîqaşên dawîn ên hilbijartinê de ji nav çar xalên pêşîn ên Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ya ku ‘nabe were guhertin û guhertina wê nayê pêşniyazkirin’ yek jê ev e: Hemû kesên ku bi girêdana hemwelatîbûnê bi Dewleta Komara Tirkiyeyê ve girêdayî ne, Tirk in.

Ev xal wisa hatiye nivîsandin û Tirkbûn kirine wekî hemwelatîbûna Dewleta Komara Tirkiyeyê. Gelo ev pênaseya ku dibêje ‘Nabe were guhertin û guhertina wê nayê pêşniyazkirin’ çiqasî rast e? Yên ku ne hemwelatiyên Komara Tirkiyeyê ne, nikarin bibin Tirk? Nexwe têgeha ‘Komarên Turkî’ belasebeb tên gotin?

Niha em bihesibînin ku ev şîrove rast e. Di wê rewşê de, ji bo ku mirov Tirk be pêwîst e ku mirov hemwelatiyê Komara Tirkiyeyê be. Îcar ev tê çi wateyê? Ev tê wê wateyê ku kesên ku ne hemwelatiyên Komara Tirkiyeyê ne, nikarin bibin Tirk. Di wê rewşê de Tirkbûn girêdayî dewleta Komara Tirkiyeyê ye. Ji ber ku Komara Tirkiyeyê di 29’ê Cotmeha 1923’an de hat damezrandin, wê demê ferd û civaka Tirk tenê di sedsala borî de li vê dinyayê hebû. Beriya 29’ê Cotmeha 1923’an li vê dinyayê ne Tirk hebûn û ne jî Tirkên derveyî hemwelatîbûna Komara Tirkiyeyê hebûn.

Bi vî rengî 'Tirkbûna Dîrokî' û 'Tirkbûna Asyaya Navîn' ji aliyê Makeqanûna Tirkiyeyê ve tê înkarkirin. Her tişt bi dewleta Tirk ve tê girêdan, civaka Tirk û neteweya Tirk tê tunehesibandin. Her wiha ev rewş di statûya ‘nayê guhertin û guhertina wê nayê pêşniyazkirin’ de tê dîtin. Divê vê pênaseya ku di warê zanistî de şaş de were guhertin û pênaseyeke rast a Tirkbûnê were kirin.

Îcar çima di Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê de wisa hatiye nivîsandin? Kesên ku ev destûra bingehîn amade kirine ji dîrok û zanista civakî dûr in? Bêguman mirov nikare bibêje hemû jî jê dûr in. Ji ber ku li gorî berjewendiyên dewletê li ser zanistê disekinin tê zanîn ku wê ji cewhera wê ya rastîn dûr dixînin. Lê dîsa jî evqasî ne cahil in. Kesên ev destûra bingehîn nivîsandine, her dem qala ‘Dîroka Tirkan a bi heybet’ dikin û îddîa dikin ku ‘Tirk milletê herî kevn û dîrokî ne.’

Çima di Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê de Tirkbûna dîrokî bi vî rengî hatiye înkarkirin û hebûna Tirk bi hebûna Tirkiyeyê ya 100 salî ve hatiye girêdan? Tene sedemeke vî tiştî heye, ew jî ev e ku hebûna Kurdan înkar bikin û Kurdan tune bihesibînin. Ji bo ku hebûna Kurdan înkar bikin û li ser vî esasî  li ser Kurdan qirkirina çandî bikin, bi vî awayî ketine nav rêbazên li dijî zanistê û di heman demê de Tirkbûna dîrokî jî hatiye înkarkirin.

Hin kesên ku ev teza beredayî diparêzin jî evqasî gotinên dirêj dikin û îddîa dikin ku ‘Tirkbûn ne nijadek û civakeke dîrokî ye, ji kesên ku di nav sînorên Komara Tirkiyeyê de mane re Tirk tê gotin û bi vê re qesta wan ne milletê Tirk e.’ Bi vî awayî wekî ku hemû kesên di nav sînorên Tirkiyeyê de ne wekî millet û çand Tirk in, îddîayeke beredayî dikin. Dema em bi van derdoran re nîqaş dikin, me ji wan re wisa digot: Heke wisa ye, Tirkbûn ji dîrokê nayê û nayê wateya milletekî, ji hemû kesên di nav sînorên Tirkiyeyê de dibêjin Tirk, sed sal in ji vê civakê re dibêjin Tirk werin di sedsala duyemîn de em jê re bibêjin Kurd û ji hemû kesên di nav sînorên Tirkiyeyê de bibêjin Kurd! Wisa dibe? Diyar e ku wê nebe. Lê ji bo ku em nîşan bikin di Destûra Bingehîn a de pênaseya Tirkbûnê çiqasî beredayî ye, divê em vî tiştî bibêjin.

Niha di sedsaliya avakirina Komara Tirkiyeyê de, di 14 û 28’ê Gulanê de hilbijartinek pir girîng hat kirin. Ev hilbijartin di bin şertên antîdemokratîk de hate kirin û ji ber dek û dolaban, gelo mirov dikare jê re bibêje hilbijartin an na, ev meseleyeke din e. Di hilbijartinê de kî bi ser ket û kî têk çû jî rewşeke cihê ye. Dûrî van tiştan divê em balê bikêşin ser vî tiştî dema em derbasî sedsala nû dibin ji bo Tirkiyeyê destûra bingehîneke nû hewce ye. Di rastiyê de ev dewlet û civak 41 sal in bi makezagona cûntaya 12’ê Îlona 1980’yî hewl tê dayîn were birêvebirin. Di nîqaşên hilbijartinê de hema bêje ji aliyê her kesî ve behsa amadekirina destûra bingehîn a nû hat kirin.

Di wê rewşê de ya herî baş ew e ku pêvajoya nû bi destûra bingehîn a nû dest pê bike. Dikare bê gotin ku encamên hilbijartinê yên niha rê dide ku makeqanûneke wiha were amadekirin? Di vî warî de heta mirov dikare bibêje ku tabloyek kêm û neyînî jî heye. Lê diyar e ku belgeyeke wek destûra bingehîn tenê ji aliyê partiyekê yan jî tifaqekê ve nayê amadekirin, divê hemû meylên ku li Tirkiyeyê hene tê de hebin. Ji ber vê heke wê kî bibin rêveber û bibin rêveberiya têketina sedsala duyemîn divê wisa yekparetî nêzî wê bibin û bi destûreke bingehîn a nû dest bi xebatan bikin.

Heger ev rewş rast be û bi destûra bingehîn a nû em ê têkevin sedsala nû, divê destûra bingehîn ku wê were amadekirin nû be û karibe rewşan zelal bike. Ji bo guhertinê jî divê beriya her tiştî xalên destûra bingehîn ên ku tê xwestin neyê guhertin, werin guhertin. Ev tişt gelekî hewce ye. Ji ber ku mesela ev meseleya ku me li jor behs kir hem rast e hem jî ne zanistî ye. Di heman demê de ew cure ye ku pirsgirêkan çareser nake û bi ser de pirsgirêkên nû derdixe holê. Di wê rewşê de, divê dev ji serhişkî û şert û mercan berdin, divê destûra bingehîn a nû wekî ‘nasnameya jor’ pênaseya ‘Neteweyên Tirkiyeyê’ bike û di bin wê pênaseyê de diyar bike ku hemû nasnameyên neteweyî yên di nav sînorên Komara Tirkiyeyê de, ji bo ku karibe xwe bi azadî bijî, pênaseyeke zelal bike. Ev pênase jî têr nake. Destûreke Bingehîn a nû ya demokratîk hewce dike da ku hemû azadiyan mîsoger bike. Heke pênaseya Tirkbûnê were sererastkirin wê gelek pirsgirêk jixweber werin çareserkirin.

Diyar e heke ev tişt were kirin, wê rêya çareseriya hemû pirsgirêkên bingehîn bi taybetî jî rêya çareserkirina pirsgirêka Kurdan were vekirin. Di heman demê de wê rizgarbûna ji feraset û pênaseya ku dibêje ji bo înkarkirina Kurdan em ê hebûna dîrokî ya Tirkan jî înkar bikin jî pêk were. Wek nimûne, li Asyaya Navîn, hebûna Tirkan di dîrokê de berdewam e. Di nav agahiyên sabît ên dîrokê de ye ku bi dehan eşîrên Tirkmenan ji Asyaya Navîn koçî Anatolyayê kirine. Ev jî rastiyeke dîrokî ye ku di nava sîstema Împaratoriya Osmanî de li ser van eşîrên Tirkmenan, Tirkbûnek pêş ketiye. Bêguman ev Tirkbûn di warê neteweyîbûnê de pozîsyoneke lawaz jiyaye. Pêşveçûna xurt a neteweya Tirk bi dewleta Komara Tirkiyeyê ve pêk hatiye. Lê belê ji ber ku dewleta Tirk di netewebûna Tirk de pêşketineke xurt çêkiriye, ne hewce ye ku Tirkbûna berê înkar bikin û tiştekî wiha ne rast e jî.

Di wê rewşê de, ji bo înkarkirina hebûna gelê Kurd, pêwîst e ji fikra çewt û nexweş ku netewebûna Tirk a dîrokî înkar dike jî rizgarbûnek pêk were.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka