Li Tirkiyê zaroktî jî hatiye desteserkirin

Îro Roja Mafê Zarokan a  Cîhanê ye. Li Tirkiyê, ku Tirkiye ji bo mafê perwerdehiyê yê zimanê dayikê yê zarokên Kurd nas neke ber bi sê xalên Peymana Mafê Zarokan a NY'yê ve nayê, rewşa zarokan gellekî kambaxtir e.

Dewleta Tirk ji bo zarokên Kurd bi zimanê xwe nikaribin perwerdehiyê bibînin, ji bilî 3 xalên Peymana Mafê Zarokan a NY'yê, aliyê Peymana Mafê Mirovan a Zarokan a NY'yê ye. Lê beşê dî yê mayî yê NY'yê jî li Tirkiyê tenê bi devkî ye û di pratîkê de pêdivî nayên bicihanîn.

Nexasim li wan cografyayên ku şer û hejarî lê serdest e, ji bo berevaniya li wan zarokan ku têkoşîna jiyanê didin û ji bo başkirina şert û mercên wan, Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) 20'ê Mijdara 1989'an Peymana Mafê Zarokan qebûl kir û 2'yê Îlona 1990'î ev sazkar bû. Tirkiye jî di nav de 197 welat bûne aliyê vê peymanê û bû yek ji wan peymanan ku gelek welatan ev peyman qebûl kirin. Ji bilî DYA'yê, hemû endamên NY'yê, Filîstîk, Vatîkan, Nîeu û Giravên Cookê jî aliyê vê peyman3e ne. Tirkiyê 14'ê Îlona 1990'î ev peyman îmze kir. Peymana Têkilî Mafê Mirovan a Zarokan 10'ê Kanûna 1994'an ji hêla Meclîsa Tirk ve hate qebûlkirin û Desteya Wezîran ev biryar bi berpênehatina xalên 17, 29 û 30'î (Destûra T.C'yê û xalên Peymana Lozanê ya 1923'an anî ber çavan) û bi yasaya 4058'an ev pejirand; 27'ê Çileya 1995'an, di Rojnameya Fermî ya bi hijmara 22184'an de weşiya û sazkar bû. Tirkiye bi vî rengî bû dewleta 'aliyê' peymanê.

Rêgeza sereke ya peymamnê pênaseya ''sûda zêde ya zarokan'' û sûda cihêkarî ya zarokan were berçavkriin. Dewletên ku peymanê îmze dikin, bang dikin ku zarok ji ber ku bikaribin di jiyana ciakî û siyasî de karîger bibin, bikaribin di nav de bi rengekî afirîner bin û tevlê bibin, divê zemîn werin avakirin. Her zarok xwedî wî mafî ye ku li gorî rastiya xwe bijî. Dewletên aliyê vê peymanê ji bo ku zarok li ser piyan bimînin û bi pêş bikevin her cure hewldanê divê bikin. Dewlet îstîsmara cinsî û kedxwarî jî di nav de divê zarokan ji her cure îhtîmala êrîşa fizikî û zêhnî biparêzin. Zarok xwedî wî mafî ne ku bi asta bilind standarên tenduristiyê bibînin. Divê dibistana perwerdehiyê mecbûrî ve û bê pere be, disîplîna li dibistanan divê ziyanê nede hijmetkariya zarokan. Zarokên girtî an jî cezaxwarî divê ji mezinan werin veqetandin, êşkence li wan neyê kirin, neyên kêmkirin. Zarokên ku temenê wan di bin 15'an de divê di nav şer de nemînin.

Yek ji rêveberên Şûbeya Izmîrê ya ÎHD'ê Alî Aydin duh bi daxuyiyaniyê got li gel ku 29 sal di ser re derbas bûne jî gelek xalên peymanê tenê li ser kaxezê mane.

QEDEXEYA PERWERDIYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ

Ji ber sedema ku Tirkiye xalên 17, 29, 30'î yê peymanê îmze nekiriye, tê astengkirin ku zarok ji hêla etnîk û çandî ve mafên xwe bi kar bînin. Li gorî xala 30'î ya peymanê zarok divê bikaribin mafên xwe yên çandî, bawerî û zimên bi kar bînin lê ji ber ku dewleta Tirk ev xal qebûl nekiriye, zarokên Kurd û gelên din nikaribin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Pirsa Kurd a ku bi salan e li benda çareserkirinê ye, di qada perwerdehiyê de, li bajarên Kurd, li dibistanan bi qedexeya axaftina bi Kurdî bersiva xwe dibîne.

RÊJEYA HEJARIYÊ 25,3 JI 100'Î YE

Li gorî UNÎCEF'ê asta perwerdehiyê li Tirkiyê pir kambax e, ji hêla hejariya zarokan jî di nav welatên Ewropa de welatê rewşa wê herî kamxa e. Rêjeya hejariyê li nav zarokan 25,3 ji 100'î ye.

2 MILYON ZAROKÊN KARKER

Li Tirkiyê ji 2 milyonan zêdetir zarokên karker hene, li Tirkiyê ji her 20 karkerên ku dimirin 4 ji wan zarok in.

ZAROKÊN KARKER ÊN NEQEYDKIRÎ HERÎ PIR LI BAKURÊ KURDISTANÊ NE

Endamê Komîsyona Mafê Mirovan a Şûbeya Stenbolê ya ÎHD'ê Ozgur Bariş ji MA'yê re axivî, got, xebitandina zarokan ji hêla giyanî, fizîkî û pêşketina civakî û aborî ve ziyanê li zarokan dike û diyar kir xebitandina zarokan a ne tomarkirî herî pir li Bakurê Kurdistanê ye, li qadên çandiniyê hijmara zarokên ku têne xebitandin li gorî aliyê Tirkiyê pir zêde ye û daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê jî pir zêde ye.

DI 5 MEHAN DE 5 ZAROK MIRINE

Bariş ankêta TUÎK'ê bi bîr xist, got li gor vê ankêtê zarokên ku dixebitin nikarin perwerdehiya xwe jî bidomînin û got 5 mehên pêşî yên sala 2018'an 27 zarokên karker mirine.

SEDEMA SEREKE HEJARÎ YE

Psîkolog Fîgan Kepenek jî ji JINNEWSê ji Rengîn Azîzoglu re axivî û got, yek ji sedema herî girîng a karkeriya zarokan kêmbûna dahata maddî ya malbatan e, dema ku dêhna xwe didin wan civakên ku rêjeya karkerên zarok zêde ye, bi giştî rewşa aborî ya civakê kêm e.

BI HEZARAN ZAROK LI GIRTÎGEHAN

Midûrê Giştî yê Malên Ceza û Girtinê Şaban Yilmaz diyar kir li girtîgehan 743 bebikên bi dayikên xwe re, bi tevahî 3 hezar zarok li girt3igehan in û li gorî dîroka heta 31'ê Cotmeha 2018'an, bi tevahî 258 hezar û 600 kes li girtîgehan in. Li gel sepanîna berdana bi venêranê 11 hezar zarokan girtîgeh nas kirine.

21 HEZAR ZAROKÊN DUCANÎ LI TIRKIYÊ HENE

Li gorî qeydên li nexweşaneyan van 18 mehên dawî li Tirkiyê 21 hezar û 957 zarokên ducanî hene.

JÊDER: Yenî Ozgur Polîtîka