Li Rojhilata Navîn afirandina mejî û têgihiştinê

Li Rojhilata Navîn em serdemekê pêşwazî dikin ku azadî û demokrasî jinûve bi wate dibin. Bi pêşengiya Tevgera Azadiyê ya Kurd çanda berxwedanê ya dîrokî-civakî jinûve ava dibe.

ANALÎZ

Mejî nîşaneya zanebûn a nasnameya civakî ya mirovekî ye. Wateya rastiya gerdûnî û xwezayê ya civakî nîşan dide. Îro jî em li ber afirîna mejiyekî nû ye. Di berbanga Mezopotamyayê de em bi kelecan serdemekê pêşwazî dikin ku demokrasî û azadî jinûve lê bi wate dibe. Ev kelecan lêgerîna li azadiyê, pergala xwezayî û piştevaniya civakî ye.

Mirov gerdûnê di nava xwe de vedihewîne û guherînan di nava xwe de pêk tînin û zane dibin. Ev têgihişt bingeha mejiyekî civakî ye û ji bo avakirina saziyên vî mejî tevahiya jiyana xwe têdikoşe. Di dîroka mirovahiyê de pirsa 'mirov dixwaze ber bi ku ve û çawa biçe' meseleya esasî ye. Mejî ji bo desthilatdariyê yan jî ji bo azadî û demokrasiyê dixebite? Ev yek pirsa bingehîn a dîrokê ye û mirovahiyê timî hewl daye bersivê bide. Di dîrokê de lêgerîna li heqîqetê bûye rastiye ku zanyaran, fîlozofan temenê xwe di ber de feda kirine. Li hemberî dîroka ku elîtên desthilatdariyê nivîsandine dîroka berxwedana civakî û şervanên heqîqetê çîroka yên nehatiye nivîsandin e. Em li vê cografyayê şahidiyê ji afirandina çanda berxwedanê ya civakî-dîrokî, têkoşîna heqîqete û mejiyekî nû re dikin. Di berbanga Mezopotamyayê de em şahidiyê ji vejîna heqîqet û azadiyê ya mirovahiyê re dikin.

JINÛVE VEJÎN Û JINÛVE AVAKIRIN

Em têkoşîna hezaran salî ya Rojhilata Navîn bi têkoşîna civakî û şoreşê jinûve dinivîsînin. Kelehên dawî yên zilm û desthilatdariyê yek bi yek hildiweşin. Li Ûr û Ûrûkê, li navendên destpêkê yên şaristaniyê, em di demeke welê de ne ku elîtên desthilatdariyê derbê dixwin. Civakîbûna exlaqî, polîtîk li vê xakê jinûve tê avakirin.

ŞAHIDIYA JI ŞOREŞA MEJÎ RE

Li Mezopotamyayê ku dilê Rojhilata Navîn e, em di nava têkoşîneke welê de ne ku bi dîrokeke civakî avaniyên civakî jinûve têne avakirin. Tevgera Azadiyê ya Kurd pêşengiyê ji vê pêvajoyê re dike. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi pêşengiya jin û ciwanan şoreşên welê diafirîne ku hêviyê dide Rojhilata Navîn û li ber dîrokê radibe. Her roj bi şoreşên nû re em şahidiyê ji şoreşeke mejiyê li Rojhilata Navîn re dikin.

TOL JI MEJIYÊ DEWLETÊ TÊ HILANÎN

Li Rojhilata Navîn ku bi krîzên kapîtalîzma global diheje, em şahidiyê ji gerîlatiyê û Modernîteya Demokratîk re dikin ku wê mirovahiyê rizgar bike. Tevgerên gerîla dîroka civakî dinivîsînin, berxwedana komunal xurt dikin û tolê ji mejiyê dewletê yê 5 hezar salî hiltînin. Bi gerîlatiya serdema fezayê li dijî nûnerên dawî yên kapîtalîzmê têkoşîn tê meşandin.

Em di demeke şoreşgerî de ne. Îro dema şoreşê ye. Li dijî mejiyên dîktatorî û desthilatdarîperestiyê ji bo têkoşînê divê em li qadê bin. Divê em qadan veguherînin qadên şoreşê. Her yek ji me divê berpirsyariya xwe ya şoreşgerî bi cih bînin û tevkariyê li vê pêngava dîrokî bike. Mîna ku Rêber Apo dibêje dem kêliya avabûnê ye.