Li Parîsê dagirkeriya Tirk hate protestokirin

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagrkeriyê ya Tirk a li Kurdistanê li Parîsê hate protestokirin.

Aktivîstên TCŞ û TEKO-JIN ên li bonliye Evry ya patexta Fransa Parîsê hatin ba hev, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên qirker û faşîst ên dewleta Tirk a li Kurdistanê protesto kirin.

Ciwanên ku çalakî li trenên navenda Parîsê kirin, bal kişand ser tecrîda giran a bi sîstematîk 22 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin û daxwaza azadiya wî kirin.

Di çalakiyê de qala dagirkeriya rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ya li Kurdistanê hate kirin û êrîşên li ser Metîna, Zap û Avaşîn protesto kirin.

Çalakî di dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Gerîla’, ‘Ji Ocalan Re Azadî’ û ‘Bimre Rejîma Tirk’ dawî bû.