Li Mezopotamiyayê her tişt esîl e

Bila kes xwe nexapînê û mirovên qelp û sexte ên modernîteya kapîtalîst ti hêviyan neke. Hêviya me yekîtiya me ye, hêviya me berxwedana me ye.

Ji ber ku hucra kok a jiyanê li Kurdistanê û Mezopotamiyayê ava bûye û paşê li tevahiya cîhanê, hem weke jiyan hem jî weke çand belav bûye, her tiştê Kurdistan û Mezopotamiyayê esîl e, ên paşê peyda bûne qelp û teqlîd in. Ji ber esaleta xwe, jiyan û jin esîl e, bawerî esîl e, hezkirin û evîn esîl in, cîrantî, merivantî û hevaltî pirr esîl in, têkilîyên tên danîn li ser hîmê baweriyê ne û esîl in, mirovên ku bi dînekî an jî bi tiştekî bawer dikin, pirr paqij û ji dil dikin ji bo wê jî pirr esîl in. Ji ber wê hîlebazî û durûtî li ba vê civakê peyda nabe, lewma her tim dibin qurbanê vê qencî û başiya xwe. Lê çi dibe bila bibê, ev mirovên li ser vê axê ji esaleta xwe nayên xwarê ku buhayê wê bi tenêman û xwîna wan be jî.

Rojekê li Kurdistanê şivanekî pir ji xweda hez dike û bawer dike hebû. Zekata pezê xwe her sal dida feqîran û her salê 10 sewalan jî ji bo kûçikê xwe cuda dike, ji ber ku kûçikê wî pirr pezê wî diparêze. Paşê kûçikê wî dimire, şivan xwe radike diçe cem meleyê mizgefta gundê xwe û ji melê dipirsê. Dibejê, meleyê hêja min her salê 10 pez ji kûçikê xwe re cuda dikirin û dida wî dixwar, lê kûçikê min mir, gelo ev pezê hanê li kê dikeve, ez bidim wî bila xêra min belesebeb neçe. Mele yekser dibejê, li min dikeve. Şivan pirr difikirê û di navbera xwe û nefsa xwe de dibêjê, gelo çima melê wiha got? Gelo çi merivantî di navbera melê û kûçikê min de heye? Hizra xwe dibe û tîne, şivan xwe nagirê û ji melê dipirse. Dibêjê meleyê hêja ez ê pez bidim te, lê ez meraq dikim, gelo çi merivantî di navbera te û kûçikê min de heye? Wê demê mele nikare bersivê bide, aciz dibe û dibêjê, ka ji vir biçe tu mirovekî kafir î. Lê ev weke pirs di serê şivan de her dimînê bê ka di navbera melê û kûçik de çi merivan tî heye? Ev mînak niha di roja me ya îro de li ser merivantiya Tirkiye, Rûsya û Emerîkayê lê ye. Pirsa mezin mirov ji wan bikê ev e, gelo çi merivantî di navbera Tirkiye, Rûsya û Emerîkayê de heye? Ew çi xwîn e di damarê wan hersê hukimdaran de diherike ku her yek li parzemîneke cihanê ye? Di navbera merivantiya melê û kûçikê şivanî de 10 pez hebûn, di damarên laşê wan hukimdaran de jî, me di dawiyê de fêm kir ku petrola reş diherike.

Trump dibêjê, me negotî em ê 400 salan Kurdan biparêzin, lê petrola Rojava di bin venêrîna me de ye. Yanê petrol ji xwîna we bi qîmettir e. Her kes dibêjê, hûn mafdar in, hûn qenc in, hûn esîl in, we wiha şer kir û we merivantî ji bela DAIŞ´ê rizgar kir. Saeta we xweş, lê Tirkiye endama NATO´yê ye, em ji bo Kurdan nikarin li hevkarên xwe bidin. Rûsya dibêjê, hûn baş in, we nehişt rêjîm bikeve ji ber ku we li beşekî mezin ê Suriyê bi DAIŞ´ê re şer kir û ji wan rizgar kir. Lê ji bo ez bi Tirkiyê re bihayê 100 milyar dolar bazirganiyê bikim, hûn jî werin teslîmî rêjîmê bibin. Ma hîna hûn çi dixwazin, berê hûn ecnebî bûn, Sûriye wê nasnameya xwe bide we, berê hûn bi hukmê urfî di zindanan de rizîn, hûnê ji xwe re li bajarên xwe bijîn, Sûriye dikare çend dersen Kurdî jî di dibistanên xwe de bide we, bila li hin bajaran navendên çandê jî bidin we, ma hîna hûn çi dixwazin? Niha Ewrûpa jî aciz bûye bê çima ji pezê şivanî para wan jî nîne, yanê çima Rûsya û Emerîka bi tenê petrolê di nava xwe de parve dikin, çima ew jî ne di nava vê peymanê de ne.

Yanê tevî hemû hewildan û berxwedana kurdan û dostên wan a li Kurdistanê û tevahiya cîhanê, mijara hebun û azadiya neteweyekî ne di xema wan de ye. Jinên ji neslê Arîn, Rêvan û Avesta ne, bi bedena xwe, xwe kirin sîper û mirovahî parastin, li ber çavên cihanê siyasetvana Kurd Hevrîn Xelef bi awayekî hovane şehîd kirin, li Girê Spî jineke YPJ’yî ku şehîd buye, bi bedena wê dilîzin. Ew çeteyên ku dewleta Tirk anîne li şûna YPG, YPJ û QSD´ê bi cih kirine bi bedena jina şoreşger ya YPJ´ê dilîzin. Bi vê kirinê ji me Kurdan re dibêjin, hûn çi jî bikin, muemela we heq kirî ev e. Di şexsê wê jina şoreşger û hevala Hevrîn Xelef de vê peyamê didin, heger jin ji bin taeta mêr derkeve, em ê wiha bînin serê wan. Jin bi hovîtî tên teşhîrkirin.

Neteweyek bi qirkirinê re rû bi rû ye, erdnîgariyeke li ser wê agir dibare û demorafya wê tê guhertin, naxwazin bibînin. Çima? Dibêjin hûn nêzî PKK’ê ne, PKK jî di lîsta terorê de ye. Gelê me û tevgera me jî vê pirsê dike, ka ji bilî li cem PKK’ê, li tevahiya cihanê projeyeke demokrasî, ekolojî û azadîxwaziya jinê li cem kê heye? Yan jî ji bo kîjan pirsgirêkê projeyên we ên çareseriyê hene? Bêguman tinene. Ev hemû derewên mezin in, gelên Mezopotamyayê û dostên wan jî îlelah kirine ji ber van derewan. Ji ber ku êdî her kes dibêjê, va ye kral tazî ye. Gelê me van rûyên sexte, teqlîd, baş nas dike. Ji bo wê, ti carî pişta xwe nade ti hêzan, ji ber merivantiya di navbera mele û kûçikê şivanî de baş nas dike. Gelê me ji van kiryarên wan qet matmayî nemaye. Ji ber ku dîroka me tijî ye ji mînakên bi vî rengî. Ti bendewariyên gelê me ji van hêzan nînin. Ji ber ku ev gel baş dizane, bê destûra Emerîka û Rûsya, Tirkiye nikare çûkekî jî li esmanê Rojava bifirîne. Ji bo wê, ev peymanên niha tên îmzekirin, peymanên fermana Kurdan û dostên wan in. Bila kes xwe nexapînê û mirovên qelp û sexte ên modernîteya kapîtalîst ti hêviyan neke. Hêviya me yekîtiya me ye, hêviya me berxwedana me ye. Hêviya me hêza me ya raman û jiyan azad a esîl e. Ji bilî vê, her tişt qelp e û sexte ye. Lê ew çi bikin jî êdî kurdîtiya azad û pergala sosyalîst tovên wê li Kurdistanê hatiye avêtin û li cihanê belav bûye, êdî serketina wê jî misoger e.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka