Di demên cuda yên dîrokê de her tim ji hêla hêzên hegemon, emperyal û netew-dewletan ve li ser netew, gel û civakan qirkirin hatiye pêkanîn. Bêguman di dîrokê de gelek cara ev yek pêk hatiye. Qirkirin ango tunekirin gelek şêwazên xwe yên cûda hene. Qirkirin ango tûne kirin ewe ku civakek, ya jî komek, netewek di hêla, çand, nasname, hebûn, ziman, fikir, erdnîgarî, dîrok û wateya xwe ya giştî qirkirin-tunekirin û ji holê rakirina hebûnê ye. Bêguman qirkirin heman demê çanda mirovahiyê ya binirx û pîroz li ser rûyê erdê radike. Mirovan bê kok dihêle ango bi gotinekê din bêesil dike.
Li welatekî weke Kurdistanê yê ku ji her aliyan ve hatiye mêtingerkirin pêşxistina her tiştê gelek zor û zehmete. Ev mêtîngerî tenê li ser xaka wê ne hatiye kirin, mêtîngeriya herî mezin û xirab jî li ser hişmendî, çand, nasname, civak, rih, îrade, fikir û kesayetiya wê hatiye kirin. Bi sedan sale Kurdistan gelê Kurd bi dagirkerî, qirkirin, talan, mêtîngerî re rûbirû maye. Netewekê netewbûyîna wê hatiye perçekirin, wisa lê hatiye kirin ku ji derveyî xwe bûye aîdê herkesî û her tiştê, êdî bixwe jî ji xwe ditirse û xwe xeter dibîne.
Rastiya gelê Kurd rastiyekê gelek bi êşe, di dîrokê de herî zêde weke gel û netew hatiye perçekirin, ji şêweyê civak û netew hatiye derxistin, belavbûyînê hem di hêla civak û hem jî di hêla mejî de di asta jor de jiyaye, bi ti awayî di hêla siyasî de nebûye xwedî îradeyek, ji ber erdnîgariya wê ya stratejîk û jeopolîtîk her tim bûye navenda şer û bûye hedef.
Li Kurdistanê her tişt gelek zor û zehmete. Tu tiştek wisa rehetî pêş nakeve û rehet nayê avakirin. Tu kes weke Rêber APO bi vê zanabûyînê tevnegeriya û bi vê zanabûyînê rêxistinbûyîn û artêşbûyînê ava nekiriye. Kes weke Rêber APO polîtîkayên ji hêla hêzên navdewletî, NATO'yê li ser gelê Kurd tê meşandin bi awayekê, polîtîk, dîrokî, civakî, leşkerî, aborî, baş nenirxandiye. Rêber APO rastiya tevahî netew-dewletan baş analîz kiriye, baş nirxandiye û bi vê zanistiyê di serî de avakirin, ji nû de çêkirina ferd, mirov û civakê, bi taybetî jî ji nû de avakirina jin kiriye bingeha têkoşîn, berxwedan û paradîgmaya xwe. Ji ber Rêber APO bi zanabûyînek ilmî, polîtîk, dîrokî, civakî, jeopolîtîk, bi taybetî jî dahûrandinên dewlet, armancê wê, plan û projeyên wê yê li ser civakan û gelan baş tehlîl dike ango raborî, dahatû û roja me ya îro yekbûyîna wê bi hev re rast dide girêdan û li ser vê bingehê jî polîtîkayekê exlaqî, polîtîk, ekolojî, civaka demokratîk û azadîxwaziya jinê diafirîne.
Bêguman gelek şêwazên şer hene yek ji lingê vî şerî jî şerê taybete. Bêguman pêwîste aliyê şerê taybet ê birdozî û polîtîk baş were zanîn û li gor wiya jî têkoşînek pêş bikeve. Şerekî pir nûximandî birdozî, çandî û li ser hestan tê meşandin. Ger ku ev yek neyê tehlîl kirin ferd, civak û netew wê nikaribe xwe ji vê yekê rizgar bike. Di roja me ya îro de dewleta faşîst û mêtînger dewleta Tirk lingê şer ê şerê taybet gelekî bi kartîne. Bêguman şerê leşkerî jî tê meşandin li gor xwe difikire ku wê encam jî ji vê şerê bigre.
Ji roja avabûyîna Komara Tirk heya roja me ya îro xwe li ser qirkirin û tune kirina gelan û neteweyan bi taybetî jî tune kirin û qirkirina gelê Kurd ava kiriye. Armancê wan yê sereke jî ev yeke. Em baş dizanin ku dewleta Tirk a faşîst a ku ji bê çanditiya Osmaniyan tê yê talankar, texrîpkar, qirker heya roja me ya îro jî didome. Dibe ku di roja me ya îro de dewleta Tirk herî zêde berçave lê tevahî hêzên NATO û navdewletî dijminahiya Kurd û Kurdistanê dike. Pêwîste gelê Kurd vê rastiyê baş bizane û li gor vê yekê jî tevahî jiyana xwe rêxistin bikin. Gelê Kurd di saya Rêber APO û rêhevalên şehîd de gihiştiye astekê gelek girîng yê têkoşîn û berxwedanê. Ji xwe gelê Kurd xwedî çandekê gelek bi nirx, hêz û bi wate yê berxwedanê ye, ev ji dîrokê heya roja me ya îro bi vê awayî ye. Lê ev berxwedan û têkoşîna heyî bi paradîgma, birdozî û fesefeya Rêber APO re bûye hişmendî û çanda jiyanê ya ku qet dest jê nayê berdan. Dixwazim di vê mijarê de mînakek bidim; “ di demê Sargon de rêberê Gutiyan Lasîrba ye. Sargon di demê wê de bi artêşekê mezin re çemê Diyala derbas dikin, piştê çend roj şûnde bi berxwedaniya Lasîrba yê mûhteşem re rûbirû dimîne. Sargon bi çend hevalên xwe bi zor û bela çekên xwe tavêjin û xwe xilas dikin, ango rev bi rev direvin. Piştê çend sal şûn de di demekê ku Lasîrba temenê wê mezin bûye, di welatê Gutiyan de şewbekê li her derê belav bûye. Sargon jî vê yekê weke fersendekê dibîne û ji bo dagirkirinê bidest seferê dike. Sargon diçe ber deriyê Lasîrba yê ku di nava doşeka mirinê de ye, Lasîrba tevahî hêza xwe kom dike û radibe ser linga. Ruxmê ku Lasîrba gelek bê quwete û henasegirtin û dayîn jî jêre weke eziyet tê. Cardin jî henaseya xwe ya dawî ji bo şûrê xwe rake asîmanê bikartîne. Şûrê xwe radike û diçe serdilovaniya xwe. Erê niha gelê Kurd xwedî çandek bi vê awayî yê esaletê tê.
Ked gelek girîng û bi wateye, pêwîste em jî weke gelê Kurd hêza keda Rêber APO bibînin. Rêber APO bûye aqlê neteweya ku mêtîngerî û qirkirinê re derbas dibe. Di rastiya xwe de Rêber APO bûye, hêz, bawerî, aqlê kollektîvîzm yê tevahî mirovahî bi taybetî jî ya jin. Rêber APO bûye nasnameya netewa demokratîk ya tevahî mirovahî yê.
Di şexsê Rêber APO de ne tenê netewek, dixwazin tevahî jin û mirovahî di nava pergala Îmraliyê de û bi tecrîtek girankirî bifetisînin û tunebikin. Em dizanin ku tecrît tê wateya razberkirin, bi tecrîta mutlak ya li ser Rêber APO tê meşandin jî armanc razberkirina Rêber APO ye. Ev razberkirin ne tenê di hêla fizikî de, di hêla ruhî, hestî, fikrî, hişmendî, civakî, hebûn û hwd. Tecrît yek ji rêbaz û şêwazê polîtîkayên hêzên hegemon û yên navdewletî ye. Ev polîtîka yê tecrîtkirinê yê razberkirinê yek jî şêwazê hêdî hêdî kuştin û tunekirinê ye. Ev kuştin û tunekirin jî ne tenê di hêla fizikî de ye. Di hêla ruhî, derûnî, hest, hişmendî û ji civakbûyînê de ye. Lê Rêber APO ev pergala Îmralî ya ku bi awayekê plankirî ji hêla navenda şerê taybet ve tê meşandin vê qadê veguherand qadekê perwerdê. Hêzên hegemonîk, netew dewlet û modernîtya kapîtalîzm ji heqîqeta Rêber APO bê fehmin, ji vê heqîqetê durin. Ji xwe pergala baviksalarî neyarê mirovahiyê û tevahî rastiya mirovahiyê ye. Pêwîste em ev tecrîta mutlak ji rêzê negrin dest. Ya ku herê zêde fêm bike, hîs bike, li hember vê yekê têkoşîn û berxwedaniyê pêşbêxe pêwîste jina Kurd be. Ewqasî alozî, krîz, nexweşî, di qada civakî de, aborî de, jiyanê de, leşkerî de û bi kurtahî tevahî qadên jiyanê de tê jiyîn ji pergala Îmraliyê û ji tecrîta mutlaq qut nîne. Bi rastî jî ev kiryarên ku tê meşandin ne kiryarên ji rêzê ne. Bi taybetî weke jin em baş bi fikrin, baş pêk bînin. Tevahî kuştin, tacîz, destdirêjî, neheqiya li ser jin tê kirin ji tecrîta mutlaq ya li Îmraliyê qut nîne. Ewqasî bêexlaqiya di nava civakê tê pêkanîn û vê bê exlaqiyê rawa dîtin ji ev şerê taybet yê li Îmraliyê tê meşandin qut nîne.
Em baş dizanin ku Îmralî qadekê şer e. Şerekê pir dijwar li Îmraliyê tê meşandin. Li Îmraliyê Rêber APO li hember polîtîkayên hêzên hegemon, netew dewlet yên şerê taybet, derûnî berxwedaniyek bêhempa û dîrokî dimeşîne. Cardin li hember ewqasî polîtîkayên qirêj jî nava sebrekê ku qet ne hatiye dîtin de ye. Em baş bizanin ku berxwedana Rêber APO dide meşandin berxwedaneke civakî û exlaqî ye ji bo tevahî gelê Kurd, jina Kurd û tevahî mirovahiyê.
Rêber APO li Kurdistanê de paşverûtiyan, fikir û kesayetiyên hatine rizîn, koletî, bê îradebûyînê, dixe nava mezelê û li hember vê yekê nûbûyînê, yê herê sexlem û herdem di afirîne. Îro ew civaka ku ji bingehekê sexlem hatiye afirandin, bi îrade, xwedî bi armanc, jiyanek azad ji bo xwe û netewa xwe hilbijartiye, xwedî hişmendiya netewa demokratîk şerek bêeman ya ku di dîroka Kurdistan û Kurdan de ne hatiye jiyîn li hember hêzên NATO û hegemon dimeşînin. Gerîlayên azadiyê îro li hember artêşa tevahî hêzên NATO û hegemon şer dike, ji xwe ne li hember mirovan li hember teknîkê şerekê bêeman dimeşîne. Şerekê yê fedaiyane ya lehengtiyê. Bi îmanek nehatiye dîtin, bi îradeyek, bi hêvî û baweriyek dîrokî li ser neyarên mirovahiyê de diçin. Bê ku yek kêlî dudilî jiyan bikin, bê ku gumanek bijîn, şerê hebûn, jiyan û azadiyê dimeşînin. Gerîllayên azadiyê di ferqa berpirsiyartiyên xwe yên dîrokî û rojane dene. Ew şopdarê riya azadî û serfiraziyê de ne.
Ya herê girîng jî gerîlayên azadiyê di wê zanabûyînê de ne ku xeta Rêber APO xeta serketinê ye. Bi vê bîr û baweriyê li hember dagirkeriyê, li hember tevahî hêzên hegemonîk, navdewletî şerê hebûn û azadiyê di meşînin. Li gor ruhê pêvajoyê dijîn û şer dikin. Li gor ruh û berxwedaniya li Îmraliyê di şexsê Rêber APO de tê meşandin tevahî têkoşîn û berxwedaniya wan layîqê ev ruhê dîrokî û bêhempa derbikevin.
Wê demê, weke gelê Kurd em çiqasî li gor ruhê demê dijîn û şer dikin. Weke gelê Kurd em li benda çi ne û li çi temaşe dikin? Gerîlayên azadiyê keç û xortên we erkên xwe pêk tînin weke gelê Kurd em çima li gor ruh û berxwedana li Îmraliyê, li gor ruhê demê, li gor ruhê gerîlayên azadiyê tevnagerin û nakevin nava berxwedaniyek domdarî de. Weke gelê Kurd pêwîste em vê yekê baş bizanin li Kurdistanê de şertê yekemîn şoreşa rizgariya netewî ye. Ji bo ku ev yek pêk were jî pêwîste bi hişmendî û zanistiya şerê gel ê şoreşgerî em jiyana xwe rêxistin bikin û li gor vê hişmendiyê şer bikin. Em baş dibînin ku neyar di her qadên jiyanê de li ser me êrişên qirkirinê pêk tîne. Li hember van êrişên qirkirinê jî pêwîste em jî di tevahî qadên jiyanê xwe xwe rêxistin bikin, bi fikir û hişmendiyê parastina cewherî yê li ser esasî şerê gel ê şoreşgerî tevbigerin. Ger ku em weke gelê Kurd dema heyî nekin dema xwe, em ê nava demê heyî de bifetisin. Ji bo wê em bi aqlê hevpar, bi ruhekê kollektîv yê APOGERÎ rabin ser piya.