Li her derê Newroz

Di Newroza 2021’an de divê Kurd ne tenê li çend bajarên mezin meydanan dagirin, lê li her bajarî, navçe, gund, tax û her kolanê bikin qadên Newrozê. Divê li her taxê agirê Newrozê geş bibe û bibe warê Newrozê.

Em Newrozek nû pêşwazî dikin. Bi vê boneyê em hemû şehîdên newrozê bi bîr tînin, di serî de Rêber Apo, cejna Newrozê li gelê Kurd û gelên herêmê pîroz dikin. Newroza 2021’an dê bibe mizgîniya azadî û demokrasiyê ya gelan. Newroz yek ji nîşanên têkoşîna pêşî ya azadiyê ya cîhana me ye. Di ser vê cejna azadiyê re 2633 sal derbas bûn. Îro dîsa li ser heman axê, têkoşîna mezin ya azadiya mirovahiyê pêk tê. Têkoşîna îro gelê Kurd tevî gelên din li dijî dewleta Tirk ya dagirker dimeşîne, gelek dişibe têkoşîna beriya 2633 salan ya Kawayî. Rêber Apo got; "Dîrok di roja me de û em jî di destpêka dîrokê de veşartî ne." Ev vegotin her wekî heqîqeta Newrozê di têkoşîna îro de berbiçav nîşan dide. Serkeftina vê têkoşînê jî dê ne tinê gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn jî ji zilm û zorê rizgar bike.

Êdî li Kurdistanê 8’ê Adarê li gel peyamên xurt yên têkoşîna jinan, bûye roja mizgîna Newrozê jî. 8’ê Adarê jî li dijî desthilata dewlet-zilam roja nû ya jinê, Newroza jinê ye. Newrozên hemdem tenê bi azadiya jinê û têkoşîna jinê ya azadiyê bi hêz û bi wate dibin. Êdî bêyî pêşengî û têkoşîna azadiyê ya jinê ne pêkan e ku mirov li Newroz bifikire. Jixwe jinên Kurd hîn salên 1990’an nîşan dan ew ê bibin pêşengên Newrozê. Ji wan rojan heta îro Newroz hîn bi hêz û bi wate tên pîrozkirin. Ruhê demokrasî û azadiyê yê Newrozên ku bi azadiya jinê bi hêz dibin, gelê Kurd û gelên herêmê dixe nava heyecanê.

8’ê Adarê jinan astengên dewlet-zilam û bahaneyên pandemiyê hemû derbas kirin, li Kurdistanê û cîhanê bi coşeke mezin herikîn qadan. Rêber Apo gotibû, dê sedsala 21’an bibe sedsala jinan. Hîn di çaryeka sedsalê de ev heqîqet piştrast dibe. Ev jî nîşan dide ka Rêber Apo çiqasî xwedî pêşdîtin e. Rêber Apo bi paradîgmaya civaka ekolojîk, demokratîk û azadîxwaz a jinê gelê Kurd kiriye xwediyê fikra herî hemdem û feraseta wê ya jiyanê.

Kurd îro bi xetek wiha hemdem ya îdeolojîk, polîtîk û têkoşînê bi serbilindî û bi anor têdikoşin.

Newroz êdî bûne rojên ku gelê cîhanê yê herî azadîxwaz û demokratîk gelê Kurd cîhanê mîna rojê ronî bikin. Di Newrozan de di kesayeta gelê Kurd de îdîaya azadî û demokrastiyê ya gelên herêmê bi xurtî derdikeve holê. Kurd her Newrozê mîna Kongreyekê pêşwazî dikin, nexşerêya salê ya têkoşînê wisa diyar dikin. Ew îdîa û bernameya têkoşînê ya di Newrozê de derdikeve holê, di heman demê de dibe biryardariya çareseriyê.

Bi qasî ku di asta neteweyî de Newroz Kurdan digehîne hev, gelên rojhialta navîn jî digehîne hev. Kurd çiqas bikarin wî ruhê Newrozê yê gelên rojhilata navîn xurt dike bi hêz bikin, dê ewqas bikarin yekîtiya xwe jî pêk bînin. Çawa ku beriya 2633 salan yekîtiya gelê Kurd û gelên rojhilata navîn ketibe nava hev, îro hîn zêdetir lazime wisa be. Yekîtiyeke neteweyî ya Kurdan ku armanca wê ne yekîtiya gelên Rojhilata Navîn be, dê bibe vegotin û nîşandana niyeta baş ku di warê siyasî de ti nirxê xwe tineye. Ji vî alî de divê êdî Kurd yekîtiya neteweyî bi yekîtiya gelan re di nava hev de pêşbixin û pêk bînin. Bêyî ku ev pêk were, ne pêkan e ku jiyana azad û demokratîk ya Kurdan çêbe û yekîtiya neteweyî mîsoger bibe.

Îro milletperestî, neteweperestî û netew-dewlet ji gelan hemûyan re û herî zêde jî ji gelên bindest re bûye talokeyeke mezin. Beriya 2633 salan ne milletperestiyek ne jî şovenîzmek wisa hebû. Lewma yekîtiya têkoşîna gelan ya beriya 2633 salan pêk hatî, divê îro sed qad zêdetir were xurtkirin. Ev desthilata AKP-MHP ya li herêmê bûye bela serê gelan, hem li ser esasê yekîtiya neteweyî, hem jî yekîtiya gelan divê were serjêrkirin û rûxandin. Wezîfeya Newroza îsal ev e. Wezîfeya Kurdên gelê Kawayê hemdem, Kurdên gelê Newrozê ev e.

Di Newroza 2021’an de divê Kurd ne tenê li çend bajarên mezin meydanan dagirin, lê li her bajarî, navçe, gund, tax û her kolanê bikin qadên Newrozê. Di serî de li Bakurê Kurdistan, Başûr, Rojava, Rojhilat û her deverê divê Kurdistan seranser bibe qada Newrozê. Divê li her taxê agirê Newrozê geş bibe û bibe warê Newrozê.

Di 8’ê Adarê de li dijî zivistana reş ya bi desthilata zilam bihara jinê pêk hat; di Newrozê de jî divê li dijî zalim û dehaqên demê, bi ruhê Kawa, Mazlum û Zekiyeyan têkoşîna bi dawîkirina zivistana li ser gelan serkefî be, bihara gelê Kurd û gelên herêmê bê afirandin.

Bi hêviya di Newroza 2021’an de di serî de faşîzma AKP-MHP, rejîmên despot û faşîst bi ruhê Kawayan hilweşin…

Newroz pîroz be.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA