Em dîsa dikevin meha Sibatê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê wekî ‘Roja qirkirina Kurdan’ îlan kiriye. Em dikevin salvegera 21’emîn a komployê. Di salvegera bîst û duyemîn de hêzên komploger hewl didin pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê girantir bikin. Li hemberî vî tiştî têkoşîna gelê Kurd, Tevgera Azadiyê û dostên Kurdan jî li her qadê xurttir dibe. Wisa xuya dike ku salvegera bîst û duyemîn wê bibe sala hesappirsîneke tund.
Wekî ku tê zanîn komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi derketina wî ya ji Sûriyeyê dest pê dike. Li ser vî esasî dihate xwestin ku bi êrîşa komployî ya li ser Abdullah Ocalan, tasfiyeya Tevgera Azadiyê ya Kurdan PKK’ê re qirkirina ser Kurdan bi encam bikirina. Bi êrîşên komployî yên bi qasî çar mehan dema ev îmha pêk nehat vê carê bi komploya di 15’ê Sibata 1999’an de hate xwestin ku bi darvekirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re vê armanca xwe pêk bînin.
Wekî ku tê zanîn komployên 9’ê Cotmehê û 15’ê Sibatê ji aliyê Serokatiya DYE’yê plana wê hate kirin û hate rêvebirin. Bi vê re dihat xwestin ku PKK were îmhakirin û tasfîyekirin û da ku qirkirina li ser Kurdan bidome û çareseriya doza Kurdan jî were astengkirin. Astengkirina çareseriya doza Kurdan û astengkirina demokratîzekirina Rojhilata Navîn tê wateya ku li ser Rojhilata Navîn nakokî hebe û mêtingeriya li ser wê were kûrkirin. Jixwe ji ber vî tiştî 21 sal in doza Kurdan nayê çareserkirin, ev nakokî tê kûrkirin û pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê belavkirin.
Nexwe di navbera êrîşa komployî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û di navbera Şerê Cîhanê yê Sêyemîn re girêdanên xurt hene. Ya rast êrîşa komployê ya navneteweyî, bi ‘Operasyona Çekîç Guç’ a di salên 1990’î re Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê destpêkirin. Ev jî tê wateya ku têketina PKK’ê ya li Başûrê Kurdistanê tê qedexekirin, li pêşiya çareserkirina azadîxwaz a doza Kurdan a li Başûrê Kurdistanê dibe astengî û Tevgera Azadiya Kurdan a li Bakurê Kurdistanê dora wê were girtin û ji bo îmhakirina wê zemînê guncav were afirandin. Vê pêvajoya ku di serê salên 1990’î de hatibû destpêkirin, piştî 9’ê Kewçêra 1998’an re bi êrîşa komployê ya navneteweyî re dixwaze were temamkirin.
Şerê Cîhanê yê Seyemîn a ku bi mudaxeleya DYE’yê sî sal in tê kirin, derdixe holê ku bê çawa Rojhilata Navîn xistiye nav kaos û gola xwînê. Li holê ye ku komploya navneteweyî ya bîst û yek sal in ji aliyê DYE’yê tê birêvebirin, çareseriya doza Kurdan çawa asteng dike û Kurdistan kiriye gola xwînê. Bi van tiştan re jî kaos û krîza li herêmê kûrtir kiriye. Bêguman beriya sala 1990’an jî rewşa Rojhilata Navîn û Kurdistanê ji vêya ne cihêtir û baştir bû. Lê mudaxeleya DYE’yê û Şerê Cîhanê yê Sêyemîn a ku li ser vî esasî hate kirin, pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û doza Kurdan çareser nekiriye, Kurdistan û Rojhilata Navîn nekiriye qadeke xweş ik. Berevajî wê kêşe girantir kiriye, kaos û krîza li herêmê kûrtir kiriye.
Gelekî zelal e ku ev serê bîst û yek salan e ku êrîşa komployê li ser heman armancan her roj xwe nû dike û dixwaze bidome. Ango her roj û kêlîka 21 salên berê di bin êrîşa komployî de domiyaye. Ev rastî herî zêde di pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê de xwe daye der. Di vê pêvajoyê de di 9’ê Çileya 2013’an de qetlîama Parîsê pêk hatiye, qetlîamên Sûr û Cizîrê pêk hatine, Efrîn hatiye dagirkirin, li dijî Rêveberên PKK’ê biryarên îmhakirinê hatine dayîn û di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrîşa dagirker a Rojava hatiye destpêkirin. Pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê her dem ji bo Kurdistanê bûye qetlîam û qirkirin, ji bo Tirkiyeyê jî bûye mêtingerî, ji bo hemû mirovayetiyê jî bûye gefeke faşîst a giran.
Armancên komplogeran ên bîst û yek sal berê îro jî wisa ye, di armanca wan de tiştek neguheriye. Pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê her roj girantir dikin, hewl didin dora Rêber Abdullah Ocalan bigirin, bi êrîşên şerên taybet re PKK’ê tasfiye bikin û bi qetlîaman re qirkirina li ser Kurdan kûrtir bikin. DYE û Tirkiyeyê li ser van tiştan li hev kirine û hevkariyê bi hev re dikin. Êrîşên qirker û dagirker ên li dijî Rêber Apo, PKK û gelê Kurd ji aliyê DYE û Tirkiyeyê tê kirin. Tiştên ku piştî sala 2014’an li Rojava hatiye kirin, vê rastiyê naguherîne.
Bêguman Kurdan 11 hezar şehîd dabin û li hemberî faşîzma DAÎŞ’ê şer kiribin jî, ji vî şerî ne poşman in. Piştre xayîntî bi wan hatiye kirin jî lê ji ber ku wan li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê bi DYE û welatên Yekîtiya Ewropayê hin tifaq kiribin jî, ew ne poşman in. Şerê li dijî DAÎŞ’ê wekî parçeyekî berxwedana li hemberî êrîşên dagirker û qirker ên li dijî Kurdistanê dîtine. Ev berxwedan wekî peywireke mirovayetiyê dîtine û xwestine vê peywira xwe ya dîrokî pêk bînin. Îro jî li ser heman xetê dimeşin û heman peywirê pêk tînin. Wê sibe jî ev tişt bidome.
Heke şerê li dijî DAÎŞ’ê û geşedanên li Rojava baş were nirxandin, dikare di çareseriya doza Kurdan de roleke erênî pêk bîne. Lê heke mirov wekî tifaqa DYE û Tirkiyeyê nêz bibe, wê berevajî vî tiştî tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdan û girankirina doza Kurdan jî were bikaranîn. Jixwe tifaqa DYE û Tirkiyeyê ji bo li ser vî esasî bi kar bîne, di nav hewldaneke mezin û zelal de ye. Ango rûyekî din ên tifaqa Kurd û DYE ya li Rojava li dijî DAÎŞ’ê hatibû avakirin, girankirina tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê û zêdekirina êrîşên dagirker ên li ser PKK û gelê Bakur e. Ango êrîşên hovane yên faşîzma AKP û MHP’ê yên li dijî PKK û gelê Bakur bi alîkarî û piştgiriya DYE pêk tê.
Tişta girîng ev e ku divê ev rastî ji aliyê hemû Kurdan û siyaseta Kurdan baş were zanîn û fêmkirin. Li ser vî esasî li hemberî êrîşên dagirker ên komploya navneteweyî helwesteke xurt were nîşandan. Di vî warî de divê helwesteke berevajî ya tu kesan tunebe. Geşedanên li ser Rêber Apo û PKK’ê divê li Başûr û Rojava baş were fêmkirin û helwesta demokratîk a hevpar ji aliyê hemû Kurdan were nîşandan. Ne wisa be wê komploya navneteweyî neyê têkbirin, pergala tecrîd û êşkenceyê neyê şikandin. Ji bo vê jî divê bi helwest û feraseteke rast têkoşîneke hevpar were kirin.
Divê li ser vî esasî em têkevin salvegera bîst û duyemîn a berxwedana li hemberî komploya 15’ê Sibatê. Komplogerî wekî êşkenceya li Îmraliyê û tecrîda wê li hemû Kurdistan û Tirkiyeyê belav dibe û bandorê li mirovayetiyê dike. Têkoşîna li dijî komplo, êşkenceya Îmraliyê û tecrîdê dibe peywir hemû Kurd, gelên Tirkiyeyê û mirovayetiyê. Berxwedaniya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ û ‘Banga Viyanê’ vê rêyê ronî dike. Divê li ser esasê berxwedana hûn nikarin roja me tarî bikin û Viyanî berxwedan were kirin. Berxwedaniyeke bi vî rengî teqez ew ê bi ser bikeve. Li ser vî esasî Endama Komîteya Veavakirina PKK’ê Viyan Soran û şehîdên berxwedana hûn nikarin roja me tarî bikin bi hurmet bi bîr tînim û diyar dikim ku wê armanca wan teqez bi ser bikeve.
JÊDERK: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA