Li hemberî faşîzm û restorasyonê tekane rê şoreş e

Tifaqa AKP û MHP’ê hatiye ber asta têlçûnê. Tifaqa Maseya Şeşkesî jî ji xeynî restorasyonê nikare tiştekî din bike. Pêdiviya Tirkiyeyê bi guherîneke demokratîk heye.

Mirovahî kete sala 2023’an a mîladî. Tirkiye jî ketiye sala diyarker a wê ku qedera wê diyar bibe. Eşkere ye ku çarenûsa mirovahiyê ya sala 2023’an wê bi bûyerên li Tirkiyeyê biqewimin diyar bibe. Wê di nîveka pêşîn a sala 2023’an de ev tişt wisa be. Di rastiyê de, nîşan û êşên vê rewşê ji niha ve dest pê kirine. Siyaset her roj piçekî din zêde dibe. Alozî û pevçûn roj bi roj zêde dibin. Fikir bêtir tên eşkerekirin û helwest zelaltir dibin. Li gel ku zext, derew, dek û dolab zêde dibin, helwest û têkoşîna demokratîk jî pêş dikeve. Geşedanên li Tirkiyeyê ji bo geşedanên li dinyayê dibin nîşan.

Gelo têkoşîna mezin a li Tirkiyeyê di navbera kîjan hêzan de û çawa didome? Di rastiyê de, ji bo demekê, meyl zelal dibin û hevsengiyên berbiçav pêk tên. Li ser vê bingehê xet  bi zelalî ava bûne.  Feraset û siyaseta faşîst û qirker a di 'Tifaqa Gel' de cih girtiye, Restorasyonîzma ku di 'Tifaqa Mîllet’ û Maseya Şeşkesî’ de cih girtiye û guhertina demokratîk a di 'Tifaqa Ked û Azadiyê' de cih girt. Gelo qet meylên navberê tune? Hin derdor hewl didin ku di navberê de bimînin, lê ne mumkun e, hein. Ev her sê tifaq şênberiya Tirkiyeyê evqasî baş zelal dike ku, tu xeteke din nikare di navberê de bimîne. Her meylek pişta xwe dide yek ji van xetan.

Ya ku xwe herî zelal nîşan daye, bêguman feraset û siyaseta faşîst-qirker e ya ku di tifaqa AKP-MHP’ê de heye. Ev tevger xwe dispêre feraset û polîtîkaya şerûd, nijadperest, Tûranperest, ‘Sêva Sor’, qirker û faşîst a bi rêveberiya Îttîhat û Terakkî şênber bûye. Piştre pêvajoyên CHP, DP, AP û ANAP’ê ber bi xeta xwe ve kişand û darbeya faşîst û leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an di rastiya ‘Komara Duyemîn’ de dike yek. Serokê MHP'ê Alparslan Turkeş di dadgehên 12'ê Îlonê de gotibû ‘Fikrên me desthilatdar in lê em di girtîgehê de ne’ bi tifaqa AKP û MHP’ê re şênbertir dibe. MHP êdî ne di girtîgehê de ye, li derve û divê çi were kirin, wan nîşan dide.  AKP jî dike. Ji sala 2015’an û vir ve li Tirkiyeyê dîktatoriyeke qirker û faşist a bi vî rengî hatiye afirandin. Rastiya şerûd, qirker, nîjadperest û faşîst a Rêveberiya Îttîhad û Terakkî di dîktatoriya AKP-MHP'ê de şênber dibe.

‘Tifaqa Şeşkesî’ ya ku wekî mûxalefeta nav pergala desthilatdariyeke wisa, ji hinek gotinên restorasyonê û ji rêgezên pêkanîna bingehîn ên rêveberiya faşîst a AKP û MHP’ê wêdetir naçe. A rast li ser hev qala encaman dike lê ji dêvila sedemên ku ev encam derxistine holê, li ser feraset û siyaseta tifaqa AKP û MHP’ê tiştekî cîddî diyar nake. Wek mînak, ew gelek behsa krîza aborî û wê yekê dike ku Tirkiye bûye welatekî ku nayê jiyîn; lê belê li ser şerê ku ev hemû afirandiye û li ser feraset û siyaseta dijberiya Kurdan dike, tiştekî nabêje. Berevajî vê yekê piştgiriyê dide şerê AKP-MHP'ê yê li dijî Kurdan, bi vî rengî piştgiriyê dide feraset û siyaseta ku şer daye destpêkirin. Dîktatoriya şexsî ya Tayyîp Erdogan rexne dike û dixwaze dîktatoriya komî ava bike. Tişta ku di bingeha bi navê 'Pergala Meclîsê ya Bihêz' de tê gotin ev tişt e. Bi kurtasî, ne li ser azadî û demokrasiya ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de cih girtiye. Ji ber ku çareseriya pirsgirêka Kurd li ser esasê azadî û demokratîkbûnê nabîne, ji xeynî vegerandina pergala AKP-MHP'ê ya heyî nikare bi awayekî cîddî bernameyekê çêbike.

Bi tneê 'Tifaqa Ked û Azadiyê' ya ji bo gelên Tirkiyeyê hêviya rizgariyê ye, li holê dimîne. Ji ber ku ev Îtîfaq li dijî feraset û siyaseta qirkirinê ya li ser Kurdane û li dijî şerê li ser Kurdan e. Ji ber ku li şûna şer aştiyê, li şûna qirkirina Kurdan azadiya Kurdan, li şûna zilm û terora faşîst demokrasiyê esas digire. Ji ber ku dixwaze feraset û siyaseta faşîst û qirker a li Tirkiyeyê ji holê rake û ji bo li Tirkiyeyê guherandineke  demokratîk bike, dibe tekane têz. Ev jî tê wateya şoreşa demokratîk a antî-faşîst.

Pir eşkere ye ku ev her sê xet wê di dem û mehên pêşiya me li hemberî hev têbikoşin. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê ku di nav Tifaqa Gel de cih girtiye, ji niha ve hem li hundir hem jî li derve dest bi êrîşên piralî kiriye. Bi taybetî piştî ku li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê di berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê de têk çûn, dixwaze êrîşên xwe yên li ser hedefên din zêdetir bike. Li Kurdistan û Tirkiyeyê zext, mêtîngerî, girtin û terora faşîst û qirker zêde dibe. Bi zêdekirina tecrîd û êşkenceya mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tiştan spekule dike. Her roja ku derbas dibe êrîşên xwe yên leşkerî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dikin. Û herî dawîn asta êrîşkariyê aniye komkujiyeke nû ya Parîsê. Tevî van hemûyan jî nekarî pir bi bandor be, vê carê di nava xwe de veguherî pevçûneke di navbera çeteyan de. Dema ku ditengije ji hev belav dibe û dema ku hilweşandina wê zêde dibe jî diyar dibe wê her cure dek, dolab, teror, şer, pevçûn, komplo, provokasyonan bike.

Her çend ji hêla hin derdoran ve pesnê wê were dayîn jî, di ‘Tifaqa şeşkesî’ de ronahiyeke mezin xuya nake. Ji ber ku di naveroka wê de feraset û siyaseteke ku AKP û MHP’ê derbas dike tuneye, Tişta ku ew dibêjin tê wateya restorasyona pergala heyî. Ev jî ji bo girseyan ên di bin dîktatoriya faşîst, nabe rêyeke balkêş. Wan jî pişta xwe bi hêza derve, qelsbûna AKP û MHP’ê û qelsbûna hêzên demokratîk girêdane. Ew jî li bendê ye dor were ser wê. Gelo ji bo jiholêrakirina dîktatoriya faşîst a AKP û MHP’ê dikare bibe qonaxek? A rast ev jî ne mumkun e.

Di dorhêleke wisa de mirov dikare bibêje çav û hêviya hêzên hundir û derve yên ku bi rastî jî li Tirkiyeyê guhertinan dixwazin, li ser ‘Tifaqa Ked û Azadiyê’ ye. Wekî ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî diyar kir, tifaq û hêza wê ya motorê HDP'ê weke stêrka siyaseta îro ya Tirkiyeyê ye. Her gotin û kirinên wê zêde dikeve rojevê û tê nîqaşkirin. Di vê fermanê de ji her kesî zêdetir bindestbûn û li dijî zilmê berxwedan her tim pûanan distîne. Ji ber ku herî zêde li ser wê êrîş hene û ew li hemberî êrîşan li ber xwe dide, ev bala girseyan dikişîne. Dewlet pereyên ku ji gel stendiye ji bo hilbijartinê dide partiyên din û nade HDP’ê û ev jî dibe sedem ku di nav civakê de bêtir xwedî lê were derketin. Ji ber ku dewlet dema pereyan dide, ji gel dixwaze ku li gorî wê tevbigere. Bi vî awayî partiyan jî dike şirîkê xwe yê mêtingeriyê. Ji ber ku HDP nabe şirîkê mêtingeriyê û ji dêvila dewletan girêdayî gel e, ev tişt wê xurt dike. Heke van lîstikan pûç bike, li ser xwe be û bêtir pişta xwe bispêre girseyan piştî hilweşandina dîktatoriya AKP û MHP’ê dikare bibe rêveberî û dikare bibe tekane hêza ku qedera Tirkiyeyê diyar dike.

Meriv çawa lê binêre, tifaqa AKP-MHP’ê êdî hatiye dawiya emrê xwe. Li Tirkiyeyê nikare êdî siberojekê biafirîne. Êdî zilm û zoriyeke mezin an jî piştgiriya hêzên wekî NATO û Rûsyayê dikare AKP û MHP’ê li ser pêyan bihêle. Ji ber vê ‘Tifaqa şeşkesî’ ji restorasyonê wêdetir nikare tiştekî bike, ji ber vê ew ê temenê wê ne dirêj be. Heke rewşeke zehmet hebe, ev tifaq dikare ji bo guherandina demokratîk bibe rawestgeheke heta demekê. Lê gelekî zelal e pêdiviya Tirkiyeyê bi guherandineke demokratîk heye. Bi tenê guherîneke radîkal dikare dikare di warê erênî de qedera Tirkiyeyê biguerîne. Ev jî tê wateya ku li Tirkiyeyê tekane çare şoreşa demokratîk e. Wekî sloganeke kevn a THKP-C’yê li Tirkiyeyê êdî tekane rê şoreş e. Ji xeynî vê rewşê êdî her tişt xizmeta pergalê dike.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka