Li Efrînê lîstok naqedin

Rojava bêyî Efrînê nabe. Divê hîn bêhtir rê neyê dayin ku dagirkerên faşîst û piyonên wan Efrînê xera bikin. Maskeya li ser rûyê hemû hêzên ku hevparên vî sûcî ne divê bêne xistin.

Dewleta Tirkan tiştekî ku nehaniye serê Efrîn’ê nemaye. Li dora wî çend komên çete hebin hemû şand ser gelê Efrînê. Guhertinek mezin ya demografî û qirkirinek neteweyî çêkir. Mohra xwe li sûcên dij moravayî xist. Neteweyên Yekbûyî (NY) jî tê de, di raporên gelek saziyan de hat tomarkirin ku hember gel sûcên şer kiriye. Şûna bi sed hezaran Efrînî yê ku dan koçber kirin û revandin, ji derve malbatên çeteyan anîn. Mal û milkê gel û qadên jiyanê wan hatin talankirin. Yên ku dan revandin jî, mal û milkê wan yên ji derve hatin bi cîh bûn. Tecawuz, revandin êşkence û fidye (bertîl) girtin bû weke tiştek ji rêzê û asayî.

Wekî ku ev têrê nekirin, vê carê jî dewleta Tirkan El Qaîde yanî El Nusra şand ser Efrîn. Çeteyên din nedikarîn ji polîtîkayên Tirkan re bibin bersiv. Hevdîtin û lêgerînên lihevkirinê ku bi navbeynkariya Rusya destpê kir, van komên çete tirsand. Ketin nav fikarê ku Erdogan wan bifroşe. Hat fêmkirin ku, ji ber vê taybetmendiyê wan di dagirkeriyek nû de nikarin wek tê xwastin bidin şerkirin. Ji ber vê xwastin bi destê El Nusra van komên çete bikşînin ser xeta xwe û herêmên weke Ezaz wan asê bikin û bixin bin kontrole.

El Nusra li Idlibê bin parastina dewleta Tirkan de weke dewletek avakiribû. Bi deh hezaran çeteyên çekdarê wan hebûn, bi milyonan mirov kontrol dikir. Di beşa Aborî û peyda kirina mirovan de xwe finanse dikir. Dewleta Tirkan qaşo El Nusra weke rêxistineke terorîst pejirandiye. Hêzên mezin wek, DYA, Rusya û Ewropa hemû El Nusra xistine lîsteya rêxistinên terorîst. Lê li ber pozê Rûsyayê bi salane xwe bi cîh kiriye û rêveberiyê dike. Rêveberiya Şamê bi hêza xwe nikare Idlibê bigre. Pêwîstiyê wî bi Rusya heye. Rusya qada esmanî vekir û pêşiya dagirkirina Efrînê vekir. Di bin vê dagirkeriyê de tiştek nema ku bînin serê Kurdan. Lê Rusya hember van sûcên dij mirovayî her tim weke temaşeker ma. Hewldanek yan jî mudaxaleyek wan çênebû, El Nusra ket Efrin û herêm xist bin kontrolê, cardin ji Rusya helwestek yan jî hewldanek nehat dîtin.

Qaşo dewleta Tirkan heza leşkerî şandiye herêmê, pêşî lê girtiye ku El Nusra nekeve Ezaz. Û tê gotin, El Nusra hêzên xwe paşve kişandiye. El Nusra çima dikeve Efrinê? Ji bo vê sedemek guncaw û pêbawer heta niha nehatiye nişandan. Efrîn ji xwe di bin dagirkeriya Tirkan de ye. Ew komên çete yên ku li Efrînê bûn, dewleta Tirkan wan anîbû. Diyare ku li vir dewleta Tirkan şanoyek amade kiriye û El Nusra weke encamê şerê navbera komên çeteyan de çalak bike.
Erdogan, Kurdan bi giştî ji holê rakirinê kiriye armanca xwe. Û dibêje: ti carî hebûn û statûyê wan wê nebe. Başûrê Kurdistan di bin êrîşeke giran de ye. Rûxmî hemû dîmenan û bangên hatine kirin, çekên qedexekirî û xazên kîmyayî tên bikarhanîn. Ji bo Rojava bipelçiqîne niha jî xwe bi lingê Putîn girtiye. Erdogan, weke endamekî NATO zêdetir endamekî Putîn e. Weke tifaqê Putîn tevdigere. Ji rojava têra xwe alîkarî girt, lê bi van alîkariyan encamê ku tê xwastin nahatiye girtin. Ji ber vê dixwaze Rusya di tasfiyeya Kurdan de hîn çalaktir bikar bîne.

Bi destê El Nusra dixwaze, nexşeya çand û dîroka Efrîn bi giştî ji holê rake. Li gor Erdogan ger El Nusra Efrîn kontrol bike, ew ê gel bi giştî ser esasê ol rêxistin bike û hember rojava bi bandor wê şer bike. Diyar dibe ku bi El Nusra re peymaneke wiha çêkirine. Di bingeha vê şanoyê de, niyetek dijminayiya Kurdan û şer merheleyek jortir meşandin heye. Ji xwe Erdogan wiha gotibû; "ji vir wiha emê şer bi rêbazên cûda bimeşînin."

Efrîn ber çavê hemû cîhanê, bi êrîşeke pir zalimane hat dagirkirin. Ji Efrîn hember Tirkiyê tû êrîş çênebû bû. Hêzeke wê ya gefan ji Tirkiyê bixwe jî nebû. Kesên li pey tişteke wiha bin jî nebûn. Tenê li dora dijminayiya Kurdan de zilmek hate nîşandan. Bi sed hezaran Efrîn`î axên ku bi çandina darên zeytûnan kiribûn weke bihişt, hatin koçberkirin. Niha gelek ji wan di konande jiyan dikin û li benda vegerêne. Beşek ji wan jî li herêmên cûrbecûr belav bûn.

Saziyên weke NY divê, raporên ku amade kiribûn û rastiyên ku gîhîştibûn lê xwedî derkevin. Hemû Kurdistanî û yên li derveyî welat dijîn, divê dijî vê qirkirinê û koçberkirina Kurdan ji Efrîn û her wiha lîstokên li ser axa Sûrî têne kirin bê navber di nava tekoşînêde bin. Bêyî Efrîn Rojava nabe. Efrîn di nava hemû Kurdistani`yan de birîneke vekiriye. Divê hîn zêdetir rê neye dayîn ku dagirker û çete Efrîn xirab bikin. Hêzên ku bûne şirîkê van sûcan jî divê rûyê wan ê rast bê derxistin. Divê şirîkên sûcên mirovayî yên ku li Efrîn`ê hatine kirin û yên ku temaşe kirine bên teşhîr kirin.

Hember lîstokên hêzên dagirker ê ku dibêjin; Li Efrîn`ê hin bûyer qewimîn, şer sekinî. Niha rewş vegeriye asayî, divê daîmî di nav sekneke serhildan û berxwedan de bin. Heta Efrîn azad nebe tiştek venagere rewşa asayî!

Çavkanî: Rojnameya Ronahî