ANALÎZ

Li Colemêrgê bi awayek eşkere mêtingerî tê kirin

Dîmenên li Colemêrgê tên dîtin, bi awayekî eşkere dîmenên mêtingeriyê ne. Êdî nikarin mêtingeriya li Kurdistanê veşêrin. Şaredarî şaredariya gelê wir e, gel tercîha xwe kir. Lê ji gel re dibêje, "Ez vîna te nasnakim. Hêza min a dagirkirinê heye."

LI COLEMÊRGÊ MÊTINGERÎ

Erdogan û hikûmeta Bahçelî hilbijartin winda kirin û têkçûneke mezin jiyan. Hikûmeteke ku rewabûna xwe winda kirî û qels bûye, nikare di mijarên jiyanî yên li ser siberoja welêt de biryaran bide. Lê Erdogan û Bahçelî hê jî wekî ku tiştekî bi vî rengî neqewime, gefan li her kesî dixwin. Erdogan qaşo bi gotinên nerm hewl dide CHP’ê bêteredût û mijûl bike. Hikûmeta AKP-MHP'ê Tirkiyeyê di aliyê aborî de têk birin, li hundir û derve jî bi pirsgirêkên giran re rû bi rû hiştiye. Niha bi deh hezaran leşkerên artêşa Tirk li Sûriye û Iraqê di şer de ne, hejmara baregehan her ku diçe zêdetir dibe.

Ev hikûmet ji sala 2015'an û vir ve bênavber êrîşî gelê Kurd dike. 2 serdeman hemû şaredariyên ku HDP'ê bi dest xistibû desteser kir û hewl da bi dagirkeriyê bi rê ve bibe. Ji ber ku qeyûm li hemberî gel berpirsyariyek wan nîne, mîna karmendên dewletê weke parçeyek ji hikûmeta navendî tevgeriyan. Çavkaniyên şaredariyê mîna avê xerc kirin û şaredariyên hatine desteserkirin di nava deynên mezin de hiştin.

Komployek bi navê doza Kobanê pêk anîn. Tevî hevserokên HDP’ê yên giştî, rêveberên wê hatin girtin. Qaşo van kesan gel provoke kirin û ji mirina bi dehan kesan berpirsyar bûn. Hêj darizandin û biryar nehatibû dayîn jî Erdogan û Bahçelî her tim propagandaya reşkirinê dikirin. Bi gotinên mîna pereyên şaredariya gel dişînin Qendîlê gelek derew kirin. Lê di rastiyê de mufetîşên wan timî li stuyê şaredariyên HDP'yî bûn. Îstîxbaratê û hêzên din bêhn girtina HDP’yiyan dişopand. Di vê rewşê de kesek çawa dikare pereyan bişîne Qendîlê? Wekî din, li dadgehên ku di xizmeta wan deye, ti biryar û delîlek ji bo vê nehat dîtin.

Di 2'yê Hezîranê de Hevşaredarê Colemêrgê hat binçavkirin û yekser li şûna wî qeyûm hat tayînkirin. Qaşo di sala 2014'an de li dijî wî doz hatibû vekirin. Hûn deh salan li benda çi mane, çima du meh piştî hilbijartinê hûn biryareke bi vî rengî bi lez didin? Diyar e ku ev ne darizandineke asayî ye. Her wiha rûniştina dozê di 6’ê mehê de ye, hûn çima berî biryarê binçav dikin û şaredarî desteser dikin? Qet nebe, bisekine, bila biryar were dayîn, paşê planê xwe bixe pratîkê! Tu kes ji van dadgehên bêbinî û biryarên wan bawer nake. Bi taybetî gelê Kurd qet bawer nake.

Ev gel kêm an jî zêde dizanin ku Seyît Riza çawa hat darizandin û darvekirin. Îhsan Sabrî Çaglayangîl wê demê ji bo Dersimê tê wezîfedarkirin, bi xwe behsa bûyerên wê demê dikir. Wî bi awayekî taybet wezîfedarkirin û ji wî re talîmata "Heta ji destê te bê di zûtirîn demê de bi darvebikin. Bila roja Duşemê bi dawî bibe” tê dayîn. Ew jî roja Yekşemê saet di duwazdeh şevê de yanî wek duşem be dozger û rayedarên din tîne û nîvê şevê înfazan pêk tîne.

Piştî ku civîna MGK'ê hate lidarxistin, careke din ji raya giştî re hate ragihandin ku êrîşên li dijî Kurdan hatine plankirin. Beriya wê Bahçelî li ser berfirehbûna şerê li dijî gelê Kurd ku Rojava jî di nav de ye, daxuyaniyek dabû. Erdogan jî niha ji bo pêkanîn û birêvebirina wê, çi ji dest tê dike. Erdogan di daxuyaniya xwe ya dawî de jî diyar kir ku desteserkirina şaredariyan wê bi Colemêrgê re sînordar nemîne û bi vê yekê re gava yekemîn hatiye avêtin.

Ev daxuyanî nîşan dide ku pirsgirêk bi qanûn û dadgehan nayê vegotin û bi awayekî zelal operasyoneke dewlet û hikûmetê ye.

Dîmenên li Colemêrgê tên dîtin, di rastiyê de bi awayekî eşkere dîmenên mêtingeriyê ne. Êdî nikarin mêtingeriya li Kurdistanê veşêrin. Jixwe bi giştî bi rêbazên neasayî yên weke rewşên awarte û mufetîşên giştî Kurdistanê bi rêve dibin. Lê belê propagandayên ne rast dikin û ji raya giştî ya navxweyî û derve re dibêjin, 'Em cihêkariyê nakin, em ji bo hemû hemwelatiyên xwe weke hev nêz dibin.’

Li Colemêrgê niha jî şaredarî bi panzer û wesayîtên zirxî hatiye dorpêçkirin. Destûr nayê dayîn ku gelê bajêr xwe nêzî şaredariyê bike. Şaredarî şaredariya gelê wir e, gel tercîha xwe kir. Lê ji gel re wiha dibêje, "Ez vîna te nas nakim. Hêza min a dagirkirinê heye, ez dikarim dest datînim ser.” Zilma wan dihêle ku qanûnên xwe jî nas nekin. Ev yek hişt ku di raya giştî ya hundir û derve de bi awayekî eşkere derkeve holê. Êdî nikarin rûyê xwe yê rast veşêrin. Ji ber ku gelê Kurd hişyar e û li ber xwe dide. Maskeyên wan dixe erdê.

Rêveberiya Xweser a Rojava got, "Em ê hilbijartinên şaredariyan lidar bixin, bila gel rêveberên xwe hilbijêre û xizmetê bi rêxistin bike." Li ku dera cîhanê hilbijartin weke teror an jî rewşeke xetere tê pênasekirin? Ev hişmendiyek e ku tenê li cem dewleta Tirk heye. Zîhniyeta wan bi jehrîbûye. Ji devên wan ji bilî gotinên tundî û mirinê tiştek din dernakeve. Ji bo komujiyên li herêmê zêde bikin, bênavber gefan dixwun. Di dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan de ti sînoran nas nakin. Li vê herêmê pênc-şeş mîlyon mirov dijîn. Nîvê nifûsê Ereb e, hemû gel di nava hev de ne. Lê derdikeve û dibêje ‘Hûn nikarin hilbijartinên şaredariyê pêk bînin. Ez ê wir hilweşînim û terorîstan li wir nehewînim.’ Gelo li cîhanê "Terorîstanek" bi hilbijartinê re hatî avakirin heye? Kesî tiştek wiha bihîstiye heye? Lê belê aqlê dewleta Tirk a nîjadperest û qirker bi vî rengî dixebite.

Gelê Kurd û derdorên demokratîk, hêzên ku îdîa dikin ku mûxalîf in, neçar in nerazîbûnên xwe nîşan bidin û berxwedaneke xurt bi rêxistin bikin. Eger protesto û berxwedaneke bi bandor neyê nîşandan, wê şaredariyan jî dagir bikin û Erdogan û Bahçelî jî wê mîna bela her li ser serê Tirkiyeyê bimînin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka