Kurdên îmze davêjin binê belgeya Îslahatê Şerq

Eşkere ye ku kîjan hêz ji lidarxistina Kongreya Netewî re ne amade bin, ew ji planên Îslahatê Şerq re dibêjin erê! Derveyî vê ti behane û sedemek ti hêza Kurdî ku tevlî Kongreya Netewî nebin, tineye.

Kurd di penceya qirkirinê de ne û hêzên derve hewl didin bi rêka faşîzma Erdogan vê yekê pêk bînin. Dewleta Tirk her tim rola hespê truva li Rojhilata Navîn ji bo pergala sermayedar leyistiye. Ev rol bi awayên çandî, aborî û siyasî didome.

ERDOGAN DIXWAZE JI AVA ŞÊLO MASIYAN BIGIRE!

Her ku pêgeh û pozisyona Tirkiyê li herêmê bi hêz bibe ewqas hêzên global dikarin xwe di herêmê de bicih bikin. Planên xwe bi rêka Tirkiyê ve derbasî herêmê dikin û pêk tînin. Tayyîp Erdogan ji bo vê mebestê hatiye erkdarkirin. Tevahiya aboriya Tirkiyê jî di bin kontrola wan de ye. Her wiha artêşa Tirk di nava NATO de artêşa herî li pêşe û bi rêka vê artêşê planên xwe dixin meriyetê. Her kiryarên ku artêşa Tirk bike, di heman demê de kiryarên NATO ye. Tiştek wiha nîne ku Tirkiyê bê NATO û bi serê xwe hinek pêkanînan dike. Ev derewên mezin in. artêşa Tirk ger bê NATO tenê gavekê bavêje wê roja din bi darbeyê ji hev belav bibe yan were guhertin. AKP plana hêzên hegemonike û hemû kirinên AKP jî di heman demê de planên wan e. Plana qirkirina Kurdan û valakirina Kurdistanê jî di heman çarçoveyê de ye. Plana qirkirinê ji Bakurê Kurdistanê destpêkir û heta îro jî berdewame. Plana Îslahat Şerq a ji 1920 an destpêkir roja îro bi pêşengiya heman hêzan berdewam dike. Çarçoveya plana Îslahat Şerq ango belgeya înkara Kurdan tenê bi Bakurê Kurdistanê re bi sînor nîne. Beşên din ên Kurdistanê jî di nava xwe de digire. Tayyîp Erdogan diktatoreke ku dixwaze ji ava şêlo ji xwe re masiyan bigire! Bi çêkirina aloziyan li Sûrî û Iraqê dixwaze plana xwe ya li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê pêk bîne. Di halê hazir de vê dike û hêzên derve jî heta ew di van planên xwe de serkeftî be, pêre ne. Lê çawa zanîn ku gavek Erdogan zirarê dide berjewendiyên wan wê pêşî lê bigrin. Rewş wiha ye û Kurd hemû bi vê rastiyê hesiyane. Tişta ku van planan hemiyan vala derbixe, yekrêzî û yekîtiya di navbera Kurdan de ye.

KURD LI PEY YEKÎTIYA NETEWEYÎ EW LI PEY XURTKIRINA ABORIYA FAŞÎZMA ERDOGAN

Ji aliyekî ve hewldanên mezin ên Tevgera Azadiya Kurdistanê û ya herî girîng hewldanên Rêber Ocalan ên lidarxistina Kongreya netewî her tim hebûn. Her wiha KNK jî wek hêzeke Kurdî xebatên giranbuha dane meşandin û dimeşîne. Ji aliyê din ve hinek tevir li lingê Kurdan didin. Vekirî û eşkereye ku kîjan hêz ji lidarxistina Kongreya Netewî re ne amade bin, ew ji planên Îslahatê Şerq re dibêjin erê! Derveyî vê ti behane û sedemek ti hêza Kurdî ku tevlî Kongreya Netewî nebin, tineye. Her ku xebatên ji bo yekitiya netewî pêş dikeve rûyê rast ê van hêzan jî derdikeve holê. Wek mînak ji bo ev xebat neyên meşandin şoreşgerên wek Navdar, Serhed Varto her wiha şoreşgerên mezin Diyar Xerîb û Demhat Egid ku roleke wan a diyarker di pêşxistina xebatên ji bo yekitiya netewî de hebû, hatin hedefgirtin. Yên destê wan li pişt van êrişan heye ew kesin ku niha xwe nêzî mijara yekitiya netewî nakin û her roj vê mijarê taloq dikin.

Heman hêzin ku li gel boykota li Başûrê Kurdistanê bi israr hewl didin peywendiya aborî bi faşîzma Tirk re pêş bixin. Kurd hemû li pey yekitiya netewî dibeze û xebatên wê tên meşandin. Hikûmeta Hewlêrê û rayedarên wê jî li pey dewleta faşîst a Tirk li pêşxistina peywendiyên aboriyê digerin. Boykot wek darbeya referanduma serxwebûna Kurdistanê, li nava dilê dewleta faşîst a Tirk da. Çawa hikûmeta Hewlêrê ji referandumê poşman bû û çû li ber faşîzma Erdogan serî tewand û lêborîna xwe xwest. Niha jî bi heman awayî liv û tevgerek ji bo valaderxistina boykotê heye. Diyare boykota li dijî kalayên tirkî zirarek mezin daye dewleta faşîst. Ji bo wê jî ji Nêçîrvan Barzanî bigire heta karsaz û şîrketên cur be cur ên li Herêma Kurdistanê dixwazin vê zirara gihiştiye Tirkiyê ji holê rabikin.

KURDÊN XAYIN ÊN DIXWAZIN ABORIYA TIRKIYÊ ZÎNDÎ BIKIN

19 mehê li bajarên Mersîn û Edeneyê sêyemin lûtkeya bazirganî ya karsazên Tirkiye û herêma Kurdistanê pêk hat. Ji bo xurtkirin û rakikrina aboriya Tirkiyê çi ji destê wan tê, kirin û dikin. Jixwe beriya wê jî Mesrûr Barzanî bi karsazên Tirkiye û Herêma Kurdistanê re civiyabû. Ji xwe di komxebata li Mersînê de karsazên Kurd ên ji Bakurê Kurdistanê jî hebûn. Ji xwe re li vê trajediyê temaşe bikin. Karsazên ku ji bo rakirina AKP ketina nava liv û tevgerê mixabin gelek ji wan Kurdin. AKP bi destê wan li Kurdistanê komkujiyan dike, zarokan dikuje, welat wêran dike û Kurdan qir dike. Ji bo bijîn heta dawiyê dikevine nava xiyanetek mezin ji gel û welatê xwe re. Ji bo AKP ji vê kirîza aborî xilas bikin, her tiştî dikin.

KARSAZÊN KU SERÊ KURDAN DIDIN BAYÊ!

Karsaz û welatparêzên Kurd ji van re çi dibêjin gelo. Çima Ii beramber van ti helwestek tineye. Dibe ku berê Kurdên bi awayekî biyolojîk bijîn tenê qebûl dikirin, niha wê jî qebûl nakin. Di rewşek wiha de çawa Kurd dikarin Ii pey pere û sermayeya xwe ya şexsî biçin? Kurdbûn tenê hebûnek biyolojîk nîne, ger hebûna çandî, siyasî û civakî neyê qebûlkirin wê demê mirov bimire baştire ji vê jiyanê. Ji bo wan ya girîng ewe ku di warê siyasî de bi dewleta Tirk re di nava peywendiyek baş de bin ji bo berjewendiyên wan ên aborî zirarê nebîne. Ji bo vê armanca xwe amade ne serê her Kurdekî bidin bayê. Amade ne di berdîla berjewendiyên xwe de tevahiya welat bifroşin. Herêma Kurdistanê divê xwe ji pozisyona kampa qirkirina Kurdan derxîne û ewqas destekê nede plana qirkirinê. Ya ev karsaz û şîrket ji bo qirkirina Kurdan dikin, ti caran nehatiye kirin. Ji bo wê jî karsazên Kurdistanê divê li hemû parçeyên Kurdistanê xwedî helwest bin. Çawa hunermendên Kurd destek dane yekitiya netewî, karsazên Kurdistanê jî dikarin vê bikin û li her derî li dijî AKP û sermayeya ku qirkirina Kurdan rewa dike, derbikevin.