Kurd di bin gefa qirkirinê de ne

Kurd û hêzên mezin ên nûnertiya Kurdan dikin, divê bizanin ku rû bi rûyê xeteriyeke mezin in û bi wê zanebûnê bibin seferber. Divê her kes li gor vî şerê mezin tev bigere. Kurd rû bi rûyê gefeke qirkirinê ya rastîn in.

Li Kurdistanê şerekê mezin heye. Lê nahêlin ku dinya vî şerî bibîne. Ewropa û DYE ku piştgiriya vî şerî dikin, li mirov rûniştiye. Wek ku tu şer li herêmê nîn be tev digerin. Dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê bi tevahî daye ber xwe ku dagir bike. Baregeh û êrîşên xwe yên ji hewayê ve zêde kirine. Çekên qedexekirî, çekên kîmyewî û nukleer ên taktîkî bi awayekê sîstematîk hema bibêje her roj bi kar tîne. Bikaranîna çekên qedexekirî di çapemeniyê kêm zêde hat nîşandan. Dîmenên kesên bi van çekan hatine kuştin, hatin weşandin. Ên ev nûçe çê kir, dîtina xwe got, li Tirkiyeyê hatin bêdengkirin, girtin. Diyar e ku wê dewleta Tirk a qirker bikeve hewila veşartina sûcên xwe. Lê NY û welatên Ewropayê, saziyên ji venihêrîna çekên qedexekirî berpirs in jî bûn şirîkê vî sûcî, xwe ker kir, çavên xwe girtin.

Dewleta Tirk ku xwe li Başûr bi cih kiriye û baregehan ji xwe re ava dike û li bombebaranê dewam dike, bi destên PDK’ê pêk tê. PDK bi faşîzma Tirk re nebe piştgir, nikare bi vî awayî li şer dewam bike. PDK nahêle şande ji der ve werin û vekolînê bikin. Ji vî awayî ve Başûrê Kurdistanê ji bo dinyayê hatiye girtin. PDK êrîş û dagirkeriyê rewa dike. Nabêje ku berpirsê êrîşan mêtinger û dijminên Kurdan e, lê dibêje ku berpirs PKK û gerîla ne. Bi vî awayî dinya dengê xwe nake, karê hêzên bi dewleta Tirk re dibin piştgir, hêsan dike.

PDK û ENKS ku dûmahîka wê ye, li Rojava jî heman tiştan dikin. Erdogan û Bahçelî ku faşîst in, ji bo neyartiya Kurdan û bi armanca rakirina Rojava ji holê, koalîsyon ava kir. Erdogan, herêmên Kurdan ên ji Efrînê ta bi Dêrîkê, ragihand ku kembera terorê ye û da zanîn ku wê van deran wek herêmên xwe yên ewle dagir bike, Kurdan bike koçber û yên ji Sûriyeyê bûne koçber, bi cih bike.

PDK û ENKS ji bo Erdogan pak bikin, got ku sedema êrîşên bi ser Rojava de YPG û PKK ne. Çimkî wan jî mîna dewleta Tirk qedandina PKK û PYD’ê daye ber xwe û di vê mijarê de bi dewleta Tirk re di nav hemû planan de ne.

Dewleta Tirk 5’ê Cotmehê hemû çavkaniyên jiyanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xwe re kirin armanc. Binesaziya herêmê bi rojan da ber bombeyan. Du kesên li Enqereyê çalakî li dar xist ji xwe re kir hincet ku qaşo ji Sûriyeyê derbas bûne. Eger planê xerakirin û dagirkirina welatekî hatibe kirin, dîtina hincetan ne tu zor e ku Erdogan bi awayekê bêperwa, bi eşkerehî dibêje ku wê korîdora Kurd anku cih û warê Kurdan belav bike. Erdogan di civîna koma partiya xwe de cardin da xuyakirin ku wê ‘’korîdora terorê’’ bi êrîşên nû belav bike.

Rêveberiya Rojava şer li dijî dewleta Tirk ranegihandiye. Armanca wê ya şer bike jî nîn e. Her dibêje ku ew amade ne pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin. Artêşa û hêzên hewayî yên Rojava nîn in. Di destên Tirkiyeyê de artêşa herî mezin a duyemîn a NATO’yê heye. A êrîşê Rojava dike û dagirker dike ew bixwe ye. Ew bixwe ye ku dide zanîn ku wê cih û warê Kurdan bike kembera xwe ya ewlehiyê û belav bike. Anku yekalî êrîş û dijminahî tê kirin. Bi kîjan aqil û wijdanî, li ser navê Kurdan mirov dikare vê qirkerî û êrîşkariya dewleta Tirk rewa bike?

Rojhilata Navîn lihevketî ye. Îsraîlê dibêje ku ew dev ji êrîşkirina Xezeyê bernade. Xeze xera dibe. Hêzên nakokiyên xwe bi DYE’yê re hene dikevin hewila tevgerîn, mezinbûn û belavbûnê krîzê. Îran bi eşkerehî dibêje ku şer berbelav bike. Erdogan jî gihîşt wan. Bi awayekê eşkere li Hemasê bû xwedî. Dixwazin cîhana Ereb û Îslamî tev bigerînin ku şer gur bibe. DYE û Ewropa dizanin ku hişmendiya Hemasê bi El Kaîde, DAÎŞ û Talîbanê re yek e. Heta bi niha bi zanebûn ji bo berjewendiya xwe pê re kar kir.

Erdogan dixwaze sûdê ji krîza li herêmê wer bigire û êrîş û dagirkeriya xwe li Kurdistanê bi lez û bez bike. Hesabê Filistîn ku bûye rojev, kes bi Kurdan re mijûl nabe, dike. Baş dizane ku wê çawa sûdê ji fersendan wer bigire. Jixwe kesê li Kurdan li cîhanê bibe xwedî nîn e. Wan armanc ew bû ku di sala sedemîn a komarê de Kurdan biqedînin û serkeftina xwe ragihînin. Heta bi niha bi ser neketine. Lê dev jê bernedane. Bi hemû hêza xwe êrîşan dike û wê bike.

Kurd û hêzên mezin ku nûnertiya Kurdan dikin, divê bizanin ku rû bi rûyê xeteriyeke mezin in û bi wê zanebûnê bi tevahî bibin seferber. Divê her kes li gor vî şerê mezin tev bigere. Xwe bigihîne gelên cîhanê û xeteriya qirkirinê teşhîr bike. Divê ev qirkirin wek şer û pevçûn neyê dîtin, Kurd rû bi rûyê gefeke qirkirinê ya rastîn in.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka