Awayê hilberîna kapîtalîzmê nexweşiya Covîd-19’ê derxistiye holê. Nexweşiya ku berê qet nehatibû dîtin, dema ji nişka ve derdikeve holê, ev jî encama mudaxeleya derve ya werara xwezayê û yên li hevsengên wê ye. Di gelek hilberînan de maddeyên kîmyewî tên bikaranîn û ev jî dixe mudaxele. Çawa dema ku elementên kîmyewî tên ba hev û maddeyên kîmyewî ji wan çêdibe, vîrus û nexweşiyên nû jî wisa derdikevin holê. Em dizanin ku hilberîna senayiyê li gorî hevsenga xwezayê tevnagere û gelek tiştan hildiberîne. Ev berhemên ku ji bo me gelekî baş in, ji bo xwezayê dibe dibe sedema hilweşandinê. Ji ber ku em bi çavên mirovan li xwezayê dinihêrin, ev encam derdikeve holê. Lê di dînan de xwezaya li dijî mirovan, xweza emanetê mirovan e. Ev tişt bi zelalî derketiye holê, nêrîna mirovan a li xwezayê ji nêrîna anîmînst ên mirovên civaka yekem paşvetir e. Li gorî mirovên pêşîn xweza jî wekî wan zindî ye. Ya nêzî rastiyê ne nêrîna mirovên modernîteya kapîtalîst e, ya civakên pêşîn e. Em çiqasî qala vî tiştî bikin wê di cih de be.
Bi vê serdema koronavîrusê re derketiye holê ku kapîtalîzm pergaleke bêexlaqî ye û ne girêdayî tu nirxan e. Tu nirx û fikareke kapîtalîzmê ya rabirdû û dahatûyê tune. Ji bo kapîtalîzm û kapîtalîstan bi tenê îro heye. Tekane fikara wê ev e ku kara xwe zêde bike û mêtingeriya xwe zêde bike. Ji ber vê dema nexweşî dibin belaya serê mirovan, hesabê wan ev e ku em ê çawa sûdê ji vîrusê werbigirin. Li welatên kapîtalîst zêmarên ji bo vîrusê û tendirustiya ji bo mirovan ji serî heta binî derew e. Ji bo hemû welatên kapîtalîst wisa ye û ji bo Tirkiyeyê sed katan wisa ye. Bêguman hin kesên kapîtalîst ên k nirxên xwe yên mirovî winda nekirine, derbarê mirovayetiyê dikarin têkevin nav xemeke wisa. Lê ev tişt têkildarî kesan e. Pergala kapîtalîst di vî warî de tu fikarên wê tune.
Tê diyarkirin ku wê ji ber koronavîrusê di ekonomiya kapîtalîst de wê krîz pêk were. Rast e, wê krîzek pêk were. Ji ber ku kapîtalîzm krîzan domdar dike û her krîza wê li ser mirovayetiyê dibe barekî giran.
Kapîtalîzm bi her krîzê re yekdestiya xwe ya li dinyayê zêdetir dike, sazî û karxaneyên biçûk hildiweşin. Li van welatên kapîtalîst dewlemendî di destê komeke biçûk de zêde dibe û hatinên di destê kesên din de jî kêm dibe. Ferqa di navbera hatinan de zêdetir dibe. Bi heman awayî welatên kapîtalîst ên mezin dewlemend dibin û para welatên biçûk û hejar jî kêm dibe. Krîza kapîtalîzmê teqez encamên wisa ava dike. Encamên krîza ku kapîtalîzm rê li pêşiya wê vedike, teqez wisa ye. Ev bi lêkolînan hatine îspatkirin.
Yekdestî zêdetir dibe, welatên kapîtalîst zêdetir dibin xwediyê dewlemendiya li dinyayê. Bi kurtasî welatên kapîtalîst û yekdestiyên kapîtalîst sûdê ji van krîzan werdigirin. Ji bo kapîtalîstan encama krîzan ev e. Krîza ekonomîk a koronavîrusê jî encamên wisa ava dike.
Lê ev rewşa paradoksekê jî ava dike. Xitimandina navxweyî ya kapîtalîzmê jî ev e. Wekî mezinbûna şaneyên penceşerê, kapîtalîzm jî çiqasî mezin bibe, zêdetir nêzî mirinê dibe. Rêber Apo ji bo kapîtalîzmê gotiye pergala kanserojen an jî civak. Ya rast li gorî Rêber Apo civaka kapîtalîst ne gotineke rast e. Kapîtalîzm a ku dijminatiya civakê dike, nabe ku mirov jê re bibe civak. Jixwe ji ber ku bi penceşerê ye, ji ber vî karakterê wê ye. Di serdemên krîzên kapîtalîzmê de navendên kapîtalîzmê ji bo ku welat û civak li dijî karxaneyên biçûk bi ser bikeve, ji bo wan dibe qezencek û krîz kûrtir dibe. Kapîtalîzm ferqa di navbera welat û çînên civakî de zêde dike û ev tişt jî mirinê nêztir dike. Krîza her dem û penceşerî bûn, ji ber vî tiştî pêk tê.
Ji ber vê jî mirov nikare bibêje ku wê kapîtalîzm bi awayekî rasyonel bifikire û dev ji vê rewşê berde. Ji ber ku kapîtalîzm bi xwe vî tiştî ava dike. Car caran welatên kapîtalîst qaşo alîkariyê didin welatan û bi projeyên berpirsyariya civakî dixwazin van krîzan sivik bikin lê ne mumkin e ku çareyekê ji penceşerê re bibînin. Heke kapîtalîzm ji holê rabe, wê demê ew ê ev rewş pêk neyên.
Dema koronavîrus nû derket holê, li hin welatan xwestin tevdîrên ji bo tendirustiya mirovan pêk bînin. Lê piştre ji ber avadaniya pergala kapîtalîst dev ji vê nêzikatiyê hate berdan. Bêguman wê welat û yekdestên kapîtalîst sûdê ji vê krîza ekonomîk werbigirin. Lê pergala kapîtalîst çiqasî hilneberîne û berxuriyê bike, ew çi qasî mezin be jî wê hilweşe. Ji ber ku qanûna jiyanê ya vê pergala ekonomîk ev e ku yan bimire yan jî bide kuştin e. Ji bo demên kurt welatên kapîtalîst û yekdestan sûd ji krîzê wergirtine û wê wergirin jî. Lê qetandina xeleqa hilberîn û berxuriyê ji bo kapîtalîzmê ji krîzê wêdetir wê bibe rûxandin. Kapîtalîstên sûdê ji koronavîrusê werdigirin, niha jî dixwazin li ser bingeha jiyîna bi vê vîrusê re, hesabê mezinbûn û dewlemendbûna kapîtalîzmê dikin.
Wisa xuya dik wê hemû welat derbasî pergala xweparastina bi komî bibin. Mirina kal, pîr û nexweşên ku ji bo kapîtalîzmê bar in, wê ji bo wan encamên baş ava bike. Bi vî awayî jî derketiye holê ku kapîtalîzm pergaleke li dij û derveyî mirovayetiyê ye. Ji ber ku yek ji taybetiya herî girîng a civakan ev e ku, xwedî li kal, pîr û nexweşan xwedî derkevin. Bi van nêzikatiyan jî derketiye holê kapîtalîzm li dijî civakê ye.
Welatên kapîtalîst koronavîrus li dijî gel û kedkaran kiriye şerekî psîkolojîk. Rêxistinbûn û çalakiyên ku civakê li dijî kapîtalîzmê diparêze, bi koronavîrusê re dikin şerekî psîkolokîk. Mirov ji ber bandora şerê psîkolojîk nikarin werin ba hev, hevaltiyê nakin, mêvanan qebûl nakin. Ev tişt dibe êrîşa li dijî civakê. Kapîtalîzm civakê çiqasî xera bike, ew qasî mezin dibe. Koronavîrus jî ji bo belavkirina civakê û takekesiyê zêde kûr bike, tê bikaranîn. Ji ber ku di qonaxa civaka berxur a kapîtalîzmê de çi qasî takekestî hebe ew qasî kar heye. Yek ji sedema ku takekestî heta îroj hatiye berfirehkirin ev e ku kapîtalîzm dixwaze kara xwe zêdetir bike. Ji ber vê jî wê girîng be ku mirov li dijî vî şerî psîkolojîk ê kapîtalîzmê be ya ku dixwaze civakê ji hev dûr bixe. Ji ber vê jî ji bo ku mirov kapîtalîzmê ji holê rake divê rêxistinbûn û çalakiyan zêdetir bike. Ne bi tevdîrên demborî bi têkoşîna rêxistinbûyî mirov dikare ji kapîtalîzmê pak bibe. Ji ber vê jî divê gel bi rê û metodên nû têkevin nav seferberiya rêxistinbûna têkoşînê.