Komploya navneteweyî û paradîgmaya nû

Netewe-dewlet komploya herî berfireh e ku li ser gelan hatiye ferzkirin. Herî zêde ji bo Kurdan komployeke. Netewe-dewlet bi xwe komplo ye. Ji ber vê yekê divê neyê gotin 'komplo dewam dike', sîstem bi xwe ji xwe komplo ye.

Rêbertî di Parêznameya Atînayê de, dema ku serpêhatiya xwe ya ber bi Ewropayê ve ya beriya komploya 15'ê Sibatê dinirxîne, tiştên dibêje eşkere ne: "Lêgerîna min a ji bo azadiya gelê Kurd û rêwîtiya ber bi Ewropayê ve, veguherî serpêkhatiyekê li tevahiya cîhanê. Lê mixabin min hîn xwe nas nekiribû. Ji aliyê azadiyê ve min ê çi karîbûya bida vî gelî?" Yan di pêşroja komploya 15'ê Sibatê de devera ku Rêbertî lê bû bi vî rengî bû. Rast e, Rêbertî li ber sîstema heyî rabû bû û ji vê sîstemê qut bû. Ji xwe nûnerên sîstemê jî baş bi vê zanin. Jİ ber ku ev sîstem di kesayetiya Rêbertî de ti carî bi cih nebû. Lewma Rêbertî qebûl nake.

Zindana Îmraliyê darbestek e û Rêber Apo mîna Hezretî Îsa ji aliyê 'Împaratoriya Roma ya Nû' û hevkarên wê ve li çarmixê xistin û xistin vê darbestê. Şert û mercên heyî, ji bilî tinekirina fîzîkî xwedî her rê û rêbazên zilm û zordariyê ne. Rêber Apo di nava vê darbestê de meşa we ya lêgerîna li azadiyê dewam kir. Mîna gelek ji me nekir, ji bêderfetiyê gilî û gazin nekir û xwe teslîmî bêçaretiyê nekir. Di vê rewşê de pîvana ku ji xwe re kir esas wiha ye: Tişta ku min nakuje min xurt dike! Ya ku lê dihate gerîn vekirina girêka azadiyê bû. Lê belê ev yek çareseriyeke ji rêzê ya pirsgirêka Kurd nebû. Divê ev yek ti carî neyê ji bîr kirin. Ji bo Rêbertî çareseriya pirsgirêka Kurd amûrek di meşa azadiyê ya mirovahiyê de ye; destpêka şoreşa Kurd e, çavkaniya hêviya meşa azadiyê ya mirovahiyê ye. Ev jî rastiyeke din radixe pêş çavên me:

Keseke/î ku tevlî nava refên PKK'ê bibe neçare ku xwe fedayî doza azadiya mirovahiyê bike. Ji ber ku mirovahiyek bi tenê heye. Kurd, Tirk, gelên din hemû parçeyên vê mirovahiyê ne. Di rewşekê de ku mirovahî di nava sîstemekê de ku mirov daxistiye asta prîmatan, di rewşekê de ku cîhan bûye mîna devereke ku pîsiyê belav dike, xweza bi rengekî giran tê talankirin, eger mirov qîma xwe bi avakirina giraveke azad a tecrîdkirî ya li Kurdistanê bîne, ev yek wê were wê wateyê ku mirov li nava çiravê ji xwe re qadeke biçûk a jiyanê biafirînin, ku ev yek ne ya qebûlkirinê ye. Ji xwe ne karekî hêsan e ku Kurd bi vî rengî azad bibin. Ji ber vê yekê îtiraza Rêberê me li tevahiya cîhanê ye, li sîstemê ye. Ji destpêkê ve bi vî rengî tevdigere. Di nava xweseriya wî de ji destpêkê ve gerdûnîtî heye.

GAVÊN DESTPÊKÊ Û MEŞA AZADIYÊ

Mirov heta ku gerdûnî nebe nikarin xwe bigihînin sosyalîzmê. Sosyalîzm ne tenê bi dozên rizgariyê yên neteweyan re mijûl dibe, bi mirovahiyê hemû re eleqedar e. Bêguman sosyalîzm di pratîkê de li devera ku dest pê kiriye dikeve meriyetê. Yanî eger meşeke azadiyê ya mirovahiyê hebe, li devera ku gava wê ya destpêkê hatiye avêtin sosyalîzm tê avakirin. Lê belê heta ku mirovahî bi temamî xwe negihîne sosyalîzmê, rizgarî û azadiya rasteqîn a mirovahiyê nepêkan e. Armanca dawiya dawî ya xwebexşên azadiyê ev e. Rêber Apo ji destpêkê ve sîstema serdest qebûl nedikir û pê re nakok bû. Dibe ku heta niha hîn sîstema xwe nekariye ava bike, lê belê sîstema dewletperestiyê ya heyî jî qebûl nake. Lewma li hemberî rastiya sîstema heyî xwedî sekneke xweser e. Xweserî ew e ku şert û merc çi dibin bila bibin li derveyî sîstema heyî bimîne. Beriya komploya navneteweyî hinekan ji bo Rêber Apo û PKK'ê digotin di nava sîstemê de ne, ji ber ku sîstema xwe ava nekirine. Ev teqez rast nîne. Rêber Apo navê "nefirotina ruhê xwe" li vê dike. Nefirotina ruhê xwe jî şert û merc çi dibin bila bibin dervemayîna li sîstema zordar û mêtinger e.

Di demekê de ku ti taybetî tevgera PKK'ê ber bi dewletbûnê ve diçû û derfetên vê yekê zêde dibûn, Rêbertî digot ku di kesayetiya wî de guhertina wateyê bûye. Anî ziman ku di cewhera wî ya şoreşger a bingehîn de hin tişt qut bûye, hin tişt wî aciz dike. Dibe ku ew mezin bûbû, lê belê mirovên li hemberî wî gav bi gav biçûk dibûn. Ya ku ew dixistin vî halî sîstem bi xwe bû; ya ku dikir dewlet, hiyerarşîk û desthilatdarîparêz, sîstem bû, sîstema serdest bû, sîstema ku rê li ber çînbûnê vedikir bû. Mejiyê çînî li afiradina tebeqeyan re vekiriye, li fikirîna li ser bingeha hiyerarşîk vekiriye. Dema ku dibe serdest hingî mîna efendiyan tevdigere, li bin dimîne hingî weke koleyan tevdigere. Rêber Apo herı zêde ji vê aciz bû û lêgerînên xwe dewam kir.

Li gel vê lêgerîna ku dewam dikir, Rêber Apo di dawiya salên 1980'î de hewl da analîzên xwe yên li ser malbat-jinê bi pêş ve bibe, pirsgirêkên azadbûnê yên jinê, hewldanên ji bo artêşbûna jinê ji sala 1996'an û pê ve azadiya jinê li ser bingeha civakî dîrokî destnîşan kir û hewl da bingeheke îdeolojîk jê re biafirîne. Lêgerînên wî bûn sedem ku giraniyê bide ser pirsgirêka jinê. Herî zêde di vir de li çareseriyê geriya; di vir de kûr bû. Ji xwe di 8'ê Adara 1998'an de qala îdeolojiya azadiya jinê kir. Meyla xwe ji aliyê cewherî ve rast jî be dûrî çareserkirina sîstemê bi rengekî yekpare bû. Ji ber ku bê çareserkirina sîstemê re hîn nekarîbû sîstema xwe ava bike. Mîna ku em gelek caran tînin ziman, mirov dikarin sîstemê red bikin, tevlî nebin, ev yek pêkan e; redkirina sîstemê bi rengê herî hêsan tevlînebûna li nava sîstemê ye. Lê belê ev rewş nîşan nade ku we sîstem çareser kirine, ji holê rakirine. Ji bo vê beriya her tiştî divê mirov wê sîstemê fêhm bikin, taybetmendiyên wê hemûyan çareser bikin. Dema ku we çareser kir hingî dikarin bingeha sîstema ji holêrakirina wê deynin û hîmê wê ava bikin. Rêber Apo ev kir.

Dema ku komploya 15'ê Sibatê pêk hat, bi gotina wî bi xwe, ji bo Rêber Apo her tişt mîna ku qeşa girtibû. Ev yek weke nuqteya neçareseriyê jî dikare bê fêhmkirin. Felaket ev e û di vir de rewşeke li ber têwerbûna ji zinar afirî bû. Ev rewş ne windabûneke ji aliyê fîzîkî yan jî gefa îdamê bû. Ew rewş bû ku gelê Kurd ketibû rewşeke welê ku şerekî gengaz ê giran derketibû pêşiya wan. Lê belê ev yek hate ferqkirin: Çareserî hîn nehatiye dîtin, çareseriya rasteqîn hîn nehatiye bidestxistin. Bêçareserî bi paradîgmaya heyî ve eleqedar e. Dîtin û ferqkirian vê yekê asta qeşagirtina jiyanê bû. Rêbertî bi vê yekê hesiya, di vê mijarê de bi rengekî bêhempa giranî da ser xwe, bi hewldaneke mezin û kûrbûneke fikrî li ser rawestiya. Ev kûrbûna fikrî kûrbûna li ser rastiya sîstemê ye; analîz û çareserkirina sîstemê bi rengekî rast û yekpare, pênasekirina wê û hewldana ji bo afirandina sîstema ku wê ji holê rake ye.

TÊGIHIŞTIN Û FÊHMKIRINA SÎSTEMÊ

Di vir de rêbaza mûcîzewî ya Rêbertî xwe careke din di pratîkê de ispat kir. Karakterê pêvajoyê û rastiyên ku derketin holê ji her alî ve metirsîdar bûn. Lê belê mezinahiya Rêbertî û têgihiştina wî ya bêhempa xwe di vir de nîşan da. Bi pîvana 'Tişta ku min nakuje min xurtir dike' di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de hukmê xwe nîşan da. Dibêje 'Mirov tenê li ber têwerbûna ji zinar dikare bifire'. Pêvajoya ku ji bo Rêberê me dest pê kir, pêvajoya fikrîna bi bask bû. Komploya 15'ê Sibatê ji her alî ve rewşa li ber têwerbûna ji zinar e. Têwerbûna ji zinar jî gengaz bû. Lê belê Rêbertî di vê nuqteyê de bi bask bû, bi vî rengî fikirî; sîstem bi taybetmendiyên wê hemûyan analîz kir, taybetmendiyên sîstema xwe jî destnîşan kir. Di vir de ya ku hate afirandin ne tenê çareseriyeke Kurd bû, têgihiştineke wiha şaş e. Ya ku hate afirandin çareseriyek ji bo tevahiya mirovahiyê bû. Çareya wê yekê dîtibû ku mirov xwe ji qirêjiya sîstema şaristaniya dewletperestiyê ya pênc hezar salî rizgar bikin, ji çalakiyên wê yên bêmirovhiştinê û ji pratîka wê rizgar bikin. Ev çare jî civaka ekolojîk, demokratîk û azadîparêziya jinê ye. Destnîşan kir ku ev yek divê bi Konfederalîzma Demokratîk a alternatîfê dewletê ye pêk bînin. Ev yek ne çareseriyek tenê ji bo civaka Kurd e, şêweyê civakeke ku çareseriya mirovahiyê di nava xwe de dihewîne. Lewma çareseriya ku Rêbertî afirand seranser nîne, kur e. Herêmî nîne, gelobal e. Parçe nîne yekpare ye.

Rêbertî di vir de beriya her tiştî xwe digihîne pênaseya rast a civakê; bi vê pênaseyê jî dewletê çareser dike. Dewlet tê wateya civakeke nû. Lê belê ev civak ji civaka xwezayî ku hebûna mirovan vedibêje qut bûye, civakeke kole ye. Wê demê pênasekirina rast a civakê, vegera li civaka xwezayî rêya herî girîng a azadkirina mirov e. Rêbertî eşkere kir ku civaka nû ya li ser bingeha şaristaniyê ava bû qutbûna ji civaka hebûna mirovahiyê ye; dema ku ji vî alî ve bê nirxandin hingî şîfreya rastiyê eşkere kiriye. Ya ku hate eşkerekirin şîfreya civakê ye. Bêguman divê em jî vê şîfreyê çareser bikin. Çareserkirina vê şîfreyê jî tê wê wateyê ku divê em fêhm bikin; şaristanî yan jî civaka hiyerarşîk û dewletperest derketina ji rê ye, dûrketina ji mirovahiyê û çînbûna encama vê jî ketina ji mirovbûnê ye. Feraseteke sosyalîzmê ya xwe dispêre çînbûnê nerast e. Beriya her tiştî divê dest ji vê bê berdan. Ji ber ku çîneke baş nîne. Ji ber ku koletî jî, benîtî jî, proleteryayî jî şêweyên koletiyê ne. Her şêweyê koletiyê qutbûna ji rastiya însanî ya bingehîn e.

Civaka dewletperest civaka koletiyê ye. Cewhera sîstema şaristaniyê ya xwe dispêre dewletê ev e. Lewma yên ku dixwazin azad bibin neçar in ku beriya her tiştî ji vê sîstema şaristaniyê qut bibe. Rêbertî serdema sêyemîn a jiyanê ku bi 15'ê Sibatê re dest pê kir û wê heta dawiyê bi vî rengî dewam bike bi zelalî plênase kir. Ev yek serdema vejîna sêyemîn bû. Dibe ku her kes di jiyana xwe de jinûve vejînan biafirîne. Lê belê ev vejîna bi Rêbertî re vejînek ji bo mirovahiyê ye, serdemeke çareseriyê ye. Taybetmendiya wê ya sereke jî qutbûna ji jiyana dewletê, bi taybetî qutbûna ji jiyana modernîteya kapîtalîst e. Rêber Apo got, "Ez ji nû ve li jiyana kovî nabezim, li deh hezar sal beriya niha venagerim. Lê belê eşkere ye ku hin nirxên bingehîn ên mirovahiyê di wê demê de veşartî ne. Ew serdema ku şaristaniyê bi fen û fûtan dawî lê anî, heta ku bi asta teknîka zanistî ya mirovahiyê re nebe yek, rizgarî û azadiya rasteqîn a mirovahiyê nepêkan e." Diyar kir ku qutbûna ji jiyana xwe dispêre dewlet û şaristaniyê paşketin nîne. Destnîşan kir ku qutbûna ji şaristaniya çînî ya dewletperest û hiyerarşîk rexnedayina herî mezin e. Rêbertî diêje, "Ez bi xwe bawer im ku dikarin vê bi ser bixînim" û dixwaze ku em jî vê bi ser bixînin. Nuqteya destpêkê ya paradîgmaya nû ev e.

NETEWE DEWLET BI XWE KOMPLO YE

Netewe-dewlet komploya herî berfireh e ku li ser gelan hatiye ferzkirin. Herî zêde ji bo Kurdan komployeke. Netewe-dewlet bi xwe komplo ye. Ji ber vê yekê divê neyê gotin 'komplo dewam dike', sîstem bi xwe ji xwe komplo ye. Komplo carna têk diçin, carna sist dibin, lê belê timî hebûna xwe didomînin. Ji xwe êrişên li ser Rêbertî dewam dikin. Mirov bala xwe bidin ser wê dikarin fêhm bikin ku sîstem bi çi rengî nêzî PKK'ê û Kurdan dibe. Gelo ti îtiraz li vê yekê heye? Di vê nuqteyê de dikarim mînakekê bidim. Li vê cîhanê gelek rêxistinên însanî hene. Gelek saziyên mafên mirovan hene. Li Tirkiyeyê Komeleya Mafên Mirovan heye. Nabe ku em nêzîkatiyên wan neyînî nîşan bidin, ji ber ku heta astekê têdikoşin. Lê belê li qada navneteweyî, saziyên mafên mirovan li dijî dagirker û êrişên li ser Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî helwestê nîşan nadin. Rêxistinek bi navê Neteweyên Yekbûyî heye, wezîfeya xwe ya bingehîn qedexekirina şer e, rabûna li ber şer e, pêşîgirtina li şer e. Li dijî êrişên herî giran kes dengê xwe dernaxîne. Di ser re dibin hevparê polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk. Di nava sîstemê de rizandineke mezin heye. Rizandina sîstema netewe dewletê tê wateya rizandina Neteweyên Yekbûyî ku yekîtiya dewletên netewe ye. Nabe ku mirov zêde tiştekî ji van saziyan hêvî bikin.

Rewşa cîhana heyî wiha ye. Li vê cîhanê hin hêzên demokrasiyê hene ku ji nû ve rabûne ser piyan. Tevgerên jinan û ekolojîk hene. Ev dikevin nava liv û tevgerê, divê mirov ê yekê biçûk nexînin. Pêwîste mirov têkoşînê bispêrin wan, bispêrin gelan. Rêbertî qala hêzên li dijî sîstemê dikin. Tu yê piştgiriya bi van hêzên li dijî sîstemê ne ji xwe re bike esas. Eger tu karibe bi van re bibe yek hingî dikarî vê sîstema riziyayî li binê erdê bixe. Hêza sîstema riziyayî jî namîne. Hêza Tirkiyeyê êrişkariya wê ye, ev jî hêz nîne. Hêza Emerîka jî nemaye. Hatiye wê radeyê ku wesfa xwe ya hêza hegemonîk e ji dest bide. Rewşa dema piştî komploya 1998'an hinekî cuda bû. Sîstemek hebû ku li pişt Tirkiyeyê disekinî, ji bo îro mirov nikare qala heman tiştî bikin.

Ferzkirina înkar û îmhayê li ser Kurdan bi xwe komplo ye. Civakeke gel heye ku ji milyonan mirovî pêk tê. Nasname, welat, çand, mafên xwe tine tên hesibandin û pêşkêşî serweriya dewletên cuda tên kirin. Pirsgirêka Kurd bêçareserî tê hiştin. Sîstem vê baş zane. Dema dibêje înkar, tine nabe. Pirsgirêkê dewam dikin. Çiqasî dixwazin bila înkar bikin. Ji xwe dema ku Kurd qediya wê mirovahî biqede. Kurd naqede, lê belê dixin rewşeke amurekê û sîstem dema dixwaze bi kar tîne. Dibêje, "Eger Tirkiye zorê bide min ez ê pirsgirêka Kurd li dij bi kar bînim. Îran zorê bide min ez ê bi kar bînim. Sûriye zorê bide min ez ê bi kar bînim. Iraq zorê bide min ez ê li dij bi kar bînim." Ji bo Ereban, Fars û Tirkan li nêzî xwe bihêlin, pirsgirêka Kurd weke amûreke gefxwarinê bi kar tînin. Sîstem Kurdan bi vî rengî dibîne. Rêber Apo pêşî li wê girt ku Kurd weke çoyekî bê bikaranîn, Kurd ên azad afirand. Kurd ên azad jî ew Kurd in ku ji bo terbiyekirina gelan ji aliyê sîstemê ve nayên bikaranîn. Sîstem naxwaze destûra vê yekê bide. Lê belê di rewşa heyî de Kurd ên azad hene, ya rast ev yek komployê pûç dike. Dewamkirina komployê tê wateya dewamkirina sîstema netewe dewletê. Dema ku ew ev sîstem hilweşand, hûn komployê bi temamî ji holê ranakin lê belê bingeheke mezin a azadiyê û demokratîkbûnê diafirînin. Em neçar in vê yekê bikin.