Koalîsyona Faşîst a 15'ê Tîrmehê diheje

Siyaseta pir alî ya serketî ya Erdogan (1), wê neçar bimîne ku di nava du êgirî de yekê hilbijêre. Rejîma zordar a AKP-MHP'ê ku koalîsyona 15'ê Tîrmehê ye, gav bi gav hîn bi dijwarî diheje ku ev hejandin wê rejîmê hilweşîne.

Argumanên hikumeta faşîst a AKP-MHP'ê yên li ser Idlibê, bi gotina 'wê rê nedin rêveberiya Esed ku herêmê bi dest bixe' nêta xwe nîşan dide. Hikumeta ku dibîne êdî ber bi dawiyê ve diçe, her ku herêmên dagirkirî ji dest derdikeve bêhtir tengav dibe û serberjêr bûye, bi Berlînê re nîşaneyên vê yekê dîtibû. Meseleya bernedana herêmê ji rêveberiya Esed re, nîşaneya eşkere ya dagirkerî û faşîzmê ye. Miroveke/î Rojhilata Navîn nas neke wê bêje qey devera ku qala wê tê kirin navçeyeke Enqereyê ye. Siyaseta Tirkiyeyê bazareke welê ecêb a akademîsyenên sosret û hikumeteke ecêb e ku nikare tiştekî ji Rûsyayê re bêje, lê qala 'lêdana li Esad' dike.

Helwesta Erdogan a li ser mijara Idlibê welê bû ku bêyî Rûsyayê li ber xwe rake, li Sûriyeyê bide. Ji xwe ji bilî vê çareyeke xwe nîne. Bahçelî li pişt perdeyê gotinên bi têra xwe qala rijandina xwînê dike bi kar anî. Dewleta Tirk bi hemû wezîrên xwe kete nava liv û tevgerê, lê belê mîkrofonên medya wan ku weke çekekê bi kar tînin li ser sînor hîn nehatine dîtin. Xuya ye hîn tiştekî ku ji medyayê re bê ragihandin nîne.

Gefa penaberan ji gefa nukleerê bêhtir dewletên Ewropayê ditirsîne. Hem êriş dikin û mirovan bê xak dihêlin, welatên wan tarûmar dikin, hem dibêjin 'em penaberan naxwazin' û bi her rengî êrişê dikin, hem jî qebûl dikin ku bertîlê bidin Erdogan. Di hevdîtina dawî de hîn eşkere nebûye ku Merkel bi rêya Kizilayê çiqas pere radestî weqfa Ensarê kiriye.

Dek û dolaba bi navê penaberên Idlibê tê gerandin her roj tê mezinkirin, lê belê mesele nayê fêhmkirin. Piştî ku rejîma Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsyayê li çete û artêşa Tirk a li Idlibê xist, pirsgirêka penaberan ji nişka ve derxistin wê astê ku çîrokên heta niha dihatin gotin ji lîsteyên bixînin. Serokkomar di nava 24 saetên dawî de got ku herî kêm milyonek, du, sê milyon penaber bi rê ketine û yên ku dixwazin felaketê mezintir bikin dibêjin 4 milyon kes. Eşkere ye ku hejmar çiqasî zêde be wê ji bo budçeya hikumeta şerê taybet a AKP-MHP'ê baştir be. Beriya şer nifûsa Idlibê 780 hezar kes bû. Herêmên ku di dema şer de nifûsa wan zêde bûn herêmên ewle û aram bûn. Lê belê Idlib tenê ji bo çeteyên Tirkiyeyê bû herêmeke ewle.

Tevî ku timî qala pêla penaberan tê kirin jî hîn kes nehatiye. Li deriyê sînor ê Cîlvegozu kes nîne. Bêguman nêzîkatiya 'Sûriyeyî ji vir rahêjin bibin wir', malên berê xera bikin û yên nû ava bikin, pereyê bi tirsandinê ji dewletan tê wergirtin, di vê mijarê de xwedî bandor in. Li Cîlvegozu hîn pêla penaberan (!) nîne, lê belê sewqiyata leşkerî heye. Li aliyê din tevahiya cîhanê di weşana zindî de penaberên hatin Minbicê dîtin. Tê gotin ku hin çete beriya bimirin ji malbatên xwe re gotine ku biçin herêmên Kurdan.

Hin çeteyên ku li Idlibê şer kirin û êsîr ketin destê hêzên Sûriyeyê, anîn ziman ku El Nûsra ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye avakirin û Tirkan bi ryar dane ku gelek komên di nav de weke El Nûsra bên pênasekirin. Her wiha dibêjin ku bi rêya malbatên wan ên hatine revandin gef li wan tê xwarin ku neçar bimînin tevlî komên El Nûsra bibin. Yanî di nava xwe de jî ji hev dikevin. Ev yek nîşan dide ku siyaseta AKP-MHP'ê ya ji bo peydakirina terorîstan ji nava komên Îslamî yên li derveyî sînor têk çûye.

Dema dawî herêmên Rojavayê Kurdistanê hemû bi topbaranê tên tehdîtkirin. Êrişa Rewşa Awarte ya li Bakurê Kurdistanê û topbarana li dijî Rojava xwedî heman armancê ne. Bi vê yekê dixwazin Kurdan bixin rewşa xweparastinê ku nikaribin li dijî rejîma AKP-MHP'ê şer bikin û xwe bi vê yekê mijûl bikin. Ev hewldan bi ser neket, wê bi ser nekeve. Ji ber ku Kurd pêşengên her çalakiyên ji bo têkbirina faşîzma Erdogan-Bahçelî ne û heta ku vê rejîmê hilweşînin wê nesekinin.

Daxuyaniyên Rûsyayê nîşan didin ku wê dest li bûyerê wernedin. Ji xwe nîşaneyek nîne ku Rûsyayê bikin dijberê xwe. Nuqteyên çavdêriyên yên Tirk ên li Idlibê bi vî rengî ji aliyê nuqteyên Rûsyayê ve hatine dorpêçkirin. Dibe ku pêvajoyeke ku S-400'î careke din bike mijara nîqaşê dest pê bike.

Hate gotin ku 8 leşker hatin kuştin. DYE'yê sersaxî xwest. Siyaseta pir alî ya serketî ya Erdogan (1), wê neçar bimîne ku di nava du êgirî de yekê hilbijêre. Rejîma zordar a AKP-MHP'ê ku koalîsyona 15'ê Tîrmehê ye, gav bi gav hîn bi dijwarî diheje ku ev hejandin wê rejîmê hilweşîne.

Û dema ku ev diqewimin rayedarekî AKP'î ji bo rejîma Esad got, "Vê rejîmê bi sed hezaran mirov ji gelê xwe kuşt." Bi vê gotinê Dersim, Zîlan, Mereş, Cizîr, Sûr, Şirnex û Nisêbîn careke din anî bîra me.