Ketina Zapê zehmet e, yan jî derketina jê? -I

14'ê Gulana 1997'an dema ku bi navê 'Çekîç' êrişeke dagirkeriyê li ser Zapê destpê kir, PDK hîmekî wê yê esasî bû. Gava ku zêdeyî 50 hezar leşkerên Tirk ji sînor derbas bûn, li Kurdistanê jî xetên xiyanet û berxwedanê di asteke girîng de bûn.

Berxwedana çekdarî ya ku bi pêşengiya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an re destpê kir, bi salên 1990'î re êdî ji serdema 'şerê sivik' derbas bûbû û di navbera hêzên artêşa Tirk û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de şerekî giran destpê kiribû.

Dewleta Tirk ku sûd ji her cûre derfetên endametiya Pakta Atlantîk a Bakur (NATO) werdigirt, bi derfetên leşkerî yên welatên rojavayî êrişî hêzên gerîla dikir. 'Operasyonên leşkerî' êdî bi beşdariya bi deh hezaran leşker, bi sedan tank û bi dehan balafirên şer dihatin meşandin. Mezintirîn êrişa dagirkeriyê ya destpêkê ya artêşa Tirk ku li xaka Başûrê Kurdistanê li dijî gerîla kir, di bihara 1995'an de bi navê 'Operasyona Çelîk' pêk hat.

Lê belê operasyona 'Çelîk (pola)' ya ku bi tevlîbûna 50 hezar leşkerî ji çar aliyan ve li ser xaka Başûrê Kurdistanê hate destpêkirin, li îradeya ji pola ya gerîlayên Artêşa Rizgariya Gel a Kurdistanê (ARGK) rast hat û bi têkçûnê bi encam bû. Artêşa Tirk piştî salekê; di Adara 1996'an de vê carê bi navê operasyona 'Atmaca' ji bo dagirkirina Zap û Heftanînê dest bi sefereke nû ya dagirkeriyê kir. Li gel bombardûmana hewayî û êrişa ji bejahî jî artêşa Tirk nekarî nuqteya herî stratejîk a Zapê bixîne û li pêşberî taktîka şer a gerîla ya li qadê windahiyên giran da û neçar ma vekişe.

ARTÊŞA TIRK BI ROJAN LI SER SÎNOR ASÊ MA

Di sala 1997'an de dewleta Tirk vê carê ji sefereke leşkerî ya mezin re amadekarî kir ku beriya niha di wê astê de nekiribû. Piştî ku bi propagandayeke giran a şer re raya giştî ya Tirkiyeyê hate amadekirin, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) destûr da û PDk bi rengekî açlak tevlî vê êrişa dagirkeriyê bû (Serokwezîrê wê demê Erbakan wê bigota 'Em bi vexwendina PDK'ê ketin') tevî bi deh hezaran leşkerên ser bi 2'emîn Fermandariya Artêşê ya li Meletiyê, ji Tûgaya Bolûyê yekîneyên taybet, her wiha komandoyên SAT ên deryayê bi mehên destpêkê yên biharê re ber bi sînorê Başûrê Kurdistanê ve hatin şandin.

Bi rojên destpêkê yên Gulanê re hejmara leşkerên ku li ser sînor hatin komkirin êdî 100 hezar derbas kiribû. Ev hejmar bi du qatan ji hêza leşkerî ya 1974'an a êrişa dagirkeriyê ya li ser Qibrisê zêdetir bû. Fermandariya Biryargeha Navendî ya ARGK'ê jî wê demê belavokek belav kir û hişyarî da dewleta Tirk û nokeran û banga 'dest ji dagirkeriyê berdin' kir. ARGK'ê ragihand ku li pişt êrişeke gengaz a dagirkeriyê DYE, Îngilistan û Îsraîl hene û got, "Her cûre hewldanên dagirkeriyê wê têk biçin."

ÊRIŞÊN JI HEWAYÎ Û BEJAHÎ VE

Leşkerên Tirk ên li ser sînor kom bûbûn, li bendê bûn ku li xaka Başûrê Kurdistanê encamekê bi dest bixin, lê belê di hefteya destpêkê ya Gulanê de ji pişt xwe ve, ji gerîlayên li Bakurê Kurdistanê derbên giran xwar. Artêşa Tirk li bin guhê dîwarê gerîla ket û li ser sînor asê ma. Leşkerên Tirk hewl dan ji herêmên Serê Girê, Ertûş û Çayirli yên navçeya Çelê derbasî aliyê din ê sînor bibe û di navbera wan û hêzên gerîla de şerekî giran qewimî. Vî şerî bi rojan dewam kir.

Her wiha li aliyê din ê sînor li Silopiyayê jî yekîneyên seyar ên leşkerî di hedefa gerîla de bûn. Artêşa Tirk ku 40 hezar leşker li vir bi cih kir, li pêşberî berxwedana gerîla hêza hewayî xiste nava liv û tevgerê. Lê belê hêza dagirker a ku ji bejahî ve derb xwar, ji hewayî jî heman aqûbet hate serî. Di 8'ê Gulanê de li nêzî bajarokê Bêspinê yê Silopiyayê, gerîlayan helîkoptera bi tîpa Skorsky xistin xwarê û şerê li vê herêmê heta hefteya duyemîn a Gulanê dewam kir.

SIBETA 14'Ê GULANÊ BI 250 TANK Û 50 HEZAR LEŞKERÎ DESTPÊ KIR

Sibeha 14'ê Gulana 1997'an nêzî 50 hezar leşkerên Tirk bi 250 tank û bi dehan balafirên şer bi navê 'Operasyona Çekîç' ji Xabûr, Çelê, Çemê Hêzilê, Çalikan, Ballikaya, Işikveren û Uzumlu ji xeta sînor derbas bûn û ketin nava xaka Başûrê Kurdistanê. Artêşa Tirk 50 hezar leşkerên mayî jî li ser sînor hişt û xwest bi qasî bi qasî bi 40 kîlometreyî xwe bigihîne nvaenda Zapê, qadên bicihbûnê yên gerîla ji holê rake. Çapemeniya Tirk hîn di roja destpêkê de manşetên "Paqijkirina mezin", "Kampên PKK'ê hatin tunekirin", "Derba mezin li PKK'ê hate xistin", "PKK dorpêçkirî ye" bi kar anî û ji serketina artêşa xwe bawer bûn.

Di vê navberê de hêzên PDK'ê yên li aliyê din ê sînor jî ji bo dorpêçkirina gerîla kete nava liv û tevgerê. Di saetên destpêkê de ku leşkerên Tirk ji sînor derbas bûn, bi PDK'iyan re jî şer destpê kir. Li qada Berbizan a li herêma Bradostê, Lêlîkan, Bercîme û Xakurkê, hêzên PDK'ê weke 'Baskê operasyonê' yê artêşa Tirk tevgeriya. Hêzên PDK'ê piştî ku derbên giran ji yekîneyên gerîla xwarin, matmayî bû, şaş ma. Heman aqûbet hat serê hêzên PDK'ê yên li geliyê Zapê ku dixwest ji 5 baskan ve gerîla dorpêç bikin.

PDK ÇIMA BÛ 'HÊZA OPERASYONÊ'?

Ji ber vê yekê 'Operasyona Çekîç' a ku 14'ê Gulana 1997'an hate kirin, weke nîşaneya herî berçav a piştgiriya çalak a PDK'ê ya ji bo dewleta Tirk cihê xwe di dîroka nêz a Kurdistanê de girt. Ji destpêka salên 1990'î û pê ve bi hewldanên berfireh ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re PKK veguherî tevgera ku pêşengiyê ji yekîtiya neteweyî re dike, weke hêzeke artêşeke neteweyî ya li çar parçeyan hate dîtin û Tevgera Azadiyê ya Kurd bandor li qada siyasî, çandî û civakî ya li Başûrê Kurdistanê kir, ku vê yekê herî zêde PDK aciz dikir.

Li aliyê din dewleta Tirk jî dixwest ku li dijî hêzên gerîla, mîna sîstema cerdevaniyê ya li Bakurê Kurdistanê, sîstemeke bi heman rengî bi destê PDK'ê li Başûrê Kurdistanê çêbike. Van faktoran hemûyan hîmê sefera dagirkeriyê ya 14'ê Gulana 1997'an datanîn û li Kurdistanê xetên xiyanet û berxwedanê di asteke girîng de bûn.

Ji xwe Serokwezîrê Tirk ê wê demê Necmettîn Erbakan çend roj piştre; di 19'ê Gulanan 1997'an de ji bo pirsên rojnamevanan ên li ser 'operasyona li derveyî sînor' bal kişand ser lîderê PDK'ê Mesût Barzanî û li vê yekê mikur hat: "Barzanî yek ji berpirsyarên girîng ên vê herêmê ye û naxwaze van deveran ji dest bide. Barzanî ji bo pêşî li karên PKK'ê bê girtin alîkarî ji Tirkiyeyê xwest û me jî di çarçoveya peymanên navneteweyî de bersiv dan vê daxwazê."

16'Ê GULANÊ LI HEWLÊRÊ ÊRIŞA NEMERDANE...

Em li eniya şer a nava meha Gulana 1997'an vegerin; PDK'ê di serî de li Girê Kurojahro, li gelek nuqteyên Zapê û li tevahiya herêma Behdînanê gelek kuştî da, ku gelek ji wan jî payebilind bûn. Her wiha kir nekir nekarî berxwedana gerîla bişikîne. Ji bo tola vê hilîne serî li namerdiyeke welê da ku di dîrokê de kêm caran hatiye dîtin. PDK û hêzên kontra yên MÎT'ê, 16'ê Gulana 1997'an avêtin ser nexweşxaneyeke Heyva Sor a Kurdistanê ya li Hewlêrê û 9 gerîlayên birîndar qetil kirin. Yekîneyên kujer ên PDK'ê û dewleta Tirk qîma xwe bi vê jî neanîn û vê carê avêtin ser şaxên YNDK û NÇM'ê yên li hewlêrê, navendên rojnameyên Welat û Wealtê Rojê, gule li derdorê reşandin û kî derkete pêşiya wan li wan reşandin.

Di vê komkujiya Hewlêrê de nêzî 60 welatparêz û şoreşgerên Kurd şehîd hatin xistin. Tevî ku 25 sal di ser vê komkujiyê re derbas bûne hîn jî bi temamî nehatiye ronîkirin û cenazeyên gelek kesên şehîd bûne jî nehatine dîtin. Çend roj piştî komkujiyê Radyoya Dengê PDK'ê bûyer bi rengê 'Li Hewlêrê 300 PKK'î hatin kuştin' ragihand. tevî gerîlayên birîndar ên dihatind ermankirin, rojnamevan, hunermend û doktor jî di nav de bi dehan kes ji aliylê PDK'ê ve bi xwînxwarî hatin qetilkirin. Ev yek di dîroka gelê Kurd de bû birîneke mezin. Agahiyên berfireh ên li ser vê komkujiyê ku bi strana 'Hewlêr' a Hozan Serhed kete bîra gelê Kurd, Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan di pirtûka bi navê 'Anatomiya Şerekî-Li Kurdistanê Xeta Leşkerî' wiha vegot:

"Piştî şerê 1995'an têkiliyên bi PDK'ê re normal bû, pêşketin hebû. PKK di şerê navbera PDK û YNK'ê de bêalî mabû. PDK'ê bi piştgiriya Saddam li dijî YNK'ê dest bi pêngavekê kiribû, YNK ji Kurdistanê derxistibû. Bi vî rengî di serî de Hewlêr û Silêmaniye, beşeke girîng a herêmên di bin kontrola YNK'ê de bûn, kontrol kiribû. YNK'ê jî bi piştgiriya Îranê gaveke dijber avêt û ji bilî Hewlêrê herêmên mayî hemû vegerandibû. Lê belê Hewlêr di bin kontrola PDK'ê de mabû. Beriya ku Hewlêr dest biguherîne, tevgera me li vê derê hin karên saziyî dimeşand. Piştî kuk dest guhert, ev kar dewam kir. Rojnameya Welat, NÇM, nexweşxane û çend saziyên cuda li wir bûn. PDK ji hebûna tevgera me ya li Başûr acizî jî bû, bi eşkere astengî li pêşiya vî karî danetanî. heta vê demê têkiliyên bi hêzên Başûrî re baş bû; hevdîtin dihate kirin, rexne û nêrîn bi hev re dihatin parvekirin.

Lê belê piştî ku PDK tevlî operasyona dewleta Tirk a Gulana 1997'an a li ser Başûr bû, bi hêzên Başûrî re pêvajoyeke cuda û nû dest pê kir. Rojek, du rojên destpêkê nehatibû ferqkirin ku PDK li refên dewleta Tirk tevlî operasyonê bûye. Ji ber vê yekê hevalên li Hewlêrê yên ku karên sivîl ên saziyê dimeşandin venekişiyan. Ji xwe piraniya wan nexweş bûn û ji bo dermankirinê li wir bûn. Hêzên pêşmerge yên ser bi PDK'ê ve li dijî hevalên li saziyan û nexweşxaneyê yên nexweş, dest bi êrişê kirin. Beîstîsna teslîmiyet li her kesî ferz kir. Ji xwe re kir esas ku kî li ber xwe bide, bieciqîne.

Di serî de berpirsyarên qadê hevalên Salîh (Hasan Agaç) û Hêlîn, piraniya wan nexweş nêzî 60 hevalên birîndar bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn. Her wiha hevalê Şehîd Ozan (Omer Ozsokmenler) ji bo dîl nekeve destê PDK'ê, bombeyên li ser xwe di nava pêşmergeyan de teqand û bi rûmetî şehîd bû. Rabirdûyeke vê bûyerê heye. Hevalê Ozan ji koma DDKO dema ku bi Dr. Şivan re li Başûrê Kurdistanê bû, tevî Dr. Şivan ji aliyê PDK'ê ve tê zindanîkirin. Hin endamên din ên komê hatin tasfiyekirin, lê belê ji ber ku temenê wî biçûk bû ew birin Lubnanê û li wir hate berdan. Piştre demeke dirêj li nava çep a Tirk şoreşgerî kir û deh salan li girtîgehên Tirkiyeyê hate hiştin. Dawiya sala 1991'ê tevlî nava refên tevgera me bû û piştî bîst û pênc salan ji bo heman esaretê nebîne sekneke bi rûmet nîşan da û biryar da ku xwe îmha bike."

Sibe: Û li Zapê berxwedan geş bû.