Kêliyên krîtîk ên Komploya 9'ê Cotmehê -I

Hêzên paşverû û global di 9'ê Cotmeha 1998'an de dest bi Komploya Navneteweyî kirin. Rêberê Gelê Kurd berê xwe da Atînayê û bi vî rengî lîstika ku gelek aktorên herêmî û biyanî tê de hebûn, têk bir.

Di êvara 29'ê Tebaxa 1998'an de li ekranên MED TV'ê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya telefonê beşdarî bernameyekê bû ku gelek rojnamevanên Kurd, Tirk û ji medya cîhanê tevlî bûbûn. Ocalan daxuyaniyeke dîrokî kir. Ocalan diyar kir ku ji 1'ê Îlona 1998'an û pê ve agirbestê radigihîne û banga aştiyê kir. Vê yekê li nava medya cîhanê deng veda. Bala her kresî li ser Enqereyê bû.

Bi rojekê piştî ragihandina agirbestê, Serokwezîrê Tirk ê wê demê Mesût Yilmaz got, "Eger fêhm kiriye ku şerê li hemberî dewleta Tirk bêçaretî ye û ji bo teslîm bibe gavekê diavêje, ez ê vê erênî bibînim." Alîkarê Serokwezîr ê heman demê Bulent Ecevît jî bi van gotinan destê ku Tevgera Azadiyê ya Kurd dirêj kir, red kir: "Li ser pirsgirêkên welatê xwe em bi rêxistineke terorê ya cihêkar re hevdîtinê nakin."

Di hefteya destpêkê ya Îlonê de Serokwezîrê Tirk Yilmaz dest bi gera li Urdun, Îsraîl û Fîlîstînê kir. Di rojeva wî de jî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebû. Yilmaz ji bo rêveberiya Sûriyeyê got, "Dijminatiya herî mezin hûn dikin." Ji bo zext li rêveberiya Şamê bê kirin hemû amûr hatibûn amadekirin. Di gera Yilmaz de ya li Tel Avîvê hevkariyeke veşartî di navbera Urdun, Îsraîl û Tirkiyeyê de hate kirin ku piştre kifş bû. Îstîxbaratên Urdun û Îsraîlê ku li qada Rojhilata Navîn serwer in wê têkildarî hêzên PKK'ê yên li Başûrê Kurdistanê û Abdullah Ocalan ê li Sûriyeyê agahî bidan Enqereyê, dewleta Tirk jî wê li hemberî vê yekê qada xwe ya hewayî li firîna perwerdeyê ya herdu welatan vekiribûya.

DU HEVDÎTINÊN KRÎTÎK ÊN LI REYHANLI Û WASHINGTONÊ

Li gorî Rêberê Gelê Kurd êdî hewldanên ji bo agirbestê û vekirina qenala diyalogê ya Fermandariya Giştî ya Tirk lîstikek bû. Lê belê tevî vê yekê jî nedixwest agirbestê xera bike. Di 14'ê Îlona 1998'an de ji Fermandariya Gİştî noteke din ji PKK'ê re çû. Di wê peyamê de dihate gotin, "Heta gaveke duyemîn me dawî li hevdîtinan aniye." Bûyera ku rêveçûna kar nîşan dida, çûyîna Fermandarê Hêzên Bejahî yê Tirk ê wê demê Atîlla Ateş a 16'ê Îlona 1998'an a li navçeya Reyhanli ya Hatayê bû. Ateş li ser sînor got, "Hindik maye ku sebra me bifûre. Bila sebra me nefûrînin." Bi van gotinan gef li rêveberiya Sûriyeyê ya bi lîderiya Hafiz Esad xwar.

Piştî bi rojekê di 17'ê Îlonê de li paytexta DYE Washingtonê jî hevdîtineke krîtîk pêk hat. PDK û YNK ku bi salan şerê hev dikirin, ji bo li hev bên li Dûblîn û Enqereyê ku Tirkiye û Îngilistan jî di nav de bû, hevdîtin dikirin. Van hevdîtinan li Washingtonê dewam kirin. Lîderê PDK'ê Mesût Barzanî û lîderê YNK'ê Celal Talabanî mohra xwe danîn binê protokola ku rêveberiya DYE ya wê demê amade kir, li gel Wezîra Karên Derve Madeleine Albright derketin pêşberî çapemeniyê û eşkere kirin ku wan li hev kirine.

Yek ji xalên bingehîn ên lihevkirina PDK û YNK'ê derxistina hêzên PKK'ê ji Başûrê Kurdistanê bû. Bi van herdu bûyerên li pey hev ên li Reyhanli û Washingtonê re peyama "Êdî hûn nikarin li cihekî bisekinin" ji Abdullah Ocalan û gerîlayên Kurd re hate dayin. Bi vî rengî ji bo destpêkirina Komploya Navneteweyî şert û mercên hundirîn û derve hatin amadekirin.

DI NAVA 9 ROJÊN BER BI 9'Ê COTMEHÊ VE ÇI QEWIMÎN?

Bêguman wê demê ne tenê li Enqereyê lê belê li hemû paytextên welatên Rojhilata Navîn liv û tevgerek hebû. Di navbera 30'ê Îlona 1998'an heta bi 9'ê Cotmehê, bûyerên ku ji bo amadekirina komployê di xeta Enqere-Şamê de qewimîn wiha ne:

30'ê Îlona 1998'an: Bi serkêşiya Serokkomarê Tirk Suleyman Demîrel Desteya Ewlekariya Milî (MGK) li hev civiya. Tenê rojeveke vê civînê hebû ku 6 saet û 10 deqeyan dewam kir. Têkoşîna li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê. Bi qasî ku wê demê li çapemeniyê belav bû, zexta bi rêya dîplomatîk li Sûriyeyê hate kirin encam bi xwe re neanî û alternatîfa leşkerî hatibû nîqaşkirin.

1'ê Cotmeha 1998'an: Ji axaftina destpêka Meclîsê ya Demîrel bi hêsanî dihate fêhmkirin ku biryara 'Asta zexta li Şamê sererast bike' li MGK'ê hate dayin. Demîrel ku bi vekirî gef li Şamê xwar, wiha digot: "Li gel hemû hişyarî û daxuyaniyên me yên aştiyane, Sûriye hîn jî dest ji helwesta xwe ya dijminane bernade. Careke din ji tevahiya cîhanê re radigihînim ku mafê me yê bersivdana li Sûriyeyê heye û sebra me jî hindik maye bifûre."

2'ê Cotmeha 1998'an: Artêşa Tirk hêza xwe ya li ser sînorê Sûriyeyê, li ser xeta Hatay, Kîlîs û Dîlokê zêde kir. Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk Huseyîn Kivrikoglû di daxuyaniya çapemeniyê de bi rengekî eşkere digot ku rewşeke şer a nehatiye îlankirin bi Sûriyeyê re heye.

3'ê Cotmeha 1998'an: Di krîza Enqere-Şamê de aktorekî nedihateke hêvîkirin kete dewrê. Serokkomarê Misrê Husnu Mubarek ji bo rageşiya navbera Tirkiye-Sûriyeyê binirxîne berê xwe da Erebistana Siûdî. Mubarek bi Qral Fahd re hevdîtin kir û got, "Divê alozî bisekine, divê em kontrol bikin. Amade me ku ji bo vê li Enqere û Şamê bikevim nava hewldanan."

4'ê Cotmeha 1998'an: Rawestgeha duyemîn a Mubarek, paytexta Sûriye Şam bû. Mubarek bi 2 saetan bi Serokdewletê Sûriyeyê Hafiz Esad re hevdîtin kir û bêyî ku daxuyaniyekê bide rojnamevanan ji Sûriyeyê çû. Lê belê Wezîrê Karên Derve yê Misrê Amr Mûsa li Sûriyeyê ma û got, "Ji bo çareseriya pirsgriêkê em hewl didin ku qenala diyalogê vekirî bimîne."

5'ê Cotmeha 1998'an: Mubarek ê bi rola navbeynkariyê radibû, firiya Enqereyê. Hîn Mubarek li hewayê bû Serokwezîrê Tirk Mesût Yilmaz got, "Em ji Sûriyeyê daxwaza radestkirina Abdullah Ocalan û terorîstên din dikin ji bo darizînin." Êvarê jî Yilmaz tevî alîkarê serokwezîr Ecevît û Wezîrê Karên Derve Îsmaîl Cem, ji bo nirxandina rewşê li hev civiyan.

6'ê Cotmeha 1998'an: Mubarek û Demîrel li hev rûniştin. Demîrel dosyayek li ser "Karên divê Sûriye bike" radestî Mubarek kir. Piştre jî got, "Eger bendewariyên me pêk neyên, em ê ya pêwîst bikin. Hûn ji me baştir zanin bê ya pêwîst çi ye." Mubarek jî heman rojê ji televîzyona Misrê re ev daxuyanî da: "Ji bo di navbera Sûriye û Tirkikyeyê de bi armanca çareserkirinan pirsgirêkan diyalog bê destpêkirin, me fikrên xwe pêşkêş kir."

7'ê Cotmeha 1998'an: Keştiyeke Emerîkî ya bi fuzeyên Tomhawk barkirî çû peravên Derya Spî. Heman rojê gelek balafirên leşkerî û şer xwe li baregeha DYE ya li Încîrlîkê danîn.

8'ê Cotmeha 1998'an: Di navbera Enqere-Şamê de dora navbeynkariyê vê carê ya Îranê bû. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kemal Harrazî destpêkê çû Şamê, êvarê jî berê xwe da Enqereyê. Li gorî çapemeniya Tirk, Demîrel ê ku bi Harrazî re hevdîtin kir, hişyarî da û got, "Li pişt Sûriyeyê nesekinin, hûn ê jî bixisirin."

LEŞKERÊN NATO'YÊ LI SKENDERÛNÊ BI CIH BÛN

Di vê demê de ku li ser xeta Enqere-Şamê bûyerên bi vî rengî diqewimî, li Derya Spî bûyereke balkêş qewimî. Tatbîqata "Dynamic Mix 98" a 11 welatên NATO'yê tevî ku beşa Tirkiyeyê qet di planê de tune bû, li nêzî sînorê Sûriyeyê li Skenderûnê di 3'ê Cotmeha 1998'an de destpê kir. Her wiha nêzî 2 hezar û 500 leşkerên ser bi Hêzên Deryayî yên 2'emîn ên DYE'yê li Skenderûnê bi cih bûn.

Li gorî gelek çavdêran, ev yek amadekariya şerekî li dijî Sûriyeyê bû ku NATO jî wê di nav de cih bigirta. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev rewş fêhm kir, bi biryareke ji nişka ve 9'ê Cotmehê bi balafireke rêwiyan a Rêyên Hewayî yên Sûriyeyê Şam terikand. Balafira ku Abdullah Ocalan tê de bû danê êvarê li Balafirgeha Hellinikonê ya paytexta Yewnanistanê Atîna dakete xwarê.

YÊN KU EW VEXWEND ATÎNAYÊ, BERSIV NEDAN TELEFONÊ

Sedemeke girîng hebû ku Rêberê Gelê Kurd berê xwe da Atînayê. Wezîrê Ragihandinê yê berê yê Yewnanistanê û wekîlê PASOK'ê Kostas Baduvas ê 6'ê Cotmeha 1998'an çû Şamê, soz da Rêberê Gelê Kurd ku wê li balafirgehê wî pêşwazî bike. Lê belê balafira Abdullah Ocalan tê de bû dema ku daket balafiregeha Hellinikonê Baduvas li holê nebû, bersiv neda telefonê jî.

Yên ku Rêberê Gelê Kurd vexwendin Yewnanistanê tenê 5 saetan karîbûn malovaniyê jê re bikin. Piştre jî bi balafireke taybet heman rojê ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Yewnan ve ew birin Moskowayê.

Yek ji kesên destpêkê li Moskowayê Rêberê Gelê Kurd pêşwazî kir Vladimir Jirinovski bû ku hingî alîkarê serokê baskê jêrîn ê Parlamenta Rûsyayê Dûmayê bû. Ocalan şeva destpêkê li mala Jirinovski bû mêvan, ji wir jî ew birin maleke li çiyê. Rêberê Gelê Kurd serlêdana penaberiya siyasî li rayedarê Rûs kir ku ji bo ewlekariyê li gel wî bû. Lê belê mafê wî yê herî xwezayî mafê penaberiya siyasî mîna li Yewnanistanê li Rûsyayê jî nehate bicihanîn.

BAZARA KRÎTÎK A NAVBERA MOSKOWA Û ENQEREYÊ

Di roja duyemîn de ya ku Abdullah Ocalan çû Rûsyayê, Serokwezîrê Tirk Mesût Yilmaz di balafira ji Antalyayê diçû Meletiyê daxuyaniyek da rojnamevanên Tirk. Ji bo pirsa rojnamevanan a digot, 'Gelo Apo çûye ku derê?' Serokwezîrê Tirk got, "Dibe ku çûbe Rûsya, Ermenistan û Lubnanê. Lê belê ne bawerim ku Rûsya Apo qebûl bike." Ya rast ji 11'ê Cotmehê û pê ve li ser rêgeha Abdullah Ocalan û deverên ku diçe, agahiyên îstîxbaratê bi rêk û pêk ji Enqereyê re dihate ragihandin. Lê belê dewleta Tirk nedixwest balê bikişîne ser Rûsyayê, ji ber ku bazara qirêj a veşartî hînê bi encam nebûbû.

Di vê demê de Abdullah Ocalan daxwaza 'penaberiya siyasî' li Dûmayê kir. Dûmayê jî ev yek xiste rojeva xwe û biryara xwe 4'ê Mijdara 1998'an eşkere kir. Li hemberî dengekî dijber bi 298 dengan ku mîna yekdengiyê bû daxwaza penaberiyê ya Abdullah Ocalan hate qebûlkirin. Lê belê vê carê hin hêzên navneteweyî tevlî pêvajoya tengavkirina Moskowayê bû.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYE'yê James Rûbîn 5'ê Mijdara 1998'an di civîna çapemeniyê de li ser pirsên têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd bersiveke wiha da: "Divê ti welat mafê bicihbûna terorîstekî nede. Dubare dikim, ti welat." Ev gotin dihate wê wateyê ku rêveberiya DYE'yê gefê li hemû welatan dixwe.

Ji xwe Abdullah Ocalan di êvara 19'ê Cotmeha 1998'an de bi rêya telefonê ji Med TV re anî ziman ku tesadûfî nîne ku komploya li hemberî wî di 9'ê Cotmehê de destpêkiriye. Ocalan got, "Tiştekî ecêb heye; dibe ku ji bo Emerîkiyan girîng be. 9'ê Cotmehê roja kuştina Che Guevara ye. Balkêş e ku heman roj hatiye hilbijartin. Bawerim dixwazin me bi vê demê re, bi bîranîna wî şoreşgerê mezin re bikin yek."

129 ROJÊN DI BÎRA GELÊ KURD DE MAN

Rêwîtiya destpêkê ya Rêberê Gelê Kurd a li Rûsyayaê 33 rojan dewam kir. Balafira ku Abdullah Ocalan tê de bû 12'ê Mijdara 1998'an xwe li paytexta Îtalya Romayê danî. Di rawestgeha Romayê ya komployê de ku 66 rojan dewam kir, gelê Kurd li dora rêberê xwe civiya. Di serî de DYE bi zexta hêzên rojavayî Ocalan di 17'ê Çileya 1999'an de neçar ma ji Romayê derkeve. Piştî ku di navbera Moskowa-Mîsk-Atînayê de çû û hat di 4'ê Sibatê de ew birin paytexta Keyna Naîrobiyê ku navenda herî girîng a komployê bû.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Sefaretxaneya Bilind a Yewnanistanê ya li Naîrobiyê dihate hiştin, wê bi tena serê xwe li ber xwe bida û heta kêliya dawî jî hewl bida rêyekê peyda bike. Di 15'ê Sibata 1999'an de ji aliyê rayedarên Yewnan û Kenyayî ve ji avahiya sefaretxaneya bilind hate derxistin û radestî yekîneya taybet a dewleta Tirk a li balafirgehê hate kirin. Bi vî rengî komploya ku 9'ê Cotmeha 1998'an destpê kir û di 15'ê Sibata 1999'an de bi encam bû, asta wê ya 129 rojan temam bû.

Sibe: Heman piştî 9'ê Cotmehê axaftina dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd