Nivîsa Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Mûstefa Karas nivîsek bi sernavê ‘İsrara di sosyalîzmê de israra di mirovayetiyê de ye’ wiha ye.
"1’ê Gulanê ya ku roja yekîtî, hevgirtin û têkoşînê ya karkeran de wê di vê serdema şewba Covîd-19’ê de were pîrozkirin. 1’ê Gulanê li dinyayê rojeke wisa ye ku herî zêde bi awayekî qelebalix tê pîrozkirin. Di tu rojên salê de evqasî kes nehatine ba hev û çalakî li dar nexistine. Ya herî girîng jî ji reng, cins, etnîsîteyên cihê mirov hatine ba hev û ev roj pîroz kirine. Ji ber vê jî destkeftiyeke mezin û nirxeke çandî ya mezin e. Dema ev nirxên erênî tên ba hev, cejna mirovayetiyê tê pîrozkirin. Ji ber vê jî xwedîlêderketina 1’ê Gulanê tê wateya xwedîlêderketina civakîbûn, bedewî û dîroka me. Pîrozkirina vê cejnê ya bi çînên civakî gelekî girîng e. 1’ê Gulanê tê wateya civakîbûnê. Jixwe sosyalîzm jî ev e. 1’ê Gulanê cejna sosyalîzmê ye.
Hêmana çalak a afirîner a civakê jin e. Heta ku jin çalak bûne, jiyana civakî jî domiyaye. Bi windabûn û qelsbûna bandora jinan re, ber bi civaka baviksalar ve çûne û ev jî tê wateya windakirina jiyana sosyalîst. Pirsgirêka pêşîn a civakî bi serweriya li ser jinê re derketiye holê. Hemû pirsgirêkên civakî li ser vî tiştî hatine avakirin. Ji ber vê jî heta azadiya jinê pêk neyê, jiyana civakî pêk nayê. Sosyalîzmeke bêyî azadiya jinan ne pêkan e. Bi azadiya jinê re çînên civakî û civak azad dibin.
Yek ji şertê jêneveger ê civakîbûnê jî ekolojîstbûn . Civak ango mirovayetî berhema xwezayê ne. Civak dayika xwezayê ye. Anîmîz a niha bêtir nêrîneke nêzî civakê ye. Belkî di wan deman de bi zanistî nekarîne xwe îspat bikin. Zanyarên di bin xizmeta desthilatdarî, çînên mêtinger û kapîtalîzmê de ne, ji nêrîna wê rojê paşvetir in. Bi çavê mêtingeriyê li xwezayê dinihêrin. Ev zanyar wekî ku Rêberê Gelê Kurd jî dibêje ji rahîbên Sumerê zêdetir ji nirxên civakî û mirovayetiyê kom bûne.
Dema mirov qîmeta rastîn bide civakî wê jiyana civakî pêk were. Ev ne bi tenê ji bo parastina hewa, av û derdorê ye. Ev tişt têkiliya xwe li ser felsefeya jiyanê heye. Heta ku ev bîrbûn tunebe, ne civakîbûn dikare pêk were, ne jî mirov dikare azadiya jinan biparêze û ne jî feraseta demokratîk dikare pêk were. Nabe ku mirov serwerê xwezayê be. Ev jî tê wateya ku feraseta desthilatdar û mêtingeriyê li ser fikra mirovan bi cih bibe û bi kapîtalîzmê re bigihêje lûtkeyê. Endustrîyalîzm tê wateya êrîşa li felsefeya jiyanê jî. Di warê jin û xwezayê de dema şoreşa ferasetê pêk hat, bîreke berfireh a azadî û demokrasiyê jî pêk tê.
Jixwe jiyana civakî tê wateya jiyana demokratîk jî. Dema ku demokrasî tunebe ne civak heye û ne jî jiyana civakî. Ev wekî goşt û neynûkê girêdayî hev in. Divê mirov demokrasî û sosyalîzmê jî ji hev cihê nefikire. Nabe ku wekî bûrjûwayan em ji demokrasiyê fêm bikin. Nabe ku em bibêjin demokrasî awayekî dewletê ye. Ev tê wateya reşkirin û fêmnekirina ji demokrasiyê. Demokrasiya rastîn parastina civakê ye, sosyalîzm jî jiyana rastîn a demokratîk e. Wekî ku Rêber Apo jî dibêje jiyana demokratîk û komunal dibe bergîdaniya vî tiştî.
Rastiyeke wisa heye ku pergala desthilatdarpêz, dewletparêz û mêtinger li hin dera serwer be jî heta avabûna kapîtalîzmê jiyana demokratîk a komunal li beşeke zêde ya dinyayê hebûna xwe domandiye. Nabe ku mirov bibêje jiyana demokratîk a komunal tune bû. Marks û Engels ketin xefqeke wisa. Lê Marks bi hin nirxandinên xwe diyar kiriye ku ev rewş ne wisa ye. Marks dibêje ‘di dawiya dawînd e her tişt dibe meseleya kirîn û firotinê’ û lê zêde dike ‘Tiştên wekî dilpakî, hezkirin, wijdan û zanîn jî dibin alaveke bazirganiyê. Ev dibe giştîbûna rizandinê, her tişt bi pereyan tê bidestxistin û hemû nirxên maddî û manewî dibin malê bazarê.’ Bi kurtasî dibêje bi avabûna kapîtalîzmê re, hemû nirxên civakî yên berê tên hilweşandin.
Marks û Engels ji bo ku peywira xwe ya li hemberî civakê bi cih bînin ketine nav têkoşîna afirandineke nû ya mirovayetiyê. Li ser vî esasî xebatên di asta pîroz de kirine. Jixwe ya pîroz jî civakîbûn e. Ji xeynî civak û civakîbûnê tu pîrozbûneke din tune. 99 navên Xwedê yên di Quranê de jî nirxên jiyana civakî ne. Di hemû dîn, bîr û baweriyan de hemû pîrozbahî têkiliya xwe bi jiyana civakî hene.
Dema kapîtalîzm di dîrokê de derdikeve holê, gundîbûn jî qels dibe. Lê di sedsala 19’an de jî beşeke zêde ya dinyayê li gund û bejahiyan dijîn. Ji aliyê din ve jî çanda nirxên civakî jî tê de xurt in. Bi kurteasî karker li dijî kapîtalîzmê wekî çîneke girîng hene. Lê mirov têkoşîna li dijî kapîtalîzmê û civakîbûnê bi çîna karkeran sînordar bike, ev jî dibe şaşiya ku nirxên civakî bi dîroka desthilatdarî û dewletê tune bûye. Herî zêde jî feraseteke wisa derdikeve holê ku di sosyalîzmê de desthilatdariya karkeran bi dewletê dikare pêk were. Vê nêzikatiya dijberiya feraseta civakî dike bi qasî kapîtalîzmê qebûl kirine, ev jî bûye sedema şaşiyeke mezin. Cihê azadiya jinan a di nav sosyalîzmê de jî têra xwe nehatiye diyarkirin.
Nebesiyên Marks û Engels wan di nava dîrokê de ji berpirsyariyên pê rabûne, zanîsta civakîbûnê ya ku pê rabûne û sekna wan a li dijî kapitalîzmê wan biçûk naxe. Hê di demê destpêkê berî 150-160 sal ne rast bû ku hemû aliyên kapitalîsmê bên dîtin û dîsa bendewariyeke ku sozyalîzmê bi awayê herî rast û durist derxe holê. Daneyên wê rojê, dîsa nebesiyên diyar û dîsa nebesî û şaştiyan rê li ber derketina wê ya holê vekir. Di roja îro de ji bo hê rastir sosyalîzm bê girtina dest, li awe ceribandinên sosyalîzma reel û xanista sosyalîzmê ya 150 salî dinirxînin û rexne dikin. Dîsa îro ji bo dîtina rastiyên derdikevin holê ked û têkoşîna wan heye. Di vê rewşê de renxekirin û nayê wateya înkarkirin. Berovajî tê wateya famkirina hesret û hewldanên wan.
1’ê Gulanê ne tenê cejna karker û kedkaran e. 1’ê Gulanê heman demê roja civakîbûn û sosyalîzmê ye. Roja ku pêxistina zanabûna civakî, nûjenkirin û li ser vî bingehî xurtkirina vîna têkoşînê ye. Ji bo vê 1’ê Gulanê roja bê ka wê çawa îdeolojiya sosyalîzmê û teroriya wê çawa bê bisazîkirin û wê çawa bê kirina sîstemeke ya civakî ye. Bi taybet di demên kapitalîzm û modernîteya wê krîzên giran re rû bi rû ye, di warê amadebûna têkoşîna li dijî vê sîstemê famkirina teorî û pratîka sosyalîzmê ji her demê zêdetir xwedî girîngî ye.
Bê şik û guman gelek mirovên zana li ser sosyalîzmê nirxandinên kûr kiriye û hinek tesbît kirine. Bi taybet bi hilweşîna sosyalîzma reel re ev nirxandin zêdetir bûne. Beşek ji vê li ser şaştiyên sosyalîzmê berê xwe dane navxweyîbûna sîstemê, beşek wê jî li dijî kapitalîzmê hê bi bandortir û rast têkoşînê dike û ji dersên ku ji sosyalîzma reel bên girtin, ji bo hişmendiya sosyalîzim a rast û partîka wê derxe holê.Mirov nikare bi hilweşandina sosyalîzma reel bêje tenê bi ji ber bandorên derve yan jî hundir bi rêbazên hişmendiya şaşt û pratîka wê derketiye holê. Ev jî hene lê ya esas ji ber rizîna îdeolojî û nebesiyên teorîk û şaşiyên wê derketiye. Ji bo avakirina rast a sosyalîzmê dîsa heman qedera berê li ser neyê, xwe gihandina terorîk a îdeolojî û rastiya pêkanîna wê, ev jî bi hişmendiya rêxistinek rast û çalakiyê derketina wê ya holê gelekî girîng e.
Di vê mijarê de nirxandinên Rêber Apo yên berî bikeve Îmralî û piştî Îmraliyê yên kûr û çareseriyên xurt rastiya gihiştina van encaman nîşanî me dide. Ev nirxandin li ser esasê ‘Di sosyalîzmê de israr, di mirovbûnê de israr e’ pêk hatiye. Rêber Apo vê gotinê dema ku hêzên kapitalîs ên gotina dawiya cîhanê hatiye gotiye û sala 1989’an a dema kampanyaya xirabnîşandana sosyalîzmê dihate kirin, aniye ziman. Herî dawî di hevdîtina 3’yê Adara 2020’ê dema di hevdîtineke li gel malbata xwe de gotibû ez şoreşgerekî sosyalîst im, hevrêyên Mahîran, Denîzan û Îbrahîm im, sekna xwe carekî din diyar kir.Pradîgma û rexneyên klasîk ên Rêber Apo yên li ser sosyalîzmê, dîsa çareseriyên teorîk ên derxistî holê divê li ser vî bingehî bê girtina dest.
Bê şik û guman Rêber Apo li Îmraliyê di nava şert û mercên pir bi sînordar de û dîsa navenda şerê taybet van nirxandinan dike. Di nava wan şert û mercan de dahûrandinên pir mezin û kûr û tesbîtên teorîk pêş xistiye. Dahûrandinên heybet û kelecanî derxistiye holê. Detayê wê û kaoka wê pir baş derxistiye holê. Ev dahûrandin û tesbîtên ku hê baştir bên vekirin û lêkolînkirin. Lê ya esas ti fikarek nîne ya rast dernexistî holê. Yanî hemû dahûrandin û tesbît ne kadîr-î mutlaq nîne. Bi teqez aliyên kêm û nebes hê mane. Lê di şert û mercên îro de, li gorî daneyên îro û mercên objektîf mirov dikare bêje ya herî rast derxistiye holê ye.
Şeba vîrûsa Koronayê carekî din derket holê ku sîstemeke kapitalîzmê ya li ser civakê weke bar, bê wate û dîsa dibê bê derbaskirin û li dijî civakê ye derketiye ber çavan. Ne tenê li ser karker û kedkaran, ji derveyî kulmek hêzên tekel ku ji sîstemê sûdê digirin li dijî hemû civakê ye. Yanî ji bo hemû mivahiyê sîstemeke dijmine.Kapitalîzm çawa ku dixwaze civakîbûna mirovan tine bike, hemwext dixwaze xwezayê jî tine bike. Endustrîyalîzm ne tenê xwezayê hemwext rewşek welê derxistiye ku mirovan ên weke zindiyekê ye jî tine bike. Vîrûsa Koronayê rewşa vê ya derketî holê ye. Hem xweza û hem jî civakîbûna a parçeyeke xwezayê ye wê vê qebûl neke. Ev tê wateya bi yekcarî civaîkbûnê tine bike ye. Di vî warî de lêpirsînkirina kapitalîzmê û modernîteya wê zêdetir dibe. Ji xwe kapitalîzim bi krîzek giran û kaosekê re rû bi rû ye. Ji bo civakê û mirovahiyan xwedî taybetmendiyeke ya penceşêrê ye. Nexasim di nava sîstemek wiha bi peceşêr kes jiyan nake. Rêber Apo dibêje; ‘Rikberî,kara zêde, bêkarî, birsîbûn, hejarî, nîjatperestî, faşîzim, totalîtarîzim, hunera demogojî, hilweşîna ekolojiyê, fînansa zêde, kesayetên ji dewletê hê dewlemendtir, bombeya atomê, şerên cîhanê. çekên biyolojîk û kîmyewî, eoîstî yên kapitalîzmê bi awayekî berbiçav derxistî holê, cûreyên penceşêrê yên sîstema kapitalîzmê ne.’.
Kapitalîzim û modernîteya wê hilweşiya ye, ketiye çiravê. Ji ber ku çarçoveyek alternatîf nehatiye pêşxistin, rêxistin û çalakiyên bi bandor nayên pêşxistin. Pêkanîna sîstema civakî ya li dijî kapitalîzmê bibe altarnafît nayê derxistina holê. Yekane ya vê bişkîne û tine bike dahûrandin û pradîgmaya Rêber Apo ye. Gelek fêdeya dahûrandinên Rêber Apo yên di hincetên derketina şewba koronayê de heye û kiriye rojev. Vê asta îdeolojîk û teorîk ji bo bigihêje hemû kedkar, gelên hejar, yên tên mêtingerkirin, dîsa gel û civakn erkê serek yê her kesî ye.
Di vê 1’ê Gulanê de bi qasî lêpirsînkirina kapitalîzmê, fêmkirina komfederalîzma demokratîk a Rêber Apo ku xwe dispêre civak demokratî a azad û pardîgmaya civaka ekolojîk a azad a jinê û li ser vî bingehî hê baştir famkirina sosyalîzmê divê bê nîqaşkirin girîng e. Girîngî dayîn hemû sosyalîstan a ji bo vê ked û hewldanê, nîqaşkirin û rêxistinkirina vê girîng e. Ev nîqaş wê zanabûna sosyalîzma herkesî veke û hinek tiştan bide qezençkirin. Dibê bê rexnekirin, kêmanî bên nîşandan. Lê alternatîfa ku derketî holê divê neyê pişt çavkirin.
Li ser vî bingehî 1’ê Gulanê roja yekît, piştevanî û têkoşînê ya kedkar, civak û gelan pîroz dikim. Bijî 1’ê Gulanê."